Navê Kod; Berfîn Tolhildan
Nav û Paşnav; Emîne Bozan
Cîh û dîroka jidayîkbûnê: Entab/Yavuzelî-1975
Dîroka Tevlîbûnê; 1994-Xerzan
Cîh û dîroka Şehadetê; 17 Mijdar 1997-Karox/Hecî Ûmran
Me gelek hewildan da, mijarekî bi tempo re eleqedar e. Hertim wiha bû, divê em biencam bikin. Li gora min, xwe gihandina asta ku qasî dilnizm be ewqas bê aman be, qasî siyasî, leşkerî be ewqas jî hesapgirtina ji hemû terzên pratîkî dide qeyb kirin pêkhatiye. Ez, ya rastî dixwazim we hemuyan beşdarî bikim. Ji bo me di bin de nemayîna we giring e. Divê derfetên demê bêne dîtin, bêne nirxandin, ne tinê xwe, divê herkesê ku bikare karbike bixe tevgerê û hertiştî bide kar kirin. Ya rastî zêde tiştek jî naxwazim ji we, ez tinê vê dixwazim.
Rêber Apo; Belê heval, xwe bide nasîn.
Berfîn Tolhildan: Navê min Berfîn e. Navê minê malê Emîne Bozan e. Sala 1975 li Entab-Yavuzelî hatime dinyayê. Ez dema diçûm zanko min partiyê naskir. Sala 1994’an ji qada Sason tevlîbûm, salekê li Garzanê mam, piştre derbasî Amedê bûm. Ji wir jî hatime vê qadê. Ev salek e li vê qadê me.
Rêber Apo; Têra xwe mayî. Qey pirsgirêkên te yên tendûristî hebûn?
Berfîn Tolhildan; Raste Serokê min, ji ber wê hinek direngketinek min çêbûye.
Rêber Apo; Bi rastî jî rewşa te başe?
Berfîn Tolhildan; Ez başim Serokê min, ti pirsgirêk nîne.
Rêber Apo; Heger li xwe mikûr neyê dikarî bimînî. Nizanim, hevalan kêliya dawî ji min re gotin.
Berfîn Tolhildan; Na, Serokê min.
Rêber Apo; Başe, niha çi dibêjî?
Berfîn Tolhildan; Serokê min heya ez hatim vê qadê jî xwedî meşekî wasat, zêde ne bi îdia bûm. Meşek ku ne di ferqa çawa jiyan bikim û divê jiyanekî çawa bijîm de bûm. Lê belê ez bibawerim ku min li vê qadê biryardariyek mezin qezenç kir, hêrsa wê di xwe de serxist. Ez bi bawerim ku dikarim gelek tiştan pêk bînim. Jiyana bi wate hate bidestxistin. Ez bi bawerim ku min ji rastiya Rêbertî, ji terzê Rêbertî gelek tişt ji xwe re girtî ye. Ez dikarim vana bêjim Serokê min.
Rêber Apo; Yavuzelî cihekî ya Kurd e yan Tirk e?
Berfîn Tolhildan; Kurd e Serokê min.
Rêber Apo; Ji kîjan gundî?
Berfîn Tolhildan; Ji hûndirê wê Serokê min.
Rêber Apo; Te zanko xwendîbû.
Berfîn Tolhildan; Raste Serokê min.
Rêber Apo; Li qada gerîla çiqas mayî?
Berfîn Tolhildan; Salek û nîv mame.
Rêber Apo; Bawerim te asta temsîla wê girtiye.
Berfîn Tolhildan; Ez bawerim ku min girtiye Serokê min. Gelek tişt jê hate girtin. Gelek perwerde jî hate dîtin û pêre gelek tişt hate girtin.
Rêber Apo; Başe, bi biryarî.
Berfîn Tolhildan; Bi biryarim Serokê min.
Rêber Apo; Mijarên bi giştî hate ser ziman ji bo te jî pir zêde derbasdar e. Ji tere rexneyên giran hatin?
Berfîn Tolhildan; Na Serokê min. Asta kesayetî de hinek rexne hene, ji bilî wan rexneyên cidî nînin.
Rêber Apo; Erkdarkirinek çawa dibe?
Berfîn Tolhildan; Rêbertiya Partiyê dizane.
Rêber Apo; Kî heval nasdike, em erkdarkirinek çawa bidinê?
Menaf: Ji asta taqim, asta manga de dikare destpê bike.
Rêber Apo; Lê belê, bila li kîjan qadê be?
Menaf: Li biryargehê dibe Serokê min.
Rêber Apo; Dibe. Tu di nav yên ku ji vê medreseya partiyê pîvanên nirxdayînê herî baş girtî de cih digrî. Di vê wateyê de kîjan herêma ku biçî, biryargeh jî dibin, bi ziraviyek…
Berfîn Tolhildan; Raste Serokê min. Qad ferq nake, demê pêş dixwazim û difikirim biçim Amed ê.
Rêber Apo; Çima Amed?
Berfîn Tolhildan; Bi taybetî ji şehîdên zivistanê bandorbûnek min ya zêde çêbû.
Rêber Apo; Kîjan Şehîd?
Berfîn Tolhildan; Heval Cemal wan.
Rêber Apo; Tû jî li wir bû?
Berfîn Tolhildan; Piştî hatim rû da, min nasnedikir.
Rêber Apo; Diviyabû tû beriya wê fikirîba. Herkes nikare heqê xwedî derketina li bîranîna şehîdan bîne cih, encax wekî min bi xwe heya dawî dayîna vî karî dikare bê pêkanîn. Ne wiha be tu jî yê li ser nîvê reya ber bi Amedê ve tevlî wana bibî, hem jî bêyî kû te tiştek jî kiribe. Ji bo wê jî divê hûn bêaman bin, terzê ku ez dibêjim serbixin, xwe bigihînin vî terzî. Amed, Dersîm, Koçgîrî yê were ber lingên we û her tişta hûn bikin yê wan deran bihêjîne.
Berfîn Tolhildan; Ferq nake ku kîjan qad be Serokê min.
Rêber Apo; Başe, pêwîste bi bîranîna şehîdan re ewqas girêdayîbin, ev tiştekî baş e. Nebûyîna xwedî hêz divê nebe sedema ku me ber bi belayê ve dibe, ber bi tinebûnê ve dibe, ji vê kêliyê û wir de divê di me de vegere hêzekê. Hestên baş, lê belê hinceta wê divê kêlî bi kêlî bê avakirin.
Berfîn Tolhildan; Raste Serokê min.
Rêber Apo; Tê weke jinek azad ya baş bisekinî. Divê hûn nekevin rewşên neyênî yên di xebatên azadiyê de derdikeve pêşiya we.
Berfîn Tolhildan; Ezê nekevimê Serokê min.
Rêber Apo; Di wateya bingeha giştî bîrdozîk, siyasî de jî tê bibî kadroyekî milîtan yê bihêz yê partiyê, tê teqez bidî, tê bizanî bi israr bidî.
Berfîn Tolhildan; Ezê bidim Serokê min.
Rêber Apo; Em divê di vê çerçoveyê de li te bi çavê milîtanekê PKK’ê binêrin. Bi ewqas ya hatî dayîn re divê tû xwe bikarî ispat bikî. Ev yek yê teqez we nêztirî bêrîkirinên we, nasnameya we bike. Ev yek yê we zêdetir nêzî hûrmet, heskirinê bike, heman demî yê serkeftinê bîne. Divê tû jiyana xwe di her şert û mercan de li gora pêwistiyên çareseriyê bigrî dest û eyar bikî.
Berfîn Tolhildan; Ez bi biryarim Serokê min.
Rêber Apo; Başe, ji bo we jî sond di vê bingehê de ye. Tekane reya tê qebûl kirin ya dibe serkeftinê ye, ya encam girtinê ye.
Berfîn Tolhildan; Raste Serokê min.
Rêber Apo; Bi vî awayî me gotinên herî bi wate û bi şans yên dewre ya xwe anî ser ziman. Serkeftin di fikir de destpê dike, şer hertim di fikir de tê bidestxistin. Yê ku mejiyê xwe naşixulîne, yê kû di fikirde serkeftinê bidest naxe nikare ji ber xwe ve xwe bigihîne serkeftinê. Ji bo wê min giraniya mezin da hêza gotinê, hêza fikir. Ez vî şerî bi hêza fikir, bi hêza gotinê serdixim. Çiqasî rast bibe bila bibe, çiqas bi ziravî û hesasiyet li ser bisekinî ewqas bi awayek xwezayî pratîk bi şêweyek tendûrist pêşdikeve û digihîne serkeftinê.
Hêvîdarim hûn cardin nakevin xeta û kêmahiyên hûn ketibûn. Weke hûn dibînin, nabe ku mirov ji vî xebatî bêhnteng bibe. Di rastiya jiyana me bi xwe de ev xebat ji xwe veşartî ne. Terzekî din yê jiyanê nabe. Xetayên mezin yên jiyanê têne kirin. Xwe xapandinên gelek mezin weke ku jiyan bê kar û xebat jî dibe tê jiyîn. Na! Vê ji ser xwe bavêjin.
Terzê rast yê xebatê jiyan bi xwe ye. Beyî têkoşîn jiyan nabe, beyî şer jiyan nabe. Kar û xebat, têkoşîn, şer kevirên bingehîn yên kilîtên esasî yên jiyanê ne. Divê em heqê hemûyan bidin û wiha bigihêjin hedefê.
Li vir sererastkirinên gelek girîng hatine pêkanîn.
Di vê dewreyê de herî dawî bi taybetî di mijara xwe lêpirsîn kirinê de, li ser bingeha zanîna partî girtin û di gelek aliyên din de xwe sererast kirinên gelek girîngin ku hate bidestxistin. Ev hêzekî wiha ye ku heger hûn di wextê wê de bikarbînin, dijminekî ku bikare xwe li beramberî wê bigre yê nemîne. Min hertim ji encam girtina vî terzî bawer kir. Ez jî bi vî terzî bûm e, lê heger hûn xwe bi xwe bêbandor nehêlin, xwe xefil nekin, yan xwe bi çavkûrî kilîtnekin. Min ji vê bawer kir û pêkanî. Hêvîdarim hûn jî yê bikin û serkeftina we yê gelek zêde bibe. Mi li vir ji bo derbaskirina kêmasiyan şerekî gelek mezin meşand. Ez hêvîdarim emê vêcarê bi hevre, bi meşek di asta hevdû de rê bigrin û pêkbînin. Hûnê firsend nedin ji çep û rast çûyînê re, berkaşîkirinên ji hûndir re, ji pişt ve duvikê xwe kişandina hundirê xwe re. Hunê destûr nedin nêzîkatiyên maceraperest jî. Meşa yêkbûna Partiyekê, teyisandina wê ya şer; yê di vê reya ku we canê xwe daniye holê û xwe ji min jî zêdetir bexşandiye bibe serkeftinê.
4 Qanûn 1996