Dîrok bû şahîdê gelek jinên qehreman ên bi xwîna xwe li ser lênûsa dîroka azadiya gelan navê xwe nivîsandin. Di dîrokê de li hemberî hemu êrişên ku li ser nirxên civakê û hebûna gelan hatiye pêkanîn, bi pêşengtiya jinan berxwedaniyên pir mezin û dîrokî hatin jiyîn. Di dîroka Kurd de ji Zerîfeyan, heyanî Besêyan, gelek jinên navdar ên pêşeng rê dane dîrokê, hêzên dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nekirine û bedena xwe li hemberî dagirkeriyê kirine mertal. Ji lewra êrişên dagirkeran li hemberî jinên pêşeng ên Kurd her tim zêde bûye. Ji hêla aqilê zilam û dewletê ve her tim hatiye xwestin ku ev berxwedan û têkoşîna jinên azad bidin rawestandin da ku êrişên xwe yên li ser civakê bi hêsanî pêk bînin.
Bi pêşengtiya Rêber Apo ev dîroka ku dihat xwestin li gor mêjiyê dagirkeran bi rê ve biçe berovajî bû. Lewra çawa ku Kurd bi birdozî û felsefeya jiyana azad a Rêber APO xwe ji xweliyên xwe afirandin, di nav vê birdoziya azadiyê de herî zêde jî jin xwe gihandin nasnameyê û ketin nav lêgerînên azadiyê. Ji lewra bi birdoziya azadiya jin a ku Rêber APO pêşengtiya vê kir, daxwaz û pêkanînên aqilê zilam û dewletê berovajî bû û jin ji bo gehiştina azadiyê berê xwe dan nav refên azadiyê.
Yek jiwan jinên pêşengê têkoşîna azadiyê jî rêheval Jiyan, Zeynep Erdem e. Rêheval Jiyan di sala 1969’an li Sîwasê ji dayîk dibe. Di pêvajoyên destpêkê yê ku têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê li her derê çirûskê xwe belav dike ango di sala 1988’an de ji Enqerê tevlî nav refên azadiyê dibe. Di van pêvajoyên zehmet de, li gelek cihan kar û xebat dimeşîne û bi taybet jî rêya azadiyê bi jinan dide naskirin. Ji bo her gerîlayek xwestek û xeyala herî mezin derbasbûna saha Rêbertî û ji perwerdeya Rêber APO derbasbûn e. Lewra jî rêheval Jiyan di sala 1992’an de ji Stenbol’ê derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz dibe û li saha Rêbertî perwerdê dibîne.
Rêheval Jiyan li Şamê li gel Rêber APO perwerda xwe dibîne û piştre jî derbasî qadên gerîlla dibe. Li vê derê di perwerdeya şervanên nû de erka fermandartiya taximê digre. Demekî dirêj li qadên çiya di xebatên çapemeniyê de kar dike û li yekîneyan xebatên perwerde dimeşîne.
Xewn û xeyalên heval Jiyan, daxwaz û evîna heval Jiyan çûyîna Botanê bû. Rêheval Jiyan di çavên zarokên Botanê de agirê serhildanê, evîna axa xwe dîtibû. Di hemu kevir û çiyayên Botanê de birçîbûna zanabûnê ya bi hezar salan, evîna tegihiştina heqîqeta girêdanbûna welat, çîroka Mem û Zîn qîr dikir û xeyalên rêheval Jiyan dixemiland.
Rêheval Jiyan piştî Yekemîn Kongreya YAJK’ê di sala 1995’an de ji ber pêwistiyên wargehê weke berpirsiyara xebatên giştî derbasî qada wargeha Etrûşê dibe. Li wargehê yekemîn karê ku dimeşîne xebatên YAJK’ê ye. Jinên wargehê kom dike, birêxistin dike, perwerde dike, komîteyên xweser amade dike Û YAJK’ê bisazî dike. Rûxmê ku derfetên wargehê kem in jî, rêheval Jiyan her kêliyê xwe bi perwerdekirina jinan û bi perwerdekirina xwe derbas dike. Ji bo jinên wargehê re bibe bersiv, her der kiribû qada perwerdê. Bi hêz û baweriya ku ji ferlsefeya Rêber APO girtibû, kûr bûbû. Her kêliyên xwe dinirxîne. Li hemberî kevneşopî û hişmendiya baviksalar, xeta jina azad a bi YAJK’ê birêxistin dibû, di nav gelên Botanê de dihûnand.
Di dîrokê de her tim dû xetên şênber derketiye holê. Yek jê berxwedanî ye ku rûxmê hemu pêkutî û êrişên aqilê dewlet û feraseta desthiltdariyê dest ji têkoşîna azadiyê bernade û di oxira wê de bedelên giranbûna dide. Ya din jî li hemberî vê xeta berxwedaniyê kûrmê ku ji darê ava dibe û li ber şînbûna wê darê astengiya herî mezin ava dike ango îxanet e. Ji lewra gelê wargeha penaberan a ku li dijî zordestiya faşîzma Tirk berê xwe dabûn xaka Kurdistana Başûr vê carê jî bi hevkarê faşîzma Tirk û xeta îxanetê re rû bi diman.
Heman sala 1995’an, êrişên dewleta Tirk ê faşîst û hevkarên wî PDK ên li ser wargehê zêde dibe. Ji lewra her cûre polîtîqayê kîret û qirêj li ser wargehê dimeşîne û wargehê dorpêç dike. Li hemberî van êrişan gelê wargehê meşekî girseyî lidardixe û nerazîbûnên xwe diyar dike.
Ratsî ew e ku kesên ava îxanetê vexwarine her tim rîsta xwe yê dijminahiyê ango yê îxanetê pêk tînin. Ji lewra pêşmergeyên PDK yê hevkarê dijminê Kurdan e, êrişî gel dikin û gûle li ser gel de direşînin. Ji ber vê êrişê gelek jin û zarok birîndan dibin. Rêheval Jiyan a ku weke pêşengê civakê di vê meşê de jî li pêşiya gelê xwe bû, di encama vê êrişê îxanetê de di 13’ê Îlona 1995’an li Wargeha penaberan a Etrûşê şehîd dikeve.
Rêheval Jiyan di çavên zarokên penaber de çirûskên tolhildanê, hêviya serkeftinê, hêviya pêşerojekê azad dît û ji bo pêşeroja jin û zarokên wargehê bedena xwe kir mertal. Di kêliyên penabertiyê de êş û bêrikirina welat û xeleka ku di bin navê kevneşopiyan li stuyê jinê hatibû hûnandin, Rêheval Jiyan bi hêza xwe ya zanebûnê bi kûrbûna birdozî û felsefeya Rêber APO qetand û kir meşale.
Keça Sîwasê ji gelê wargehê re bû dara zanebûn û dilpakiyê.
Ji Pênûsa Gerîla