Li Kato Berxwedaniyek Bi Serkeftin-1
Beriya her tiştî ez dixwazim bûyerek ku sala ‘98’ an li Kato Marînosê-Botanê, hat jiyan kirin bi hevalan re parve bikim. Ji ber li ser bûyerê pir dem derbas bûye û bûyer bixwe jî gelek berfireh û dirêje, lewra dibe ku hûrgiliyên wê baş neyên bira min û ji ber hem bûyer pir giran bû û hem jî şehadetên me pir çêdibûn, loma min hetanî niha jî têkildarî bûyerê pir tişt bi hevalan re parve nekiriye. Lê ez dixwazim qasî ku bê bîra min vê bûyera hat jiyan kirin, bi hevalan re parve bikim. Ez ê hewl bidim behsa hevalên ku di vê bûyerê de şehîd ketin jî bikim.
Wekî ku heval jî dizanin Rêber Apo 1’ê Îlona 1998’an agirbest îlan kiribû. Beriya vê agirbestê hemû hêzên me li tevahî Botanê di nava şer de bûn. Yekîneyên me yên bi tevger jî hebûn û ew jî bi taybet li zozanên Wanê di nav şer de bûn. Lê ji ber bi îlan kirina agirbestê re pêvajoyek nû destpê dikir, lewra em dikarin bêjin ku pêvajoyek bê şer û pêvçûn hebû. Ji bona vê jî ji yekîneya me re talîmat hat ku em ji Faraşîn û Elbakê, xwe vekişînîn Katoyê. Li ser vê jî em wek yekîne hatin Kato Marînosê. Dema em gihiştin wê derê, du yekineyên me yên din jî li wê deverê kom bibûn. Eger ez ne şaşbim ji wan yek ya heval Kurtay Faraşîn bû û ew jî ji aliyê Faraşînê hatibûn. Her wiha hejmara hêza din jî nayê bîra min, lê ew jî ya şervanên nû bû û vesaz kirina hinek hevalan hatibû çêkirin ya hinek din jî qasî tê bîra min nehatibû çêkirin. Ji ber qederek hêz li Kato Marînosê kom bibû lewra wê li ser pêvajoya nû, civîn hatiba çêkirin. Jixwe em wê pêvajoyê dizanin li gel ku agirbest jî hebû, lê dijmin pir zêde êrîş li dar dixistin. Hema li her deverê operasyon hebûn û her wiha gefek mezin li ser Rojava hebû. Ango dijmin ji aliyekê ve li Bakurê Kurdistanê êrîşên berfireh li dar dixist û ji aliyê din ve jî ji bo ku Rêber Apo ji Sûrî derbikeve, gef li dewletê Sûrî dixwar. Lê hevalan jî li hember wan êrîşên dijmin çalakiyên berfireh û bi serfkeftî li dar dixistin. Helbet şehadetên me jî çêdibûn, lê bi rastî lehengî û ruhek fedayane jî hebû.
Me li jor anîbû ziman ku ji ber agirbesta 1’ê Îlonê hemû hêza me li Katoyê kom bibû. Kato çiyayek asê ye û bitaybet jî Kato Marînos. Hemû qeliştokin, kevirên wê tûj in, bin teht û her wekî din kun berfên xwe jî hene. Yanê eger mirov şareza nebe nikare zû bi zû li Kato Marînosê bikeve nava liv û tevgerê. Bi vê re, derdora wê jî pir asêye û di heman demê de pir berfireh e; dikare hejmarek zêde gerîla di hembêza xwe de bihewîne. Ji ber beriya wê yekîneya me û ya Şehîd Eşref li Kato mabûn; lewra ji yekîneyên din zêdetir li ser hûrgiliyên Kato Marînos serwer bûn. Ango hevalên kevin û xwedî ezmûn li ser zozanên wê serwer bûn û ew heval bi rastî jî şerker û di wan de ruhek pir zindî hebû.
Piştî çend roj li ser çûyîna me ya wê derê derbas bû şûnve, heval Cemal jî hatibû ba me û wê bi me re civînek çêkiriba. Heval Cemal fermandarê giştî yê eyaleta Botanê bû. Hemû hêzên me yên wê derê ketin civînê. Her wekî din rêveberiya me ya nû ya YAJK’ê ku Rêbertî nû vesaz kirina wan çêkiribû jî di wê civînê de amade bûn û wê piştî civîna giştî jî bi me re civînek xweser çêkiriban û wê encamên civîna YAJK’ê ragihandiban. Hevalan piştî civînê moralek xweş amade kiribûn. Morala ku hat çêkirin moralek xwezayî bû. Ango cara ewilî bû ku bi taybet heval Sînan, kurê heval Hozan Comerd bi tenbûr û dengê xwe yê xweş stran digot. Her wiha heval Hêvî -eger ez şaş nebim heval ji Hesekê bû- dîsa heval Rahşan, Zinarîn û Bahoz jî pir xwedî ezmûn bûn. Di carekê de hem amadekariyên şano hem ên koro û hem jî yên skêçê kirin. Piştî moral xelas bû govend hat gerandin. Hîna niha jî dîmenê wê govendê dem dem li ser televîzyonan tê weşandin. Di vê moralê de heval Ronahi Elman jî hebû. Ew ji bi biryargeha YAJK’ê re hatibû; ji me re hem axiftin kir û hem jî bi Elmanî stranek got.
Me got ya, moralek pir biçoş bû; hem ji ber hatina me ya ba hev û hem jî biryargeha YAJK’ê hatibû û bi me re civînek çêkiribû. Civînê bi me re motîvasyonek pir bihêz çêkiribû. Jixwe wê piştî moralê jî hêz ber bi cihên xwe ketiban rê, lê agahî hat standin ku dijmin operasyon li dar xistiye. Birastî me destpêkê ne dizanî ku operasyon ew qas berfireh e. Ji ber dijmin carnan operasyonên lokal jî pêk dianîn û piranî jî li ser zozanan ev operasyon dihatin li dar xistin. A rastî herî kêm me dizanî ku wê operasyon hetanî Feraşînê çêra nimêjan bê. Ji ber Kato Marînos pir asê bû û baweriya me pê hebû ku heval hem xwe biparêzin û hem jî eger dijmin bi darbeyên mezin li dijmin bixin. Lê belê ji ber ku agahiya operasyonê yekser hat; loma hevalan îhtîmala hatina dijmin a Kato Marînos jî dan ber çavên xwe, li ser vê dîsa civînek çêkirin. Heval Cemal di civînê de got ku agahiya operasyonê hatiye, lê pêwîste em jî xwe amade bikin. Ji bona wê jî vesazî ango plansaziyek hat çêkirin. Qasî tê bîra min hinek komên biçûk, yekineyên bitevger ji Kato derketin û wan jî li derdoran xwe bicih kiribûn. Hinek ji wan jî beriya operasyonê ji Kato derketibûn. Niha hejmar nayê bîra min, lê eger mirov biçavê niha mêze bike, hêzek pir zêde li Kato man. Ji wan sê yekîneyên me yên bi tevger bûn…
Nîştiman Sorxwîn
Dê Berdewam Bike