Nasnav: Gulbahar Amed
Nav û Paşnav: Fatma Karayıl
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 02.10.1990/Amed
Navê Dayikê: Perihan
Navê Bav: Abdullah
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 14.08.2008/Amed
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Gulbahar Amed(Fatma Karayıl)
Navê wê ya rastî Fatma Karayıl e. Hevalên wê yên têkoşînê rêhevala Gulbahar wiha vedibêjin: “Min herî dawiyê ev heval di pazîya sala 2011’an de dît. Ez di wê demê de li qada Sasonê bûm. Ew heval di sala 2008’an de ji Amedê tevlî bûbû. Di sala 2008’an de vesazbûyîna wê li Eyaleta Erzuromê çêbûbû. Piştre bi hevala Diljîn re hatin Eyaleta Xerzanê. Vesazbûyîna hevala Gulbahar li Qadên Parastina Medyayê çêbûbû. Ji bona wê yekê hatibû Eyaleta Xerzanê. Ger heval şehîd neketibûna wê di sala 2012’an de derbasî Qadên Parastina Medyayê bûbûna. Wê demê bi hevala Arjîn re li Qada Şêx Cuma dima. Di dema wargeha xweser dida avakirin de, hevala Gulbahar jî li gel wan dima. Hevala Gulbahar li qada Sasonê bi qasî heftiyekê li gel me mabû.
Me li wir amadekariya çalakiyê dikir. Wê demê me mayînek amade dikir. Heval wê demê xwest tevlî çalakiyê bibe. Me wê çaxê jêre got, tu nû hatiyî, mêvanî, tu nû hatiyî Eyaleta Xerzanê. Ger tiştek were serê te em ê ji hevalan re çi bibêjin û em ê çawa bersivê bidin. Çû bi hevalan re axivî, israr kir û xwest tevlî çalakiyê bibe. Wê digot, di gerîlatiyê de û di rêhevaltiyê de mêvantî tine ye. Me jî wê demê ev nêzîkatiya wê dipejirand. Bi rastî jî di gerîlatiyê de mêvantî tine ye. Ger tu herî kûderê here, tu endameke ya wêderê yî. Jiyana rêhevaltiyê, jiyana şehîdane. Wê çaxê tu qet ticaran di vê jiyanê de weke mêvanan naminî. Tu nûnerê/a wê jiyanê yî. Tu gerîla û mîlîtanê wê jiyanê yî. Gerîlayek qet ticaran nabe mêvan. Ji ber ku di jiyana şehîdan de mêvantî tine ye.
Mirov dikare weke rêhevalên şehîdan bipejirîne, weke hevalên wan ên têkoşîn û şopandina rêga wan bipejirîne. Ev pîvan tên pejirandin, ji derveyî van qet ti tiştekî din nayên pejirandin. Mirov vê seknê û vê xetê bi awayeke pir vekirî di kesayetiya hevala Gulbahar de didît.
Ez dikarim ji bona kesayetiya hevala Gulbahar vê tiştê bibêjim, sekin û kesayetiya wê kesayetiya mîlîtanekê bû. Rexmê ku kevin bû û lê ezmûn qazanc neribû, lê di fêmkirina bîrdoziya rêxistinê de bû, xwe di kesayetiya Şehîd Bêrîtanê dayîna pêşxistin de hewldaneke sift dida. Wê her tim pirtûka Rêbertiyê ya bi navê “Çawa Bijîn” li gel xwe radikir. Wê her tim dixwand û Carnan jî hinek beşên wê bi hevalan re dixwend û pirsên bi vî awayî “Rêbertî li vir dixwaze çi bibêje, divê em çawa bijîn, divê em di kîjan astê de bijîn, divê em bibin parêzvanên jiyanê yên çawa, divê em çawa rêhevaltiyê bikin?” dikir û dixwest bi me re nîqaşan bide pêşxistin. Me jî ji wê re digot, çawa ku her olek, her hizrek, her dem û dezgeyek li gorî xwe qural û rêgezên wan heye, rêgezên Jiyana Azad a Rêber Apo daniye holê jî hene. Ji bona vê yekê me jî digot, pirtûka ‘Çawa Jiyan Bikin” divê her tim li gel te hebe. Divê mirov her tim bixwîne û ji bona vê yekê jî ji bona wê jiyanê bidî afirandin, divê tu têkoşînê bikî. Hevala Gulbahar jî digot, wê ev pirtûk her tim li gel min bimîne. Wê bixwe jî digot, divê mirov li gorî rastiya felsefeya jiyana vê pirtûkê têkoşînê bike. Ango israrbûyîneke wê ya wiha hebû.
Ew di sala 2011’an de bi qasî heftiyekê li gel me ma. Di zivistana sala 2011-2012’an de derbasî qada Şêx Cuma dibe. Di 24’ê Adara sala 2012’an de bi hevala Şehîd Arjîn re bi lehengî şehîd dikeve. Em di kesayetiya Ş. Arjîn, Ş. Berfîn, Ş. Gulbahar û tevayî hevalên li wir şehîd ketine de, tevayî şehîdên têkoşînê û şehîdên şoreşê bibîrtinin.”
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê