Lêgerîna Heqiqetê

0Shares

Fikra ku lêgerîna heqiqetê be, her tim ji bo avakirinê ye. Rêber APO dixwaze lêgerîna xwe ya dîrokî, heqîqetekê derdixe holê. Îro ev heqîqet li holê wek biriqandinek dîrokî tê jiyankirin. Îro gerîla bi ruhê fedayî hemberî teknîka pêşketî şer dikin. Taybet gelekî tê tunekirin îro nû ve zindî bû û ew gel kete lêgerîna azadiyê. Bi ruhê Apoyî hemberî dijmin sekinî û tirsek mezin avakiriye. Ew tirsa desthiladariyê ji bo xwe biparêze komploya navneteweyî pêşxistin. Gotin “Me Rêberê gelê Kurd girt û her tişt xilas kir” lê tênegihiştin ku Rêber APO îro bi giştî civaka Kurd re bûye ruhê Apoizm gelê kurd û gelan hemberî vê komployê rihê xwe dan ber agir û mîlîtanên Rêber Apo bi ruhê Zîlanan heya Rojhatan û Erdalan meşiya ne. Ew meş meşa azadiyê ye. Ew meş jî ber bi Kurdistanê ve dimeşe. Gelê Kurd û mîlîtanên Rêber Apo sond xwarin ku hember vê komployê tolê rakin. Ji bo vê têkoşînê rast danîn holê bi rihê Apoizm tevdigerin. Ji bona wan rojan yan jiyanek azad, yan jî azadiyek bi heqîqet re dagirtiye. Têkoşîn ew lêgerîne ku mirov bi coşe li hemberî heqîqetê bê rewestandin, bê navber her berdewam bike. Xwe gihandina vê heqîqetê tu car bê îmkan nîne. Lê tenê mirov dikare vê rastiyê di dil de bi xweza re bijî. Ez jî wek mîlîtanê vê heqîqetê xwe gihandina heqîqetê di nava jiyana me de tu gavek paş de ne avêtiye. Dema me berî xwe da vê lêgerînê me sozê tolhildanê da. Bi dûrişmeya “Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Rêber” li wan sozên me daye dema pêkanînê ye.

Arjîn Argêş

Attachment