Li Rojhilata Navîn Tewazuna Netew-Dewletê û Pirsgirêka Kurd
Rêber APO
Di bin pirsgirêkên bingehîn ên aktuel ên Rojhilata Navîn de hûnandina netew-dewletê heye û pirsgirêka Kurd jî bi awayekî bingehîn ji ber vê hûnandinê ye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi awayekî hat hûnandin ku pirsgirêk bi kêmanî sedsalekê dewam bikin. Ji bo Ewrûpayê Peymana Versaillesê çi be, li Rojhilata Navîn jî Peymana Sykes-Picot ew e.
Peymana Versailles a bi rola ‘Aştiya Dawî Li Aştiyê Anî’ rabû rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekir. Peymana Sykes-Picot jî bi heman rolê rabû. Li şûna aştiya Osmanî, Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir. Di dawiya şer de tevahiya netew-dewletên derketin holê, bûn organîzasyonên welê ku li hundir li dijî gelên xwe, li derve jî li dijî hevdu şer kirin. Maneya tesfiyekirina civakan jî rêûresmê şerê li dijî gelan bû. Maneya nexşeyên bi cedwelan hatibûn xêzkirin jî ew e. Bi van nexşeyan bang li dewletên qelp dikin da ku li dijî hev şer bikin.
Tenê hûnandina Îsraîlê bi halê xwe yê heyî şerê sedsalî bihurî ye. Hê jî pêşbîniya wê nayê kirin ka wê hê çiqasî rê li ber şerên mezin veke. Lubnana piçûk timî di nava şer de ye. Sûriye timî di nava rewşa awarte de ye û bi Îsraîlê re şer dike. Jixwe dewleta Iraqê ji roja avabûna xwe ve di nava şerê hundir û derve de bû. Di vî warî de rewşeke cuda ya Îranê tineye. Mentiqê di avabûna tevahiya netew-dewletên li Rojhilata Navîn pirsgirêkên civakî ên heyî çareser nake, pirsgirêkan zêdetir dike û ev dihêle ku netew-dewlet timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêm bike ka li Rojhilata Navîn tewazun an jî bêtewazuniya netew-dewlet çawa hatiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana ku vê îspat bike, pirsgirêka Kurdû parçebûna Kurdistanê ye.
Peymana Sykes-Picot (parvekirina Rojhilata Navîn di navbera Franse û Ingilistanê de) di heman demê de bingehê Peymana Sevrê ye. Peymana Sevrê parçekirina Anatolyayê û Mezopotamya Jor plan dike. Weke ku tê îdeakirin, Şerê Rizgariya Neteweyî bi temamî Sevr ji holê ranekiriye; hinekî bêtesîr kiriye. Peyman bi giranî hat bicihanîn. Komara mînîmal di çarçoveya Sevrê de hatiye qebûlkirin. Dîsa hiştina Mûsil-Kerkûkê ji Ingilîsan re encama Sevrê ye. Ango di dema modern a Kurdistanê de duyemîn parçebûna girîng (parçebûna yekemîn beriya destpêka dema modern bi Peymana Qesr-î Şîrîn 1639’an e) sedema sereke ya pirsgirêka Kurd e. Du netew-dewletên mînîmal li Iraq û Anatolyayê hatin avakirin, tên wê maneyê ku du çalakiyên şer in, gewde û bedena Kurd û Kurdistanê parçe kirine. Eger mirov bi vî awayî li netew-dewletê serwext nebe, mirov ne dikare parçebûna Kurdistanê û ne jî dikare evqasî dirêjajotin û bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd fêm bike. Ji 1920’an ve yanî ji roja ku hîmê dewleta Iraqê hat danîn û heta roja me ya îro, rejîma li ser Kurdan meşand bi tenê şerê nod salî bû. Ji bûyerên roja me ya îro diqewimin bi hêsanî mirov dikare tê derxe ku ev dewlet rejîmeke şer a li dijî civaka xwe jî bû. Eger em bi tenê di çarçoveya Kurdan de jî binêrin, netew-dewleta Tirkê Spî rejîmeke şerê taybet a heştê û pênc salî ye ku her xw bi qirkirinê meşand û ev êdî rastiyek e ku her kes lê mikur tê. Pevçûnên navxweyî yên rejîmê heta roja me ya îro ticarî kêm nebûne. Ji Pirsgirêkên Kurdan ku pirsgirêkên xweber derketibine holê nînin, bi plan hatine çêkirin; Rojhilata Navîn bi pirsgirêkan xeniqandine û ev yek ji bo rêvebirina wê plan û dewamî kirinê beşekî girîng e.
Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst bi qasî dused salan e ku Kurdan berê bi Împaratoriya Osmanî û Îranê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî bi netew-dewletên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê dan pelixandin. Divê mirov sedemên vê baş ji hev derxe. Di vê de, ne bi tenê armancek belê gelek armanc hene. Armanca yekemîn ew e, Kurdan bi gelên Ereb, Tirk û Îranê yên tevahiya dîrokê bi hev re jiyane û di navbera wan de kêm zêde statuyeke rewa heye, berde hevdu, nakokiyên di navbera wan de kûr bike, statuya heyî xira bike, wan dahf bide nava tevliheviyê û wan bixe rewşekê ku timî bi hev re di nava şer de bimînin. Armanca duyemîn ew e, bi tesfiyekirina Kurdan ji netew-dewletên Ermenî, Suryanî û Cihû re ku plan dikirin, welatên berfireh amade bikin. Bi vî awayî jî wê hem sê netew-dewletên bi rola tampon û xeleka navber rabûna û mutleq bi wan ve girêdayî pêk bianiyana hem jî wê Kurd bi cîranên wan ên Misilman, Xiristiyan û Cihû re dewamî di nava şer û pirsgirêkan de bihiştana û bi awayekî wê Rojhilata Navîn a kakil hewcedarî xwe bikirana. Bêguman wê ev hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst Kurdên welatê wan hatiye parçekirin û bi kirinên gihiştine qirkirinê re rûbirû bûne ji bîr nekin û wê texsîr nekin ku car caran xwe weke firîşte rizgariyê nîşanî wan bidin. Dema em li bûyerên heta roja me ya îro dinêrin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, ev peymanên ku ‘aştiyên dawî li aştiya tîne’, beşekî mezin ji wan bi cih hatine anîn.
Em bûyerên li Kurdistana Iraqê dikarin weke argumanên delîl ên ji bo van fikrên xwe nîşan bidin. Giregir û serokên Kurdan ên destpêkê ji Kurdên li Kurdistana Iraqa îro re pêşengî kirin, pêşî bi Osmaniyan, paşê bi rêveberiya Iraqê dan pelixandin. Ingilistanê bi xwe di vê de hêz bi kar anî. Ereb û Kurd timî di nava şer de girtin û bi vî awayî herdu alî jî bi xwe ve girêdan. Di vê navberê de bi soza welatekî serbixwe Suryanî bi begên Kurdan bi Bedirxan Beg, Bedirxan Beg jî bi Osmaniyan da pelixandin (salên 1840) û bi vî awayî hemû bi xwe ve girêdan. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Îsraîl weke hêza kakil a hegemonîk ket nav meselê. Îsraîlê destpêkê Cihûyên Kurd ên li Iraqê ji xwe re kir esas. Lê berî damezrandina dewleta Îsraîlê, bi burokratên Tirk ên li Anatolyayê re xwe sipart Cihûyên Tirk ên Sabetayî ku ji wan re ‘çerxkirî’ dihat gotin. Dewleteke netew ya Tirkê Spî (dîktatoriya CHP’ê) weke Pro-Îsraîlê ava kir û weke vê pêkhateyeke stratejîk a duyemîn xwe sipartî Kurdan (bi awayekî bingehîn PDK) plan kir û xwest pêk bîne. Bêguman em nikarin pêkhateya siyasî ya Kurdan bi tenê bi hesabên hegemonîk ên derve girê bidin. Li vir xusûsa em dixwazin diyar bikin ew e, tewazuna netew-dewletên li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên hegemonîk ên modernîteyê ve tê plankirin û bicihanîn. Weke ku tê îdeakirin, îradeya diyarker hêzên tebeqeya jor ên li hundir nînin. Jixwe gotina pêşengiya burjûwaziya milî bi temamî gotineke tewş û pûç e. Hinek hêmanên bûrjûwaya radîkal û bûrjûwaya piçûk bi rola pêşengiyê radibin û ev jî nayê wê maneyê ew hêza diyarker a sîstemê ne. Mînak lîderên mîna M. Kemal, Cemal Ebdulnasir û Sedam Hisên ên derketine holê îspat nake ku ew sîstema netew-dewletê diyar dikin. Hemin ji sîstemê tê ku rola van kesayetan di avakirina netew-dewletê de berevajî û berepaşkî bike. Berepaşkî kiriye jî. Heta rola kesên mîna Lenîn û Stalîn ên xwestin sîstema dewleta netew ya Rûsyayê, bi awayê sipartî sosyalîzmê ava bikin. Tevî ku heftê sal di ser re derbasbûne jî jê tê vê rola wan berepaşkî bike. Mirov heman xusûsan dikare ji bo Çîna Mao jî diyar bike. Li vir xusûsa bi girîngî em dixwazin bînin ziman ew e; mirov heta ji her aliyî ve ji paradîgmeya modernîteya kapîtalîst nebihure, wê hêza bingehîn a diyarker herdem modernîte û hêzên hegemon bin.
Bi derengî be jî mirov hûnandin û avakirina kakila dewleta netew ya Kurd bi tenê dikare di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de rast fêm bike. Nexasim kakila netew-dewleta Kurd û Kurdistanê di nava hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li herêmê de bi roleke gelekî girîng radibe. Çawa ku netew-dewleta Tirk li Anatolyayê di derketina holê ya Îsraîlê de bi rola pêşeng (Pro-Îsraîl) rabûye, netew-dewleta Kurd jî di warê hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li ser Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê de bi roleke gelekî girîng radibe. Hêzên ku Îsraîl damezrandin hê ji salên 1945’an ve destek dan avakirina PDK’ê û ji salên 1960’î ve di ser Tirkiyê re bi awayekî berbiçav destek danê. Ev bi hesabên stratejîk û hegemonîk ên li herêmê ve girêdayî ye. Ji salên 1990’î ve Kurdên bi Gladîo’yê re ketin nav hev û li ser bingehê tesfiyekirina PKK’ê Dewleta Federe ya Kurd pêk anîn li derveyî van hesabên hegemon ên stratejîk nînin. Jixwe bi awayekî yekgirtî bi ser PKK’ê de hatin û ev jî vê rastiyê gelekî baş rave dike. Di salên 2000’î de yek ji armancên herî girîng ên pêngava Duyemîn Şerê Kendavê bi awayekî mayînde li Iraqê avakirina kakilê netew-dewleta Kurd bû. Hêzên biryara vê dan û pêk anîn, heman hêz in ku di sedsala dawî de Kurdistan parçe kirin û timî di nava sînorên tevkujiyê de hiştin. Hesabên sîstemê pêdiviya xwe bi çi hebin an jî çi ferz bikin, ew têne kirin. Di roja me ya îro de, kakilê netew-dewleta Kurd ji bo sîstema kapîtalîst bi kêmanî bi qasî Îsraîlê hêmanek e ku hewcedarî pê heye; di nava tewazuna hêzan û dewletên netewe de xwedî roleke stratejîk e ku heta dawiyê dest jê nabe. Bi giştî ji bo ewlekariya sîstemê û pêdiviya bi petrolê, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê û hegemonya wê, dest ji kakila netew-dewleta Kurd bernadin, ji bo bihêzkirina wê çi hewce bike, hewl didin bikin. Bi vî awayî xelekeke girîng a di salên 1920’î de hatibû plankirin li sîstemê tê zêdekirin. Ji bo destpêka sîstemê girîngiya netew-dewleta Tirkê Spî çi be, ji bo temamkirina wê jî girîngiya netew-dewleta Kurdê Spî ew e.
Di vê mijarê de ji bo ku ez pêşiyê li şaşfêmkirinekê bigrim hinek xusûs hene divê bi girîngî bînim ziman. Ji ber ku netew-dewlet bi mentiqê sîstemê hatine avakirin. Divê mirov ji aliyê gelan ve negihîje wê encamê ku ne girîng in an ji sedî sed dijmin in. Berovajî divê mirov netew-dewletê weke saziyên gelekî girîng bibîne, nakokî û têkîliyên wan bi bernameya civaka demokratîk re bi rêkûpêk bike. Bernameyên civaka demokratîk armanca wan ew nîne ku netew-dewletê hilweşînin û li şûna wan ew bibin dewlet. Ji netew-dewletê divên ku, di çarçoveya lihevkirina destûra bingehîn de ji projeyên civaka demokratîk re rêzê bigirin. Ji bo jiyaneke hevpar a di nava aştiyê de şertê pêşî ew e; divê projeyên civaka demokratîk û pêkanîna wan weke mafekî bingehîn ê destûra bingehîn were qebûlkirin. Ew ê hebûnên hevdu nas bikin û bixwazin ku ev weke hukmekî destûra bingehîn bê qebûlkirin.
Eşkere ye ku Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a salên 2000’î de hem di tewazuna netew-dewletê hem jî di tewazuna civaka demokratîk de weke realîteyeke bi tesîr û dînamîk cihê xwe girtine. Hevgirtina antî-Kurd a ku Komara Tirkiyê pêşengiya wê dike û bi Îran û Sûrî re xwe lê rakişandiye zêde şensê xwe yê serketinê tineye. Lewma bi hesabên sîstema kapîtalîst re li hev nake. Di bingehê hewldaneke bi vî rengî ya hevgirtinê de hevkartiyeke bê Kurd û bê Kurdistan bi sîstemê re heye. Lê nexasim êdî pêkan nîne ku Îsraîl û DYE nêzîkatiyeke bi vî rengî qebûl bikin. Ev hevkartiya emperyalîzmê ya bê Kurd û bê Kurdistan, di navbera salên 1920-2000’î de hat meşandin, êdî polîtîkayeke ku bê meşandin nîne. Jixwe netew-dewleta Kurd bi hevgirtina Iraqê hat avakirin û di demeke nêz de îhtîmaleke xurt e ku ji aliyê Îran, Sûriye û Tirkiyê ve bê naskirin. Lê zehmetî ew e, di berdêla vê naskirinê de tesfiyekirina PKK û KCK’ê tê ferzkirin. Ev jî daxwazeke pûç e. Êdî çarenûsa Kurd û Kurdistanê hem rastiya civaka demokratîk a KCK’ê, hem jî rastiya netew- dewleta hevgirtina bûrjûwa Kurd di zikhev de û li ser bingehê lihevkirineke diyar a qanûnî hewl bidin diyar bikin. Di dîroka modern a Rojhilata Navîn de cara pêşî ye ku erka civaka demokratîk û erka netew-dewletê bi hev re rol digrin. Nexasim li Iraq, Efxanîstan, Îsraîl-Filistînê û heta li Tirkiyê di şerên diqewimin û xetimîna rê li ber vedikin de, ji bo Kurdan dersên girîng hene. Ji bo nebin xwedî rabihuriya xwînrêj a netew-dewlet ku xwedî sînorên hişk bûn, wê sîstemeke dualî bikin bingehê xwe; sîstemeke xwe disipêre KCK’ê ya pala xwe dide modernîteya demokratîk û xwe dispêre netew-dewleta Kurd li Iraqê ya pala xwe dide modernîteya kapîtalîst. Li ser vê sîstema dualî wê li hev bikin. Bi vî awayî ji dewletdariya netew ya sosyalîzma pêkhatî jî ders ê bê girtin. Kurd û Kurdistan wê nebibin Îsraîla duyemîn, ne jî wê bibin weke dewletên din ên netew. Wê bibe mekan û hêzên pêşeng ên senteza modernîteyeke nû ku pirsgirêkên sereke -ku hemû di navde bi qirika hev digirin- derbas dike.
Ji paraznameya PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWA DEMOKRATÎK hatiye girtin.