Lêgerînvana Azadiyê
Dema kû mijar dibe şagirtên ciwan ên fedaîyên Rêber APO, wê deme di nava cih û warên Egîdan de ji heskirina Gulbiharan û Sorxwînan gulek ji nû ve dibişkive. Di heman demê de şagirtên ciwan jî bi vê heskirina bi wate dibe mîna çavkanîya kaniyekî ku her tim bi evîna welat, bi hesreta cih û warên dayîk û kalên xwe re biherike. Zarokên Kurdan tu carî li hemberî dewleta dagirker û nijadperest serî netewandin, bi wan çavên xwe yên ku hêviya gelê xwe tê de dihewandin, ber bi jiyanekê penabertiyê ya bi êş û elem re tijiye ketine rê. Yek ji wan jî rêheval Bêrîtan Roboskî ango bi nasnav Bêrîtan Encu yê.
Piştî derketina tevgera azadiyê dewleta dagirker bi armanca tunekirina tevgera azadiyê li Kurdîstanê dest bi hovîtîyeke bê ser û bin kir. Tenê li Botanê bi sedan gund hat şewitandin û hat wêrankirin. Bi hezaran kes neçar man ku têkeve ser rêya koçberiyê. Dema ku malbata rêheval Bêrîtan ji ber zilma dijmin bajarê Tirkiyê Mêrsînê dike, li wir di sala 1994’ an de rêheval Bêrîtan çavên xwe li cîhanê vedike.
Êrişên dewleta qirker li vê derê jî bi dawî nabe. Lewra malbara rêheval Bêrîtan vê carê jî berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Ji wê dema ku ji dayîk dibe heta ku tevlî nav refên gerîla bibe her tim ji bo jiyaneke bi rûmet û azad bijî, lêgerîna xwe ya rasteqînê her bi têkoşînekê xurt ve didomîne.
Li ser van bingehên lêgerîn û lêpirsînên xwe di sala 2009’an de ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî tevlî nava refên gerîla dibe. Ruxmê ku di temenek ciwan de tevlî nava refên gêrîla dibe jî, lê belê di demekî pir kurt de perwerdeya li ser bingehê bîrdoziya Rêber APO tê dayîn bi baldariyekê mezin guhdar dike û roj bi roj tiştên fêr bûye derbasî nava jiyana xwe dike. Ev yek jî dibe sedem ku di tevlîbûna jiyana gerîla de bi heskirin û moralekê pir mezin xwe tevlî jîyana gerîla bike û ji hevalên xwe yên din re jî bibe mînak.
Rêheval Bêrîtan dema ku derbasî jiyana nava yekîneyên gerîla jî dibe, lêpirsîn û lêgerîna xwe ya li pêy şopa heqîqetê bi dilnizmbûna xwe ya ku li hemberî rêhevalên xwe û bi hezkirina hevalên xwe didomîne. Di heman demê di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi sekna xwe ya radîqal a li hemberî pirsgirêkên ku ji aliyê kesayetan ve tê jiyîn û di nava jiyanê de derdikevin, bi sekneke pir xurt helwesta xwe raber dike. Di nava rêhevalên xwe de her tim bi sekna xwe, bi zanebûn û hişmendiya xwe, ji hevalên xwe re dibe alîkar. Heta ji ber ku dibistan bi zimanê dayîka xwe xwendiye, her tim hewl dide hevalên li gel xwe fêrî zimanê Kurdî bike. Di nava gerîla de li qadên Xakûrkê, Xinêre û Şemzînanê dimîne û heta dawî tevlî her cûre kar û xebatan dibe. Ji bo tevlî çalakîyan bibe her tim di nava hewldanan de dibe. Dixwaze di her çalakîyê de pêşengtî bike û hevalên xwe biparêze.
Dema ku pêngava şerê gel ê şeroşgerî ya bi navê Ş. Rozerîn Pîran û Ş. Rûbar Mardîn li herêma Şemzînan despêdike, wê demê yekîneya çekên giran hemû tevlî wê pêngava dîrokî dibin. Bêrîtan jî, bi wê kîna xwe ya ku li dijî dijminê xwînxwar jiyan dike; bi coş, kelecan û hêzekî pir xurt tevlî pêngava şerê gel ê şoreşgerî dibe. Di wê pêngavê de roleke mezin dilîze.
Di çalakiya xwe ya herî dawî bi pêşniyar û israra xwe tevlî dibe. 20’ê Îlona 2012’an de li Şemzînanê di encama êrişên hewayî de bi tevî heşt hevalên xwe tevlî karwanê nemirên Kurdistanê dibe. Wekê rêhevalên wê, heya ku eem armanca wê ya jiyana azad û wekhev mîsoger nekin emê tu caran dest ji vê dozê bernedin û ewê her tim bibin ronahiya rêya me ya mafdar û bi heq.
Rêhevalên Wê Yên Dozê