Li Kurdistan’ê Erka Huner Û Gelala Romaneke Şoreşger

0Shares

Pêşketina civakî, di bingehê bi xedarî rexnekirina rasteqîna civakî a ku bi her awayî kesayetiya pêwîst e bê terkirin dide axaftin de derdikeve rastê. Bi vî awayî di bîçimê jiyana ku yekuna têkiliyên civakî yên ku kesayetiya tê pejirandin dide axaftin rastîneke guhêrker û dahûrîner diderbirîne.

Di şekilgirtinên netewî de qasên vegûherîna çonayetî, dibine qasên şoreşî. Ji bo pêkanîna her pêkhateya civakî, şoreşa ku tê wateya serûbinbûyîna bingehîn, di destpêkê de li warê zanistiyê pêş dikeve. Pêşketina zanistî bi xwe re weke bêtir şênber li ba rêxistinî û çalakmendiyê; felişandina têkiliyên jorsaziyê ku êdî li pêşiya jiyanê teng û weke astengekî tên, mîna peywirekî girîng datîne pêş xwe. Bêguman tevgera şoreşger hewldanên xwe yên ramyarî, li dijî raman û bîrdoziyên kevin di rêjeya têkoşînvedana rehdar de naverok û xeta xwe ya bîrdozî derdixe rastê. Dîsa vê têkoşînvedana xwe li hember dezgehên jorsaziyê gava ku didaxîne hewldaneke pratîk, êdî di nava qalikên zagonan da cîbicî nabe. Nikare bi azînên zagonî û aştiyane qîm bike. Bi azînên dijwarî dixwaze rasteriya siyasî vebike û pêşketina siyasî pêwîst dibîne. Her wiha pêşketina şoreşgeran destpêkê di warê bîrdozî û ber bi çûyînê ve jî di warê siyasî de derdikeve rastê. Şideta şoreşê, di rêjeya sepandina rêxistinî û ponijîn de têkoşîn ber bi warê leşkerî ve dişemite. Her wiha pêşketina şoreşê ya bîrdozî û polîtîk berdewam dike û diçe. Ger xwe bigihîne serkeftinê wê gavê jêrsaziya xwe li rasta vegûherînê tîne û teşeyê hilberîna kevin dirûxîne. Ew têkiliyên ku astengî çêdikin belav dike. Têkiliyên mulkiyeta nû di destpêkê de ji bo pêşketina hêzên hilberînê çarçova dest didin ava dike û hewl dide ku pêşketina xwe temam bike.

Huner û wêje pediviya giyanê ye

Şoreşa ku di jorsaziyê de dest pê dike, her wiha jêrsaziya xwe li vegûherînê rast tîne, pêş dikeve û tekûz dibe. Di vê derê de pirsa herî girîng ku bê bersivandin ev e: Erka wêjeyê çi ye? Ango pêwîst e bi giştî huner, bi taybet jî wêje û dîsa ew romana ku beşek girîng a vê yekê ye bi pirsa ka erka şoreşî çi ye, ku em bibersivînin. Ger huner nebe em nikarin qala civakan bikin. lewma huner, amrazekî jêveneger e, ji bo civakbûyîn û pêşketina civakî. Bi taybetî, ji ber ku mirov nêzîkatiya xwe ya li hember xwezayê bi zanistî û bi polîtîkayê tam nikare dahûrîne û nikare giyana xwe bi têrbûyîneke daringî têr bike, wî ber bi teşeyê têrbûyîbûneke cewaz, yanî ber bi hunerê ve dibe. Di vê wateyê de huner, derbaskirina pêdiviya giyanê esas digire. Bêguman pêwendiya vê bi raman ve heye. Bi hêsanî mirov dikare diyar bike ku huner, warekî pir xweser diderbirîne.

Gelek teşeyên curbecur ku xwestekên giyanî di nava xwe de peyda dikin, weke berhemên hunerî derdikevin pêş me û her wiha têrbûyîna arişî pêk tînin. Berhemên pergalê jî dem bi dem hunerê bandor dikin. Dîsa pêşketina polîtîk jî pir nêzîk ve pêwendiya xwe bi huner re dide avakirin. Lê ji van tevan re em nikarin bibêjin huner. Di aliyê din de, di polîtîka û aboriyê de mirov dikare qala hunerê bike. Gelek bîrdoziyên curbecur nêzîkê huner dibin. Di virê de ya bê têgiştin ev e ku; huner ji faktorên civakî yên din zêde bandor digire, lê bi wana re nabe jêbûnî ango dibe siyeke wan a pasîf. Lê belê weke pêdiviyeke çist û jêveneger jiyandin û hîskirina wê mijara gotinê ye.

Dikare bê gotin ku jiyan, bi gor pêdiviyên mirovatiyê tê şekilkirin, di virê de tevahî amraz û azînên ku tên dîtin, dikevin berfirehiya hunerê. Bûyera ku em dibêjin dengekî xweşik, dimenê bi çav xweş tê, helbest ango destana baş a ku hîtabê giyanê dike weke cureyekî hunerê tê nirxandin. Dibe ku ev tunebin jî jiyan bidome, lê ev yek razberkirinek e. Di her nihêrtinê de hemin veqetandina xweşikbûn û kirêtiyê heye. Dîsa di her nêzîkatiya giyana mirov de tiştên ku li xweşê diçin û naçin hene. Libat û tevgerîna baş heye, libat û tevgerîna şaş heye. Lewma Civakek yan jî takekes her çende ku bilind dibe (bi taybetî dema ku çalaktiyên hunerê dibe mijara gotinê) ku pêşketin hatibe pêkînandin yek jî di vî aliyê de dibe derbirîna pêşveçûyînê. Yekî ku di nav teşeyê hunera pir paş de maye ango di nav teşeyê libata pir paşdemayî de seyr dike û diçe ji hovebertiya wî tê qalkirin. Kesayeta ku kûrbûna giyanê û dewlemendiyê bi xwe re peyda nake, ji mûzîk, dîmen û bi her awayî teşeyên libata huneriyên cûrbecûr ve bandor nabe û nakeve ferqa ve yekê, rehên jiyana wî ziwa bûne. Lewma huner, erka xwe ya civakî bêgotûbêj e. Bêyî wê jiyan tenê dikare nêzîkê jiyaneke ajalî seyr bike. Sînorê ku ajal, bi mirovatiyê re dibe yek, dikare biderbirîne. Ev, ne jiyaneke ku were pejirandin.

Bi vê wateyê di her qonaxa pêşketina civakî û pêngavên çonayetî de rasteriya pêşketinê ya hatiye pêkînandin, di heman demê de rasteriya pêşketina hunerê jî dide diyarkirin. Jixwe qonaxên civakî yên serûbinbûnên girîng, di heman demê de bi hewldanên hunerê ve darîçav dibin. Her serûbinbûyîn di destpêkê de li warê hunerê pêş dikeve; hem hunerê bandor dike, hem jî jê bandor digire. Bi taybetî qonaxên şoreşî, weke ku bi hunerê tên amadekirin, di gihandina teşeyên çonayetî û xurt de bandorekî girîng çêdikin. Huner bi vê wateyê li hember zoriyên jiyanê henase wergirtineke fireh e. Yanî ew giyana mirov a ku teng bûye, bi hemû behremendiya seheka xwe ve qewastin çêkirin e. Bi tiştên heyî û kevin qîm nekirin e. Qîmpênanîna wê jî, hêz qezenckirin e. Dikare pênasa şoreşa hunerî wisa bê çêkirin.

Civak û welatê Kurdistan dema ku dibe mijara gotinê, bi pênaseya giştî ya guncîn a hunerê tişta ku dikare bê gotin, tevahîtiya civakê di mercên feodal û mêtîngeriyê de hatiye rewşeke ku nikare henase wergire û xwe bide pêşxistin û ev yek jî, li ser hunerê bandorekî pir neyênî çekiriye. Lê belê di virê de ya herî girîng ev e: Gel, di gelek dezgehbûnên jorsaziyê, têkilî û hêzan de tevî ku pir zorayî 16 kişandiye ango hatiye qedandin, lê sînordar be jî, xwe tenê bi huner dikare bide jiyandin, dîsa derbirîna nasnameya xwe dikare tenê bi hunerê bidomîne. Em vê yekê dibînin. Ev yek jî hêza huner nîşan dide. Huner dibe taybetmendiyekê civakî yê belkî jî herî dawî bin bikeve û bê wendakirin.

Rêber Apo

Ji Perspektifên Rêber Apo Çawa Bijîn

Attachment