Ez li Botanê tevlî refên azadiyê bûm. Bê guman her tim xeyala me bû çûyîna gel Rêbertî û li gel wî perwerde dîtin. Hevalên ku wê demê ji gel Rêbertî dihatin her tim vêya ji me re digotin ‘Rêbertî di jiyanê de pêkanîn e, Rêbertî dayîna fêmkirin û jiyankirin e’. Ew hevalên ku ji saha Rêbertî hatibûn qada pratîkê ji bo me jî derfetek bû ku em Rêbertî, gotinên wî û dahûrandinên wî bibihîsin û fêm bikin. Bi taybet jî Rêbertî dixwaze xebatekê çawa li çiyayên azad ên Kurdistanê bide avakirin, vê yekê hevalên ku ji gel Rêbertî hatibûn bi me re parvedikirin. Ew heval hêz didan me. Gotinên Rêbertî ji me re digotin ‘ya rastî kî ji me li kû derê be û çiqasî rast tevlî jiyanê bibe dê ewqas temsîla Rêbertî bike’. Ew heval her tim behsa Rêbertî dikirin, lê her tim daxwaza me ya carekê dîtina Rêbertî û naskirina wî hebû. Erê heval behsa wî dikirin, lê perwerda wî dîtin û li gel wî jiyankirin her tim cûda ye.
Xwesteka her gerîlayek û mîlîtanek ew e ku perwerdeya Rêbertî bibîne û pê re jiyan bike. Ez jî yek ji wan gerîlayan bûm. Xwesteka min ya çûyîna gel Rêbertî û ji nêz ve naskirina wî û fikrên wî hebû. Di sala 1996’an de heval Fehîme û heval Bêrîvan hebûn. Vesazbûna her dû hevalan li saha Rêbertî çêbûbûn. Xwe amade kiribûn da ku biçin saha Rêbertî lê di heman salê li operasyona Zapê de şehîd ketin. Weke gelek hevalan ew jî bi hesreta dîtina Rêbertî û pê re jiyankirinê gehiştin şahadetê. Ev yek ji bo min bû êşek mezin. Lewra jî xwesteka min a çûyîna saha Rêbertî, êdî him daxwaza min bi xwe û him jî daxwaza wan hevalên şehîd pêkanîn bû. Beriya vesazbûna min li saha Rêbertî çêbibe min xewnek dît. Di xewna min de ez li gel Rêbertî bûm. Ji min pirsan dipirsî. Ez ji kû derê me, kengê tevlî tevgerê bûme û hwd gelek pirs dipirsî. Di esnayê xewnê de nobedar hat banî min kir û xewna min wisa ma. Sihara din dema min ji hevalan re behsa xewna xwe dikir hîn gotinên min xilas nebû ku hevalên rêveberiyê banî min kirin. Dema ez çûm gel hevalan ji min re gotin ‘vesazbûna te li saha Rêbertî çêbûye’. Ez şaş mam. Min digot qêy ez hîna di xewnê de me. Gelo ev rast e, an xewn e. Bê guman kelecanekê pir mezin û cûda bû ji bo min. Lê heman demê bi min re tirsek jî da avakirin. Min digot ‘gelo ezê bikaribim jê re bibim bersiv, gelek hevalên ku dixwestin biçin wê derê lê şehîd ketin gelo ezê bikaribim bibim bersiva daxwaza wan’.
Piştî vê bi demekî kin derbasî saha Rêbertî bûn. Li wê derê akademiya Kurdî hebû. Weke bihiştekê biçûk bû. Mirov nikare bîne ser ziman bedewiyên wir. Lê dema em çûn Rêbertî ne li wê derê bû. Her ku hevalan digotin dê Rêbertî îro were, kelecanekê hîn mezintir me digirt. Piştî ku Rêbertî hat, hevalan ji me re gotin hevalên ku ji pratîkê û ji welat hatine bila xwe amade bikin dê biçin gel Rêbertî. Dema em çûn Rêbertî li ber derî sekinî bû. Yek yek hevalan silav dan Rêbertî. Rêbertî çû rûyê her hevalekî û xêrhatine me kir. Em derbasî xwarinê bûn bi hev re. Rêbertî him xwarinê dixwar him jî ji me hemuyan pirsan dipirsî. ‘Hûn ji kû derê hatin, rewşa wê derê çawa ye’ û her weke din dixwest him hevalan nasbike û him jî qadên jê hatine bizanibe. Cihên ku em jê hatine, ji me baştir nasdikir. Yek bi yek erdnigariya wan deran, cih û warên wir dipirsî û ji me re berfirehtir digot. Mirov digot qêy Rêbertî bi xwe li wê derê jiyan kiriye. Ev yek bandorekê pir mezin li ser min kir.
Hevalên ku ji gelek cihên cûda hatibûn hebûn. Ji Amedê, Dersîmê, Botanê û gelek cihên din heval hatibûn. Rêbertî yek bi yek ji wan pirsan dipirsî. Piştre ji min re jî got ‘belê keça Botanê we li wê derê çi kir’. Tevlîbûna min û ji malbatê de tevlîbûnê çêbûye pirs kir. Wê demê Rêbertî got ‘Me van keçan bi kişandina çiya karekê pir mezin kir, serkeftineke pir mezin bidestxist’. Min wê demê bi Rêbertî re vêya dît, ya rastî di kesayeta mirov de civakeke tehlîl dike an jî cînsekê tehlîl dike. Dibe ku ez weke kesekî li wê derê me, Rêbertî vêya cûda digre dest. Di kesayeta te de jina Botanê tehlîl dike û dahûrandina wê pêş dixe. Wê demê Rêbertî tehlîlekê wisa anî ser ziman û got ‘jina Botanê şerker e, pêwist e di vê milê de jî tu xwe xurt bikî û pêş bixî’.
Piştî demekî em derbasî perwerdê bûn û perwerde destpêkir. Hevalan perwerde didan, lê piranî Rêbertî mijûl dibû, dihat tevlî perwerdê dibû. Bi nîqaşkirina bi hevalan re û bi perwerdê re rasterast Rêbertî li ser disekinî. Carna çar seat an jî pênç seat bê navber Rêbertî dahûrandin dikir. Di tarzê Rêbertî ya xebatê de saniyeyek jî vala derbas nabe. Ev yek pir bala min kişand û bandoreke li ser min çêkir. Jiyana Rêbertî hemu dagirtî derbas dibû. Ji xebatên perwerde heyanî xebatên sporê û heyanî xebatên nîqaşkirina bi hevalên welat re, hemu kêliyên Rêbertî pir dagirtî derbas dibû. Her roj piştî dahurandinan, me bi hevalan re di nav xwe de nîqaş dikir. ‘Îro Rêbertî van dahûrandinan ji bo me pêşxist, gelo me çiqas jê encam girt ango me çiqasa fêm kir?’ Dibe ku asta me ya birdozî an jî teorîk pir zêde nînbû. Lê me bi Rêbertî re vê yekê fêm dikir ku sekna me divê bibe seknekê birdozî.
Kevokên ku Rêbertî xwedî dikir hebûn. Cihê me dû qatî bû, Rêbertî li qata jor dima. Kevokek hebû ger Rêbertî nebûya her tim li ber cama wî disekinî. Kengê Rêbertî hatiba, ew kevok nû diçû nav kevokan de. Ev bala me hemuyan dikşand. Têkiliyên Rêbertî û xwezayê li vir jî diyar dibû. Rêbertî bi hemu zindiyan re mijûl dibû. Gelek caran radyo pêdixist him li nûçeyan guhdar dikir û him jî kevokan xwedî dikir. Rojekê me cihê kevokan paqij kir. Piştre Rêbertî hat li kevokan mêyze kir ku çiqas guhartin di wan de heye. Wê demê kevokek mirî dît. Qet bala me nekişandibû ew. Lê li ser vê yekê Rêbertî me pir rexne kir û heta aciz bû. Ji me re got ‘li vê derê kevokek miriye û we ferq nekiriye, ev seransertiya we nîşan dide’. Cerdûn wê kevokê xwaribû. Piştre got ‘divê çi dibe bibe lê hûn wê cerdûnê bikujin’. Heyanî êvarê me kemîn avêt er cerdûnê û di dawî de kûşt.
Têkiliyên Rêbertî bi însan re, bi xweza re, bi zindiyan re çiqas bi bandor e me vê yekê dît. Bi xwezayê re diaxifî. Bi kevonan re bi kûlîlkan re diaxifî. Ev mijara kevokê ji bo me weke beşekî perwerdê digirt dest. Li gel Rêbertî her kêliyên jiyanê û her bûyer beşekî ji perwerdê bû.
Dîlan Gundikremo