Dema niha hinek tiştan tînim li ber çawê xwe û behsa vê dikim ji bo operasyonê kêm dimîne. Her hevalek bi fedaî şerdikir û mevziya xwe diparast. Bê ku were koordînekirin komên din jî diçûn komên tengav bûne re alîkar dibûn. Riheke ku mirov nikare terîf bike di hevalan de hebû. Mînak: me ji bo heval Sînan got hem saza wî hebû û hem jî çeka wî hebû û hertim gel wî bû. Dema ku fîşek gel Heval Nujîn ne ma û heval saza xwe dide gel hevalan fîşekan radike û diçe gel heval Nujîn.
Komek dijmin ketibu Kato û pewçûn jî pir zêde bû. Heval Sînan dema ku fîşekan dibe gel hevalan ew jî dikeve pevçûnê. Di pevçûnê de jî heval Sînan bi çeka sekvaniyê şehîd dikeve. Li wir jî bi qehremantî şer dike. Hinek heval ji jêrê tengav bûne û dijmin dixwaze êrîş li ser wan hevalan zêde bike. Heval Nujîn jî dema wê dibîne dixwaze biçe alîkariya hevalan bike. Di vê şerê de hevala ku gel heval Nujîn di serê xwe de birîndar dibe. Ji ber wê heval Nujîn dixwaze biçe gel hevalên jêrê, dema ji cihê xwe derdikeve, ji xwe dijmin dizanê ku heval Nujîn li wire û şer koordîne dike. Ji ber heval Nujîn di destikê biçuk de şer koordînedikir û ketibu bin şopandina dijmin. Dijmin heval Nujîn ji ber ku li ser destika biçûk axiviya bu ferq kiribû. Dema ku heval Nujîn dixwaze biçe gel hevalan, dijmin heval Nûjîn dibînê û bi çeka sekvaniyê şehîd dixe.
Pevçûn her dem hebû û koma ku heval Xişman hebû, heval Xişman fermandarî mangê bû. Ez bi heval Xişman re bi heman komê de mabûm. Fermandarê manga me bû. Ew heval jî koma xwe biribû ku di cihê dijmin tê de were kemîn danîbûn.
Pevçûn hebû û heya êvarê di nava berxwedaniyeki de bûn. Her wiha heval Xişman birîndar dibe û hevalên kêleka wî jî şehîd dikevin. Heval dema diçin gel heval Xişman dixwazin wî xilasbikin, heval Xişman dibejê biçin xwe xilasbikin û ez ji were nebim bargiranî. Heval jî heval Xişman dixin cihekê ewle. Ji bo ku pişra heval werin alîkariya heval Xişman bikin.
Pevçûnekî di nav hev de heya êvarê berdewamkir. Heval jî biryardan ku êdî paşwekişandin çêbibe. Ji ber li vir mayina me dezavantajbû. Ji ber wê yekê brindarê me û şehîdên me çêbibûn. Cebilxane ya me kêm bubû. Êdî pêwist bu ku me xwe berdaba.
Hevalan nîqaşkirin ku di milê cihê bilind de xwe berdin geliyê Marînos ê. Êdî emê birindarbûyin û şehîdbûyin jî bidin berçawan. Di Kato de mayîn dibe ku heval xilasnebin. Ji ber ku dijminekî hov û tu mirovatiyê nasnake. Her cure teknîk jî bikartîne. Ew jî dihêle ku Kato de mayîna me pirtir bixwe re xeteriyê tîne. Heval jî wê nedan berçawan.
Biryara Kato derketin hate dayîn û me kom bi kom amadekariya derketinê kir. Koma pêşiya me heval Cemal wana bun. Ya beriya me jî yên heval Gûlnaz Ege (Gûlnaz Tirk), heval Şevîn Dêrîk ew koma YAJK ê bu. Heval Şevîn Dêrîk 1997 de fermandara me bû. Pir heval hebûn di nav wan koman de wekî heval Ronahî Alman jî…
Kom avabibûn emê derketibûna. Wan dema tucarî di bîra min de naçin, ji ber ku berxwedaniyekî bêhempa derketibû. Hem birîndarê me hebun û hem jî heval ne xwarin ne jî wexwarina wan hebû. Ew dem pir zehmet bû û rixmê wan zehmetiyan jî lê hevalan dîsa berxwedaniyek pir mezin dikirin.
Nîştiman Sorxwîn