Kato warê gerîla ye
Ji ber şev dijmin zû bi zû ne dikarî bikeve qada me. Ji ber vê cihên ku di kontrola wan debûn li wêderê diman. Dijmin Girê Çelecengê, Girê Kordînê, Girê hêkê, aliyekî Kato heta nêviyê Fareşîn û gundên derdora wê hemû girtibûn. Deryê Berana û deriyên din jî. Yanî hemû ew cihên ku dijmin texmîn dikir ku emê tê de derbaz bibin êrîş dikirin. Hevala gazî me kirin. Dema ku em çûn ba hevala, kom bi kom bi re nîqaş kirin. Heval Cemal ji me re civîn çêkir.
Cihê ku em çûne, ji me ne gelek dûr bû, binê tehtek gelek mezin, mîna şikeftekê bû. Em li wir kombibûn. Hevala savarek çêkiribûn. Lê ji ber di şerde tiştek nebûn heval bixwin û hertim ava berfê vexwaribûn qirika me hemûyan kul bibû. Li kêleka vê jî toz û dumana obîs û hawanan qirika hemû hevala jî şewitandibûn. Lewma ji bo vê hevala bi zorê çend kevcik savar xwarin. Ji xwe erzaqê me jî zêde nebû. Beriya oparasyonê hevala hinek amadekarî kiribûn lê ew jî ew rojên ku bi civînê re derbaz bûn ancex têra me kir. Ji ber wê em gelek li Kato neman. Wê civîn, vesazî (düzenleme) çêkiribana û wê heval belav buna. Sedemê kêmbûna erzaqê me jî ew bû ku ev demek pir dirij bû heval nehatibûn Kato. Ji bo wê jî erzaqê me nebû, gelek kêm bû.
Her weha wê rojê gelek cepxane jî hatibû karanîn. Li pêşiya me tenê berxwedanî hebû. Hilbejêrka vê berxwedaniyê jî, yan meyê di Kato de heta gula xwe ya dawî li ber xwe bidaya, yan jî meyê hemû tişt daba berçavan û Kato berdaya. Daxwaza dijmin me hemûyan teslîm girtin bû. Lê belê me jî digot; “bi awayek saxlem em xwe bigihînin cihek bi ewle”. Ji ber Kato di çemberê debû. Me jî got “heta dawiyê emê berxwedana xwe bikin”. Tiştên ku heval Cemal jî bi mere nîqaş kiribû jî wusan bû. Heval Cemal ji mere got; “armanca dijmin me di Kato de bi fetisine, asê bike û teslîm bigre”. Lê ji ber ew êrîşên hovana yên artêşa tirk me nekarî bi awayek demdirêj di Kato de bisekinin. Lewma me jî hewil da ku ji Kato derbikevin.
Di roja yekem ya operasyonê de, şehadetên koma hevalê Qendîl wana gelek zahmet bû. Ji xwe heval Cemal jî di civînê de berxwedaniya wan gelek berfireh girte dest û nirxand. Wan hevala ji bo ku dijmin ne kevin Kato xwe bê hempa kiribûn mertal. Bi rastî wan hevalan wê rojê, weke lêgerînvanên heqîqeta APOyî berxwedaniyek gelek mezin kirin. Bi vî awayî berxwedana hevalan dijmin gelek tengav kirbûn û darbeyên gelek giran li dijmin xistibûn. Vê komê carek din nîşanî dijmin da ku her çendî ew dijminê hov, gelek propaxandeya xwe, teknîka xwe bikin û bibêjin; “emê herin, bikevin Kato de” jî wusa ketina Kato ne hêsane. Çi dibe bila bibe, hûn bi çi awayî bi êrîşên hovane werin jî werin, heta ku em hebin hunê nikaribin rihet rihet bikevin Kato de. Ev heval bi ruheke weha şehit ketibûn.
Min heval Dijwar nas dikir, hevalek ciwan bû, ji Bakûrê Kurdistanê bû. Ne demek dirêj bû hatibû yekineyê, lê zû bibû xwedî tecrube û xwe zû pêşxistibû. Di gelek çalakî û pevçûnan de cihê xwe girtibû.
Heval Qendil mange qomutanê mebû. Di piratîka bihara 98’an de, weke mange qomutanî di yekîneya mede erk girtibû. Ji Akrê ya Başûrê Kurdistanê bû. Heval Qendil havelek gelek bêdeng bû. Bi rastî jî xwedî sekneke milîtan bû. Mirov dikare bêje pêşengek xurt bû. Weke pêşengtî gelek bi tecrübe bû. Ruxmê ji Başûrê Kurdistanê bû jî, di sekna wî de diyar bû ku çanda mala Berzanî û KDP’ê ya dijmintiya qewmê xwe dikin bandor nebibû heta ji wê çanda xiyanetê nefret dikir. Lewma hevalek ji Başûrê Kurdistanê û bi vî awayî xwedî sekneke xurt bandoreke mezin li ser me hemû hevala dikir. Heval Qendîl gelek fedekar bû. Çi erkdar kirina ku çê bibuya heval Qendîl di nav debû. Ji tu erkan xwe ne dida paş. Di hemû çalakiyan de haval Qendil, di herî pêş de cihê xwe digirt. Gelek ji hevalan hez dikir, û hevalan jî gelek ji wî hez dikir. Dema ku di hat gotin bawerî û erk, heval Qendil dihat bîra mirov. Gelek çalakbû. Di hemû erkdariyan de hebû û gelek xuliqdar bû. Gelek kêrhatî bû. Ji kîj hevalî re çi pêwîst kiribaya heval Qendil hema jêre amade bû. Gelek bêdeng bû. Lê belê di hindirê xwe de, cewherek gelek mezin hebû. Xwedî ruhê rêhevaltiyek gelek xurt û mezin bû. Dema ku di dihat xwestin di Kato de li himber dijmin kemîn were danîn, heval Qendîl dilxwaz (Gönüllü) û ji xwe bawer bû. Weke fermandar pêşengtiya vê komê kir. Li ser wê komê bû û bi vî awayî weke fermandar şehîd ket.
Heval Bahoz ji Mêrdînê bû. Li kampa şervanên nû, em bi hevre bûn. Baş nayê bira min, dibe ku ji metropolan beşdar bûbe. Ez dizanim ji Mardînê bû û berê di girtîgehê de jî mabû. Ji ber gelek aktîf xebat dabû meşandin, hatibû girtin. Hema çawa ji girtîgehê tê berdan, yekser derbasî qadên azadiyê yên gerîla dibe. Li gor me ew gelek xwedî tecrube bû. Di şervanên nû de jî heval Bahoz bi tecrube bû. Dema hat jî, yekser hevala ew erkdar kirin. Di şervanên nû de jî weke mange qomtanî hatibû erkdar kirin. Gelek zindî bû û hertim di nava hevalan de bû. Mirov nedizanî nû beşdar bûye. Di aliyê çandê de di pêşde bû. Dema me şahî li dar dixistin, di sikêçan, koro, şano û hemû amadekariyan de jî cîh digirt. Di şer de, di çalekiyan de û mirov dikare bêje di hemû qadê jiyanê de cihê digirt. Di her cihî de jî gelekî berbi çav bû. Gelek zêde çalak bû. Gelek zû xwe pêşdixist. Heval Bahoz ruxmê ne kevin jî bû, di komên kemînê de cihê xwe digirt. Hevala jî gelek behsa wî dikirin, daxwazek pir mezin hebû, her pêşniyarên wî ji bo beşdariya koma kemînê bibe pêş diket. Dema beşdar dibû, di komê de hem rola xwe di list û hem jî moral dida komê. Heta kêliya dawî jî di nava berxwedaniyekê debû û heval Bahoz bi vî rengî şehîd dikeve.
Şehadeta van hevala ji bo me gelek giran bû. Ji ber berxwedaniyek bi vî awayî ne şereke ji rêzê bû. Rojeke sax li himber bi her awayî teknîk û êrîşên hovane yên dijmin, heta dawî xwe ji çiyayên Kato û hevala re kirina mertal mesajeke mezin bû ji mere. Bi vî awayî şehîd ketina wan ji mere digotin; “me xwe ji bo we û Kato feda kir” lewma divîya bû fermana didan me, em pêk bînin. Hema hema heta êvarî bahs û nîqaşa hevala li ser van hevalên şehit, berxwedaniya wan û fermana ji mere hiştibûn bû. Dijmin gelek bi israr dixwest û hewil dida ku me di Kato de asê bike û teslîm bigre. Li himberî vê jî diviya bû me ev armanca dijmin vala derbixînin. Bê ku em darbe bixwun me xwe paşde kişand. Di nava paşde kişînê de jî me darbe li dijmin da. Me çalaki bîle kirin.
Di şerê vê paşde kişine jî havala gelek li berxwedan. Fedakariyek bê hesap derket pêş. Lê belê pêwîst dikir ku heval ji Kato derketibana. Yan jî ewê hemû heval şehîd ketibana. Ew civîna ku hatibû çêkirin jî perspektîfê wê li ser vî esasî bû. Heval wê çawa xwe bi parêzin, çawa nebin hedef, emê çawa xwe berdin jêrê, di jêr de jî çawa bi awayek guncaw ji Kato derbikevin. Perspektîfê vê bi awayeke giştî gelek zelal hate dayîn. Li gora vê em bûn kom bi kom û me xwe berda, heta ku em çûn jêrê Kato yê. Bi vî awayî em hevalên ma yî, me xwe ji nav dijmin derxist. Ji bo demekê em ji kato derketin. Lê çawa operasyon bi dawî bû em dubare vegeriyan Kato. Ji ber Kato warê gerila ye, warê şoreşgerane. Lewma tu car û tu wextan artêşa tirk ya dagirker di rastî de nekariye Kato dagir bike.
Nîştiman Sorxwîn