Komploya Navnetewî – II
XWESTIN MIN BIBIN QIBRISÊ
Moskowa ku yek ji navendên bijarte yên şaristaniya kapîtalîst e, wê lîstika namerdî ya li dijî sosyalîzmê lîst, bêyî li ber xwe bikeve di meseleya min de jî bilîsta. Biryara qebûlkirina penaberiya min ku li Dûmayê li dijî dengekî bi 298 dengan hate qebûlkirin wê ji bo Prîmakov bê wate bûya û Prîmakov wê bi helwesteke li derveyî hiqûqê tevbigeriya. Di nava vê tevlîheviyê de xwestin min bi zorê di ser Tirkiyeyê re daxînin Qibrisê. Rayedarê îstîxbarata Rûsyayê Heba Çîlî ku wê wextê bi min re bû got, “Me ji we re Qibris amade kir, hûn ê biçin wir.” Ev yek operasyoneke tinekirinê bû. Piştî ku hîn bûm wê balafir di ser Tirkiyeyê re biçe, min got, ya wê li hewayê bê teqandin, ya jî li Enqereyê bê daxistin. Û bi vê bîr û baweriyê min qebûl nekir ku biçim Qibrisê.
PIŞTÎ 33 ROJAN HAT ÎTALYAYÊ
Ji ber ku rewşa li Rûsyayê metirsîdar bû, bi rêya nûnerê me yê li Îtalyayê Ahmet Yaman, min agahî gihand Parlamenterê Partiya Komunîst a Jinûve Rizgariyê ya Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovanî. Piştî ku Mantovanî kete dewrê, roja 12’ê Mijdara 1998’an ji Rûsyayê derbasî paytexta Rûsya Moskowayê bûm. Bi vî rengî serdana min a destpêkê ya Rûsyayê li dû 33 rojan qediya.
DESTPÊKÊ GIRTIN, PIŞTRE DORPÊÇEKE TUND FERZ KIRIN
Dema ku gihaştim Îtalyayê li benda dostaniyê bûm, lê hatim girtin. Dadgehê piştre biryara girtinê rakir, lê belê ez xist nava dorpêçiyeke tund. Ji bo bêm revandin her rê û rêbaz hatin ceribandin. Yekîneya ewlekariyê ya ku li Îtalyayê têkilî bi min re danî, hêzeke taybet bû ku bi NATO’yê ve girêdayî bû. Hêza Desteya D’Alema tune bû ku li ber vê hêzê rabe û haya wan jî ji vê hêzê tune bû. Guh nedidan kesî û li gorî xwe tevdigeriyan. Hikumeta Îtalyayê ji xwe ne bawer bû û ne hêza diyarker bû. Nêzîkatiya vê yekîneyê ya li min gelekî tund û bê hurmetî bû. Mîna ku sûcdarek im nêzî min bûn, şopa tiliya min girtin û wêneyên min kişandin. Di nava şert û mercên destgîrkirinê de dihatin girtin. Destûr nedidan ku bi daxwaza xwe biçim cihekî. Piştre min işaret bi rewşa xwe ya tenduristiyê kir û li ser vê yekê ez birin cihekî ku karibe tedawî lê were kirin.
LI ROMAYÊ SERLÊDANA JI BO PENABERIYÊ
Di vê demê de min bi rengekî nivîskî ji bo penaberiya siyasî serî li meqamên fermî da. Tevî hemû neyînî, zor û zehmetiyan jî, Îtalyayê ji welatên din cudatir (Yewnanîstan, Rûsya) qet nebe karên fermî dikir. Welatê destpêkê û yê dawî bû ku daxwaza min a ji bo penaberiyê di asta hikumetê de nirxand. Dadgehê ev daxwaza min nirxand û biryareke navberê da. Di biryara navberê de wiha dihate gotin, “Heta ku biryar li ser serlêdana penaberiyê were dayin, Wezareta Edaletê ya Îtalyayê xwedî wî mafî ye ku li ser serbesthiştina min biryarê bide.” Li ser vê biryara dadgehê, li taxa Înfernetto ya Romayê mam. Mayina min xwe dispart garantiyeke hiqûqî.
CLÎNTON LI SEROKWEZÎRÊ ÎTALYAYÊ GERIYA
Wezîra Karên Derve ya DYA’yê Madeleîne Albrîght wê 21’ê Mijdara 1998’an ji bo ji aliyê tu welatî ve neyêm qebûlkirin biketibûya nava hewldanan û di vê çarçoveyê de bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê yê wê wextê Javîer Solana re hevdîtineke demdirêj bikira. Piştre Serokê DYA’yê Bîll Clînton bi xwe kete dewrê. Clînton 24’ê Mijdara 1998’an du caran bi rêya telefonê li Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema geriya û jê re got, “Ji vê şaşitiya dîrokî vegere.”
MIN JI BO AŞTIYÊ HEWL DIDA
Dema ku li Îtalyayê bûm li ser armanca mayina xwe ya li Ewropayê min daxuyanî da û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê hewl didim. Bi vê armancê min hin bang kir.
DYA Û TIRKIYEYÊ DAXWAZA RADESTKIRINÊ KIRIN
Yek ji kesên destpêkê yên nerazîbûn nîşanî daxuyaniya min a 26’ê Mijdara 1998’an da, Berdevkê wê demê yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rûbîn bû. Berdevk got, “Divê Ocalan tavilê radestî Tirkiyeyê were kirin.” Li gel vê yekê, hikumeta Tirk jî daxwaz li Îtalyayê kir ku min radestî wan bike.
JI ROMAYÊ BERÊ XWE DA RÛSYAYÊ
Di nava 66 rojên li Îtalyayê de zexteke giran a derûnî li min hate kirin. Bi komên polîsan ên bi rengekî herî baş hatine perwerdekirin, kontroleke xurt çêkiribûn. Firsend nedidan min ku ji odeyê jî derkevim. Polîs diketin heta odeya min razanê. Bi bahaneya, ‘tedbîra li dijî revandina min’ li min ferz dikirin ku vê kontrola giran qebûl bikim. Piştî ku Ahmet Yaman kete dewrê, bi balafireke ji aliyê Serokwezaretiya Îtalyayê ve hate amadekirin, neçar ma dîsa biçim Rûsyayê.
TU NABÊJÎ ÎTALYA Û RÛSYAYÊ LI HEV KIRINE
Dema ku ji nû ve gihîştim Moskowayê dem 16’ê Çileya 1999’an bû. Piştre derket holê ku Îtalyayê pêşniyar li Rûsyayê kiriye û jê re gotiye, “Ocalan qebûl bikin, em jî ji we re krediya ji 8 milyar dolarî ku beşa destpêkê ya alîkariya sala 1998’an e ku ÎMF’ê bloke kiriye, vekin.” Rûsyayê jî ev qebûl kiriye.
WEKE KU DI NAVA QEFESEKE JI HESIN DE BÛM
Tevî ku bi peymaneke gemarî cara duyemîn bang li min kirin ku biçim welatê wan, pêkanîneke hîn tund û dijwar li ser min ferz kirin. Îstîxbarata Rûs bi namerdî tevdigeriya. Em xistin odeyekê û dernexistin derve jî. Mîna ku di nava qefeseke ji hesin de bûm.
PEYAMÊN NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ
Wezîfedarên ewlekariyê yên Rûs, 17’ê Çileya 1999’an ji min re gotin, “Hikumeta me destûrê nade ku hûn li vir bimînin. Bi rengekî bê sedem divê hûn di nava sê rojan de Rûsyayê biterikînin, lê belê cihê ku hûnê biçim wê ji aliyê me ve bê diyarkirin.” Her wiha bi bîr xist ku ev biryara hikumetê di heman demê de fermanek e. Digotin ku ev yek jî ji aliyê Prîmakov bi xwe ve hatiye dayin. Piştî rojekê, yanî 18’ê Çileya 1999’an Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Enqereyê Aleksandr Lebedev ev soz da aliyê Tirk: “Ocalan kengî hate girtin wê were dersînorkirin.” Bulent Ecevît jî hıeman rojê daxuyanî da çapemeniyê û ev yek piştrast kir.
Ji Paraznameyên Rêber APO
Wê Berdewam Bike: Komploya Navnetewî – III