Li rojava hovîtiya di bin navê îslamiyetê

0Shares

 

Amadekar: Nûjiyan Erhan

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd wek xetekî 3. Xweseriya demokratîk îlan kir. Li hember destkevtiyên gelê Rojava hêzên çekdar êrîşên hovane pêktînîn. Bi taybet komkujiyên ku li ser gel tê meşandin ya bi destê hêzên çekdar bi navê Cebhetûl Nusra tê kirin hovîtiya van hêzana radixe berçavan. Me jî kiryarên hêzên çekdar ya ku li ser gel pêktînîn û li hember van berxwedana gel ji rojnamevan Sara Berxwedan ya ku li Rojavayê Kurdistanê dixebite pirsî.

Li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên hovana tê meşandin, hêzên xwe wek muhalîf binav dikin bi çekên giran bi taybet bajarên ku gelê Kurd lê dijî wêran dikin. Li gorî we armanca van êrîşana çiye?

Ev pêvajoya şoreşa li Rojava tê jiyîn ji pêvajoya bihara gelan ne qut e. Ev şoreşên ku li welatên Eraban hat jiyîn ji hêla dizê şoreşa ve hat bikaranîn. Wekî ku pergal xwe di wan welatan de dûbare kir. Li Tunus, Lîbya û Misirê de jî herî berbiçav hat jiyîn. Şoreşa Surî jî nêzî du sale didome. Lê taybetmendiyên Surî ya cuda heyî ku hişt ev şoreş ewqas dirêj bike. Di vê welatî de mozaîka gelan jiyan dike. Hin hêzên derva naxwaze di nav van gelan de yek girtinek çêbibe û li hember hevdu gelan sor dikin ev jî dihêle ku îstîkrarek li Surî de çênebe. Dixwazin pergalekî li gor berjewendiyê xwe ava bikin. Her dewletekî li gorî xwe piştgirî dide hêzekî û vê şerî rêve dibe.

Lê gelê Rojava neket van gafletan û xeta 3. esas girt. Xeta 3. xwe rêxistin kirin, rêveberiya heremê xwe birêve birin û neketina xizmeta hêzên derve ye. Lê armanca hêzên din tenê pergal hilweşandin e, piştî pergal hilweşiya ewê çi deynin cihê wî nediyar e. Mînak hin hêzên ku di bin navê Îslamê de êrîşên ku dikin, wehşeta ku dikin berbi çav e. Ev dide nîşandan ku piştî Esat pergalekî çawa dixwazin. Lê gelê Kurd vê xefkê zû ferq kir. Projeya avakirina Netewa Demokratîk projeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev encama berxwedan a 40 salî ya gelê Kurd e. Em nikarin destkeftiyên li Rojava ji berxwedana gelê Kurd ya ku Bakurê Kurdistanê da nîşandan qut bigrin dest. Êrîşên li ser Rojava tê kirin ne êrîşa hêzekî an jî milekî ye, ev komployekî navnetewî ye. Di nav de jî hêzên navnetewî heye. Ev hêzana pergala ku li Rojava tê avakirin pergala Xweseriya Demokratîk, li hember pergala xwe ya desthilatdar wek tehlûkeyek dibînin. Ev wek xeteriyekî li ser pergala wan e. Ji bo wan ji her milê ve êrîş dikin. Hêzên ku êrîş dikin ne tenê ne. Ev piştgiriya çek, cebilxane ji kur digrin?  Ev hêz xwe wek muxalefet binav dike, heta niha digotin em dijî pergalê şer dikin lê niha berê xwe dane gel, li hember gel şer dikin. Gelek komên bi navên curbecur derketin û her yek jî piştgiriya xwe ji hêzekî derve digirtin bi taybet herî dawî ew Cephetil El Nusra bi nav dikin û dîrek girêdayî El Kaîde ye. Fermî xwe eşkere jî kirin. li hember Rojavayê Kurdistanê şerekî topyekûn dane destpêkirin. Cephetil El Nusra di van demên dawî de êrîşên xwe zêdetir kirin. piştgiriya xwe ji derve digrin ev bi belgeyan jî hat piştrastkirin. Komployekî navnetevî li wir tê meşandin. Ev grubên çekdar çekên ewqas giran ji kur bidest dixe, li kur dikeve destê wan. Tankan tînin, piştgiriya xwe ya esasî ji Tirkî digrin. Ji ber ew tank ji milê sînora Tirkî derbasî Rojava dibe. Birîndarên wan derbasî Tîrkî dibe. Tirkî bi ambulansan çek derbasî qada şer dikir, ev rastî dema ambulansekî Tirkî ket destê YPG derket holê û di çapemeniyê de jî ev bi dîmenan bi hemû cîhanê re hat parve kirin. Herî dawî li ser hin dîlên ku ketin destê YPG de nasnameya Tirkî derketin. Ev wekî îspateke û dewleta Tirkî nikare vê rastiyê înkar bike. Bi navê cîhadê ciwanan dixapînin û tînîn li Rojava li hember gel didin şer kirin.  

Armanca dewleta Tîrkî ji vê şerê çiye?

Herema Kurdan di Surî de herema herî dewlemend e. Çima zêdetir li ser hin hereman êrîş tê kirin? Yek jî hedefa êrîşan li Serêkanî yê, ev der deriyê sînor e, yek jî Rimêlan ya herema Cizîrê ku petrola Surî ji vir derdikeve. Ev heremana di kontrola gel de ye. Kurdan di herema xwe de xweserî avakiriye ev jî xweşiya hêzên derve naçe. Gelekî zane, gelekî ku xwedî mafên xwe derbikeve û nabi lîstoka hêzên derve di vir de naxwazin. Di demên dawî de hin belge ketin dest ku Cephetil El Nusra berê ku herem bidest bixe petrola wir ji Katarê re firotiye. Perê wê girtiye, ji bo vê jî dixwaze Rimêlan bidest bixe, Qater jî pîştgirî dide van êrîşan û çekên herî giran dide van hêzana.

Em dizanin niha li Bakurê Kurdistanê berxwedanekî bêhempa tê dayîn. Dewleta Tîrkî naxwaze bi navê Kurdan tiştek bidest bikeve. Ji ber ku gelê Kurd li hember xwe wek xeteriyekî dibîne. Ewê destkeftiyên li Rojava jî bandorekî pir mezin li ser gelê bakur bike, û yekîtiyekî netewa Kurdan berxwedanekî pir mezin derbixe holê, dewleta Tirkî ji vê ditirsî. Ji bo na vê jî piştgirî dide hêzên çekdar. Mêze bikin demên ku Tevgera Azadiyê li Bakur xurt bû bi navê Hîzbûllah hêzekî çekdar derxistin û li ser gelê bakurê Kurdistanê kiryarên ewqas hovane hatin kirin ku hîn jî cenazeyê hin kesan nehatiye dîtîn, hîn jî gelek gorên komî derdikeve holê. Ev rêbazên wisa qirêj dewleta Tirkî gelek caran li hember Kurdan bikar aniye û hîn jî bikar tîne.

Cihên ku Cephetil El Nusra bidest xistiye de hovîtiyên pir mezin tên kirin. Li hember van kiryarana refleksên gel çiye?

ji xwe wehşeta ku li ser gelan didin meşandin li ber çavan e. Hovîtiya ku dikin dixin bin kirasa îslamiyetê, lê tişta ku dikin derveyî mirovatiyê ye û ti alaqeya wan bi îslamiyetê re jî nîne. Di mizgeftan de fetwayê kuştina kurdan didin, dibêjin jinên Kurd ji were helal e. Dikarin otobûsekî bidin sekinandin mirovan ji ber ku Elewî ye an Ermenî ye li pêşiya cîhanê bi  şur bikujin. Ne tenê yên ku ji olên dinê,  mislimanan jî qetil dikin. Ti alaqeya wan bi ol re nîne. Dijmintiyekî pir vekîrî, nicatperestiyekî pir mezin li vir heye. Pir vekirî dijberiyekî li hemberî kurdan tê meşandin. Li hember van êrîşana jî rêxistinbûnekî pir xurt tê meşandin. Hêrsa xwe parastinê, li hember hovîtiyan hebûna xwe parastin xurt bûye. Ji kal, pîr û ciwanan bigre dayikên zarokê wan piçûk e jî di nav asayişan de di nav YPG de cih digrin ji bo ku ji zarokên xwere pêşerojekî ava bikin. Hemû kes di vir de îqnaye ku bê berxwedan û tekoşîn nikarin hebûna xwe biparêzin.

Lê êrîşên ku li ser Rojava tê kirin û di komploya navnetewî de destê hin hêzên hevkar ya kurd jî heye. Îsbata vê jî deriyê Sêmalka ye. Niha li Rojava şoreş heye, pirsgirêkên aborî û îktîsadî heye rixmî vê jî deriyê sînor girtin destek dayina hêzên çekdar ya desthilatdar e. Ev jî parçeyekî komploya navnetewî ye. Gelê kurd gelê ku herî nêzî aşitiyê, gelê ku herî zêde dixwaze bi gelên din re di nav aşîtiyê de jiyan bike. Di pergala xweseriya demokratîk de rê ji hemu gelên Rojava re hatiye vekirin, hemû gelên din di nav de cih digrin. Gelê kurd dixwaze kesên dijberê xwe jî bikşîne aşîtiyê. Kurd gihaye vê qenatê, tenê gel dikare xwe rêve bibe, ji niha û şun de desthilatdaran naxwaze û nahêle kes li ser serê wan desthilatdarî bimeşîne. Ewê ji bo Rojhilata Navîn bibin nûmûne.

Rewşa jinan di Rojavayê Kurdistanê de çiye?

Di demên şer de maxdurê herî mezin jin û zarok in. Jinên Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya şoreşê dikin. Heta roja îro jin pêşeng in. Tişta ku hişt jin bibe pêşeng rêxistinbûna jinan bû. Jinên li Rojava bi salane xwe wek Yekîtiya Star tenzîm kir. Rixmî şert û mercên giran jin her tim xwe xurt kir. Di nav Yekîtiya Star de tenê jinên Kurd nîne. Ermenî, Aşurî, Erep, û gelên din cih digrin. Li Rojava jinan xwe zane dikin. Malên jinan hatine vekirin. Di van malan de pirsgirêkên jinan tên çareser kirin. Akademiya jinan hatiye vekirin jinan perwerde dikin wekî rêberê civakê avadikin. Jin ji rewşa maxdur derketiye bûye xwedî hêzeke pêşeng di civakê de. Ev li ser şoreşê jî bandor dike. Di nav şer de hêza YPJ hat avakirin. Ev jî çavkaniya xwe ji zanebûnekê digre. Îro artêşekî jinan hatiye avakirin. Jin parastina xwe nahêle li hêviya zilaman. Asta têvlêbûna jinan ya zilaman derbas kiriye. Meşa şoreşê ya pêşîn jinan kirin. Jin daket kolanan bi duruşmeyan qîr kir piştre milet daketin qadan.

Însiyatîya jinên Surî hatiye avakirin. Pêşengtiya vê jî jinên Kurd dikin. Ev însiyatîf jinên Surî hemûyan dinav  xwe de digre. Projeyan pêş dixin, komîsyonan,  navendan avadikin. Xebatên gelek berfireh tên amade kirin. YPJ jî ji xwe di alana şer de ye, jinên ku li bajaran de ne jî di mala xwe de runanên û li hêviya çarenûsa xwe nasekinin. Her jinekî çi dikare bike wê ya dike. Perwerde dibînin, şer dikin, mîtîngan pêşdixin, gundên xwe diparêzin û di milê aborî de ji bo debara xwe bikin dixebitin. Ango xebatên ku heta niha nûmûna wî di cîhanê de nînbû tê kirin. Ev hişt ku jin bibin pêşenga şoreşa Rojava. Heta em dikarin bêjin ku di Rojava de şoreşa jinê tê kirin.

Ev şoreş bi pêşengtiya jinê destpêkir, û bi ked û xebata jinan jî ewê bi serbikeve.