Em di nava çîvçîva gûleyan de mabûn. Leşkerên dijmin bi her cûre çekên di destê xwe de erîş kiribûn û gûleyên wan li derdorê me, li ber lingên me diketin. Carekê de hat bîra min ku divê tiştên xwe bixim nava çente û ez jî baz bidim. Min tiştên xwe hima bi lez û bez bi awayekî qeba xistîbû nava çente. Lê hemû tişt nediketê.
Ez negihêştim çaydan jî tê de bicîh bikim. Min firax xistibûn çente, dabû pişta xwe. Çaydanê ku min ji ser agir girtî bû ava wê rijandibû ser agir, ji qulpê wê girtîbû û min jî dest bi ber gir ve bazdanê kirîbû.
Min dît ku heval Sosin Efrîn jî di rêde bû, ew biksîcî bû. Hevalek ku fizîka wê hinek lewaz bû ku ew jî wekî min direng mabû. Lê li pişt me jî hêjan 2-3 heval mabûn, hevalên din hemû xwe ji cihê erîşê dûr xistîbun. Cilên li min zer bûn. Ez ji qada Kelareşê hatibûm qadê ku li wir cilên zer ji hevalan re dihate dayîn.
Çaydanê ku gelek mezin û reş bû di destê min de mabû. Teniya wê her li cilên min yên zer diket. Herdû aliyê şalê min ji teniya çaydan reş bûbûn.
Em jî baz didin, dixwazin xwe bigihînin hevalên din û mermî wek baranê li ser serê me dibare.
Me xwe dida palê çiya. Min dît ku heval Sosin meşê de zehmetî dikşîne. Me alikariya hevdû kir. Ew xwedî ezmûn jî bû. Bi zor û zehmetî me reya xwe doman. Heval Sosin wî demî ji min re got “zîkzakî bireve”. Ji xwe di perwerda şervanên nû de jî wiha dihate gotin, ihtîmala mermî li mirov bikeve kêm dike. Ew terzê tevgerê hêj ji perwerda me di bîra min de jî mabû. Heval Sosin jî heman tişt ji min re gotibû.
Min hinek gûleyên bîksî jê girtin û kir nava destê xwe. Barê Heval Sosin siviktir bûbû û me cardin baz da ber bi qaşê ve.
Di destek min de çaydan, yê din de tûrikê gûleyên (mermî) Biksî hebû. Me rev bi rev xwe gihande sirtê li pêşiya me. Heval Sosin jî gihêşt gel min. Dît ku zehmetî dikşînim, gûleyên xwe cardin ji min girt û me rêya xwe berdewam kir. Hevalên çubun keşfê jî dema dîtin ku me basqin xwariye vegeriyabûn gel me. Ne şaşbim heval Sîpan bû, ji Başûrê welêt beşdar bûbû. Hevalek hinek girs, dirêj û zeîf bû. Wî xwe gihande gel me. Min dizanî ku çentê xwe neanîbû. Ji xwe piştre çente ketibû destê dijmin û antî propaxandaya wî nanî jî pir zêde kiribûn. Nanê hinek xwelî di nav çentê hevalên çûbûn keşfê de hebûn û çende ketin destê dijmin. Çentê wan li cihê xwe hiştîbûn dema çubun keşfê, me hevalan jî dema erîş destpêkir çentê wan nedîtîbû da ku bi xwe re bibin. Hevalan dizanîbû ew bi çentên xwe ve çûne keşfê bikin.
Dema carekê de dijmin basqin kir xwe ji cihê keşfê berdabûn. Ji heval Sîpan yê ku gihêşte gel me re min got; “Heval Sîpan, ka çaydanê bi çentê min ve girê bide.” Wî jî got; “Heval, dest ji çaydan berde, bireve, em bisekinin em herdû jî wê şehîd bikevin.”
Min kir nekir, da ku bikarim xweş birevim jê xwest çaydanê bi çentê min ve girê bide. Wî jî got “na tinê bireve, tişt nabe, nesekine. Ez çentê te re bi girêdana wê re mijul bibim em herdû jî yê mermî bixwin.” Dema min dît daxwaza min pêknayne me reva xwe domand. Em çun gihêştin sirtê, me xwe ji sirtê berda aliyê din. Heya wî demî barana gûleyan di bin qîrkirina wan ya “Teslîm bibin” re bê navber berdewam kiribû.
Piştî me xwe berda aliyê din yê sirtê ku em ber bi wê ve bazdidin min dît ku ez û heval Sosin di dawiyê de mane. Hevalên yekîneyê jî li gel daran li benda me mabûn. Wan hevalan xwe ji basqinê xilaskirîbûn û gihandibûn sirtekî din li pêşiya me. Aliyê baş yê Besta jî pir zêdebûna dolik û sirtên erdnîgariya wê bûn.
Dema çavê hevalan li min ket hem pir keyfxweş hem jî matmayî mabûn
Çawa ku çavê hevalan li min ket pir keyfxweş bûbûn. Ji ber ku hizirîbûn ku ezê teqez nefilitim, şehîd bikevim. Hem keyfxweşî hem şaşmayîna wan carekê de zêde bûbû. Pirqîniyek li wan ket. Kenekî ji dil di nav hemû hevalan de belav bûbû. Dema min dîtin henek kirin, keniyan û digotin; “Helal be ji tere, te çaydanê xwe di destê dijmin de nehiştiye. Pir başe, te reşo jî xilas kiriye.”
Wek tê zanîn di nava gerîla de ji çaydan re reşo tê gotin. Min çaydan di herdû destan de jî gerandibû û herdû aliyên şalê min di nav teniyê de mabû. Ew dîmenê min ji wan hevalan re rûkeniyek mezin bi xwe re anîbû.
Ji xwe dijmin jî dema tişt diketin destê wan dikirin malzemeyê antî propaxanda yê. Bêguman tiştên li ser te zimetkirî bikeve destê dijmin jî mijara rexne xwarin û rexnedayinê bu jî. Hevalan weke ku çeka te ketibe dest behsê dikirin. Ji ber wê jî manzarayekî gelek balkêş û şirîn derketibû holê.
Hevalan henekî digot, “Başe, te şervana xwe jî xilas kiriye”, yan jî “Başe, te reşo di destê dijmin de nehiştiye” û henekî nêzdibûn.
Ji xwe di vê navberê de ez çawa gihêştibûm gel hevalên xwe min çaydan xweşik xistibû di nava çentê xwe. Fermandara yekeya me Saadet Goyî bû. Ew hat gel min, çentê min girêda. Hevalan jî xwe komî serhev kirin. Hemû hevalên çûbûn keşfê negihêştibûn gel me. Ji wan tinê heval Sîpan gihêştibû gel me. 3-4 hevalên din negihêştibun. Ji me qut bubun.
Heval Fîraz ji Efrînê bû. Sala 1997’an ve tevlî tekoşîna azadiyê bûbû. Hevalek zîrek bû, xwe pêşxistîbû. Di aliyê çand û huner de jî xwedî reng û dewlemendiyek cûda bû. Şano û sikecan çêdikir, bûbû çavkaniya moralê ji bo me hemûyan. Her kêliyê de ji bo me bûbû moral. İnsanekî gelekî bi nirx bû. Heval Fîraz tê bîra min, di gruba keşfê de cih girtîbû. Hevalên din yên gruba keşfê de cih digirt mixabin nehatin bîra min. Ez dizanim wî demî ew heval, heval Fîraz şehîd ketibû. Lê di derheqê rewşa hevalên din de agahiyên me jî nînbû.
Me xwe komî ser hevkir û em cardin ketine rê. Me xwe ji qada me basqin xwaribû dûr xistibû. Me çend sirtên din jî derbas kirîbû û piştre agir dadabû. Me nanê xwe yê ji xwelî derxistibû, çay kelandibû. Mixabin, wî demî yekîneyên Botanê yên bi tevger hinek quralsizî dikirin. Piştî çay kelî, me nanê xwe û runê hişk lê dabû û xwarina xwe xwaribû. Ew nan di wê operasyonê qederekê kêrî me hatibû.
Piştî hevalan xwarina xwe xwarin em di nav daran de sekinîn heya bû êvar. Piştre me cihê xwe guhart û xwe da sirtekî din. Operasyona Murad jî demekî dirêj berdewam kir…
Nîştiman Sorxwîn