Li Ber Sêpêyêya Mirovahiyê Çar Gulên Îsyanê
Nameya Ferzad Kemanger piştî darvekirina Îhsan Fetahiyan
Destpêkirin, xewn û efsaneyekî şirîn e, ji ber bi jiyanê re dest pê dike.
“Û mirov afirand. Lê temaşe kir û ji ber afirandina vê hebûnê ji xwe re got “aferîn”. (ayetek ji Quranê)
“Di înzîvaya peyvê de bû, peyv bi xwedê re bû, peyv bixwe xwedê bû, wê demê peyv bû mirov.” (ayetek ji Incîlê)
Mirov bû hebûnekî îlahî û pîroz. Ji ber bi giyana nûranî ve hatibû xwendin û mafê jiyanê bidest xist; “herkes mafê xwe heye ji jiyan, azadî û ewlekariya takekesî par bigre” (bendek ji daxuyaniya navnetewî ya mafê mirovan)
Û li vî alî xwedayên zorê, sêdar bilind kirin da ku bibin xweliqkarên ta û mirinê û pêngav bi pêngav heya îro jiyan û mirin, ronî û tarî, hewar û bêdengî, rizgarî û bindestî cêwî û hevrê hemû rûpelên dîrokê neqişandin.
Û di sedsala 21’an de mirin û dardekirin berdewam dike. Dardekirin senaryoyek e. Ev senaryo lîstokvanên rola yekem dixwaze. Aktorê wê mirov e. Eşrefî mexlûqt (afirînerê herî pîroz) şahkarê afirîneriyê mîna min û we… û beşek ku xwe malîkê giyana me dibînin û senaryo nivîsandin. Bizanebûn li dor kursiyan dirûnin, pir hêsan (rehet) pifekê li ciqara xwe didin. Çaya xwe vedixwen û bi hêsanî kaxezekê îmze dikin da ku mafê jiyanê ji mirovekê/î werbigrin. Hema wiha hêsan.
Biryar tê stendin ciwanekî zirav spî, reşik, zer, Rojhilatî bixirikînin heya ber sêpêyê. Tu yê bêjî cihê kesekê/î teng kiribe. Bizanebûn tayekê diavêjin qirikê. Li livandana dest û lingan, bizanebûn mêze dikin. Hema wiha kirêt û sade.
Çendî nexweş eew kena li ser lêvên wan.
Çendî metirsîdar e bêdengiya ku li pey bihîstina nûçeya dardekirin, an jî kuştina mirovekê/î û cardin em bêndeng dimînin. Çendî kirêt û nifrîne serdema ku hîna sêpê, ji çavên dayîkan xewê direvîne.
Ji destpêka tundiyê, tundî hatiye afirandin. Mirin jî mirin afirandiye û nîqaşê jî aştî, dostî û biratî xelat aniye.
Ji serî de di welatê ku bêhna barûtê serwer e, bêhna binefşan pozê kesekê nefirikandiye. Asîmanê ku têde vîzêniya guleyan tê bihîstin, nabe navenda firîna kevokan. Kevirê ku dibe çeper wê ticar nebe bingeh û xîmê malekê, hema wiha hêsan.
Gule tundî û tûjiyê dixuliqîne. Tund û tûjî jî mirin, yek-dengî û girtîgehê li ser civakê ferz dike.
Dardekirin û zext ji bo tundiyan dibin destpêka vejîneke din. Hema wiha hêsan.
Xwezî vê heftiyê, van çend mehan, ev çend sal hemû xewnek bin.
Xwezî dardekirin xewnek, kabûsekî demkin be.
Hema wiha hêsan, xwezî xewnek bin. Xewnek. Hema wiha sade.
Nameya Şehîd Şîrîn Elemhûlî
Ez rehîne me
Ev dibe sê sal ez girtî me. Ango sê sal jiyana biêş li pey nerdeyên (parmaklik) girtîgeha Êvînê. Min du salê wê nediyar, bê parêzvan û bê ku biryarek li ser min hebe, derbas kir. Di wan rojan de pir rojên reş min dîtin paşê jî dema lêpirsîna di hucreya 209’ê de dest pêkir. Demekê ez di odeyên giştî de mam. Lê ji teleba dubare ji bo diyarkirina çarenûsa min, bersiv nehate dayîn. Di dawiyê de jî sizaya bê edalet a dardekirinê hate birîn.
Ji bo çi divê ez girtî bimînim, an jî bême dardekirin? Gelo bersiva wê ji ber Kurdbûna min e? wê demê ez dibêjim ez Kurd hatime dinyayê û ji ber vê jî min pir êş û mehrûmiyet kêşane. Zimanê min Kurdî ye. Wiha ez bi malbat, heval û nasên xwe re têkîlî çêdikim. Ez bi vî zimanî mezin bûme û zimanê min pira têkîliya me ye. Lê destûr nîne ez bi zimanê xwe biaxivim, bi zimanê xwe perwerde bibînim û destûr nîne ez bi zimanê xwe binivîsim.
Birêz dadger û lêpirsger!
Dema we ez lêdipirsiyam, heta min nedikarî bi zimanê we biaxivîm. Di nav du salên dawî de ez fêrî zimanê Farisî bûm. Lê we bi zimanê xwe ez lêpirsîn kirim. Ez darizandim û ji min re hukm birî. Ev di rewşekê de bû ku min baş nedizanî di derdora min de çi diqewîme û nedikarî parastina xwe bikim.
Ew îşkenceyên we li ser min pêkanîn, bûye kabûsa şevên min. Ew êş û derda rojane ku ji ber îşkeceyan çêbûne, rojane bi min re ne. Derbeyên ku li serê min hatine xistin, serê min nexweş kiriye. Hin rojan êşên dijwar êrîşî min dikin. Serêşa min ewqa zêde dibin ku êdî ez haj xwe namînim. Bi demjimêran ez ji ser hişê xwe ve diçim û di encam de ji pozê min xwîn diherike. Paşê hêdî hêdî ez têm ser hemdê xwe û şiyar dibim.
Yek ji xelata wan ji bo min; dîtiniya çavên min êdî lewaz bûye û her diçe zêde dibe. Hîna jî ji xwesteka min ji bo berçavk (ayna) bersiv nehatiye dayîn. Dema ez ketim girtîgehê hemû porê serê min reş bû lê niha ku sê sal dibore, her roj ez dibim şahidê spîbûna beşeke wê.
Ez dizanim we ev kiryare ne tenê li ser min û malbata min, li ser hemû zarokên Kurdan, bi taybet ên wek Zeyneb Celaliyan û Ronak Sefarzade jî pêk anîye. Çavên dayîkê Kurdan her roj bi bendewariya dîtina zarokên xwe şilî ne. Her bifikar in ka wê çi biqewime. Her ku zîla telefonê lêdixe, ditirsin ku agahiya dardekirina zarokên xwe bibihîzin.
Îro 2’ê Gulana sala 2010 e. cardin ji bo lêpirsînê ez birim odeya 209 a girtîgeha Êvînê. Carek din îtîhamên bêkok dubare kirin. Ji min xwestin ku bi wan re hevkariyê bikim da ku hukmê dardekirinê bişkê. Ez nizamin ez hevkarî tê çi wateyê, di rewşekê de ku ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştekê ji bo gotinê nemabe. Di encam de wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Lêpirsger got: me dixwest par te berdin, lê ji ber malbata te hevkariya me nekir, heya vir (rewş) dirêj kir. Lêpirsger bixwe jî li xwe mukir hat ku ez tenê rehîneyek im, di destên wan de. Heya negihîjin armanca xwe wê min li vir ragirin. An jî di encamê de ez ê bême dardekirin. Lê nema azad dibim.
Serkeftin
Nemeya Elî Heyderiyan
Eve ye çarenûsa girtiyekî mehkumê dardekirinê
Navê min Elî Heyderiyan e. Di destpêka payîza sala 1979’an de ez li Sine hatime dinyayê. Ez niştecihê Sine bûm û di heman bajêrî de min jiyan kiriye.
Di sala 2006’an de ji bo emeliyatekî tendurustî ez çûme Tehranê. Demekê ez li wir mam. Di 28’ê Mordad (19’ê Tebaxê) hatim girtin. Bi qasî du mehan li kêleka îşkenceyên dijwar, îşkenceyên rihî û derûnî yên pir tund jî li ser min pêk anîn. Nekarin belgeyekê li ser tewandarbûna min bibînin, ez dîsa şandim odeya 209’ê. Tenêbûyîn, nediyarî û bêagahîbûyîn ji malbatê ewqa biêş bû ku kesek nikare heta kêleyekê jî pênase bike.
Piştî 18 mehan ji girtina min, doz çû sûbeya 30 a dadgeha Inqilab (şoreş) û kêmtir ji 10 xulekan dirêj kir. Bi binpêkirina hemû mafên dadgeh û zagonan, bi tewana endamtiya PKK’ê, sizayê dardekirinê li min hate birîn.
Partiyek ku li Tirkiyê hatî damezirandin û heta li wir ti endameke wê bi dardekirinê nehatî darizandin. Dema min çawaniya vê yekê ji dozger pirsî wiha bersiv da: hukmên dosyayên siyasî di saziyên ewlekariyê de têne stendin û ez tenê hukmê heyî pêk tînim!
Piştî wergirtina sizayê dardekirinê di payîza 2008’an de bi 30 girtiyên girtîgeha Recayî Şehr ku li hemûyan sizayê qisasê (kuştinê) hatibû birîn, ji bo pêkanîna biryara dardekirinê em derbasî girtîgeha Êvînê kirin. Wê rojê 29 kes hatin dardekirin. Lê carek din ez şandim odeya 209 a lêpirsînê. Ruxmî ku sizayê min ji hêla dadger hatibû wergirtin. Bi qasî 6 mehan ez li wir mam. Lêpirsîneke din destpêkir. Di vê demê de berpirsyarên dosyeya min bi caran mukir hatin ku ew biryar tenê di bin bandora rewşa siyasî de hatiye wergirtin û derveyî edaletê ye.
Di vê rewşê de dîsa ez şandim girtîgeha Recayî Şehr. Hîna sê meh neqediya bû ku ez ji bo pêkanîna hukmê dardekirinê birim odeya 240 a girtîgeha Êvînê ku mehkumên dardekirinê beriya pêkanîna dardekirinê li wir radigirin. Her rojê ez li benda pêkanîna hukmê dardekirinê ku ji mirinê xiratir e, dimam. Lê vê carê jî siza pêk nehat û ez şandim girtîgeha Êvînê. Niha ji ez li vir dijîm. Her çend ger jê re jiyan bê gotin. Jiyanek ku wek hemwelatiyên xwe her salek ji salên borî bikesertir, her mehek ji mehên berê biêştir û her rojek ji rojên borî nexweştir e.
Niha 1300 roj ji girtîbûna min dibore. Lê hîna di navbera jiyan û mirinê de çarenûsa min nediyar e. Ez nizanim ji cîhana zindiyan im an jî yek ji miriyan. Ev bû çarenûsa kesekî ku beriya bigihîje zarokaniya xwe, ciwan bû û beriya ku dilopekê ji şerbeta ciwaniyê vexwe, li kêleka zinara mirinê sekiniye.
Ev bû çarenûsa kesekî mehkumê dardekirinê.
Nameya Ferhad Wekîlî
Ger Mirin Ejdehayek jî Be, li Ber Dilê Min Wek MûrIyeke Bê Azar e
Mirin, ango evîn, ango asîmanbûn. Mirin ango dûriya kinbûna destan ji cîhanê. Mirin terikandina diyar. Dûriya hertimî ji yaran. Mirin ango çûyîn, çûyîna bê veger. Bi yek gotinê mirin ango mirin. Lê li cem min çendî behsê mirinê dikin, qet natirsim. Ger mirin ejdehayek be, di dilê min de mûriyeke bêzirar e. Mirin ji bo min dilxweşiyeke ku ji hêla dost ve hatiye xelat kirin. Ji ber ji bo gelê min e. Bîranîna min piştî mirinê wê bi şehîdan re bê bîranîn. Mirin ji bo min ango vejîn. Ango dildayîna evînê. Ango jidayîkbûn. Ger imrê min di navbera du rawestgehan de be, wê demê gihîştina armancê ji bo min xeyaleke pir mezin e. Ji ber ez, gelê min û hezkiriyên min, zarok û hevalên min di vê cîhanê de bê palpişt bûn. Lê xeyala min a nû bişkivî di vê rêwitiyê de, ez dizanim min ber bi ku derê ve dibe û wê çi bibe, min ber bi mirinê ve dikişîne. Dibe piştî mirina min û bi mirina min re xwîna ew mirovê ku pêşeroj dê wî şehîd bizanin, alîkariyek bibe ji bo gel, welat û zarokên min… Ger biryar wiha be ku min di nava kêşweriya pêlan de wek dînan li peravê bixin û bixwazin tenê kulmek hestî ji min bimîne, ez ê mirinê hembêz bikim. Ev ne mirin e, belku hevgirtina min bi pêşeroj û paşerojê re ye. Ez ê ji vê cîhanê peya bim û ber bi evînê ve peya bimeşim.
Êdî bêhna Yasemîn, Nêrgis û Nesteren wê min ber bi xwe ve nebin, ji ber ez ê bixwe rawestgeh bim ji bo bêhnkirina Nêrgis, Yasemîn û Nesterenan. Ez ê xwe ji bêhnkirina kulîlkên xweşik bêpar bihêlim ji ber ku bawer dikim wê mirov kulîklên herî baş xelatî min bikin. Rêya çûnê herçend dijwar bû, lê dê dawiya wê li ber dilê min be. Ez ji vê dinyayê dilteng bûme. Ji mekr, zilm, bêdadî êdî bedena min a nazîk nikare barê berpirsyariyeke din hilgire.
Bawer bikin êdî nema dikarim. Zehmet e. Ma hûn ji ku dizanin min çi kêşa. Ji wê roja ku min zanî ez warîsê (mîratxwer) xwîna başan im, min pir êş kêşa. Ji wê roja ku min pakiya keçên Zagrosê anî ziman û wêrekî û pesna egîdiya kurên Agirî û Qendîlê da û çendî zehmet bû Şaho jî giraniya xwe li ser milê min yê westiyayî zêde kir. Divê êdî ez herim. Divê evîndar bibim. Westana min ne ji rêwitiya domandina vê rêye, ji tirsa jidestdayîna van hemû xweşî û nirxên ku heya îro min ew bidest xistine, ye.