Nasnav: Sarîna Dîcle
Nav û Paşnav: Sinem Ünver
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1993/Şirnex
Navê Dayikê: Sakine
Navê Bav: Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tîrmeha 2012’an li Şemzînan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Sarîna Dîcle (Sinem Ünver)
Mirov te; di her kêliya jiyanê de mîna helbestekî vebibêje, mirov te; mîna helbestekî bibîrbîne, mirov te; mîna helbestekî têr û dagirtî, mîna helbestekî xweşik û hestiyarî bide jiyankirin, divê mirov wisa pak, wisa zelal te bibîrbîne. Divê mirov carnan di meşek ya şevê de, carnan kişandina di sergovendê de be, mîna stêrkek di şeva tarî de diçirisîne, mirov ji westanbûnê heta ku bêtaqet bikeve te binivîse. Divê mirov heta lênûs û pênûs xelas bibin te bide nivîsand in. Cardin jî ya herî biêş e, bi qasî rastiya te neanîna li ser ziman e. Wê helbet her li cihekî kêm bimîne. Ev yek jî êş dide mirov.
Em rêhevalên te, em neçarin ku te binivîsîn û vebibêjin. Li gorî rastiya bi awayê herî nêzîk ên têkoşîna te, dilnizmiya te û hezkirina rêhevaltiya te binivîsîn. Gelo li gorî heqîqeta te, ma wê were ser ziman? Ma wê peyv li beramberî hezkirina te ya ji azadiyê re kêm nemînin? Ma gengaz e ku mirov evîna te ya ji çiyayan re bîne ziman? Wê kîjan peyv vê rastiyê pêşwazî bikin, wê kîjan rêheval li beramberî bawerî û girêdayîna te ya bê dawî bikaribe pênûsê bigire destê xwe? Tilîliyên te kişandine hîn jî di guhên min de deng vedidin. Dengê te jî, mîna kenîna te xweşik bû. Biqasî te zelal, pak û ji dil bûn. Ew kenê te ya pir li te dihat ku di asta xweşikbûyîna zarokekê de bû, lê pênasekirin pir bi zor e.
Belê hevala Sarîna, em neçarin ku te ji zarokên welatên xwe re vebêbêjin. Divê mirov xweşikbûyîna te mîna stranek a azadiyê te bi rûbarên coş re, bi deryayên kûr re, bi latên bilind re binexşîne. Em ê te bayê ku ji seriyekî welatê me dibare ji seriyê din re vebibêjin. Wê bi vî awayî her cihê ku here wê te bide ragihandin. Belê rêheval, divê mirov mîna te be. Mîna te jidilbûyîn, mîna te aşiqê roj û azadiyê, mirov encax bi qasî te bigirêdayî be ji van çiyayan re dikare bi te re bibe rêheval ku em dikarin xwe bigihînin wê rêhevaltiya te.”
Rêhevaleke wê hestên xwe di berbarê rêhevala Sarîna de wiha tîne ziman. Bersiva wê kenîn û meyzandinên te yên di asta xwînşirîniya zarokekê de wê bibin helbestên bêdawî û bibin stranên bêdawî. Dema ku ev yek bi şoreşê re dibe yek, dema cihê wê tê, bersiva vê yekê dibe çalakiyên bêtirs ên tên peyandin bixwe. Wê demê tu ji guleyên li ser te re derbas dibin, ji dengên balafiran re, ji bombayên li ber serê te diteqîn re ti tiştekî nahesibînî. Divê wisa jî bibe. Dema jineke ciwan dixwaze biçe cendekê/î miriyeke/î din rabike, tenê ji bo vê yekê bibe sedema mirina wê, ger tevayî kêrhatinên xwe nexe di tevgerê de, kîjan hêz dikare vê yekê bibe ku?
Vaye wiha, ger kesên ku rêhevaleke/î xwe winda dikin ka wê çi bihizirin mirov hîs bike, mirov dikare xwe bigihîne hinek encaman. Di nava şerê pir dijwar de ji bo kesên bi dehan rêhevalên xwe li kêleka xwe winda kirine bixwe jî, windahiyên wiha mîna her weke yên destpêkê ji wan re tê. Wê careke din yeke/î wisa neyê ser rûyê cîhanê, mîna kêliyên xweşik ên bi wê/î re hatine borandin wê qet neyên jiyankirin. Piştre sozên nû tên dayîn, bi rêhevalên mane re wê çawa ji cihê mayîne bidin berdewamkirin li ser dihizirin. Çûyînên wiha ji hêviyê wêdetir, li gorî me ev yek dibe îspata hêza afirandina bendewariyên bêdawî. Li gorî me ji bo biboneya kirina têkoşînê, mîna bi hezaran şehîdên me yên leheng hene, ev rêhevalên me yên di temenê xwe yên ciwan de bê ku bitirsin çûyîna wan a ser mirinê, em bi girêdayîna xwe ya mezin ve wan bibîrtînin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê