Kurd Pêşengê Şoreşa Demokrasiyê li Sûriyê ne
Besta Sêrt
Di Rojhilata Navîn de pergala ku di sedsalên dawî de serdest bû pergala Netew-dewletê bû ku ji hêla kapîtalîzmê ve hatesazkirin. Lê vê sîstemê bi ti awayî di herêmê de cih negirt. Bi avaniya civakî, çandî û dîrokî ya herêmê re nakok bû. Lewma jî zerer û xisarên zêde li bedena civakê xist. Gelên li Rojhilata Navîn li dijî vê pergalê berxwedanî pêşxistin. Netew-dewlet xwe dispêre îdeolojiya netewperest. Netew û gelên cuda înkar û îmahe dike.
Di Rojhilata Navîn de netew û gelên cuda dijîn, lê belê di pergala netew-dewletê de rê li pêşiya hebûna piraniya cihêrengiyan hate girtin, vê pergalê ew înkar kirin. Li jêr zext û mêtingeriyê de man. Ev pergal ne li gor çanda Rojhilata Navîn e. Lewma jî ji hêla gel ve berxwedanî hate pêşxistin ku heya îro jî didome. Di vê rewşê de mîmarên vê pergalê hêzên navnetewî ku pergala global temsîl dikin, neçar man ber bi modeleke din ve biçin. Jixwe Modernîteya sermayedar bixwe jî qeyranê dijî, ji bo ku bikaribe xwe ji vê rewşê rizgar bike, berê xwe daye Rojhilata Navîn, li vir şereke mezin daye destpêkirin.
Ji hêla din ve pergala ku bi destên wan hatibû sazkirin, êdî nema dikare ji modernîteya sermayedar re bibe bersiv. Lewma jî dixwazin li gor berjewendiya xwe Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Ji vê projeyê re jî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin tê gotin. Ji hêla din ve civakên Rojhilata Navîn li jêr pergalên heyî de bênefes û bêvîn mane, hew dikarin tehemul bikin. Azadiya gel, etnîk, mezheb, bawerî, takekes, zayend, raman û çandan nemaye. Ev bû sedem, gelên herêmê li dijî pergalê biteqin. Di sala 2011’an lehiya nerazîbûna gelen li dijî pergalê destpêkir û serhildan pêşketin. Starta vê li Tûnisê bû. Zilamekî xwe şewitand û serhildan pêşket. Li Misir, Lîbya û pir welatên Ereb ev serhildan belav bûn. Jixwe li Misirê ji hêla hêzên derve mudaxele li şoreşê hate kirin. Dikare were gotin ku şoreşa Misirê nîvco maye. Lewma gelê Misirê hîna li ser lingan e û dixwaze şoreşê temam bike. Herwiha li Yemenê jî mudaxele li şoreşa gel kirin.
Sûriye yek ji navendên herî sereke ya Rojhilata Navîn û xwedî pozîsyoneke stratejîk e. Ji hêla siyasî ve jî xwedî ciheke girîng û dîrokî ye. Bi demdirêjî navenda Îslamiyet û Xelîfetiyê bûye. Di Sûriyê de ji destpêka şoreşê ve gel li hemberî rejîma BAAS serhildan pêşxist. Serhildanên li herêmên din li gel bandor kir, wek din mudaxeleyên li Lîbya û Misirê hatin kirin jî li Sûriyê bandor kir. Hêzên derve jî li ser vir xwedî plan û proje ne. Gelê Sûriyê dixwest wê tirsa bi salan a rejîmê li ser xwe bişkêne. Lewma serhildan pêşxistin. Bi durûşmeya demokrasî û azadiyê rabûn. Lê belê paşê hêzên navnetewî dest avêtin şoreşê. Dikare were gotin şoreşa Sûriyê ya azadiyê hate dizîn. Ji hêlekê ve hêzên derve yên wek Tirkiye, Emerîka, Ewrûpa û Îsraîl dest avêtin muxalefetê. Mudaxele li hundirê Sûriyê kirin. Xwestin guherinên li Sûriyê pêk bên li gor berjewendiyên wan bin. Ji aliyeke din ve jî Rûsya, Çîn û Îranê piştgirî dane rejîmê. Ji ber ku berjewendiyên wan ên siyasî û aborî di hebûna pergala heyî de ye. Ji aliyeke din ve rejîma Sûriyê bi salan bû ku li ser bingeha hin mêzînên cîhanê hebûna xwe diparast. Konjonkturek hebû û Sûriyê jî xwe disparte vê mêzînê. Niha jî xwe spartiye Rûsiya, Îran û Çîn ê.
Sûriye mozayîka gel û çandên cuda ye. Gelên Ereb, Kurd, Aşûrî, Tirkmen, Dûrzî, Ermenî, Sûryanî û baweriyên Sûnî û Elewî li wir dijîn. Rejîmê li ser bingeha mêzîna di navbera van hêzan de xwe bicih kiribû, hebûna xwe didomand.
Ji hêla dîrokî ve jî bi taybet Şam, pir caran bûye cihê nakokî û şerên mezhebî. Hêzên navnetewî jî xwestin ji vê rewşê fayde bigrin. Lewma şerê mezhebî derxistin pêş. Şerê îro di Sûriyê de tê meşandin bi nav û rengê şerê mezhebî ye. Lê di heman demê de şerê demokrasiyê ji hêla gel ve tê pêşxistin ku ev di destpêkê hîna berçavtir bû.
Dewletên Ereban jî dest avêtin Sûriyê. Erebîstana Sûdî, Qetar û hin welatên din dest avêtin derdorên muxalîf. Her wiha îttîfaqa Şîiyan jî heye. Îran, hukûmeta Îraqê û Hizbulaha Lûbnanê alîkarî dide derdorên Elewî. Ji ber vê sedemê li Sûriyê şereke dijwar didome.
Artêşa muxalîf ku xwe wek Artêşa Azad binav dike, dema ku serhildan li Sûriyê pêşketin û rejîmê bi awayeke hovane êrîşê serhildanan kir, muxalefeta Sûriyê bi mebesta ku gel biparêze pêdivî bi avakirina wê dît, wiha birêxsitin bû. Piraniya kesên ji artêşa rejîmê reviyane, hinek ciwanên ku li dijî pergalê xwedî bertek in, hinek eşîretên muxalîf û beşek jî kesên demokratîk ku di pegralê de guhertinê dixwazin tevlî vê artêşê bûn. Lê belê yên Îslamiyeta siyasî ya muhafezekar esas digrin piranî di artêşa muxalîf de cih girtin û wiha li ser gel zext û zoriyê dikin. Artêşa muxalîf ne xwedî avaniyeke homojen û yek-reng e. Yekîneyên cuda hene ku her nêrîna siyasî xwedî tugayekê ye. El Nesr îlan kir ku girêdayî Elqayîdeyê ye. Hin ji van tugayan girêdayî Erebîstanê, hin ji wan ji hêla Tirkiyê ve birêxistin dibin. Piranî bi hêzên derve girêdayî ne. Ev bixwe re pirsgirêkên cidî jî tîne. Nikare ji pirsgirêkên civakî re bibe bersiv. Lewma heya niha biser neketiye. Her diçe alîkariya civakê wenda dike. Dema destpêkê artêş ava bû civak jê bihêvî bû. Lê kiryarên wan derveyî exlaqê û li dijî xwestekên civakê pêşketin. Yên tevlî vê artêşê bûne, piranî beriya wê di nav mafya rejîmê de cih digirtin. Ji bo berjewendiyên xwe tevlî artêşa muxalîf bûn. Lewma jî talan, dizî, kuştin, tecawiz û nêzîkatiyên derveyî exlaqê pêşdixin. Ferqa wan ji dewletê nemaye. Nikarin ji xwestekên gel re bibin bersiv.Li derveyî Sûriyê muxalefetek bi navê Exwanî Mislimîn heye ku Îslama Siyasî temsîl dike. Ev muxalefet jî pir tund e û xwedî xeteke muhafezekar e.
Piştî pêşketinên di Sûriyê de Meclîsa Netewî avabû. Vê meclîsê nekarî ji pirsgirêk û pêdiviyên civakê re bibe bersiv. Di esas de temsîla Kurdan nedikir. Dibin kontrola hêzên derve de bû. Bi giştî dikare were gotin rewşa muxalefetê ji şoreşa Sûriyê re nebû bersiv. Hêzên navnetewî ev rewş dîtin û xwestin hemû muxalîfên Sûriyê li cihekê kom bikin. Hin derdorên girêdayî xwe bêtir tevlî kirin û Koalîsyona Netewî ya Sûriyê çêkirin. Îro ev koalîsyon di bin navê muxalefetê de siyasetê dimeşîne. Ew jî nebûye bersiv. Vêcarê ji bo ku hîna bêtir di navnetewî de alîkarî bigrin, hukûmeta demborî avakirin. Serokwezîrek hilbijartin. Herçend di encam de muxalefeta Sûriyê nebûye yek, heya niha nekariye bi ti awayî daxwazî û pêdiviyên civakê bi tevahî pêşwazî bike. Muxalîf çavkaniya xwe ji gel nagire û pişta xwe dide hêzên derve.
Rejîma heyî heya astekê li berxwe daye, lê belê ew bandor û kontrola berê jî di holê de nemaye. Niha mêzînek di nav şer de heye. Rojane jî ev mêzîn xirab dibe. Rejîm bi awayeke hovane êrîş dike ji bo hebûna xwe biparêze. Şerê heyî di Sûriyê de ti elaqeya wê bi zagonên navnetewî û mafê mirovan a gerdûnî nemaye. Hemû pîvanên civakî, exlaqî û mirovahiyê binpê bûne. Civak ji vî şerî pir tengezar bûye. Rejîmê rewabûna xwe li Sûriyê wenda kiriye. Lê muxalefet jî nikare bibe bersiv. Ev jî bi xwe re qeyraneke mezin tîne. Di nav civakê de xirabî, koçberî, di aliyê aborî de zoriyên pir mezin hene. Civaka Sûriyê nema dikare vê rewşê tehemul bike.
Di Sûriyê de sekn û rewşa gelê Kurd cuda ye. Jixwe hejmareke berbiçav a Kurdan li wir dijî û taybetmendiya sereke ya ku Kurdan ji netew û beşên din cihê dike rewşa birêxistinbûyî ya wan e. Lewma gelê Kurd ji hêla siyasî ve xwedî ciheke taybet e. Rejîma BAAS bi salan li ser gelê Kurd siyaseta înkarê da meşandin. Kurd bê nasname hişt. Ji bo ku xwe birêxistin neke, çand û mafê xwe bidest nexebi tundî li ser zext pêşxist. Kurdên Rojava ji destê rejîmê pir zext û zordestî kêşan.
Beriya ku bi gelemperî di Sûriyê de serhildan pêş bikevin, ji hêla gelê Kurd ve berxwedanî û têkoşîneke mezin hate meşandin. Yekemîn meş û serhildan jî ji hêla gelê Kurd pêşketin. 12’ê Adarê Qamîşlo mînaka vê ye. Di serî de gelê Kurd li dijî pergalê nerazîbûna xwe diyar kir. Ango bingeha avakirina şoreşa Sûriyê ji hêla Kurdan ve hate avakirin. Şoreşa gelê Kurd şoreşa demokrasî, azadî û avakirina civaka demokratîk e. Niha jî ev şoreş bi hemû geşiya xwe berdewam dike. Kurd xeta xwe ya siyasî ya serbixwe nîşan dane. Li dijberî rejîmê têdikoşin; ne bi rejîmê re bûne yek, lê belê li beramberî hêzên navnetewî jî di nav berxwedanê de ne. Gelê Kurd bi civaka Sûriyê û alîgirê azadiya civaka Sûriyê ye. Ji bo ku Sûriye demokratîk bibe, hewce dike gelê Kurd azad bibe. Lewma jî Xweseriya Demokratîk ji hêla Kurdan ve hate îlankirin. Gelê Kurd alîgirê xeta siyasî ya civaka demokratîk û azad e. Vê pozîsyonê jî hişt ku bikaribe sekna xwe ya siyasî biparêze. Gelê me ji destpêkirina şoreşê serhildan pêşxist, xwe birêxistin kir, saziyên xwe avakir. Ji bajêran heya gundan meclîsên xwe avakir. Li Rojavayê Kurdistanê pergalek ava bûye; li ser bingeha perspektîfa Xweseriya Demokratîk civak bi hêza xwe pirsgirêkên xwe çareser dike. Bê ku pişta xwe bide kesekê, bi hêz û vîna xwe çareseriyê pêş dixe. Şoreşa demokratîk li ser vê bingehê bi pêşengtiya Kurdan li Sûriyê pêşketiye. Şoreşa gelê Kurd li Rojava bûye beşek ji şoreşa Demokratîzekirina Sûriyê. Jixwe di Sûriyê de sê xet hene. Xetek ji hêla rejîmê ve tê temsîlkirin, ya din hêzên navnetewî û hevkarên wan in, ya sêyem jî civak temsîl dike. Xeta Kurdan jî xeta civaka azad a Sûriyê ye. Li hember xeta sêyem, siyaset û lîstokên hêzên derve çêdibin. Dema guhertin li Sûriyê destpê kir, hukûmeta Tirkiyê ji bo di Rojhilata Navîn de bibe hêz, Sûriyê bike wîlayeteke xwe, her wiha ji ber Kurd di Sûriyê de hene, wek Lîbya, Tûnûs û Misirê nêzîk Sûriyê nebû. Tirkiyê yekser kete nav bûyerên li Sûriyê. Sûriyê cîranê Tirkiyê ye û di sînorê wê de pir bajarên Kurdan heye. Heke li wan deran ji bo Kurdan tiştek çêbibe, Tirkiyê ev ji bo xwe wek xeterî dît. Ji ber vê xwest mudaxeleyê li serkeftin û destkeftiyên Kurdan bike. Di serî de mudaxele li muxalefetê kir ku Kurdan qebûl nekin, Kurdan tine bihesibînin. Jixwe beriya wê têkîlî û hevgirtina Tirkiyê bi rejîma Sûriyê re li ser vê bingehê bû. Piştî guhertinên li Sûriyê pêşketin bi muxalefeta Sûriyê re li ser vê bingehê lihev kir. Îtîfaqa Edenê da qebûlkirin. Dema ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê serhildan pêşxist, sazî û meclîsên xwe avakir û bi hebûna xwe da diyarkirin ku ne muxalefet, ne jî rejîm nikare hebûna Kurdan înkar bike, siyaseta înkarê li Sûriyê binkeft. Vêcarê, Tirkiyê xwest sazî û rêxistinên Kurdan parçe bike. Şer di navbera Kurdan de pêşbixîne. An ji Kurd û Ereb li hev bikevin. Siyaseta rejîma Tirkiyê wiha bû. Lê bi berxwedaniya gelê Kurd ev siyaset pûç bû. Di 19’ê meha Tîrmehê, dema gelê Kurd li Kobanê şoreşa gel pêşxist û gel bi awayeke aştiyane dest danî ser rêveberiya xwe bê ku xwîn birije, şoreşa civakî çêbû, li Efrîn û Cizîrê belav bû, siyasetaînkarê vala derket. Bi vê ve girêdayî siyaseta parçekirinê jî pûç bû. Di vê navberê tevgerên Kurdan jî yekîtiya xwe çêkirin. Desteya Bilind avabû. Jixwe di wê demê de hukûmeta Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan da û tehdît pêşxistin. Ji hêleke din ve şerê li Helebê ku bi rêya hin çeteyan ji hêla hukûmeta Tirkiyê hate pêşxistin jî bi berxwedaniya YPG’ê re rûbirû bû û bêencam ma. Diyar bû ku wê girêdayî rewşa Sûriyê li Rojavayê welat jî şer û pevçûn hebin. Bi perspektîfa Xweseriya Demokratîk û li ser eksena parastina rewa hêza parastina Rojava hate birêxistinkirin. Ev hêz girêdayî ti partiyê nîne. Yekser ertêşa gel e û girêdayî Desteya Bilind e. Şer û berxwedaniyeke mezin heya niha jî tê pêşxistin. Bi taybet jî gel tevlî berxwedanê dibe.
Êrîşên li ser gelê Kurd ne tenê ji hêla çeteyan, jihêla rejîmê ve jî têne pêşxistin. Gelê me bi rêxistinên xwe, bi hêza xwe ya cewherî heya niha li beramberî her cure êrîşan liberxwe daye. Di Rojavayê Kurdistanê vîna Kurdan derketiye holê, statûya gelê Kurd heye. Rejîma BAAS, bi taybet di nav rejîmê de ew beşên netewperest nikarin vê rewşa gelê Kurd bipejirin. Di hundirê artêşa muxalîf de jî bi tehrîkirina hêzên derve beşeke netewperest rewşa heyî li Rojava qebûl nakin. Li Helebê Kurdan pergalek avakirin ku herkesê xwezîniya xwe pê dianî. Gel xwe bixwe birêve dibir, li ser pirsgirêkên xwe yên aborî, siyasî, civakî disekinî. Sîstema xwe ya parastinê avakir. Ji ber vê pir Ereb li meheleyên ku şer û pevçûn hebûn direviyan dihatin Şêx Meqsûd. Gelên din ên Xirîstiyan jî dihatin. Piraniya gelên li Helebê dixwestin pergala wan a jiyanê wek a li wir be. Lê Rejîmê ev yek qebûl nekir. Bi taybet derdorên netewperest êrîş birin ser wir. Niha jî pevçûn û berxwedan berdewam dike.
Di dîroka gelê Kurd de cara yekem, bixwe jî bi projeya Rêber APO re, pergala jiyanê ji hêla gel ve hate avakirin. Gel bi hest, fikir û li gor çanda xwe pergala xwe afirandiye. Kurd ji jêr mêtingeriya hêzên derve derdikeve. Lewma em dibêjin ku di pêşerojê de wê mecbûr bimînin ku vê statuya gelê Kurd qebûl bikin.
Li Sûriyê li gor zagonên rejîma BAAS, di mijara jinê de zemîneke pêşketinê tine bû. Jin bi pirsgirêkên curbecur re rûbirû dima. Rojane qetlîam pêşdiketin. Pirsgirêkên civakî jî kûr dibûn. Jin di Sûriyê de ne vîneke siyasî bû. Tiştên heyî jî şeklî û di eksena çanda bûrjuvaziya piçûk de bûn. Tenê girêdayî rejîma BAAS rêxistinbûneke jinan hebû bi navê Etihadî Nisayî (Yektîtiya Jinan). Lê bersiv nedida ji pirsgirêkên jinan re. Ji hêla pergalê ve li ser jinan zext hebû. Piştî şer pêşket rewşa jinê di Sûriyê de hîna aloztir bûye. Ji hêlekê ve şer bixwe jinê pir neyînî bandor dike, di şer de ya herî zorî dikêşe jin e. Tecawiz û kuştinên jinan pir zêde bûne. Muxalefeta heyî, derdorên bi rejîma muxalîf ve girêdayî ne, nêrînên wan li ser jinê pir muhafezekar û paşketîtir e. Rewşa heyî xirabtir dike. Dixwazin tiştên heyî jî ji destên jinê bistînin. Lewma jî tevlîbûna jinan di muxalefetê de tine ye. Jin di Sûriyê de ji pêşketinên heyî ditirsin. Ev yek jî mirov dixîne nav metirsiyan. Ji hêla din ve hin jinên xwedî lêger, yên ku li beramberî van metirsiyan xwedî bertek in, xwe birêxistin dikin. Dixwazin di vê şoreşê de cih bigirin, rola xwe bileyîzin. Dikare were gotin bertek û aciziya jinê ji bo rewşa heyî ya li Sûriyê, wê bibe zemînê azadiyê. Ji hêla din ve rewşa jinên Kurd pir cudatir e.
Mirov dema diçe sûkên Sûriyê li jiyana civakî dinêre pir eşkere dibîne ku rewşa jinê pir giran e. Lê tabloya li Kurdistnê cuda ye. Di serî de mîraseke pir xurt a bizava azadiya jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê heye. Ev çanda azadiyê ya Rêber APO ye. Pir jinên Kurd tevlî şoreşê bûne, bi lehengî şehîd bûne. Wek Dîcle, Şervîn, Şîlan, Rûken, Sozdar û bi sedan şehîdên din, bi keda wan şexstiyetên pir mezin avabûne. Lewma jina Kurd di rojava de birêxistinkirî ye. Wek tê xwestin nebe jî, ango tam ji bo Sûriyê bi tevahî nebe bersiv jî, li beramberî sîstema civakî ya li jêr bandora çanda 5 hezar salan a zilamsalar de, encamên girîng derdikeve holê. Li ser vê bingehê Yekîtiya Star hate damezirandin. Ji sala 2005’an heya niha ev rêxistin têkoşîna jinê bi awayeke çalak dide meşandin. Pir endamên wê di girtîgehên Sûriyê de liberxwe dan. Li dijî paşverûtiyên civakê, statuya jinê ya di civakê de liberxwe dan. Lewma jî ji hêla gelê Kurd û jinan ve berxwedaniya Yekîtiya Star tê zanîn. Hîna kesekî nediwêra meş an jî serhildanê bike, jinên Kurd bi pêşengtiya Yekîtiya Star meş lidar xistin. Şoreşa demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya jina Kurd pêşketiye. Ji hêla xwe birêxistin kirin, rêxistinkirina civakê, avakirina sazî û dezgahên hewce, xwe pergalkirinê de jin pêşeng e. Herî dawî jî YPJ (Yekîneyên Parastina Jinê) hate sazkirin. Ev ji bo jinên li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya jinên Kurd pêşketineke mezin e. Jinên Kurd di tevahiya qadên civakî de pir çalak pêşengtiya pergala nû ya demokratîk dikin. Herwiha di qada parastina rewa de jî xwedî tevlîbûn e. Di şer û berxwedaniya li Qamîşlo, Heleb û Serêkaniyê de jinê li herî pêş cihê xwe girt. Ev tevlîbûna çalak a jina Kurd gihîştiye astekê ku artêşa xwe saz bike, konferansa xwe lidar bixe û xwe di her warî de birêxistin bike. Pêşengtiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji hêla jinê ve tê kirin. Lê belê hîna jî di Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de pir pirsgirêk dewam dikin. Li beramberî zihniyeta zilamsalar a 5 hezar salan têkoşîn tê meşandin. Wek din pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji şer digrin hene. Pêwîstî heye di nav vê şoreşê de şoreşa jinê jî çêbibe.Ev heya astekê hatiye, lê hîna hamleyên mezin divê werin kirin. Jin divê pergala xwe ava bike. Têkoşîna civakî ya demokratîzekirinê bi awayeke bilind bide meşandin. Ya herî girîng jî tiştên heyî bi jinên Sûriyê re parve bike. Di demên dawî de bi navê Înîstiyatîfên Jinên Sûriyê kongreyek çêbû û pir jinên ji gelên cuda tevlî bûn. Ev pêşketineke mezin e, hewce dike hîna were pêşxistin.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêşketinên xwe ve berdewam dike, ji bo şoreş biçe serî û destkeftiyên heyî mayînde bibin, pêşengtiya jinê di hêla siyasî de hîna pêdivî pê heye. Lewma jî pir erk dikevin ser milê gelê me li Rojavayê welat. Ya herî girîng pêwîst dike gelê me xwe bigihîne rêveberiyeke azad a demokratîk. Di vê rêveberiyê de jî jin bi çalak tevlî bibin. Hîna jî li ser herêmê xeterî û lîstok hene, şerek dijwar tê meşandin, di aliyê parastina nirxên civakî de pêwîstî bi berxwedan û şiyarbûneke hîna bilindtir heye.
Hemû destkeftî û nirxên heyî li Rojava ji hêla Rêber APO ve hatine afirandin, bi keda wî derketine holê.Ev pergal jî bi hêsanî û rehet çênebûye.Pirsgirêkên zihnî hîna hene. Hewce dike gelê me li dijberî wê zihniyeta ku bi salan e ji hêla rejîmê avabibû xwe perwerde bike. Nirxên xwe biparêze. Gelê me êdî wê li paş xwe nenêre. Gelê Kurd xwe bi demokrasî û pergala azad ve kilîd kiriye. Herçend di aliyê aborî de zorî berdewamin lê liberxwe dide û ev seknekî pîroz e. Em yek kêlî ji bîr nakin ku hemû destkeftî û serkeftinên heyî encama cangorîtiya bi dehan şehîdên me yên leheng in. Em van şehîdan bi bîr tînin, li pêşiya bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin ku pergala demokratîk û azad a gelê Kurd mîrasê wan e û em ê heya dawî li bîranînên wan xwedî derkevin.