Gelawêj Ewrîn
Rojekî li van çiyan dayiyekî ji pêsîra xwe şîrê helal daye zarokekî. Dema dergûşa wê şîr ji singê diya xwe mêtiye, li nav çavên dayîkê temaşe kiriye. Di çavên wî de yekem car fêrî jiyanê bûye. Û dayîkê lorandiye li ser mijangên dergûşa xwe, di dengê wê de fêrî tîpên hebûne bûye rojekî…
Îro dema çav bi bedewiya vê Nîsanê dikevim û li kêleka avek zelal şahidiya 1. Konferansa wêjeya Kurd li wargehên azad dikim, hêj dengê lorîna dayikek dilbiêş li ber guhê min e û min dibe heta dema zaroktiyê. Hêj tama şîrê wê dayikê devê min de ye. Weke ku ez ew zarok bûm. Weke ku min ev kêlî careke din jiyan kiriye. Dibêjim qeyê ev dar, rûbar û awirên çavên gêrîlayên wêjevan ji min re behsa wê kêliyê dikin. Ji ku dizanin? Ji ku fêr bûne? Ew jî ew zarok bûne, wan jî ew kêlî jiyane gelo. Gelo ew jî dengê hestê min dibihîzin? Dibe ku wisa jî be, ji ber ku di çavên wan de xeyalên dayikekî veşartiye.
Îro êdî hemû gerdûn bûne zimanê dilê dayikekî. Weke vê kêliyê. Vedibêjin gelek serpêhatiyan. Serpêhatiyên ku me di çîrokên şevan de bi cih hiştibû û ji bîr kiribû. Serpêhatî û destanên ku di rondikên kortika çavên dapîrkên me de bi cih mabû. Me ew serpêhatî ji dilê xwe qewitandibû ji wê bû ku rûçikên me ji feqîrtiya hestan zerikî bibû. Ruh nexweş ketiye, ji derdê qirkirina hestan. Ruhek cemidî weke dareke hişk li ber bayek wêran diricifî, çend sal berê niha. Lê êdî ruh û dilek qerisî xwe li hestên me napêçin. Êdî hestên şoreşê dermane ji hemû nexweşiyan re. Êdî tu qerisokên şevên zilm û qirkirinan wêjeya me bêdeng nake, bi darve nake û tune nake. Êdî li şûna betonan li ser hestiyên me şilêrên bedew şîn dibin, ji bo bîranîna hemû hestên koçkirî bi axê re zewiciye. Êdî marşên asîmîlasyonan ji bîra me diçe, dema em ji deriyê ji ax ê salonê dikevin hundir.
Gêrîlayên azadiyê di konferasa wêjeya Kurd de, behsa dengên nebihîstî, gotinên negotî û nîvcomayî, awirên bi wate ên zarokekî ku bêdeng qîr dike, kirin. Behsa ruhê wêjeyek veşartî di hemû kêliyên jiyanê de kirin. Behsa hestên ku tu caran bi lêv nebûne, kirin. Rexne li xwe digirin ji bo ku têr û tije behsa hestên çiyan nekirine. Ji bo ku nebûne zimanê keç û lawên çiyayî. Û behsa bedewiyên ku me qet nedîtibûn, kirin. Behsa kêliyên ku bi caran me bi xwe jiyan kiriye û em di ber de bi hêsanî derbas bûne, kirin. Behsa gelek hestên ku me qet rojekî navek jê re nedît, kirin. Em carekî pê hesiyan ku em bi xwe beşek ji vê rastiyê ne ku me gelek caran newêriye, binav bikin. Dema ez li tîpên“konferansa wêjeya Kurd” ku li pêşberî me bi keda destê gêrîlayan li ser qumaşek xemilandî hatiye nivîsîn, temaşe dikim, hemû hestên li jor bi carekî ruhê min dadigire. Dema çav bi wan tîpan dikevim, êdî bi wêrekî dikarim gotina dilê xwe bibêjim. Dema kesên li derûdora min diaxivin, bêhemdê min tebesûmek li ser lêva min dineqişe, sedemên wê dipirsim ji xwe û ji min re dibêje ku; tişta ji dil derkeve, li ser dil rûdinê! Hema çavên min bi wêneyê Rêber APO dikeve, weke ku ew jî di wê kêliyê de min re dikene. Çavên min di awirên wî de asê dimîne, bi taybet dema gêrîlayek jin dibêje ku: “Rêber APO ruhê wêjeyê ye!” hêj kûr dibim di wan awiran de, hemû wêje, huner û hestên pîroz di xwe de hewandiye. Çawa dibe mirovek ewçend xwedî hestên dewlemend be û te jî tevlî wan hestan bike. Bi carekî dengek din di salona konferansê de weke ku dengê min bihîstibe, dibêje: “tu tiştek neketiye navbera wî û axê, welat û hestên welatparêziyê!” di wê kêliyê de pê dihesim ku tiştek nakeve navbera hestên me de jî. Rêber APO wêjevaneke herî sadiqe di hestên xwe de ku tu caran xiyanet li xeyalên zarokatiya xwe nekiriye. Ew wêjevanê dil, ruh û heqîqeta Kurdê azad de di serdemeke ewçend zalimane de. Ew wêjevanê azadiyê ye ku şerê wêjeya tunekirin, bişaftin û xiyanetê dike. Ji bo wê jî di vê konferansê de yek ji biryarên girîng ew bû ku romana jiyana Rêber APO bê nivîsandin. Ji ber ku jiyan û serpêhatiya wî, di heman demê de dîroka wêjeya Kurdê azade. Wê misoger ew romanê bibe “Romana Azadiya Gelan”
Bi wê hêviyê, ez konferansê li hemû wêjevanên şoreşa mirovahiyê pîroz dikim!