Li Mêrdînê Şopên Dîrokî
Ji Pênûsa Gêrîla
Hevala Ayten û Xelat ji bajarê Çewlikê bûn. Lê koçî Tirkiyê bajare İzmîrê kiribûn. Li vî welatî di nava lêhûrbûn û lêpirsîneke dîrokî her li war û welatê xwe difikirin, piştî demekê jî bi hev re biryara vegera Kurdistanê didin.
Salên dirêj borîn, lê dîsa jî çawa ku tê bîra min, ez ê hewl bidim di derbara wan hevalan de binivîsim. Çend peyv û çend hevokê jî bin, ez bawerim wê ji demeke dîrokî re bibe ronahî. Dereng be jî ez dixwazim vê erka xwe bicih bînim. Ez li deşteke rengîn, nêzîkî pala çiyê, li ber siya dareke Berûyê ya bilind, bi hizirîna salên borî û bêrîkirina wan rêhevalên hêja vê nivîsê dinivîsim.
Sala 1998’an, demsala biharê bû. Ji bajarê İzmîrê, mirovekî welatparêz ku xebatkarekî nas û kurekî hêja bû ji me re xeberek anî. Got ku du jinên ciwan dixwazin werin tevlî refên gêrîla bibin. Wê demê li eyaleta Mêrdînê, di nava gêrîla de hevalên jin tine bûn. Me hevalan, di nava xwe de ev xeber, daxwaz û mijara girte dest û nirxand. Encama giştî wisa bû ku, ger ew bibiryar in û baweriya wan bi xwe heye, yekser bi hevre di demeke nêz de bila werin. Wekî din rêzan jî got ku “ez ji wan bawermend im, hêvî didin.” Di vê çerçoveyê de nêrînên hevalan, rêzan û herdu jinên ciwan hevdu temam kirin.
Demek derbas bû, rêzan ji me re xeber şand. Li gundekî rojavayê Nisêbînê, komek heval û rêzan hatin gel hev. Herdu hevalên jin li gund bûn. Gund di deştê de bû. Em zêde li gund nesekinîn. Me xwe amade kir. Xatir ji gundiyan xwest û di şeveke tarî de birêketin. Xelkê gund mêhvanên xwe yên nû û koma gêrîla bi mêhvanperweriyeke çanda Kurdewarî, bi dilşadî, dilsojî û kêfxweşiyeke mezin pêşwaz kiribûn. Keda gelê me ticar nayê jibîrkirin.
Roja tevlîbûna herdu hevalên jin, 8’ê Adarê bû. Baş nayê bîra min, gelo hevalan ev roj plankiribûn an jî herdu hevalên jin bi plansazî ev roja li hev anîbûn, ez nizanim. Tevlîbûna wan û wê rojê bala me kişand. Ji ber ku rojeke watedar bû. Belku jî ji tesadufan di wê rojê de hatibûn.
Ji gundê deştê di şeveke tarî de, di bin barîna baranê de, em dimeşiyan. Dema baran dibare, meş di nava erdan de herî meşa mirovan giran dike û diwestîne ye. Meşa seatekê carna dibe çend seat. Carcaran ez li şûn xwe dizivirîm û min li herdu hevalên nû temaşe dikir. Eceba çawa dimeşin? Dihizirîm ku gelekî zehmetiyê dikişin. Hevala Ayten li pişt min di nava rez de dimeşiya. Hevala Xebat jî li dû wê re bû. Lê ez pê nehesiyabûm ku ew li pey min tên. Ew weke her hevalî û te digot ku qey gêrîlayên xwedî tecrûbe û bi salan bûn, dimeşiyan.
Ez bi meşa wan a xurt, kêfxweş bibûm. Ji aliyekî ve jî matmayî mabûm. Min wer hesibandibû ku ew ji bajêr hatine û fêrî meş û jiyana çiyê nebûne, wê di meşê de zehmetî bijîn.
Di bin barîna baranê û di nava heriya erdê deştê de, piştî demekê koma me gihîşte çiyayên Omeriyanê. Li vir baran sekinî bû. Piştî westana meşa şevê hevalan xwe bicih kir. Dema dinya bû sibeh, roj derket û rewşa hewayê sayî bû. Me danê sibê êzing kom kirin, agir dada, xwe germ kir û hinekê jî cil û bergên xwe zuha kir.
Coş û heyecana hevalên nû diyar dibû. Nîqaş dikirin, pirsên wan hebûn. Û jiyan dişopandin. Dixwestin di demeke kin de fêrî gelek tiştan bibin. Li vir ez vê yekê jî bi bîr bînim ku navê her du hevalên jin, hevalê Delîl (Ş. Mehmet Latîf Yildirim) hilbijrat. Di nava koma me de hevalê bi temen mezin ew bû. Di heman demê de jî ruhekî weke zarokan dilpak û sade jî pêre bû. Lewma bi awayeke xwezayî hemû hevalan erka navdayîna hevalên jin, dabûne hevalê Delîl. Hevalan bi giştî dixwestin ku hevalên jin bixwe nav li xwe bikin, lê wan jî ji me xwest ku em ji wan re navekê bêjin. Di encam de navên Ayten û Xelat hate pejirandin.
Wê çaxê hîna gund li herêmê ava bûn, hîna nehatibûn valakirin. Dagirkeran hîna dest bi valakirin û şewitandina gundan nekiribû. Dema ku em diçûn gund, pêşwazîkirina gundiyan ji bo hevalan, bi taybet jî ji bo hevalên jin pir cuda û balkêş bû. Gel bi wan gelekî kêfxweş û tesîr dibû. Ev yekem car bû di herêmê de gêrîlayên jin cih digirtin. Gel ji wan di asteke bilind de bandor dibû. Bi taybet jî zarok, ciwan û jin li der û dora hevala Xelat û Ayten kom dibûn.
Me bi çavanê xwe didît û di jiyanê de ferq dikir ku gêrîlayên jin ji bo azadiyê çiqas li ser hemû beşên civakê bandoreke piralî û erênî didin avakirin. Ev rewş û dîmen bi pir aliyan ve balkêş bû.
Hin mijarên ku herdu hevalan di sohbtên me de li ser diponijîn her di bîra min de mane. Li herêma Çewlikê li gundê wan, beriya 12’ê Êlûnê, di salên 80 de wan gelek kadroyên pêşeng ên rêxistinê dîtibûn û di derbarê wan pir tişt bihîstibûn. Lewma jî pir caran behsa bîranînên wan hevalan dikirin. Hevala Ayten stranên Ozan Zozan ji hevalan re distra. Dengê wê pir xweş bû. Bi rastî jî dengê mirovên wê herêmê li stranan xweş tê. Dibe ku bandora hewa, dîmen û zozanên Şerefdînê jî hebe. Di nav çanda Kurdan de çanda zozanan ciheke pir biwate û girîng digire.
Hevala Xelat, demekê ji ber rewşa siyasî ketibû zîndana dagirkeran. Tecrûbeyên wê yên jiyanê pir bûn. Ew di meş û jiyana gêrîla de pir zû adapte bibûn. Bi hevalan re pir zû germ bibûn. Bi gel re jî zû bûne yek. Pir jî ji gel hezdikirin. Bi pîvan û elaqedarî nêzî gel dibûn. Pir gelperwer bûn. Ev nêzîkatî jî gel li dora wan kom dikir. Gel jî ji wan pir hez dikir. Nav û dengên wan di demeke zehf kin de weke efsaneyekê di nava gel de belav bibû.
Herdu hevalan tiştekî din jî her di sohbet û nîqaşên me de dianîn ziman. Dema ku wan biryara hatina nava refên gêrîla dane, ji bo ku di meşa çiyê de zoriyan nekişin û li hevalan nebin bar, plansaziyekê ji bo xwe amade dikin û birêve dibin. Ew jî ewe: bi qasî bîst rojan li parkên İzmîrê werzîş dikin, dimeşin û baz didin. Diyar dibe ku ji gelek aliyan ve xwedî amadekarî û bi biryar bûn.
Rojekê ji rojan, dema ku koma me ya gêrîla ji herêma Omeriyan ber bi çiyayê Bagokê ve birê ket, hîna roj neçûbû ava, êvar bû. Me ji palên çiyê ji nav daristanan, xwe berda ber bi gundê Serêkaniyê. Gundekî piçûk, lê gelekî xweş bû. Însanên gund bi piranî dilsoz, kedkar û hêja bûn. Xelkê gund hatin pêşiya hevalan. Bixêrhatina hevalan dikirin. Hevalan jî xatir ji wan dixwest. Ji ber ku rêya me dûr bû, em derbasî gund nebûn, li ber qiraxa gund em derbas bûn. Dema koma me li ber gund di nav rezan derbas dibû, bi qasî deh metro mesafe di navbera her hevalekê/î de hebû. Vê jî dîmeneke pir xweş dida çêkirin. Birastî jî dema gêrîla di şîverêyan de û li palên çiyan levdizivire, tê bêjî ku rûbarek diherike. Mirov dixwaze li vê dîmenê temaşe bike. Ji ber ku ev meş, meşa azadiyê ye.
Demekî ku em di ber gund û gundiyan re derbas dibûn, di meşa di nav rezan de dor hate min û min xatir xwest û ez birêketim. Tiştek hate bîra min. Eceba xelkê gund wê xatir xwestina hevalên jin, çawa pêşwazî bike. Lewma jî ez ji dûr ve sekinîm û min temaşeyî wan kir. Dema hevala Ayten xatir dixwest û gihîşte kalekî ku pir pîr bû û xwe bi gopalê xwe ve girtibû, her du destên kalo maç kir, kalê cefakar û welatparêz jî destên hevala Ayten girt, rû û eniya wê ramûsand û dua dikir. Ewqas sal di ser wê bûyerê re derbas bûye lê dema ku ew dem tê bîra min, ew dîmen hertim tê li ber çavên min. Dîmenekî tejî hezkirin, bi hêvî, bandor û watedariyê re dagirtî bû. Berî demekê min pirsa wî kalê pîr kir, lê mixabin gotin ku demeke dirêje ku çûye ser dilovaniya xwe.
Hevala Xelat heya astekê xwedî bingeh û zanebûneke kûr bû. Herwiha lêkolîna wê jî berfireh bûn. Hevala Ayten jî di milê moral, wêrekî, fedakarî berçav bû, di her karê pratîkî de xwe dida pêş. Her du heval jî, ji pêşketin û pêşengtiyê re vekirî bûn. Ev xala wan a herî diyar bû.
Weke ku min ji hevalan bihîst hevala Xelat piştî demekê derbasî eyaleta Botanê dibe. Li wir heya demekê di nav têkoşînê de cih digire. Di encama şerekî bi dagirkeran re tevlî şehîdên nemir dibe. Di qonaxa Botanê de agahiya min li ser rewş û çawaniya şehadeta heval tine ye.
Hevala Ayten jî temenê xwe yê ciwan pir kin, lê pir biwate û tejî derbas kir. Bi qasî gêrîlayekê ku bi salan demdirêj têkoşiyayî di nava demeke din de şopa xwe hişt. Kete nava dilê heval û gel. Ew birastî pir zîrek bû, lewma jî bala derdorên xwe zû dikişand.
Hevala Ayten di 1’ê Nîsana sala 1988’an de di rojeke bihara rengîn de, di berxwedana çiyayê Bagokê de, tevî nozdeh hevalên xwe bi lehengî berwedana dîrokî birêve bir û tevlî nava karwana şehîdan bû. Artêşa dagirker jî gelek wendahiyên mezin dan. Di pêvajoya operasyonê de derbeyên giran xwar. Piştî wê bi giştî navê şehîdên Bagokê, lê bi taybet jî navê hevala Ayten li herêmê û her ku çû li her derê belav bû. Gelek malbat û hevalan navên wê girtin. Di heman demê de jî di nava civîn, perwerde, ragihandin û stranan de navê hevala Ayten ciheke mezin girt. Li Kurdistanê û derveyî welat di nava gel de pêl bi pêl deng veda û belav bû.
Ji dema tevlîbûna wan û heya berxwedana çiyayê Bagokê, em weke komeke gêrîlayên azadiyê li gelek gundan geriyan, me gelek mirovên civakê dîtin, civîn çêkirin û nîqaşên me çêbûn, bêguman her gundê ku em tê re derbas bûn, bandoreke erênî ya hevalên jin li ser wan dida çêkirn. Hîna jî kesên wê demê behsa dîtin û bîranên wan hevalan dikin.
Ger derfet pêk werin û li xelkê wan gundan bê guhdarkirin, li ser têkoşîna azadiyê û bi taybet jî li ser bîranînên hevala Xelat û Ayten wê pir tişt werin komkirin. Ev wê bibe ronîkirina wê demê û bandora wan hevalan hîna baştir, bi kûranî û berfirehî were fêmkirin. Ji ber ku têgihîştina demên destpêkê weke têzanîn pir girîng û watedar e, wan hevalan jî bingeh û kokeke qahîm li axa herêma Mêrdînê danîn. Wê bîranîna wan roniya rêya azadiya me be.