Di serî de ez şehîdên bexwedana Garê bibîrtînim. Bi saya wan hevalên ku li wê derê têkoşîn û berxwedanek bê hempa dan meşandin, hiştin ku ev serkeftin mîsoger bibe. Bi keda wan hevalan serkeftin pêk hat, bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînim û soza bilindkirina ala têkoşînê ku ew ji me hiştine didin.
Hedef û armanca operasyona ku dewleta faşîst a Tirkiyê li ser Garê pêkanî, qadan ji hev qûtkirin bû. Dixwest xwe li cihê herî stratejîk a Garê bi cih bike. Ji xwe dijmin bi xwe jî tîne ser ziman û dibêje ku ‘em ne ji ber xilaskirina esîran çûn, em çûn ku li Garê mayînde bimînin’. Lê belê hesabên ku kirin li hev derneket. Destpêke wisa şîrove kirin ku kaşo ew ji bo xilaskirina esîran çûne. Lê di serî de hedefa wan him biryargeha navendî ya HPG’ê û ya YJA-Star’ê bû. Dixwestin her dû biryargehan îmha bikin û xwe li wê derê mayînde bikin. Di raya giştî de jî dixwestin li ser vê esasê propagandayê xwe bikin. Bi vê awayê dixwest di milê siyasî de jî gav avêtinekî pêk bîne, amadekariya vêya dikir. Ji xwe hîn beriya ku operasyon bidawî bibe gelek rayedarên wan daxûyanî dan û gotin ‘vayê dawiya PKK’ê hat’. Hedefa wan ew bû ku li Garê serbikevin, piştre HDP’ê bigrin û starta hilbijartinê bidin. Heta xwestin li Garê deriyê stratejîk bigrin, bi vê armancê dû helîkopteran xwestin dêynin. Ji xwe ev her dû helîkopter jî neman. Hevalan li Siyanê van helîkopteran îmha kirin. Hewildanên wan negihişt armanca xwe.
Xeta Siyanê ku digihije çiyayê Bêxêr, çiyayê spî û him digihe Rojava û milê din de jî digihe Şengal’ê. Ev heyalên wan bin ket. Negihişt armanca xwe. Ew bi xwe jî vêya dibêjin ku binketin. Niha rayedarên Tirk dema diaxifin mirov ji rûyê wan jî fêm dike ku ya rastî tiştekî hîn mezintir li Garê wenda kirin. Demê pêş wê ev jî derbikeve. Mijar tenê ew 37 leşkerên wan ên hatine kûştin nîne ku ewqas bi kîn û hersekî mezin li ser vê diaxifin. Ji ber ew bi xwe jî dibêjin ev projeya wan 5 hêyvan li ser kar kirine. NATO piştgirî da vê, Irak piştgirî da, PDK’ê piştgirî da û hemu hêzên xwe yên hilbijartî ku bikaribe encam bigre, hemu çekên xwe yên di destê xwe de heyî di nav vê operasyonê de bi cih kir. Lê ruxmê vê jî li gor tiştên ku ji xwe re dikir armanc negihişt armancên xwe. Ev proje û plansaziya wan a dagirkeriyê, faşîzmê bi berxwedana gerîla têk çû.
Armanca dijmin ne xilaskirina esîran bû
Beriya vê operasyonê çi sozan daye NATO’yê û hevalbendên xwe em vê nizanin. Lê niha faşîzma Tirk vêya dizane ku nikare bi van êrişên xwe, li hemberî gerîlayên azadiyê şerekî wisa bimeşîne. Ewqas propaganda dikir digot ‘teknîka me ewqas pêşketiye, ew nikarin serê xwe rakin, ez çawa dixwazim ez dikarim wana bidest bigrim, ji xwe PKK’ê nemaye’. Li berxwedana Garê carekê din derket holê ku ew teknîka wê ya ewqas jê bawer dikir, li hemberî hêz û îradeya gerîla ne ewqas bi hêz e û vala hat derxistin.
Piştî ku êdî ferq kir bin dikeve, nikare bigihe armancên xwe vê carê weke ku di dîroka dewleta Tirk de jî her tim xuya ye, serî li derewan da. Gotin ‘me ji xwe agahî girtiye esîr li vê derê ne em ji bo xilaskirina wan çûn. Lê ji xwe ev operasyon di 10’ê mehê de destpêkir û di 11’ê mehê de HPG’ê daxuyanî da û got ‘li wê derê qampekî esîran heye û niha ev qamp tê bombebarankirin’. Ji bo ev esîr zirarê nebînin raya giştî hişyar kir. Ruxmê vê jî dîsa artêşa dewleta faşîst a Tirk ewqas êrişên xwe berdewam kir. Heta xwestin li ser vê jî siyasetekî bimeşînin. Lê cîhan vê yekê jî ferq kir. Ji ber ku li vê derê maddeyên kîmyevî bikar anî. Heval Cemal jî berê daxuyanî da û got; ‘bila saziyên serbixwe yên mafên mirovan werin lêkolîn bikin li vê qadê, cenazeyên hevalên me jî heye. Sê hevalên me şehîd e, li ser wan şopên mermî nîne. Bi kîmyasalê hatine şehîdkirin.’ Piştî vê daxuyaniyê tirsekî cûda kete nav dilê wan de. Ji xwe yê ku van maddeyên kîmyevî difroşe dewleta Tirk Elmanya ye. Niha Elmanya jî di nav vê de ye.
Serkeftina Garê, perspektîfa serkeftinê ya salekî derxist
Bi giştî mirov dikare bêje bi binkeftina ku li Garê jiyankiriye, di nav hikumeta Tirk de qeliştokê cidî çêbûye. Hîn agahî hene ku dibêjin wê Hulusî Akar îstifa bike, heta nêzî hezar û pênsid kesên ku pê ve girêdayî hene. Ev hemu kesên xwedî rûtbeyên jor in. Niha Erdoxan dixwaze vana ji holê rabike. Ji ber ev binkeftina ku jiyane davêjin situyê hevdu. Gelek nakokiyên wan hene. Binkeftina wan a li Garê di nav wan de qeliştokên cidî avakir û ewê demê pêş rastiya wan hîn baştir derkeve holê. Hesabên wan a kiribûn li hev derneket. Niha hevkarên wan jî di wê bêmoraliyê de ne. Di vê operasyonê de PDK’ê jî alîkarî da dewleta Tirk. Hemu helîkopterên wan ji Başîqa rabû û quwetê xwe yê li Başîqa birin operasyonê. Plansaziya vê operasyonê bi hev re danîn. Ji ber vê jî piştî bineftina dewleta Tirk, PDK’ê jî di nav bêdengiyekî de ye. Mirov tirsekî di nav wan de dibîne.
Ya rast serkeftina me ya li Garê dijminên me bi awayekî cidî hêjand. Berxwedan û serkeftina li Garê, perspektîfa serkeftinê ya salê derxist.
Armancên dijmin li Garê têk çû
Serkeftina ku li Garê pêk hat dîrokî ye. Ji ber ku dijmin hemu hesabên xwe li ser vê operasyonê kiribû. Dixwest him biryargeha navendî ya giştî û ya YJA-Star’ê îmha bike. Cihekî weke Garê ku pir stratejîk tê naskirin, gelek qadan bi hev re girê dide. Rol û mîsyona wê tê zanîn. Weke Tevgera Azadiyê, li hemberî dagirkeriya dijmin li Heftanînê berxwedanekî pir mezin hat nîşandan. Ger dijmin li Heftanînê encam girtiba, ji xwe dixwest derdora Garê tevahî vala bike, were Metîna û piştî Metîna jî were Zap û bi vê awayê Garê bixe nav çemberê de. Ji xwe destpêkê hesabên wî li Heftanînê bin ket. Gerîlayên azadiyê bi berxwedanekê mezin li wir bersiva pêwist dan hêzên dagirker û darbeyek mezin lê dan. Li hin ciha man, lê jê şûnde nikaribûn pêş de werin.
Hevalan berê jî gotin êdî gerîla derbasî taktîkên nû bûye. Tîmekî dikare bi tena xwe weke artêşekî şer bike. Dikare bi tarzê xwe ew teknîka dijmin ku pir baweriya xwe dide, vala derbixe. Gerîla bi taktîkên xwe yên nû keşîf û balafirên şer vala derdixe. Bi rastî jî Garê îspata vê yekê bû. Li cihekî weke Garê, di derfetên zivistanê de, heval digotin ji dehan zêdetir keşîf li ser qadê bû û ji çil zêdetir teyareyên şer li qadê ye lê rûxmê vê jî hevalan sînge sîng bi dijmin re şer kirin, têkoşîn dan. Wisa vê serkeftinê anîn. Ev pêyamê dide gelê me jî, dijminê me jî. Ev hikumeta AKP’ê ku xwe bi teknîka xwe diwerimîne, xwe serkeftî dibîne ku dixwaze tevgera me tune bike; ev daxwazên van vala derket. Dostê me jî û dijminê jî vana dît.
Ev serkeftinekî me yê pir mezin e. Bi propaganda û şerê taybet digotin ‘dûsed man, qad di destê wan de nema’ têgihekî wisa dida avakirin ku weke tenê Garê maye û piştî Garê jî Qendîl maye, bi giştî jî dûsed sêsed kes mane. Weke ku hema çawa biçe wê dest dêyne ser. Beriya vê di 2008’an de dîsa zivistanê li Zap’ê operasyonek bi vê rengê hat meşandin, dîsa binketin. Îsal jî di heman mehê de, bi heman armancê operasyon hat pêkanîn. Di her operasyonên wî de, rûxmê derfetên zivistanê hêzên gerîla serdikeve. Sedemê vê serkeftinê jî hêza ku gerîla jê digre, felsefe, birdoziya Rêber APO, têkoşîna rêhevalên me yên şehîd bilindkirin û armanca me ya xwe gihandina jiyana azad e.
Li Garê dîrok hat nivîsandin
Ji ber ku gerîila hêza xwe ji armanca xwe ve, bi Serokê xwe ve, bi gelê xwe re, bi hêza xwe ya cewherî re girêdanbûnê digre. Ev bi salan e, me tu caran ji hêza teknîkê bawer nekir. Me bi hêza însan bi xwe bawer kir. Hêza ku însan bi xwe, xwe perwerde bike me ji vê bawer kir. Dema ku rêheval Zîlan çalakî kir, Rêbertî got ‘ne bi tarzê ku tu dawî li jiyana xwe bînî, lê her yek ji we ger ew enejiya ku di însan de heye bi awayekî baş birêxistin bike û xwe li ser hedefê kilît bike wê bikaribe bi qasî artêşekî şer bike û wê dijmin nikaribe li hemberî vê bisekine’. Em tevgerekî wisane ku hêzên me yên fedaî xwedî baweriyekî pir xurt in. Yê/a ku vê nedîtibe dibe ku bawer jî neke. Wê bêje ‘çawa 24 seat 42 teyare li jor bin û bombebaranê bikin, li kêleka vê jî balafirê keşfê heye û keşîf jî heman demê lê dide, di bin van hemuyan de were sînge sîng şer bike, teknîka herî pêşketî bin bixe’. Weke tevgera azadiyê em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin. Em hêza xwe ji Serokê xwe û birdoziya xwe digrin, hêza xwe ji gelê xwe digrin.
Di dîrokê de jî gelek caran hat dîtin û mînakên vê bi awayekî zindî hatin jiyankirin ku gelek caran tenê ji bo bolukekî hevalên me, dijmin bi hezaran leşkerên xwe û teknîka xwe ve derketiye operasyonê. Garê jî bi vê rengê bû. Dijmin rûxmê ewqas teknîka xwe nekarî li hemberî gerîlayên azadiyê armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê madeyên kîmyevî bikar anî. Ger van madeyan bikar neanîban dîsa jî nikaribûn li hemberî wan lehengan şer bikin. Ew leheng û qehremanên Garê, li wê derê dîrok nivîsandin.
Hemu gefên wan ji ber hêrsa binkeftinê ye
Piştî darbeya ku dewleta Tirk li Garê xwar rayedarên wan hîn wêneyan da nîşandan. Weke dewleta Tirk polîtîqayên şerê taybet pir zêde hat meşandin û hîna jî tê meşandin. Ji bo partiya me ya azadiyê weke terorîst bidin qebûlkirin ketin nav hewildanekî de. Ev hemu hêrsa binkeftinê pênase dike. Him wêneyên tevgera azadiyê, him jî wêneyên HDP’ê hat nîşandan. Di nav HDP’ê de jî herî zêde jin hat hedefgirtin. Ew rayedarên wan dema ku diaxifîn û destê wan dicirifî, ya rastî mirov hêrsa wan a binkeftinê ku jiyan dikin pir xweş fêm dike. Ji xwe binkeftinekî kûr jiyankirin. Ji ber vê jî di axiftinên xwe de bi hîn gefan ev binkeftina ku jiyankirine bilevkirin di rastiyê de. Vayê Suleyman Soylu ji bo rêheval Cemal jî gef xwar û got ‘emê parçe parçe bikin’. Ji xwe tu çûbûy wê derê ku parçe bikî. Lê ji ber ku te nekarî tu ewqas bi hêrs bûy û hestê te yê derveyî mirovahiyê ewqas derdikeve pêş. Tarzê wî yê anîna ser ziman bîle faşîzmê ji kûr de nîşan dide. Weke serseriyekî ku nizane çi bike ye.
Îro li Tirkiye hemu ragihandin ketiye bin venêrîna hikumeta AKP’ê û MHP’ê. Evana perwerdeyê şerê taybet dîtine û niha jî li ser civakê didin meşandin. Ger li hemberî tevgera me ya azadiyê operasyonekî leşkerî hebe, mirov dikare bêje ji sed qatê wî zêdetir polîtîqa û operasyonên şerê taybet di meriyetê de ye. Yekî weke Abdullah Ağar heye, yekî weke Îsmaîl Hakkı Pekîn heye ku ew bi xwe îtirafan dikin. Li ser vê esasê sûîqasta Parîs’ê jî ew bi xwe îtîraf kirin. Û li ser vê jî rêya sûîqast û komployan nîşan didin. Dibêjin ‘divê em sûîqastan pêk bînin’. Ger li Kobanê jinên pêşeng hatin hedefgirtin, dîsa dû jinên pêşeng ên Ereb hatin hedefgirtin û şehîd xistin ev hemu ji xwe karê ku ew dikin e, perspektîfa wan e. Ji xwe li hemberî serkeftinên jin û gelê Kurd û civakên azadîxwaz, bi taybetî li hemberî jinên pêşeng sûîqastan pêk tînin, lê êdî bixwe îtiraf dikin.
Pêngava me ya Dem Dema Azadiyê Ye, heya serkeftinê wê berdewam bike
Serkeftina Garê êdî dawiya hikumeta AKP’ê MHP’ê jî nêztir kir. Li çar aliyê Kurdistan û cîhanê xwedî derketinek pir mezin a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ heye. Felsefe, birdozî û paradîgmaya Rêber APO her ku diçe gerdûnî dibe. Ev pêngav jî heya serkeftinê wê berdewam bike. Serkeftina Garê jî hişt ku hîn bêhtir em nêzî azadiya Serokatî bibin û azadiya Serokatî mîsoger bikin.
Ev sal jî em nêzî 8’ê Adarê dibin. Her bihar dibe sedem ku em têkoşîna xwe geştir bikin. Weke jin weke gel û ciwan divê em her tim li ser lingan bin. Divê em ji her demê hîn zêdetir xwe birêxistin bikin. Dijminê me di pêvajoya hêjandinê de ye. Ger em hemu bibin yek dest emê bikaribin dehfekî lêdin û hilweşînin. Bi vê awayê emê bikaribin statuya Kurdistana azad mîsoger bikin.
Berxwedan û serkeftina Garê perspektîfa me ya salê da. Ev yek bê nîqaş e û şênber e. Weke gel, weke jin û weke tevgera azadiyê divê em bi yek destî ji 8’ê Adar’ê destpê bikin û di Newrozê de têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Rewşen Mardîn