Li Şengalê Zilm E!
Hemû dil û mejiyê me di van rojên dawî de, li herama me ya pîroz li Şengalê diavêje. Dîsa gurûhên dirinde yên emperyalîzmeê li ser karin. Êrîşên ku hiş û wîjdanê mirov nikare bigire li ser gelên Rojhilata Navîn û taybet jî li ser gelê me yê qedîm yê Êzîdiyan tê meşandin. Îro bi rengekî hovane, bi qirqirineke jenosîdî re rûbûrû ne. Li hemberî vê qirqirina ku bi destê DAIŞ’ê ve li ser gelê me yê Êzîdî ku di Şengalê de tên qirqirin jî, hemû cîhan û bi taybet ew Ewropaya ku dibêje ez nûner û parêzvanê demokrasî û mafê mirovan im, xwe ker, kor û lal kiriye. Careke din rastiya wan derdoran a berjewendîparêz û qirêj , rûyê xwe da nişandan. Jixwe di vê rewşa ku tê jiyan kirin de, pir zêde naxwazim li ser rastiya DAIŞ’ê û xuluqdarê wê ango alîgirên wê bisekinim. Ji ber ku rastiya van çeteyên kujer, ji aliyê hemû kesan ve êdî tê zanîn. Ev rûyê rast a vêşartî ya modernîteya kapîtalîst e. Destikê emperyalîzmê ya kûjer e. Bi navê baweriyê derketina wan ya Rojhilata Navîn jî, pêçeka vêşartina vê rastiyê zêdetir ristekê naleyîze. Rastiya ola Îslamê, li ser wîjdan û hestên baweriyê, wekheviyê û biratiyê ye. Ji xwe bi her awayî Îslama Demokratîk û a rast jî tê wateya aşitî û biratiyê. Lê îro di şaxsê wan çeteyên kûjer de, heqaret û êrîşeke pir mezin li ser ola Îslam û bawermendên wê jî tê kirin. Gerek em sekin û êrîşên wan çeteyan, ji vî aliyê ve jî baş bibînin.
Di pişt DAIŞ’ê de, Emerîka û hemû hêzên xeta desthilatiyê hene. Ji ber ku ev koma çete wek; amûr û destikekê şerê cîhanê ya sêyemîn in, ku ji aliyê wan hêzên emperyalist ve hatine avakirin û berdewamiya wan ya herî dawiye. Wan hêzan di destpêka şerê cîhanê ya sêyem de ku di sala 2003’an de ji Iraqê de destpêkiribû û dersên mezin derxistin. Emerikayê dît ku, wek hêzekê her çiqas xurt be jî, lê rastiya Rojhilata Navîn û çanda wê ya resen, mudexaleyên ji derve tên, napejirîne. Emerîka di Iraqê de xetimî, pir windahî dan û prestija xwe winda kir. Lewra bi zorê jê derket. Pişt re jî pir rêbaz û planên cuda xistin dewreyê. Ji ber vê yekê dît ku, li gora nakokiyên wê heremê ku hêzek bê avakirin, encax dikare encam bigire. Herwiha jê re dibe avantaj ku qet xwe nede xuyakirin û di pişt perdê de, wek leyîstokeke atarî, ji dûrve heremê qontrol bike û bi rêve bibe. Bi vî awayî, li her derê cîhanê ew DAIŞ hat rêxistinkirin û nexasim ew kesên ku, di civakê de di nava valatiyeke mezin de bûn, tevlî wan çeteyên kujer dibin. Dema ku em li kiryarên wan tamaşe dikin, bi navê mirovbûnê em ti tiştan nabînin. Bi temamî wek mekîneyên bê ruh û wijdan tev digerin. Jixwe di şerê Rojava ya Kobanê de jî hat dîtin ku, ti hêza wan a berxwedaniyê tune bû. Bi heb û derziyên hişbir û bi şûştina mêjiyên wan ve, bi rêka xapandinê ve tên rêvebirin. Gelek tiştên ku van rastiyan tesbît dike (diçesibîne) li ser cenazeyên wan hatin dîtin. Wan çetena, xwe li ser siteyên internetan xwe wek hêzeke ku pişta wan nayê erdê, propaganda kirin û tirseke mezin di nava civakê de ava kirin. Lê em vê ji bîr nekin ku, rastiya wan a bizelalî çi ye û çi bû, di şerê Kobanî de derket holê. Di Rojava û Kobanê de têk çûn. Bi alîkariya hêzên hevkar yên Emerikayê yên wek netew-dewletên Ereb û PDK’ê ve, pêşiya wan ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve hate vekirin. Ji bo vê yekê Mûsûl ji wan re hate berdan. Ruxmî ku dihate zanîn ger ku DAİŞ bikeve Başûr dê berê xwe bide Kurdan û nexasim Êzîdiyan. Lê tevî wê yekê PDK’ê bi wan re şer nekir. Bi awayekî vekirî malbata Barzaniyan, Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî gelê me yê Şengalê firote çeteyên DAIŞ’ê. Dîroka PDK’ê ya xiyanetê carek din ew rûye xwe eşkere kir.
Şengal ji bo me bibe, ezmûna mirovahiyê,
Niha di encama wan bûyerên ku pêk hatine de, gelê me yê Şengalê di bin xeteriyêke mezin de ye. Jixwe heya niha bi hezaran gelê me hatine qetilkirin. Herwiha gelek zarok, jin û kokim jî, di çiyayên Şengalê yên bê av û zûha de, bi mirinê re têdikoşin. Rewşa keç û jinên Êzîdî yên ku ji aliyê wan çeteyên hov yên kujer ve ku hatine revandin, her çiqasî bêne texmînkirin jî, lê hejmara wan hîn jî nediyare. Îro dîsa li Kurdistanê, fermana qirqirina gelê Kurda ji aliyê dijminê mirovahiyê ve hatiye dayîn. Di wan axan de, mirovahiya resen hertim li hember desthilatdêrên xwînmij berxwe daye. Axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe, civaka xwe û di nava vê de jî jin weke axa xwe pîroz û binirx dîtine. Ti carî dev ji namûsa xwe bernedane. Heya dawiyê şer kirine û berxwe dane. Lê îro li ser va axa pîroz, em careke din bi êrîşên vî awayî re rû bi rû ne. Dîsa îro neyarên me ji her demê zêdetir û gelek in. Hemû cîhan û hevkarên wan yên Kurd jî di nav de, îro li Rojava, li Şengalê, li parçeyên din, li hemberî me şer dikin û dê bikine. Pêwîstiya roja me ya îro ji her demê zêdetir li derdora çand û yekîtiya netewî kombûn û bi berxwedanê heye. Ger em vê carê, deskeftiyên xwe yên ku me di encama tekoşîna azadiyê û bedelên giran de bi destxistiye, neparêzin û lê xwedî dernekevin, wê bi temamî tune bibin. Herwiha rûye me yê ku êdî em di nava mirovahiyê de li hev mêze bikin namîne. Ev rastiyeke dîrokî û li pêşiya me ye. Divê em êrîşên ku niha bi rêka DAIŞ’ê ve li ser me tên meşandin wisa bixwînin û bizanibin. Heya niha gelek hêz derketin pêşberî me, lê nikaribûn xwe liser lingan bigrin. DAIŞ jî ji wan yeke. Ma qey ev çeteyên kûjer, ji Emerîkayê mezintir û bi hêztir e? Bêguman na. Lê belê di heman demê de em wan hêzan jî biçûk nabînin, lê weke ku tê dest nişankirin, ewqasî mezinkirin jî pir şaş e û derûniyeke şaş jî bi xwe re ava dike. Ew baş dizanin, sedî nod şer, beriya şer di derûnî de tê qezenckirin. Tişta ku ew jî bikar tînin, ew tektîkê şer ê klasîk e. Em bi wan neyên xapandin. Lê divê em tedbîrên xwe jî bigirin.
Beri Dersimi
De berdewam bike