LI QADA RAGIHANDINÊ PÊNGAVEKE DÊWASA; RAJIN

0Shares

Evîn NEJDET

Çiyayên azad ên Kurdistanê dîsa ji rojên pir girîng û dîrokî re malovanî kir û Jinên Kurd di asta herêmê, heta cîhanê de yekemîn pêk anîn. Xebatkarên çapemeniya azad bi durûşmeya ‘Em di xeta Şehîd Gurbet Ellîersoz de ragihandin-çapemeniya jina azad pêş bixin, jiyana azad ava bikin!’ di navbera dîroka 25 û 29’ê Êlûnê II. Konferansa Çapemeniya jinê lidarxistin.

Konferans ku bû zemînê damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) bi perspektîfa pêşxistina xeta azadiyê di qada çapemeniyê û avakirina reng, hebûn û nasnameya xweser a jinê pêngaveke girîng rave dike.

Di konferansê de ku ji 56 delegeyên ji qadên cihê pêkhat, atmosfereke pir rengîn jî xwe da der. Di serî de ji her çar parçeyên Kurdistanê her wiha ji qadên din jî delege beşdarî konferansê bûn. Beşdaran hem ji aliyekê ve pirsgirêk û kêmaniyên ku di qada xebatêde rû didin anîn ziman, hem jî çareserî û şêwazê tevlîbûneke hîna xurt bi baweriyeke mezin îfade kirin.

Konferans ku bi posterên mezin ên şehîdên çapemeniyê yên jin hatibû xemilandin, di her beşdarekê de hestên cuda lîlan vedida. Ji ber rêhevalên şehîd ku pê re di heman qadê de xebat meşandibûn, bi hev re ked dabûn û pêngavên girîng avêtibûn, niha di dîmenan de bi keneke geşa mayîndebûyî, li rûbirûyê wan bû û di bingeh de ew vedixwendin bilindkirina xebatê. Vê jî atmosfereke hestyar çêdikir.

Bêguman tevlîbûna jina Kurd di qada çapemeniya azad de ji destpêkirina têkoşîna azadiyê de di astên cuda de her hebûye û heya roja îro jina Kurd hem di qadên xweser, hem jî têkel de bi berfirehî tevlîbûye. Di vê wateyê de dikare were gotin ku jin di qada çapemeniyê de xwedî ezmûn û behreyên mezin e. Keda jina Kurd di nav xebatên ragihandinê nayê piştçavkirin, lê belê heke ku asta pêşketinên bizava azadiyê were berçavgirtin û pêdiviya jinan û bendewariyên ji vê qadê jî were dîqetkirin, bi eşkere diyar dibe ku asta heyî nikare vê gewdeyê rake û rêxistinbûneke xurt hewcehiyeke jiyanî ye. Jixwe di vî milî de di I. Konferansa jinê ya YRD’ê de mijara birêxistinbûn û berfirehkirina vê qadê hatibû bilêvkirin û  gotin di cih de be hîmê vê hatibû avêtin. Di konferansa II. de jî ragihandina jinê xwe gihande zemîneke rêxistinî. Elbet pêwîstiya di vî alî de bi demdirêjî hatibû hîskirin û ev yek di konferansê de jî bi caran ji hêla beşdarên konferansê ve bilêv bû. Çawa ku di hemû welatên cîhanê de jin di nav medyayê de heye, lê belê hebûna takekesî ya jinê ticar têr nake ku bikaribe guhertinên bingehîn bide çêkirin, pêşiya zimanê serwer ê zilamsalar bigre, heta jina bi tena serê xwe û bêrêxistin nikare mafên xwe jî biparêze û heke pir piçûk jî patronên medyayê aciz û tengav bike tê derkirin. Her wiha jinên bêrêxistin jî ji hêla zilam ve bi rehetî têne bikaranîn û parçe dibin, ev di rastiya têkoşîna me de, her wiha pirî caran di ezmûnên jinên cîhanê jî tesbît bûye. Lewma rêxistinbûna jinê wek yekîtiyeke xweser ku hemû qadên ragihandina jinê bigre nav xwe bi navê RAJIN hem dê qada ragihandina jinê berfirewan bike, hem jî mewziyeke girîng a parastina mafên jinê di vê qadê de ye.

Di cîhana ku fêrî ziman, vegotin û pevyên zilamê serwer bûye û civak li ser vê bingehê perwerde dibe, zayendparêzî, zanistparêzî, olperestî, netewperestî û hwd. qalibên zihnî pêk tînin, di vê rêyê de rol û mîsyoneke mezin ji ragihandinê re hatiye dayîn. Medya ku di destê pergala sermayedar de li dijî civak, jin, zarok, ciwan û hemû beşên civakî –ku wek metirsî pênase dibin- fonksyon wergirtiye, li beramberî jina ku di lêgera azadiyê de ye jî bûye yek ji çeka hilweşîner. Lewma jî ew jina ku bi feraseta azadî, wekhevî û yekîtiyê bitevger dibe, di serî de divê bizanibe ku lazime xwe di kîjan qadan de têgihayî, araste û xurt bike, da ku bikare çeperên xwe yên têkoşînê jî qahîm û saxlem hilgire. Qada medya ku îdeolojiya resmî ya pergalê bi metod, rêbaz, awa û şêwazên cihê di nav tevnên civakê dihone, di her kêliyê de feraseta zilamê desthilatdar bi ziravî radigihîne. Lewma jî hewce dike jin li beramberî vê çemk û feraseta serwer hem zane û xwedî têgihîştin bibe, hem jî bikaribe alternatîfeke xurt a medya jî pêşkêş bike. Di vê wateyê de jî hem xebatkarên jin ên vê qadê dibin xwedî berpirsyariyên mezin ku xwe di eksena reng, gotin û zimanê azad ê jinê birêxistin bikin, hem li beramberî nêzîkatiyên xebatkarên zilam ên çavkaniya xwe ji têgihîştina zayendparêz digre bibin xwedî têkoşîn û helwesta di cih de diyar bikin, her wiha di xeta weşanê de zimanê azad ê jinê derxin pêş û wiha jî bibin navendeke kêşwer û zanekirina hemû beşên civakê.

Elbet pirî caran têgihîştinên heyî ji çarçoveya teng û ji pêşve diyarkirî nabihore, lewma jî dema ku jin tê gotin, piranî kuştin, tecawiz, tacîz, mexdûriyet, bêçaretî, lorîn û girî di zihnê mirov de zindî dibe, lê belê ev dîmen ji hêla medya hakim a zayendparêz li zihnê me hatiye kolandin û jinê tenê wek hebûneke mirî, kêrnehatî, bindest û bêçare lanse dike da ku hemû hêz û cewhera wê ya cuda nixumandî bike. Di vê mijarê de jinên Kurd li Qada Parastina Medyayê bi damezirandina yekemîn rêxistina xweser a jinê di qada çapemeniya RAJIN bi biryardarî û bawerî diyar kirin ku jinê pir gotinên wê hene ku bîne ser ziman, bi salan ziman û dengê jinê hate birîn, rûyê wê li jêr çarşef û peçeyan hate paçaftin, hebûna wê înkar bû, lê belê bi pêşengtiya jina Kurd dê ragihandina azad bibe xwedî vegotineke azad.

Li Rojhilata Navîn ku bûye navgîna şerên dijwar ên pergal û gelan, rojane li ser hemû beşên civakê kuştin û qirkirin pêk tê, nirxên madî û menewî binpê dibin. Lê herî zêde jî jinên herêmê bi her cure pêkanînên dij-mirovahî rûbirû dimînin. Li beramberî vê komkujî û qirkirinê jî jinên Kurd ên ragihandina azad xeta yekîtî û hevgirtin û demokrasiya gelan dikin esasê weşanên xwe û di serî de jin, ji bo hemû beşên civak ji her netew, mezheb û gel hevgirtineke xurt çêbikin, rênîşandêrî dike. lewma jî RAJIN ne tenê dê bibe zimanê jina Kurd, pê re jî dê deriyê ragihandina azad pêşkêşî herêmê û cîhanê bike.

RAJIN dê bikaribe di eksena paradîgmaya ekolojî, demokrasî û azadiya jinê de têgihîştina civaka exlaqî-polîtîk bilind bike û jinê ber bi jiyana azad ve teşwîq bike.

Hemû beşdarên konferansê bi ruh û hesteke hevpar anîn ziman ku dê di nav rêxistina RAJIN de ku konrferansa damezirandina wê pêşkêşî şehîdên Parîsê rêhevala Sakîne, Fîdan û Leyla hate kirin, bi xêva ku jinên leheng afirandine, xwedî li mîrasê wan ên azadiyê derkevin û bîranîna wan veguhezin pêşerojên azad.