Li Ser Çîroka Zilamê Bi Hêz û Qurnaz

0Shares

Di zimanê Kurdî de Jin tê wateya jiyanê. Ango jin, jiyan e. Di vê warê de taybetmendiya jin a ku jiyanê diafirîne, herî zêde zimanê Kurdî aniye ser ziman. Di serdemên destpêkê yên mirovahiyê de, pêşketinên civakî di pêşengtiya jin-dayîk de pêşketiye. Jin tê wateya bal kişandina jiyanî ji lewra jî hêza civakbûnê ye. Ev taybetmendiyên jin ên jiyanê avadike her tim hatiye bilindkirin û pîroz hatiye dîtin. Pîvanên azadî, rastî, başî û xweşikbûna dayîk-jin, demxa xwe li jiyana civakî xistiye. Ya ku rêgez û qûralên diyar dike otorîteya dayîk-jin e. Ev rastiya jinê heman demê hiştiye ku zilam jî şêwe bigre. Jin pêşenga jiyana civakî, hêmana navendî ye, lê rîsta zilam pir ne li diyar e. Ango ne diyarker e. Di jiyana klan de li ser bingehê nêçîrvanî û komkeriyê di navbera jin û zilam de karbeşiya xwezayî heye. Lê komkerî ya karê bingehîn a jinê, ya herî sereke ye. Derbasbûna civaka neolîtîk jî ji aliyê jinê bi pêngava kêdîkirina nebat û ajalan pêkhatiye. Neolîtîk weke pêşketina herî mezin a civakê şoreşek a jinê ye. Jiyan, ax, agir, av, nan, mal, gund, û hwd gelek tiştên destpêkê bi taybetmendiyên jin re bûye ye. Ji aliyê din ve ev çanda civakî ya di bingehê jin-dayîk de zilam jî perwerde kiriye û kişandiye jiyanê. Dîroka civakî giranî wisa li derdora jinê pêşketiye, di şexsê zilamê neçîrvan ê li benda firsendan e her ku çûye taybetmendiyên feraseta zilamê desthilatdar û ferasetek din ê ku bi civakê re nakokî jiyan dike jî pêşketiye. Dema em di dîrokê de şopên destpêkê yên çanda zilamê serwer digerin dê ‘zilamê neçîrvan’ derkeve pêşberî me. Zilamê neçîrvan bi gotina din ‘zilamê qurnaz û bi hêz e’. Rêber APO ev dîroka şaristaniyê yê bi xwîn û hovîtiyan tijî ye, wek ‘çîroka zilamê qurnaz û zordest’ nirxandinê her tim bi girîngî diyar kiriye. Bê guman ev zilamê qurnaz û zordest carna bi awayekî vekirî carna jî bi dilqên veşartî wê xwe nîşan bide. Li hemu cihên ku xwe lê vedişêre lêkolînkirina wî, deşîfrekirina pergala wî yê derew û sexte, pêdîviyeke rêzdayîna jiyana rast e.

Ji civaka klan a destpêka civaka însan, em bi çanda neçîrvaniyê re rû bi rû dimînin. Zilamê neçîrvan, ji serî de her tim li derdora civaka jin-dayîn çav li benda firsendan e. Destpêkê xwe têrkirina jiyana klanê de tevkariyekî wan a pir bi sînor heye.  Ji bo vê neçîrvaniya ku berê tenê wek xebatê kemîn dayîna ber ajalên kovî û kuştina wan pêşket, di pêvajoyên piştre wê bigihije di serî de nêçîrkirina jin ber bi merheleya desteserkirina wê. Bê guman di civaka klanê de û civaka neolîtîkê de rîsta zilamê nêçîrvan pir kêm e. Ya sereke jin e. Jin a ku bi xebatên komkeriyê re mijûl dibe, her tim jiyanê ava dike, rih dide. Zilam jî wek xebatên kûştin û rih girtinê wê mêjiyê xwe yê pevxistî bi kemîn û komployan pêş bixe. Ji ber vê zilamê neçîrvan; wê wek zordest û qurnaz kesayet bidest bixe. Di civaka neolîtîkê de jî jin him tovan kêdî dike, çandiniyê pêş dixe û him jî bi kedîkirina ajalan di bingehê xwedîkirina ajalan de xebatên aboriyê pêşdixe. Lê zilamê neçîran wê kuştina ajalan berdewam bike. Di navbera çanda dayîk-jin û çanda neçîrvaniyê de bi vê rengê ferqekî kûr heye. Lê çanda neolîtîkê wek çandekî ku jiyanê diafirîne ewqas bihêz e ku zilamê neçîrvan hîna ne bi bandor e. Di teoriya Marksîzmê de dema behsa civaka komînal a seretayî tê kirin, tê gotin ku seferên nêçîrvaniyê yê zilam zanebûna zilam hîn bêhtir pêşxistiye, ji lewra jî ev yek wek îzahata di civakê de her ku diçe rîsta diyarker lîstina zilam hatiye berpêşkirin. Mêyzekirinekî erenî ji bo çanda neçîrvaniyê heye. Dîsa bi pêşxistina nêrîna ku jina komker ji bo xwedîkirin û jiyankirina zarokên xwe li malê mayê, komkeriyê kiriye û ji ber vê jî bi qasî zilaman neçûye cihên dûr û bi vê awayê hewil dane ku teoriya paşketina civaka dayîksalarî ya di bingehê jinê de îzah bikin. Lê li vê derê em dibînin ku civaka xwezayî kêm û şaş hatiye ser ziman. Bi rêxistiniya zilamê qurnaz û zordest civaka xwezayî çawa hatiye talakirin û berhemên civakî çawa hatine bindestkirin nehatine ser ziman. Komkerî û çandinî ya merheleya wê ya pêşdetir û kêdîkirina ajalan weke berhemên jin ku taybetmendiyên herî mezin ên ccivaka xwezayî pêşxistiye girîngiya ku heq dike nehatiye dayîn.

Lê weke haatiye diyarkirin jineolojî, zanista jinê, li Kurdistanê ya cihê ku şoreşa civakî ya herî mezin destpêkê lê pêşketiye yekbûna jin û jiyanê tîne ser ziman. Tevahî taybetmendiyên ku jiyanê diafirîne di bingehê jinê de ne. Ji ber vê jin wek çavkaniya jiyan, bereket, ronahî, başî, xweşikbûn, afirînerê, berhemdayînê her tim hatiye pîroz dîtin, bûye çavkaniyê hezkirin û rêzdayînê. Zilamê neçîrvan ê di serî de li hemberî çanda dayîk-jin a ku şoreşa neolîtîkê re di jiyana civakî de şoreşekî mezin aavakiriye, jiyanê bihêz kiriye û mîsoger kiriye di kemînê de ye, li benda firsendan e; vê carê ne tenê çav berdaye ajalan, heman demê çav berdana van nirxên civaka qebîle jî xistiye serê xwe. Weke Rêber APO jî diyar dike ‘ her ku civaka komunal a dayîksalarî berheman ava dike, pir ne zehmete mirov bibîne zilamê qurnaz û bihêz ku bi her seferê serkeftî her diçe hêz bidest dixe û li kêleka wê eware eware digere, li ser vê pergala civakî berê xwe dide lêgerînên desthilatdariya destpêkê… Zilamê qurnaz û bihêz, weke dizekî ketiye malê û aboriya jin diziye.’ Ji vê jî tê fêmkirin ku zilamê neçîrvan-zordest, her ku diçe çav berdaye civaka dayîk-jin. Têgîn û çalakiyên weke çavberdan û bidestxistin, wek çalakî û feraseta zilamê zordest di vê serdemê de wê dest bi kolandina bingehê civakê bike. Di vê serdemê de bi taybet di salên B.Z. 4 hezaran de xwe nîşan dide. Beriya wê teqez azadiya jinê mijarê gotinê ye. Zilamê neçîrvan her ku diçe wê dest bi mehandina civaka jinê bike.

Zilamê neçîrvan, zilamê ku ajalan û jinan nêçîr dike ye…

Ger taybetmendiyên kesayet û çanda zilamê neçîrvan were dahurandin, pergala şaristaniyê bi hovîtî û xwînê tijiye û bi taybet jî  pergala kapîtalîst dê di bingeh de were dahûrandin. Di vê xalê de tespîta Rêbertî yê dibêje ‘zilamê qurnaz û bi hêz ku ji serdemên neolîtîkê ve pêşketiye bi werimandinê heya roja me hatiye û bi netew dewletê ve veguherî canewarekî’ hemu tiştên hatiye jiyîn bi zelalî radixe holê. Belê zilamê neçîrvan bi hegemonîkbûnê, wê veguhere zilamê canewar. Zilamê nêçîrvan, di rêxistinbûna leşkerî-artêşê de veguhere fermandarê, weke zilamê bazirgan, şaman-rahip-şêx, qral-împarator wê ji xwe re pîşeyên nû çêbike. Di vê zalê de ger taybetmendiyên zilamê nêçîrvan were dahûrandin, dê cewherê pergala şaristanî-dewlet-artêşê  were dahûrandin.

Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyan-rihê wekehevî dibe, zilam jî weke bi jiyan-rih girtinê hatiye bi têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin. Zilamê canewar weke nav jî li ser e zilamtiyê zilimkar ê rih digre, dikûje, bi xwînê xwe têr dike tê pênasekirin. Têgînên weke qûtkirin, jêkirin, perçiqandin, tunekirin ji çanda nêçîrvaniyê tê. Dîsa bidestxistin, xespkirin, çav berdan jî hekeza wisa ye.  Di vê warê de em dikarin destê zilamê nêçîrwan ê li hewayê bişibînin pençê ajalekî hov. Zilamê nêçîrvan di vê wateyê de hov e. Pençê wî û çekên wî yên tûnekêr û kûjer, hovîtî ye, zalimtî ye, zordestî ye. Mijar kûranî ye. Di serdema Til-Xelef a merheleya herî bi berhem û sazîbûna civaka neolîtîk e, weke çanda dijber li Başûrê Mezopotamya di salên B.Z. 5 hezaran de çanda El-Ubeyt weke hiyerarşiya desthilatdariya zilam ê destpêkê bisazîbûye wê derkeve ser dika dîrokê. Bi tifaqa şefê leşkerî-şaman-zimalê xwedî tecrube yê qal ve bingehên pergala xanedanî tê avêtin. Bi sazîbûna malbata fireh ê destpêkê yê baviksalarî ve, dîroka koletiya jinê jî destpê dike. Xanedanî; malbatekî hilbijêr ê xwe dispêre otorîteya zilam, milkiyet, xwe dispêre înkara qebîle û ji qebîleyê qut dibe ye. Xwe dispêre girtina hijmarekî zêde yê zarokên xort û jinan, pir zewacên bi jinan re. Zilamê desthilatdar; encax di xanedaniyê de cara yekemîn dikare bibe xwedî ewqas hêzekî bi bandor. Piştre di bajarê Urukê de, di zîguratan de, bi tifaqa rahip-fermandar û zilamê pîr wê rêxistinbûna destpêkê yê dewletê were îcatkirin. Piştî rêxistinbûna zehmet ê destpêkê yê zilamê nêçîrvan, li derdora mabedê bi rêxistinbûna dewletê wê sazîbûna baviksalarî pêngavekî mezin pêk bîne. Di vê serdemê de bi zilamê bazirgan re jî, wê bazirganiya bi sazî bûye derkeve holê.

An ajal hatine nêçîrkirin, kew ketiye qefesê, an jî jin hatiye neçîrkirin û li malan de hatiye hepiskirin çîrokên dişibe hev in. Milên wekhev ên kewa hatiye qefeskirin û jina hatiye qefeskirin ango li malê hatiye girtin hene. Ji ber wê divê çanda nêçîrvaniyê baş were fêmkirin. Girtina jinê, ji nasnameya wê ya civakî û ji jiyanê qûtkirina wê ye. Tenê weke hebûnekî biyolojîk a bikaribe berdewama ajarê zilam bîne, amûrê zarok anînê hatiye dîtin. Jina ku bûye pîrek, çîroka trajîk a jina ku ji nasname û kesayeta xwe ya civakî hatiye xistin e. Êdî jina ku hatiye desteserkirin, hatiye dîlgirtin, kolekirin û bûye mal-milk e. Jiyanekê ki mirinê xirabtir, bi qehr û azaran tijî ye.

25 Adara 2016

Şehîd Helîn Murad/Çiyayê Cîlo

 

 

Attachment