Derûniya ku avakirine, dihêle ku rikberên wan bêyî şer cih û warên xwe bê berxwedan berdin û birevin, yan jî radestî zilam wan bibin. Ev şaş e! Rast e, ew hov û dirinde ne, li gel wan ol û wîjdan nîne. Hest û ramanê mirovî li gel wan nîne. Ji bo vê, li hember wan çeteyan yeketî û rêxistinbûn girîng e. Lewra me di Rojava de, bi vê yekbûn û rêxistinbûn û baweriyê ew çetana têk birin. Ji ber vê yekê, ew çeteyên kujer, li hemberî hêza me ya YPG’ê û YPJ’ê pir tirsiya bûn. Niha jî em li Başûrê Kurdistanê û li Şengalê bi heman feraseta xwe ve hemû hêzên xwe yên leşkerî di bin banê hêza netewî HPG’ê de dikin yek û li hemberî hemû hêzên tarî û dij mirovahiyê şer dikin. Em hinek xafil hatin girtin. Me baweriyek da PDK’ê. Lê mixabin weke ku hate dîtin, PDK’ê gelê me yê Şengalê û yên Başûr firotin. Ger ewqas kes hatin qetîlkirin, yek ji berpirsiyarê wê PDK’ê ye. Me wek HPG-YPG dikaribû zûtir, mudexaleya heremê kiriba û gelê xwe parastiba. Dibe ku ewqasî qatlîam nedihatin jiyankirin. Lê hêzên herema Kurdistanê, bi taybet jî PDK’ê ruxmî hemû hişyarî û bangawaziya me destur neda ku HPG’ê têkeve heremê. Dereng be jî, hêzên HPG û YPG’ê ketin heremê. Hemû tişt li aliyekî, niha ji bo parastina gelê me yê Êzîdî û heremê, şer dikin.
Di Şengalê de; rewşa ku niha tê jiyan kirin, pir giran û hîn jî ji gelek xeteriyan re vekiriye. Ji ber ku, her çiqasî ji bo parastinê hêzên leşkerî derbas bûbûn jî, bes herem firehe û di gelek cihan de rê xetimîne. Hejamrek zede ji gele me, jin û zarokan berê xwe dane çiyan û hîn jî kes negihîştiye wan. Gelek jinên ku ji aliyê wan çeteyan ve hatine revandin, tê gotin ku ji aliyê çeteyan ve têne tecawûzkirin, herwiha tenê firotin û sunetkirin. Ev qatlîama ku li ser jinan tê meşnadin, di heman demê de li ser gelê Kurd tê meşandin. Em dizanin di Kurdan de tişta herî girîng namûs e. Dest avêtina namûsê, tê wateya mirin û kuştinan. Di eşîran de, di malbateke biçûk de ferq nake ev yek wisa ye. Lê em wek gelekî û netewe, di nava mirovahiyê de malbateke mezin in. Axa me ya pîroz, di bin lingên çeteyên ku ji bîr û baweriya me re zimandirêjiyê dikin de ye. Him ji bo parastina axa xwe, him ji bo parastina namûs û şerefa xwe û him jî ji bo parastina bîr û baweriya xwe ya olî, gerek di serî de wek gele Kurd û hemû gelên heremê li hemberî wan çeteyên DAIŞ’ê şer bikin. Ji ber ku li ser mirovahiyê qetlîameke mezin tê kirin. Ger em li hemberî wan êrîşan, dengê xwe bilind nekin û bêdeng bimînin, em ê di dîrokê de bêne lanetkirin. Em ê li hemberî wîjdanê xwe nekaribin hesap bidin û rûyê hev binêrin. Em ê ji mirovbûna xwe fedî bikine. Îro ger em dengê xwe dernexin, nebin yek, dê sibê dora me jî were. Ev hêza çeteyan, wê bibe bela serê her kesî. Ji bo vê yekê, divê em li her derê çalakiyên xwe bilind bikin. Alikariyê bidin Şengalê. Di her deverê ku em lê ne, dengê xwe bilind bikin, raya giştî ava bikin. Bal bikşînin ser rewşa ku di herema Kurdistanê de tê jiyankirin. Divê em Saziyên navnetewî yên alikariyê û parastinê tengav bikin ku, alikariyê bigîhîjînin wê heremê. Çi ji destê me bê gerek em bikin. Êşa ku li herema Şengalê tê jiyîn, divê em her yek di dilê xwe de hîs bikin, di çavên zarokên bêguneh de em wîjdanê xwe di lêpirsînê re derbas bikin. Her çiqasî ji me dûrbin jî, gerek em êş û hawarên wan di dile xwe de bijîn, pê bihesin. Gerek her tim qêrîna jinên Şengalê di guhê me de be. Mînaka bavê du keçan dixwezim bi we re parve bikim. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de bavekî Êzîdî tê girtin. Jê re dibêjin, biçe du keçên xwe bîne, em ê te berdin. Ew bav diçe û her du keçên xwe bi destê xwe dikuje. Ji bo ku kesek dest neavêje namûsa wan û ew nekevin destê wan çeteyên kûjer. Tê gotin ku gelek jinan, tenê ji bo ku nekevin destê wan çeteyana, wek di terteleya Dersimê de hate jiyankirin, xwe kuştine. Ji bo ku rûmet û namûsa xwe biparêzin. Dîsa tê gotin ku, gelek jinan jî çek girtine, da ku li hember wan çeteyana, malbat û gelê xwe biparêzin.
Niha di Şengalê de, komkujiyek tê kirin. Em vê ji bîr nekin, ji Kurdan pê ve ti dostên Kurdan nînin. Ev rastî di dîrokê de hatiye îspatkirin. Bakur, Başûr li her çar parçeyên Kurdistanê û her deverên ku Kurd lê hene, gerek bibin yek. Ji yekîtiyê pê ve ti rêkên din yên Kurdan nîn in, ku xwe rizgar bikin. Azadî û yekîtiya Kurdan bi yekbûn û xwe rêxistinkirinê re derbas dibe. Rewşên ku niha têne jiyîn ji bêre de serokatî bal kişandiye ser. Ji bo rewşeke wisa xeter em hişyar kirin. Niha jî dîsa dest nişan kir ku, DAIŞ, Îsraila me ye. Çawa ku Îsraîl bi salan e li hember gelê Filistînê didin şerkirin. Dixwazin DAIŞ jî ji bo Kurdan wisa bikar bînin. Weke gelê Kurd, gerek em ji rewşeke wisa re amade bibin. Li ser vê bingehê divê hişyarbûn, xwe rêxistinkirin û yekbûn di asta jiyanî de, sedema hebûn û tunebûna me be. Em gelekî xwedî dîrokeke pir kevnar û resen in. Gelek mîrasên ku di dîroka me de ji me re hatine hêştin, ango emanete me hatine kirin hene. Yek ji wan jî, ew Şengala ku îro di bin xeteriyeke pir mezin de ye. Deşta Sincarê, deşta serhildêr û mêrxwazan e. Çiyayê Şengalê cihê egîd û zanayan e. Cihê jinên berxwedêr û cihê jinên xwedî çanda afrîner e. Ango cihê Edûlan e. Jinên Êzîdî îro di şopa Edûlê de xwedî li şeref û namûsa xwe derdikevin. Teslîmiyetê napejirînin, li şûna bêşerefiyê, mirineke bi şeref dipejirînin. Şengal û baweriya Êzîdî û gelê me yê Êzîdî, emaneta me hatiye kirin. Divê em xwedî li vê emaneta dîrokî derkevin. Bi şeref û rûmet, bi zanisteke dîrokî vê emaneta Derwêş û dozdeh hewalên wî gerek biparêzin. Di vê kêliyê de, ew gotina Serok APO ya ku bi tama hestên ku di şêwaza helbestî de hatiye vegotin pir bi watedar e. Bi qasî ku watedar e, ewqasî jî rojevî ye. Bê şîrove helbesta Serok Apo wiha ye;
Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdî bûma!
Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê.
Dema Derwêş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê.
Min ji wî re bigota “Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene”
Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê.
Mirin ji ku û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe,
Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne. Rêber Apo
Berî Dersîmî