Em kom bibûn û li ser operasyonê cîvin çêbû, ji bo operasyon di qadê de çawa derbas dibe û li hemberî wê operasyonê berxwedaniyek ku çawa pêşketiye. Me beşa din de anî ziman ku, me çawa di nava operasyonê de xwe xelas kir. Pîşti şahadetên hevalan, me xwe di aliyê zozanan de berda. Ne di aliyê ku uçuruma ku berê xwe dide geliyê marinos ê. Ji ber ku dijmin wan yamaçan û li hember me bûn, û ne pir nêzbûn. Ji ber ku dijmin xwe paşve kîşandibû. Tepê xwe lê bi cîh kiribûn wekî tepê kordînê, tepê çelê cengê, girê kevokê, girê hêkê (ji ber ew tepe wekî hêkê giloverbû me nav wisa lê kirbu) wan di yamaçan de xwe girtibûn. Di civînê de heval Cemal armanca wan ji me re gotibû. Ji ber wê yekê çi bibe, bila bibe pêvîste em derkevin. Ji ber wê yekê me hemû heval xwe berda jêr.
Êdî me xwe ji kato berda
Êdî me xwe ji kato berda. Rojekî wekî qiyametê bû. Şer pir dijwar derbas dibû. Rixmê ewqas topên tangê û firokeyên xwe û teknîka xwe li ser me vê rojê dabûn şûxlandin jî, lê dîsa hevalan darbeyên giran li wan dabûn. Lê di rojên din çi ji xwere bîne me nizaniyabû û me tam fêm nekirîbû. Biryara ku emê ji kato derkevin hebû ji bo vê gurubek heval ji pêşiyame derxistibûn. Ji bo wê hem li zozanê jor de û hem jî di aliyê ku gelî de, em dikaribûn xwe berdin, ji bona wê heval çûbun kontrol bikin. Ji ber hijmarê me zêde bû me hêdî û hêdî xwe komê ser hev dikir. Wekî ku me despêkê got, kato pir asê ye û herkes rêyen wê nizane. Kato ji her derê rê nade.
Me şev dijmin nedidît lê dijmin me didît
Şeva ku tawahîv derketibû me xwe berdabû jêr û pir tarîbû. Tawahîv jî derketibûna ji wê demê pir zirav bû û kêm mabu demê we ji biqede. tevdigeriya. Pir tarîbû ji bo wê dijmin me nedidît. Fermandarê me belkî dizanîbûn lê me nizanbû ku dijmin li ser me lazer û termal girîdaye û me dibîne. Belê me dijmin nedidît lê dijmin dikarîbû me bibîne. Me roj keşîfa xwe kiribû, ji bo wê jî dijmin li kur xwe bicîh kiriye me dizaniya lê di ayrintiyê dijmin de em ne hakîmbûn. Me şev dijmin nedidît lê dijmin me didît û me dişopand ka emê çibikin, wisa me denetîm dikir. Rasti jî pir tarîbû çav ji çava nedidît.
Rihekî berxwedanî derdiket pêş
Em ketin rêzê li benda koma hevalan a çûbû kontrol bike disekiniyan. Herkes çawa hatibû û di kijan komê de bû, ji bo çi ketibû wê komê û çibikin hemu hatibu diyarkirin û em tenî li bendêbûn ku bikevin tevgerî. Ev kêliyên di hat jiyankirin ez bixwe pir xemgîn bûm. Heval pir tecrûbelîbûn û rastî jî me pir û pir berxwedan kiribû. Atmosferekî ku emê nikaribin derkevin û emê hemû şehîd bikevin û wî çawa be, ew goman ji mera tû car çênebû. Ji ber ku rojekî sax heval berxwedabûn û darbe li dijmin xistibûn. Rihekî berxwedanî derdiket pêş. Quwetekî pir tecrûbelî hebû û dijmin nasdikir lewma pir wêrekbûn. Ew bawerî di wan hevalan de pir hebû. Civîna ku heval Cemal ji me re çêkiribû di niqaşan de jî diyarbû ku heval çiqas seknekî wêrekî û bawerî tewdigeriyan. Rixmî her tiştî di gotin emê dijmin wala derbixin, emê li ser bixwin û ev operasyon wî têk biçe. Hewildana hevalan û wêrekbûna hevalan wê operasyonê têk bibe.
Nîştiman Sorxwîn