Armanc Sarya
Diruşma pergala kapîtalîzmê “destpêkê li jinan bidin” e. Lêdaneke di her wateyê de ye. Hezkirin, ked, beden, raman, hest, ruhê jinê yanî lêdaneke her tiştê ku eydê jinê ye. Dixwazin dinyaya jinê tune bikin. Aliyê vê ya herî tirsnak jî komkujiyê jinan ku van rojan pir zêde tê jiyankirin e. Rojek tuneye ku bi bûyereke bêkuştina jinê re rû bi rû nemînin. Her roj di cihên cuda de komkujiya jinan çêdibe. Civak di nav qeyranekî de ye û dîsa qurbana yekemîn dibe jin. Aslinda him jin him jî civak tê înfaz kirin. Ruxmî ku komkujiya jinan rewşeke ku ji civakê re herî zêde xwîn dide windakirin jî pêşiya vê negirtin bi êştir e. qetilkirina her jinekî qetilkirina civakê ye. lê ev çiqas tê fêmkirin, ev mijareke nîqaşê ye.
Li Tirkiyê êdî şîdeta jinê hatiye rewşeke ku pêşiya wê nikare were girtin e. pir zêde civak serwer zilam kilinmiş ku, ew qasî zêde di sarmala şîdetê de hatiye fetisandin ku kuştinên jinan –her çiqasî weke jinekî gotina vê ji min re pir zor jî were- tu dibêqê weke bûyereke pir ji rêzê û normal e. zilama ku koleya pergala xwe ye êşa xwe ji jinê derdixe. Li hemberî jinê ew qas şîdet bikaranîna zilam a rastî dide nîşandan ku zilam çiqasî bêçare û bêçareserî, di nav halê ruheke berçiqî de ye. pergal pir bi awayekî zanebûn zilam tîne rewşeke qatîl, jin jî tîne rewşeke kurban. Sedema xwekuştinên jinan jî aynî feraset û pêkhateyê wan in. Wateyeke wê jî jiyan yanî jina ku jiyan e ji jiyanê tê qutkirin.
Were bibîne ku vê rewşê tu kes ne rast tahlîl dikin û ji civakê re radigihînin, ne jî li hemberî vê mejî û wijdana civakê bi xistina tevgerê re êdî ji vê re dibêje bisekine. Di vê mijarê de rêxistinên jin, saziyên civaka sivîl jî pir zêde kêm dimîne, protestoyê ku têne kirin tenê li sikakan di asta diruşim de dimîne. Bi ragihandina çapemeniyê re sînordar dimîne, hata pir caran ev jî çênabe. Komkujiyên jinan weke bûyereke xemgînî Nizanim siraya çendemîn ya bultena nûçeya esasî de tê lanse kirin. Li hemberî van bûyeran civak weke ku guhên wan ker, zimanên wan lal û çavên wan kor in.
Elbet ku erdnîgariyek an jî welateke şîdetkirina jinê nîne, dema mijar dibe jin ayibên di her civakî de yek yek dirijin holê. Mînaka herî korkunç ma ne bûyera tecawiza toplû ku li Hîndîstanê tê jiyan kirin e ye? nava însan ûrperme dibe, naxwaze tiştên ku dibîhîze bawer bike. Li hemberî tiştên ku têne jiyankirin re tu dibêjî ev alçaqtiyeke bi çi awayî ye, divê însaniyet ji vê rewşê şerm bike. Lê malesef însaniyet bêdeng û bertekên wan ciliz e.
Em di demeke ku pir zêde her diçe jinbûyîn zor dibe û tê rewşeke zulum û îşkence tê jiyankirin. halbûkî jinan kok hucreya civakê ne. Hafiza, wijdan, aqil û hestên civakê ne. Jinan dayika pîroz û aliyê kedkarê civakê ne. Civakbûyîna yekemîn ma li ser afirînerî, parvekirin, berhevkirin û hezkirina jinê pêşneket? Ma ya ku zanistiya civakê afirand, ji civakê re exlaq daye xwarin ne jin bûne? Civak ma ne ji kesayeta azad ya jinê pêk nehat? Ma nasnameya yekemîn ku di aliyê civakî de hate benîmsemekirin ne di eksena jinê de bû? Di vê mijarê de mînakên ewqas pir zêde hene ku, ez bawerim bi hejmartinê xelas nabe. Lê niha jî çavkaniya hemû nebaşiyan weke jin tê dîtin. zeyifatî li ser beden û ruhê jinê tê îzah kirin. rastiyan ewqas ser û bin hatine kirin ku. Ewqas zêde hatiye çewtkirin ku, li hemberî ewqas derewan însan dikeve hayretê. Ev eqleke bi çi awayiye ku di mijara hildiberîna derewan de ewqas bi serkeftî û bi yetenek e. eqlê zilamê serwer berpirsiyarê evqas exlaqîsiztî, bêwekhevîtî û koletiyê ye. Îro jî ya ku jinan li ber çavên zarokên malê an jî di nîvê sikakan de qetil dike jî aynî ev eqle. Û çi trajîke ku vêna li ser navê evîn û hezkirinê dike. Zarokên keç yê biçûk ku hê di dozdeh saliyên xwe de nû nû dest bi naskirina jiyanê dikin, xistina rewşa koletî ku jê re zewac tê gotin û pişt re jî kuştin jî ayni eqlê çîrkîn e. ya ku civakê mahf dike, civakê ji civakbûnê derdixe, anîna rewşeke suru jî ev aynî eqil û pêkhateyên wê nin. Ji ber vê sedemê her cinayet, qetilkirin, tecawiz, xwe kuştina jinê, yanî ev hemû tiştên ku têne jiyan kirin di aynî wextî de xelaskirina civakê ye. bi jinê re hemû nirxên însanî, exlaqî, wijdanî, çandî, demokratîk û azadî tê kuştin.
Her bûyerê ku tê jiyankirin nîşaneya çiqasî ketina wê civakê ye jî. Îfadeyeke vekirî ku li hemberî rewşa refleksên civakê dumur bûye, ger ku di civakê de hêza wateyê bilind bûna ev mijar nedihatin jiyankirin. Ev rewş nîşaneya çiqasî civaka Tirkiyeyê hatiye kolekirin, hatiye bêvînkirin e. li hemberî bûyerên jiyankirî de bêbertek mayîn jî ayibeke herkesî û di vê mijarê de hemû kes di sinifê de ma. Tu kes ji birîna civakê ku herî zêde xwîn jê tê derman nedît, aliyek jî nexwest bibîne.
Li hemberî van bûyeran tu reflekseke dewletê nîne. Qaşo berpirsiyara wezareta jin û malbatê jî heye lê li hemberî van bûyeran ji tu daxûyaniyek jî nedayînê tê fêmkirin ku ev vezaret bi karên pir vala re mijûl dibe. maleke siginma ya jin vekirin yan jî jinan ji bo çend rojan danîna parastina polîsan ji vê saziyê re bes tê. rastiyeke weke pirsgirêka jin bi pêkhateyên marjînal ku weke malên siginma ve ne rewşeke ku were çareserkirine hê fêm nekirine. Pergala desthilata pênc hezar sala ne xwedî hêza fikir û pêkhateyeke ku çareser bike ne. Ji ber ku perçeyeke dewleta afirînera vê rewşê ne. Dewlet weke îfadeya herî şênber çanda tecawiz ya pênc hezar salan çavkaniya bingehîn ya pirsgirêkê ye. çavkaniya pirsgirêkê çawa dikare bibe hêza çareseriyê? Li Tirkiyê îro cihê ku herî zêde jinan biçûk dixe, kêm dibîne, bê nirx dike saziyên dewletan in. Cihên herî zêde ku eqlê zilam lê ye. Li Tirkiyê gelek kesên ku jinan dikujin polîs û leşkerên ku hêza ewlekarî ya dewletê nin. Ya ku van azad berdide jî hiqûqa riziyayî ya dewletê ye.
Ji bilî vê li Tirkiyeyê bi navbeynkariya çapemenî û medyayê êrîşeke bêhempa li jinê û civakê heye. Ev jî herî zêde bi sektora rêzefilmê tê kirin. Di rêzefilman de çanda jiyaneke ku li civakê were empozekirin tê xwestin. Di senaryoyên rêzefilman de di hemû sektorên medyayan de jinan biçûk tê xistin û weke nesneyekan ku zilam bikaribe hemû cure pêkhateyan li ser bike tê destgirtin. Weke objeyeke seks tê bikaranîn. Çanda mala giştî û mala taybet herî zêde di rêzefilman de tê meşrûkirin. Şîdeta li ser jinê meşrû dikin. Jin di her wateyê de weke hebûneke ku zilam tahrîk dike tê şewqvedan. Bîst û çar seat civak bi van cureyê programan di bin bombebarana ramanî de û li ser encamê ev pir bi bandor dibe. Komkujiyên li ser jinan weke ku tenê di nûçeyan de derbas dibe û a rastî weke bûyereke ku nirxê pir nûçetî jî nîne tê ferasetkirin. Cewhera karê tu carî naye diyar kirin, ji hemû civakan rastî tê veşartin. Dîmenên şîdeta ku zilamek li ser jinekî pêktîne li ser hev çend caran didin. Ev di serê însanan de ferasetek diafirîne, ev dîmenan jî şîdet li civakê pêk tîne.
Ya ku ji van hemû tiştên ku têne jiyankirin re bibêje bisekine jin in. Dê jinan bi xwe azadiya xwe bigirin. Rewşeke ku kesek keseke din azad bike nabe. Ev dijî xwezya azadiyê ye. Yên ku dê civakê ji vê rewşê xelas bikin jî jin in. Jinan bi derxistina hêzên xwe ya cewherî dikarin tekoşîn bikin. Êşên xwe ne bi qêrînên bêdeng biqasî dengeke ku guhan ker bike divê biqîrin. Divê mejî û wijdan bihejînin. Li hemberî dirûşima kapîtalîzmê ya destpêkê li jinan bidin bi îdîaya destpêkê dê jin azad bibin re divê bersiv were dayîn. Ya ku, dema jin tê gotin wê tabloya weke jina perçiqî, çavhêstir tê hişê yekî perçekirin dê bibe tekoşîna jinan. Ji ber vê sedemê hemû kesên ku tekoşîna jin didin gelek berpirsiyariyên mezin dikeve ser wan. Rêxistinbûyîn ne tenê derketina derva û pêşande ye. Rêxistinbûyîn hêzbûyîn e. Hêzbûyîn jî bi zanist, bi vîn, bi cesaretbûnê ve dibe. Eqlê jinê guncandin e, afirîner e, esnek e û bi pratîkxistina vê eqlê dê tu astengiyeke ku nikarîbe derbas bike nebe. Pratîk kirin jî bi civakîbûyînê re çêdibe. Ji ber ku weke jin bi hezaran salin hatine mêtin dibe tişteke ku em winda bikin nemaye, lê bawerî û biryarbûna me ji bo vegirtina nirxên ku ji me hatine dizîn hê jî heye. Tirsa herî mezin ya pergalê jî ev e…