Tam di wê kêliya xeteriya ez heya dolê de bişemitin de Metîn xwe gihandibû min û min ber bi jor ve qaş kiribû. Me di dawiyê de xwe gihandibû serê qaşê û xwe gihand gel hevalên xwe. Me kêmek bêhna xwe veda û em cardin ketin rê.
Heya ber bi êvarê em meşiyabûn û gihêştibûn cihekî di nava dar û daristanan de. Me navberek din da. Min encax wî demî çente ji pişta xwe danî û kontrol kir ka ew deng çima derdiket. Hemû heval jî runiştîbûn û min devê çente vekir.
Min dît ku parçe li çentê min ketine, çune tebaxan parçe kirin e û firandiye hundirê çaydanê li pişta min e. Parçeyek ketibû hundirê çaydanê li pişt min û her dema ez dimeşiyam deng derdixist. Ez ji vê manzara yê pir bi bandor bûbûm. Tebax û çaydanê ku min ewqasî parastîbûn û nehiştîbu di destê dijmin de bimîne kûn û hûr bûbûn. Û heman demî min famkir ku ne ji wî çaydanî ba yê bi îhtîmalekî mezin ew parçe li min ketibana.
Dema hevalan jî vê rewşê dîtin henekên xwe kirin û gotin; “Heval Niştîman, te xwe di basqina destpêkê de fedayî çaydanê kiriye, te fedekariyek mezin kir û çaydan parastî ma. Te nehiştiye bikeve destê dijmin, ji ber wê vêcarê çaydan xwe ji bo te feda kiriye, wê te xilas kirî ye.” Bi rastî jî hinek wiha jî bûbû.
Dema em ketibûn kemîna kobrayê ew parçe li çaydan ketîbûn û nehiştîbu bigihêje bedena min. Dema min ev rastî dît û famkir ez jî şaş mabûm. Çaydan û tebaxan weke kalkanek li pişta min rolê xwe lîstibûn. Li ser vê bûyerê heya demekê jî hevalan henek dikir û digotin; “Li ber çaydana xwe nekeve. Te wê xilaskir. Vêcarê çaydan xwe fedayî te kir, te xilaskir. Rabe û rune, dua li çaydanê xwe bike.” Heya hevalan digot; “Piştî vê buyerê ez şûna te bim ezê her bibim lojîstîkçî.” Bi rastî jî min ji erka lojîstîkçitiyê jî hesnedikir. Min digot ezê erzak rakim, her tiştî rakim lê naxwazim bibim lojîstîkçî. Ji ber tû divê her carê çentê xwe vekî, tişta derxî û li gel vê yekê jî divê tû her tim çentê xwe komkirî bigrî. Ji ber ku ji bo pêwistiyên rojane mecbûr dimayî tiştan derbixî û xwarin û vexwarin bi wan bê pêşwazî kirin. Vê yekê jî dikir ku çentê te hertim hinek berbelav bibe. Ji ber zehmetiya vê rewşê min nedixwest bibim lojîstîkçî. Min her digot, “Ezê dest ji erkê lojîstîkê berdim.” Hevalan jî vê yekê dizanî û ji ber wê her car digotin ku hevalan ji bo ku erkê kalkan bileyîzin çaydan û lalikan bi zanebûn dane gel min û pêde diçûn “Em bûna, me dest ji lojîstîkçitiyê berne dida.” Lê piştre min baştir famkir ku hevalan ji bo başiya min vêna dikir. Ez nûbûm û barê herî sivik yê lojîstîkçiyan bû. Tê bîra min wê demî heya payîzê jî ez her lojîstîkçiyê mangê bûm. Piştî wê jî dema heval çaydan û lalikên nû anîn jî dan gel min û her li ser pişta min bûn. Min qedrê wan tiştên lojîstîkê digirt û wan jî wiha di wê bûyerê de qedrê min girtîbû. Çaydanê min wî demî wiha min xilaskirîbû. Min xwest bi kûrtî behsa wê bîranîna xwe jî ji were bikim.
Mesela me ya wî nanî jî ti demî ji bîra min naçe. Ew nan ketîbû destê wan û pir antî-propaganda kiribûn. Ji xwe me nanê xwe hemû xwaribû. Tiştek jî li me nehate, em pê nexweş jî neketin. Em tendurîst bûn, tendûrîst man û heya niha jî tenduristin. Demekî mirov mecbur bimîne dikare xwelî jî bixe nav hevîrê xwe û xwe pê xilas bike. Lê wana propaganda ya ku ‘ew ji heriyê nan dixwun’ kirîbû. Pir li ser axivîbûn. Lê vêna ji bîr kiribûn; Em gerîlabûn, vîna me ji pola bû. Ne xwarin, ne vexwarin ji me re pirsgirêk nedibû. Me di encamê de nanê xwe jî xwar, me hem operasyona wan, hem propaxandayên wan vala derxistibû. Li ser vê bingehê propaganda ya wan li ser nan jî bi vala derxistina operasyona wan re bê encam mabû. Lê niha dixwazim cardin vegerim operasyonê.
Me dît ku operasyon pir yoxun didome. Me cihê ku em lêbûn cardin guhart. Hevalan tepecî şandin girê li jora me. Dijmin zêde xwe ne da wî milê em çûbûn. Di operasyona yekem de hevalan gelek çalakî kirin û darbeyek xûrt li dijmin xistibûn. Li gelek cihan hevalan çalakî li ser dijmin pêkanîbûn. Li Besta bi giştî jî qederek çalakî li ser hêzên dijmin pêkhatîbû. Dijmin carekê de hem basqin hem pir zêde erîşên hewayî pêkdianî. Teknîk pir şixulandîbûn. Hevalên me ku li ser pirê şehîd ketibûn hebûn. 2-3 heval bûn ku di wê pusuya wan de şehîd ketibûn. Hevalên birîndar jî bûbûn xwe gihandîbûn gel me.
Em bi çend rojan li wî cihê me navberek dabû man. Ew operasyon bo demekê bû, asil operasyona mezin yê piştî wê pêkhatiba. Ya rastî ew operasyona destpêkirî taktîkek bû. Xwe paşde kişandin û cardin operasyonek berfirehtir dabûn destpêkirin. Di wê operasyonê de berxwedaniyek mezin hate nîşandan û darbeyên giran li dijmin hate xistin. Armanca dijmin biryargehê bi temamî tine kirin bû. Biryargeha eyaleta Botan ya YAJK kirîbû hedefa xwe. Hevalan êvarê agahî girtîbû û wek tedbîr hemû heval belav kirîbûn. Di vê navberê de dema Rêbertî bi qadê re peywendî dideynî jî perspektîf dabû, hinek hişyarî kiribû û xwestîbû heval xwe ji bo operasyonên biharê re amade bikin. Amadekariyek hatibû kirin û dema agahiyên operasyonê gihêştin heman êvarê hemû hêz kete nava liv û tevgerê. Em jî koma dawî bûn ku li wir mabûn. Me jî amadekariyên xwe dikir da ku rêbikevin. Bi derketina me ji wê qadê re dijmin operasyonek berfireh dabû destpêkirin. Ez dikarim bêjim ku ew operasyona biharê ya sala 1997’an derketî bi wî awayî, bi saya pêşdîtin û tedbîr girtinên hevalan hate vale derxistin. Ji ber ku operasyona wan vala derketibû, taktîk kirin. Xwe paşde kişandin û piştre hêj berfirehtir operasyona dûyemîn dan destpêkirin.
Dema Murad Operasyona ya duyemîn derket meha Nîsanê bû, ger ne şaşbûm 11’yî Nîsanê bû. Operasyona destpêkê li derdorê ava Hêzîl’ê pêkanîbûn. Di operasyona dûyemîn de giştî herêma Besta, Deriyê Kaçê jî nav de hemû dol û kontar dabûn li ber xwe. Dixwestin darbeyek mezin li me bidin. Gotibûn “Armanca me wana li Botanê tine kirin e”. Wê çaxê Şemdîn Sakik teslîm bûbû û îxanet kirîbû. Wî ji wana re gotîbû; “Heger hûn dixwazin Apo li Şamê bêbandor bikin û tine bikin divê hûn di serî de Botanê tine bikin, fermandariya Botanê û hêza wê hemû tine bikin. Bi darbeyek wiha mezin ya li dijî PKK re pêkbînin piştre operasyonek li ser Apo jî hûn dikarin pêkbînin.” Armanca wan hinek jî ev bû.
Operasyona wan li milê Amedê jî destpêkirîbû, lê ya herî dijwar li Botanê dihate meşandin. Weke yêkîne em li pir cihan geriyabûn. Operasyona dûyem hêj nû destpê kirîbû. Em û yekîneya dawî ji qadê derketibûn. Tê bîra min ku gelek hevalên din jî hebûn. Lê me dizanî hemû ji herêmê derketin e û tinê em mane. Me dixwest operasyonê vala derxin û bo wê em gelek bi tevger jî bûn. Me nedizanî ku heval Cemal, heval Zelal jî têde gelek heval li qadê mane.
Li navsera çiyayê Herekolê berf tam neheliyabû. Komek heval, 5 yan 6 hevalbûn, dema operasyon derketîbu ji qada serokatî hatibûn herêmê û yê derbasî qadên din bibûna. Ev heval jî di yekîneya me de cîh digirtin. Cihê em gihêştibûn eraziyekî gelek nexweş bû. Cihek tijî qaş û xîz bû. Lê pêwîst bû em biçuna wî milî. Ji xwe dijmin tevahî Besta dabû berxwe û operasyona xwe didomand…
Nîştiman Sorxwîn