Li Besta Operasyona Murad Û Berxwedana Dîrokî-1
Sala 1998’an bû. Li herêma Botanê operasyonek mezin rû da. Navê Murad li operasyona xwe kiribûn. Operasyon li herêma Besta destpêkirîbû. Ez dixwazim bi qasî tê bîra min behsa pêşketin û berxwedaniya bêhempa dema wê operasyonê de pêkhatî ji were bikim. Ezê behsa şehadetên ku çêbubum jî bikim. Ezê hewil bidim fedekarî û qehremaniya hevalan ya ku wî demî nîşandayî jî baş vebêjim.
Em li milê Geliyê Hêzîl’ê bûn. Derdorê roja 8’ê Adarê bû. Em taburekî bi tevgerî bun. Tabura me ji dû yekîneyan ava bûbû. Yekîneya me ji hevalên jin, ya din jî ji hevalên xort ava bûbû. Heval Şevîn Dêrîk fermandara yêkîneya me bû.
Biryargeha YAJK’ê konferansa xwe beriya demek nêz pêkanîbu û biryargehekî YAJK nû li Besta’yê hatibû saz kirin. Biryargeha eyaleta Botan jî wî demî li herêma Besta yê dima. Em jî li lutkeya girekî bilind bicîh bûbûn. Wê zivistanê perwerda taktîk jî dihate dîtin û hêjmara hevalên kombuyî li wê herêmê gelek zêde bûbû.
Sala 1997’an sala fînalê hatîbû îlan kirin û dijmin jî li beramberî vê ketibu nava liv û tevgerekî pir zêde. Li gelek herêman teknîka xwe, îstixbarata xwe di asta herî jor de bikar dianîn. Gelek operasyonan di pêşengtiya cerdevanan de pêşdixistin, gund dihatin vala kirin. Dijmin êrîşên xwe pir zêde kirîbun. Li hemberî van êrîşan rêxistinê jî bi taybet li Botanê di asta teknîk, taktîk de giranî dabû perwerdeyê. Gelek plansazî û vesaziyên nû hatîbûn derxistin. Ji xwe Rêbertî jî gelek heval ji qada lê bû şandîbû Botanê. Li ser cîhazê jî gelek caran Rêbertî bi yapî û fermandariya qadê re diaxivî, nêzde eleqedar dibû. Wî demî jî Rêbertî kedekî pir mezin dida da ku yapiya fermande û şervan ji bo pêvajoyê amade bibin û bikarin bibin bersiv.
Li Besta arazî jî hinek zû vebûbû, heya astekê berf heliyabû. Hevalan jî dixwestin di demek zutirîn de bikevin nava tevgerê. Tinê li hinek navseran kêmek keviyên berfê mabûn. Lê giraniya araziya Besta yê vebûbû. Lê belê ji bo bişkivîna daran hêja gelek mabû.
Konferans pêkhatibûn û 8’ê Adarê jî nêz dibu. Serok Apo jî wan rojan “Bîrdoziya Rizgariya Jin” îlan kirîbû û dixwest wê salê, ango sala 1998’an bi hevalên jin re jî li ser cîhazê biaxive û li ser bîrdoziya Rizgariya Jin nirxandinên xwe bike, fermî îlan bike.
Amadekariyên moralê jî di pêşengtiya hevalên jin de hatibun kirin. Me hemû endamên yêkîneya Şehîd Şevîn di xebatên moralê de cihê xwe girtîbû. Min jî têde cih digirt, hem di koro û hem jî di tîyatroyê de ez jî hebûm. Wê salê kelecanekî pir mezin hebû. Bo min jî pratîka yekem bû. Ez salek beriya wê, sala 1997’an tevlî tekoşînê bûbûm. Ez jî pir bi kelecanî bûm. Weke gerîlayek di yekîneyê de pratîka min ya yekem bu. Hevalên ji konferansa YAJK vegeriyabûn coş û kelecana me gelek bilindtir kirîbûn.
Li lutkeyên Besta coşa 8’ê Adarê
Roja 8’ê Adarê em hemû hêz kombubûn û em ber bi herêma Hêzîl ve çûbûn. Me yê li wir pîrozbahî pêkanîba. Hêjmara me gelek zêde bû. Hevalên piştî konferans xilas bûbû jî nekarîbûn biçin qadên xwe, li wir mabûn. Fermandariyên eyaletê jî li wir amade bûn. Heval Cemal û heval Zelal Mêrdîn jî li wir bûn. Heval Piling yê Kiçî jî ji qada Rêbertî hatîbû wê herêmê. Piştre vesaziya wî çêbûbû û yê derbasî herêma Garzanê bibûya. Heval Erdal, heval Kasim, heval Mehmet Goyî, heval Huseyîn û gelek hevalên din têne bîra min ku wî demî li wê herêma me bûn.
Cardin, hevalên me yên kevin yên ji fermandariya Botanê weke heval Reşîd Serdar, heval Masîro û heval Sedat jî mewcud bûn.
Ji hevalên jin jî, fermandara boluka me heval Delal hebû. Lê ez bêjim ku ne heval Delal Amed bû, hevalekî din bû. Cardin heval Agirî, heval Cîhan Goyî, heval Şevîn, heval Rojîn Gewda û Dîcle Efrîn, heval Netewî, heval Medya Çavşîn, heval Leyla Amed û gelek hevalên din jî li wir bûn. Ev hemû heval di dema moral pêkhat jî di şahiyê de amade bibûn.
Wê rojê beriya şahî destpêbike Rêbertî bi cîhaza mezin peywendî bi qadê re danî û hinek niqaş meşand, perspektîfek berfireh da. Rêbertî li ser 8’ê Adarê, li ser rol û mîsyona jin di nav şoreşê de axivî, cardin bi hinek ji wan hevalan re jî axivî. Heval Delal, heval Agirî, heval Şevîn û heval Cîhan jî di nav wan hevalên ku bi Rêbertî re zindî axivîbûn û diyalog kirîbûn de ne. Bi gelek hevalên ji qada Rêbertî mabûn û nemabûn re Rêbertî peywendî danî û perspektîfên berfireh da. Piştre jî moral pêkhat.
Dîtina ewil ya xalê min, heval Piling
Di esna moralê de tê bîra min balafirên şer pir digeriyan. Carna gelek nizim jî digeriyan.
Me texmîn dikir ku yê operasyonekê pêk bînin. Ji xwe me jî amadekariyên xwe dikir. Me di vê navberê de morala xwe pêkanî, govend hate gerandin û dawiyê hinek vesazî hatin eşkere kirin. Yoxuntiyek pir zêde hebû.
Li aliyê din yê avê pirek hebû dihat aliyê me. Li aliyê din yê avê hevalên xort, heval Cemal û mêvanên li qadê diman. Em hevalên jin dihatin aliyê din yê avê.
Hînek heval li pêşiya min ji cihê moralê gihêştîbûn qampê. Ez hinek direng gihêştim cihê ji avê derbas bibim. Min carekê de qelebalixiya hevalan ya li aliyê beramber dît û ferq kir ku gazî min dikin. Hevalan bang dikirin û digotin; “Heval Niştîman were, zû were.” Min digot qey hima ji ber xwe ve henekî bang dikin û dixwazin ez zû biçim gel wan. Min jî vêcar ecele nekir. Ez dawiyê gihêştim gel wan û min dît ku heval Şevîn yêkser hate gel min û got; “Derbasî aliyê din bibe. Li biryargehê Heval Piling heye, xalê te ye, dixwaze te bibîne.”
Min hizirî ku qey henekên xwe li min dikin, ji ber min dizanî ku xalê min di nav tekoşînê de nînin. Raste xalek min berê di nav tekoşînê de hebû lê min dizanî ku şehîd ketiye. Navê wî xalê min yê malê jî Korkmaz bû. Heya min dizanî ku li Gabarê şehîd ketiye. Min van agahiyan tevahî di demek nêz de bihîstibû.
Hevalê ku behs dikirin jî, heval Piling ji malxalanên min bûn. Ew ji Cizîrê bûn. Dayîka min behsa wan dikir, lê min nedîtibû û min tinê navê wî yê malê dizanîbû. Min nedizanî ku di nav tekoşînê de navê xwe kiriye Piling jî, yan di fermandariya giştî de cihê xwe digre, nagre jî min nedizanî.
Heval Piling endamê Konseya Leşkerî bû, pir kevin de tevlî tekoşînê bûbû û cara yekê me yê hevdû rû bi rû dîtiba. Ez dema hatime dinyayê ew jî tevlî tekoşînê bûbû. Malbata wan li Cizîrê diman û malbata min jî zû bi zû nediçu Cizîrê. Tinê dayîka min behs dikir û me dizanî ew jî şehîd ketiye. Min got “Hûn henekan dikin. Ez naçim”. Lê piştî israra hevalan, ji bo xatirê hevalan ez çûm hevalê ku dixwaze min bibîne binasim.
Ez reya hatibûm de paşde zivirîm. Çum ber manga heval Cemal wan. Li wir heval derketîbûn derve, xwe dabûn ber tavê. Heval Kasim, heval Erdal û Apê Hûs li ber derî di rêzê de runiştîbûn. Heval Cemal jî li wir bû. Dema gihêştim gel wan carekê de hemû heval rabûn ser xwe û silav dan min. Dema gihêştim gel heval Piling jî min dît ku gelekî bi germî silav da min, min kişand ber xwe ve û hembêz kir. Piştre em hinek runiştin.
Heval Piling ji min pirsî “Qey te min nasnekir?”
Min jî got; “Na wille, min te nasnekir. Nizanim hûn kîne.”
Got; “Ma tû xalê xwe jî nas nakî?”
Min jê re got, “Xalê min hebû, navê wî Korkmaz bû, şehîd ketiye. Ez wî nasdikim. Dema min wî dîtibû jî ez zarok bûm.”
Û sohbeta me dirêj kir.
Piştre heval Piling xwe li min da naskirin. Navê min û ya xwuşka min ya mezin pey hev got û pirsî ku ez kîjan ji wana me. Min navê xwe got.
Got; “Ez ji zûde tevlîbûme. Dema tevlî bûm tu hebû yan hêj nehatîbû dinê nizanim. Lê belê li Cizîrê kes nizane ku ez saxim. Ew dizanin ku ez şehîd ketîme. Min jî agahî neşand.”
Heval Piling hinek din behsa xwe kir, kengê tevlî bûye, li kûderê maye, malbata min çawa nas dike jî têde gelek tişt vegot. Piştre jî ji min xwest fam bike ka malbata min welatparêze yan na. Ji ber ku malbata me ew demek dirêj bû çûbû Wanê.
Bi kûrbuna sohbetê re sohbet germ dibû û me hevdû baştir nasdikir.
Heval Piling ku ji malxalanên me bûn, malbata min ya teng û berfireh xweş nas dikir. Got ku ew dibe xalê min û hebe pêwîstiyek xwest jêre bibêjim. Min jî mereq kir ku çawa min naskir û jê pirsî. Heval Piling jî wiha got; “Em Botanî piranî hevdû nas dikin. Dema hevalek nû jî tê em mereq dikin, pirsdikin û hîn dibin. Hêj dema tû tiyatro de bû min pirskiriye. Hevalan jî got ku ji Cizîrê yî lê tû ji Wanê tevlî bûyî. Min zêdetir mereq kir û ji heval Cemal wana pirs kir.”
Heval Cemal wan jî jêre gundê min û malbata min dibêjin. Dema tê gotin xalê wê Korkmaz jî li Gabarê şehîd ketiye wî demî dibêje “Temam e, ev ew e.” Heval Piling û heval Korkmaz bi hevre zarokatiya xwe derbas kirîbûn.
Min jî heval Piling Kiçî beriya biçe Garzanê bi wî awayî naskir û bîranînên wî yên rengîn guhdarî kir.
Demek li Botanê, li Zozanên Çatakê, dema em ji Besta çûn eyaleta Wanê jî me li ser rê carekî din hevdû dît. Ew jî derbasî Garzanê dibû. Me li wir jî hinek sohbet kirîbû.
Herî dawî fotoyek xwe ku bi Serokatî re kişandîbû, ku li ser pişta wê nivîsek nivîsandîbu da min. Piştî wê dîtina dawî min carekî din heval Piling nedît. Ji xwe heval jî dizanin sala din heval Piling û komek hevalên li gel wî dema li ber behra Wanê bûn têne şehîd xistin.
Heval Piling hevalek dihate nasîn bû. Dijmin pey wî ketibû.
Em pir bi hevre neman, hîn salên 1980’yan de tevlî tekoşînê bûye. Tevlîbûna wî ya sala 1984’an bû yan jî 1985’an bû nizanim, lê pir zûde tevlî bûbû. Bi qasî dizanim li gel Serokatî pir maye, 2 caran çûye qada Serokatî. Heval Piling li gelek herêman fermandariya giştî de cih girtiye. Serokatî bi baweriyekî mezin heval Piling wek fermandarê Garzanê û wek yek ji fermandarên giştî şandibû. Hevalek pêşeng, şerker û çalak bû, bi taybet bi şerkeriya xwe re dihate nasîn û baweriyek mezin dabû ava kirin. Min heval Piling Kiçî wê rojê cara yekê wiha naskirîbû, xalê xwe yê şoreşger û fermandar.
Nîştiman Sorxwîn