Me xwe li binya Pîroz li avê dabû û derbas kirîbû. Em demek din jî meşiyan û me navberek din da. Heval li benda yên ku ne bi mere bûn diman. Yên çûbûn keşfê hêjan negihêştibûn me. Hevalan her car bi cîhazê hewildidan xwe bigihînin wan û rê nîşanî wan bidin da ku bigihêjin gel me. Lê dijmin jî cîhazan bikardianî û dişopand. Em piştre hînbûn ku dema ew hevalên ji me qutbibûn vedigeriyan ketîbûn kemîna leşkeran. Leşkerên dagirker koma hevalan li ser pirekê xistibûn kemînê û heval şehîd ketibûn. Heval Fîraz jî di nav wan hevalan de bû. Lê me vê rewşê nedizanî û weke yekîne em heya siharê jî li benda wana man, bi hêviya ku derbikevin û bigihêjin gel me. Me piştî em demek dirêj li benda wan hevalan mabûn berê xwe da palekê û çend rojî din. Em li wir jî li benda wan rêhevalên xwe sekinîn.
Di vê navberê de dijmin bi operasyonê giranî dabû herêma Hêzîl û derdorê wê. Operasyonê bi rojan berdewam kir.
Piştî çend rojan meyê cihê em lê bûn guhartiba û derketibana. Weke erdnîgarî Besta hemû dol e, xîze, daristanin, sirtin, yanî hinek jî araziya wê têra xwe tevlîhev e. Hinek dol pir kûrin, hinek cihên xîs hene derbaskirina wê pir zehmet e. Em jî li cihekê disekinîn. Me got emê xwe bidin palên li jortirî xwe. Em di rêde bûn ku me carekê dît ku kobrayek li ser me re derbas bû.
Li gelek cihan yên derdora cihê em lê bûn, operasyon berdewam dikir. Dijmin gelek sirtik û gir girtibûn, leşkerên xwe daxistibûn. Me dixwest xwe ji wê qadê dûr bixin. Emê çûbûna milê Herekolê. Kobra jî pir nizmî digeriyan. Piranî heval pêşde çûbûn, hinek dûr jî ketibûn.
Mizgîn hebû ku ji Efrînê bû û di yekîne ya me de bû. Dema kobra bi nizmî li ser me geriya li jora me di nav xîzê de hinek teht hebûn, weke balqonan lê hatibû. Ava biharê li ser wan balkonan diherikî û weke şelaleyên avê şikil didayê. Di kêliya ku kobra derbas bû de hinek heval xwe xistin dar û şikêran. Em çend heval bûn ku bi mesafelî pêşde diçûn.
Me jî, çawa kobra hat û bi banga hevalan ya “xwe bavêjin erdê” re tevgeriyan û me xwe avête erdê. Ne şaşbim, ew Mizgîn li jêra min bû. Li jêrtirî me jî çend heval hebûn ku xwe avêtibûn bi erdê. Hevalên din jî pir li pêşiya me de bûn, derbas bûbûn û çûbûn. Kobra dest bi lêdanê kir. Bi qederekê li derdorê me jî dan. Komek hevalên me xwe xilas kiribûn lê dijmin dîmenê me girtibû. Cihê em lê mabûn cihekî dûz bu, duzluk bû. Ji wan dera re dibêjin ‘Best’. Li cihên best e de xîz tinê heye, ne kevir ne dar nîn e. Kobrayê qederekê lê da û piştre dûrket û çû.
Hatîce ya ku fermandara me bû jî li wir bû. Li cihên rizde de, li ber xîzê çend heval sekinî hebûn. Hatîce ber bi me ve qîr kir û got; “zû bikin, werin beriya kobra cardin were.” Em jî bi lez ber bi wê ve çûn. Dema bi lez ez diçum min dengekî xirexir, dengê teqereq ji çentê xwe bihîst. Min jî destpêkê fam nekir ku ew çi teqereq e. Ji xwe min meyze jî nekir. Min got herhal di çentê min de tiştên li hev dikevin hene. Min got qey kevçiyek ketiye nav çaydan û wî dengî derdixe. Lê piştre hîn bibin ku ji ber ku kobrayê pir li nêzî me dabû parçeyek li çentê min ketibu.
Heya hevalên pêşde çûbûn digot qey em şehîd ketine. Lê belê parçe li me bi xwe neketibû. Kobra pir zêde li derdorê me xistibûn û me texmîn dikir ku li çenteyê me, cilên me jî parçe ketibin.
Hevalan ber bi me ve bi navê me bang dikirin. Me reya xwe berdewam kir. Ew teqereq her ji çente hat û hevalan vêcar ji min pirs kirin ku ew çi teqereqe ji çentê min tê. Di wê xirecirê de rewşa çente ketîbû çi halî ne di bala min de, ne jî ya hevalan de bû.
Me xwe ji cihê ku dijmin li me dabû derxist û ji wir berda. Kobra vêcar nehatibû. Lê me dizanî ku dijmin li beramberî me, li wan sirtan leşker daxistibû. Me hemû hevalan xwe li wê xîzê dabûn. Xîzekî gelekî nexweş bû.
Cihên dijmin girtî hemû li wê xîzê dinêriya. Xîzekî pir rût bû. Ez jî di cihên xîz de heya wî demî nemeşiyabûm, ezmûna min ya derbaskirina cihên bi xîz e nînbû. Hevalên din çun û derbas bûn. Di perwerdeya şervanên nû de carna me li cihên xîz bû dida. Wî demî jî gelek zehmet ji min re dihat. Min rêbazê di nav xîzê de meşê nedizanî. Me xwe bernedida, me berê xwe dabû jor. Heger xwe berdan ba, hêsan dibû, lê heger hilkişandin e, ev yek gelek zehmettir e.
Hemû heval çûn, piştre gihêştin daristanekê. Ez di dawiyê de mabûm. Her gava min diavêt nav xîzê re ew kevirên diketin bin pêlava min lingê min paşde dixişikand. Ez metreyek pêşde çubama, min dû metre jî paşde vedigerand.
Dijmin araziya beramberî me hemû girtibû. Mermî wek baranê dibariya. Destê hevalan li ser dilê wan, çavên wan li reya min bû. Heval ditirsiyan ku dijmin min suîqest bike. Bi tiliyên destê xwe bi zor û zehmetî min hewil dida pêşde biçim û dawiyê gihêştim heya cihekê lê di wê kêliyê de min hîs kir yê cardin xîza di bin lingê min de bişemite. Cihekî gelekî hesas bû û ezê heya dolê jî çûbûma. Wî demî jî ne mûmkûn bû ku xwe vêcarê bigihînim hevalên xwe. Dijminê xwe gihandiba cihê min û rewşê yê bo min gelekî nebaş bûya.
Tam di wê kêliya ku min got ezê bixişikim min dît ku Metîn derket. Ew pir bi quwet bû û bi şerkeriya xwe dihate nasîn. Di pêvajoya tasfiyekaran de li Heftanînê di yekîneya wî de pirsgirêk derketîbûn û serokatî wî ji erk girtîbû. Bê erk bû. Ji ber ku ez herî dawî mabûm, li benda min mabû.
Carekê de min dît ku kesekê ji nişka ve destê min girt, min ber bi jor ve bi kaş kir û kişand. Wiha diyar bû ku ew jî tam li benda min bû. Tam di kêliya ezê bişemitim xwe gihande min û nehişt…
Sorxwîn Niştîman