Kêliyek Nemir

0Shares

Şev bû, kêlî di demê de elîqî mabû. Ewir kombûne, stêrk di bin ewran de nûxîmîne û li benda belavbûyîna ewrê ne. Deng tê û bi hatina her dengekî re ewir zêdetir komdibûn û nahêlin stêrka gelawêjê bêhna xwe vede. Me got kêlî, lê ji me re bû bîranîn, bîranînekî bi bîrîn û cemîdî…

Li Zagrosê li Girê Serdar me nan dipêjand. Girê beramber me ku navê Elîşêr lê hatibû barkirin, şerekî dijwar diqewîmî. Çi xerîbe, di girêk ewqas nêzî me de şer bû, lêdanê balafiran ne disekînî, aliyê din jî top û havan piştgirî dida vê lêdana qirêj. Du heval jî li cihê nobedê şer dişopandin. Ez û hevalek jî bi dilek ne rihet, bi meraqa wan hevalên di şer de li ber Eledanîê nan dipêjand. Me nan ji bo hevalên di şer de çêdikir. Gelo wê ev nan bigihêjta hevalan Ji ber wan nekarî nanê xwe yê ser sêlê bi dawî bikin. Çar hevalên temen ciwan, berîya şer bi dijwarî destpê bike, li cihê xwe yê girê Elîşêr nan dipêjin, ji ber germahiya sêlê balafirên keşfê ferq dike û bê ku hîs bike, bê ku bizane li wir kî heye, çend canên ciwan heye, çend zarokên dîya xwe hene û çend şoreşgerên temen ciwan hene, guh nade van tiştan, bes wî hedefa xwe dîtîye ger serbikeve dibe ku xelatek jî bigre. Bi vê bêhestî û bê rehmiyê çar qazanên balafirê ji bo çar canên ciwan bikartîne. Bikaranîna hinek peyvan, pênasekirina hinek dêman û tarîfkirina hinek kêliyan gelek zehmet e, jiyan kirin û nîvîsandin ango bibîranîn ne heman tişte.

Em rûpelên dîrokê bizivîrînîn û behsa wan kêliyên nemir bikin. Bi zor û zehmet me 20 nana li ser wê eladînê çêkir, lê wê têra kê bike Cardin me amadekarî kiribû, çek û rextên me jî li ber destê me bû, her kêlî em li benda navê xwe bûn ku banî me bikin em jî biçin cihê şer û pevçûnê. Dile min lêdida, min nedîzanî ji ber çi bû Car û ber jî hênaseya min diçikiya. Bi hatina her dengekî re, bi her lêdanek û bi her teqînek qazan û roketan hestê min dilerîzî, mînak dayikek ji bo ewladê xwe çav li rêbe û bi hîsa ku tiştek li ewladê wê hatibe, girîzînek wer bedana min dîl girtibû. Hevala gel min her car lêdana balafiran dişopand, gelo li kuderê dikeve, bê gûman hemû ewrên reş li ser girê Elîşêr kombibû. Hemû lêdan hemû êrîş, hemû destên kirêt dirêjî wê derê bibû. Dijmin mîna ku tola bi hezaran sala bigre êrîş dikir û eman nasnedikir, hevalên me jî mîna kevnoşopiya bi hezaran sala li berxwe didan û ne disekînîn. Di nav wan hestan de hevalên li cihê nobedê hatin hundir û gotin takviye pêwîste, nizanim keyxweşbibim an xemgîn bibim Ji ber xwestina takviye nîşaneyek ne başe, tê wateya ku şehadet heye, lê aliyê din jî ez keyfxweş dibim ji ber ezê jî biçim û tevlî wê cenga rêhevalên xwe bibim.

Ez û du hevalên xort bi amadekariyek lez me berê xwe da girê Elişêr. Belê, rêka 2 saatean em di 45 dekeyan de gihaştin. Piştre me berê xwe da, girêkî herî nêz ya beramber girê Elîşêr… Bi her gav avêtinek me, dengê doçka xweştir dihat guhê me… Lewma balafirên lêdanê nediwêrîn bi rihetî tevbigerin, helikopter ji ber lêdana doçka her xwe dida alî û paş ve dizivîrî. Ev deng dengê doçkaya rêheval Cotkar bû. Şev seat 10’ an de diçe ser doçka û roja din heyanî seat 12 bê navber şer kir. Dema em gihaştin girê beramber Elîşêr, bombeberanek mîna guhan bitevîzîne û mîna perda guhan biqetîne destpêkir. Wê kêliyê me xwe avêt hûndirê şikeftê, lê çi ji hevalên derve hat? Gelo tiştek bi kesî hatiye? Pirs mîna zivronekek bê dawî di hiş û mêjiyê min de digevîzî. Çavê min li derve û li hêviya xeberekî ji xêre me. Yek bi yek hevalên birîndar xwe gihandin şikeftê. Lê hevalê Cotkar nehat û carek din li cihê wî xistin. Ez li bendê me, belkû xwe xilas kiribe. Ey hewar ev çi bendawariyek jandar û bi êş e, mîna ku dilê min buye bizotek ji agir û li benda sihrekî mûcîzevî be. De bila rêheval Cotkar xwe rizgar bike, lêdana balafiran nedisekinî rê nedidan ji bo çûyîna cihê wî. Lê çavê dijmin hemû li ser hevalê Cotkar bû. Rêheval Cotkar ê ji Amedê bi lêdanê xwe ya bi hedef dijmin bêzar kiribû.

Heval Cotkar hevalek temen ciwan û ji Amedê bû. Çirûskên hêviyê, hêrsa serkeftinê û bawerî xwe di bîbokên çawê wî de mohrkiribû, ew xwe di serkeftinê de kîlîtkiribû. Berî şer destpêbike, me hevdû li ber kaniyekî cemîdî naskir. Ji bo kuryetî hatibû gel me, ewil silav da piştre jî berê xwe da kaniya cemîdî û bi têra dile avê xwe vexwar. Bêhnek em li gel hev rûniştin û me hinek hevdû naskir, piştre hevalê ku me bi xwe re biribû, bihevre çûn. Lê du xwe kêliyên gelek watedar hişt… Her ew kêlî li bar çavê min e…

Rêheval Cotkar di êrîşê dijmin ya li hember girê Elîşêr heta roja din nîvro li berxwe da û piştre bû hedefa dijmin. Ruxmî temen ciwan bû, lê cardin yek kêlî ji ser doçka daneket xwar, wextê cara ewil dijmin bi balafiran lê dide birîndar dibe, hevalê bi navê Rûstem ew jî birîndar bûye lê cardin dixwaze Cotkar xilas bike, bes Cotkar dibêje here tu xwe xilas bike, bila heval werin alîkarî.. Hevalek din jî bi navê Berxwedan ji ber lêdanê birîndar dibe û xwe dixe binê şikerêkî.. Lê çavê wî li ser Cotkar e û dibîne ku birîndar bûye… Dema hinek tê ser hişê xwe, nêzî 30 metreyî xwe dixişikîne û digihêje Hevala xwe ya herî nêz Cotkar… Destê xwe tavêje ji bo wî ji binê şikêra derxîne, dijmin carek din lê dide û destê wan bihev girêdayî dimîne… Wisa destê hevdu digrin ku tu car bernedin û li hember vî dîmenî lal dibin devên xêrnexwazan û ew kêlî her ew kêlî hîna jî li ber çavê min e… Armanca dijmin bê biryar xistina Cotkar bû lewma hemû çekên giran li ser wî bikaranîn, lê wî dest ji berxwedaniya xwe bernede, di rastî da ew bi êrîşê hewayî şehit neket, di encama berxwedaniyek mezin de şehîd ket… Niha li ser wan şêkaran, di wan dol û newalan her navê heval Cotkar deng vedide. Rêheval Cotkar li duxwe şopên jênebir hişt, tu lehî, tu bahoz û tu firtone nikare vî şopî jê bibe…

Tolhildan Ozan

Attachment