Jineolojiya Ku Di Dîroka Me Ya Jinê De Herikiye û Hatiye, Bingeha Ji Nû De Avahîbûnê Ye
Kordînasyona PAJK’ê
Bi bihareke nû re, bi 8’ê Adareke nû û bi cejna Newrozê ya 21’ê Adareke nû re destpêkirinên nû me jinan her dide coşkirin û di bingeheke hêviyên nû de bi pratîkbûyînan re me dikişîne têkoşînkirinê, berxwedanê û ji nû de avanîbûyînan.
Destpêkê azadî bi şerkirinên mezin yê di ferasetan ve dibe. Sîstema heyî, bi hêz lêpirsînkirina ferasetên azadkirî re dikare encamên rast derxe holê. Rewşa ku vêna herî kûr dikare bike jî ji ber ku cinseke hatiye perçiqandî ne jin in. Jinên Kurd di dîroka azadbûna gelê Kurd û jinan de bi tevlîbûneke egid û cesûr, şehîdên me jî weke qurixan (kutup yıldızları) yê însaniyetiyê ji hemû cîhanê re bûne rênîşandan.
Hal ev e ku sîstema modernîst yê kapîtalîst veguherînên ku di wateya ferasetê de afirandiye şêwazên jiyana herî jirêketin hema weke şêwazên herî azadîxwaz daye nîşandan. Vêna bi afirandina kesayetên jin yên weke ferdparêz, lewaz, bende (bagımlı), ji xwe nebawer, koleya malê, koleya mişeyê û metayê li ser jinan îktîdara xwe daye berdewamkirin û rêkûpêkên berdewamkirinê çêkiriye û xwestiye sîstemê xwe têxe bin ewlehiyê.
Her wiha heyfe ku li hemberî vê terzê jiyanê pêvajoyên şoreşa Sovyet û Çîn ku bi fedakariyeke mezin û lehengtiyan hatiye qezenckirin jî ji ber ku mûştaqên heman ferasetê nehatiye derbaskirin destketiyên ku li bendê bûn, hêvî dikirin û azadiyan neanîn. Bindestan di nav xeyalên şikestî de belav bûn. Ji ber ku nekarîne bibin alternatîfa sîstemê kapîtalîst, hema di hemû qadên jiyanê de nekarîne xwe ji şibandina wan, hatina rewşeke mûştaqê xelas bikin.
Ji yek nexweşiyên herî bingehîn yê Reel sosyalîzm çavkaniya xwe ji derbasnekirina bi nêrîna zilam nêzîkatiya jinê bûyîn bû. Nêrîna tekçî, navendparêz, ji demokrasiyê re girtî û tekduze her tim ferasetê dewletperest û îktîdarperest dihişt ku xwe bidomîne. Di çavkaniya esasî ya nêzîkatiya ji modernîteya kapîtalîst re, nêrîna Reel Sosyalîst ya ewqas daxwaza xwe şibandin de meyzandina zilam ku baş nehatiye lêpirsînkirin hebû. Di şoreşa Reel Sosyalîst de tu nêzîkatiyeke bi jinê re parvekirin, bi jinê re hevaltî, bi jinê re jiyaneke hevpar nehatiye pêşxistin. Tersane nêzîkatiyeke girtî heta dijminî ji bo rexne, pêşniyar û nirxandinên şexsiyetên pêşeng weke jinên Roza Luxemburg, Emma Goldman, Alexsandr Kollantay hatiye pêşxistin. Lê belê dîsa jî bi van hemû ceribandinan re lêgerîna azadî, wekhevî û dadî ya însaniyetiyê ku xelas nabe qet xelas nebûye û heta roja îro hatiye.
Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd ku bi Rêberê me Abdûllah Ocalan re dest pê kir û bihêz bûye, di destpêkê, di sazîbûnê de her çiqasî bişibe Reel Sosyalîst û tevgerên rizgarîxwaz yên netewî jî, her çû cihêbûnekî jiyan kir. Ev cihêbûn herî zêde û herî net di nêzîkatiya pirsgirêka jin û di rêbazên rêya çareserkirinê de pêş ket. Bi girtina aliyên erênî yên van şoreşan re terzê jiyan û feraseteke alternatîf di PKK’ê de herî zêde jî bi esas girtina jin re hate pêşxistin. Ev rewş bi pêvajoya Îmrali ve dest pê kir û bi bi her pênc parastinên dawî guhertin û veguherîna paradîgmayê re ku gihîşte lutkeyê kûrtir bû û gihîşte sîstemekê. Bi vê wateyê re dîroka azadiya jinên Kurd jî, nêzîkatiyên Rêbertiya me ku pêşiya me vedike ciheke stratejîk digire.
Ji destpêka sazîbûna PKK’ê û vêderê dîroka ku tê nivîsandin di heman demê de tiştên ku me weke jin jiyan kirine, têkoşîna ku hatiye meşandin, ji nû de zindîbûna cinsa jinê, vejîna wê û di vê bingehê de dîroka rizgarbûn, azadbûnê jî kurtayî dike. Bi vê wateyê re vejîn û azadbûna jinên Kurd kevirên bingeha vê pêşengîtiyê de zindîbûna hemû jinên cîhanê dezgeh dike. Di eniyên dîrokî, erdnîgarî û fesefîk de dema li tiştên ku me jiyan kiriye tê meyzandin ev pir belq (çarpıcı) tê dîtin û jiyankirin.
Di aliyê têkoşîna me ya azadiya jin de me li hemberî feraseta serdestiyê zilam şereke pir dijwar û şîdet da meşandin. Di vê şerê de şerê navxweyî ku Rêbertiya me bi xwe ve da destpêkirin diyarker e. dahûrînên ku Rêbertiya me di xwe de daye destpêkirin zîvirî hamleyan û şewqvedana kesayetên jin û pratîkên wan kir. Mînak berî hingî di refên rêxistinê de li hemberî tevlîbûnên jinan bêewlehî û bêbaweriyek hebû. Bawer dikirin ku jiyan dê were xerabkirin û tu carî dîsîplîna gêrîla naye sazkirin. Jin hatibûn refan, lê bi xwe jî dê tevlîbûneke çawa bike pir nedizanî. Di jinê de pêkhateyên bingehîn ku li ber çav bûn cesaret, fedakartî û girêdan bû. Bi hêz girtina van nirxana di nav refan de her çiqasî zorê bide jinê jî ser xist. Jinan di rêxistinbûyînan de, li zindanan û serhildanan de li herî pêş cihên xwe girtin. Nirxên azadîxwaz parastin û di kesayetên xwe de neqişandin.
Rêbertî di her astî de tevlîbûna jinê her tim parast.
Di destpêka salên 1990’an de jinên Kurd, bi bandora têkoşîna netewî û dahûrînên azadiya jin ya Rêbertî re herikîn refên gêrîla. Kesayetên weke Binevş Agal, Zekiye Alkan, Ronahî û Berîvan pir bi bandor bûn. Jinên Kurd di tevlîbûna gêrîla de him di wateya civakî de, him jî di nav rêxistinê de bi astengiyên pir cidî re rû bi rû hatin. Zilaman pir vekirî gotin şer ne karê jinan e, di aliyê fizîkî de jî negengaze ku di çiyayan de bimeşin. Li hemberî nêzîkatiyên bêbawer ya zilam li hemberî jinê û nêzîkatiya bêbawer ya jinê li hemberî xwe re wek tarzê Gulnaz Karataş ku naye jibîrkirin şehadet û berxwedaniyên jin hatin jiyankirin. Rêbertî di sala 1993’yan de ji vê re weke bersiv hamleya artêşbûna jinê kir. Ceribandinên yekemîn ya artêşbûna jinê di axên mezopotamyayê de yekemîn û dîrokî bû.
Di sala 1995’an de ev gavan bi YAJK’ê rêxistinbûyîna xweser ya jinê ve hate lezkirin. Çalakiya heval Zîlan ya 1996’an di azadbûna jinê de rolê kevireke mîheng lîst. Li vê derê ferasetê serdest yê zilam re şerê me yê di bingeha azadbûna jin de şîdetir bû. Qada pevçûn û nakokiyên bingehîn di asta rêveberiya jin de biryara tevlîbûna pevçûnan bû. Di van hemû salan de di cewherê ferasetê zilam yê serdest de di xebat û şaxên tevlîbûna şer ya rêveberiya jin ku zilam nekariye hezm bike her çû xwedî pêşdeçûyînên ku hatibû destxistin bû. Rêvebertî û şer weke dîrokî zilamê ku hatiye bicihkirin, ji ber ku qadên îktîdarê ku tu caran nexwestiye jinê nêzî bikin bû, li hemberî vê bertek, acizbûn û vala derxistin pêş diket. Gêrîlayên jin bi ked, berxwedan, fedakartî û vîneke mezin re dema vê derbas kir, vê carê li hemberî gotinên zilam weke “bila jin hebin lê weke ku ez dibêjim bila cih bigirin, bila şer bikin, bila gotinên min bikin” bersivên çalakiya hevala Sema ya sala 1998’an û Bîrdoziya Rizgariya Jin ya Rêbertî di esasê rêgezan de bersivên herî balkêş û hişk bû.
Tevlîbûneke li gorî çarçoveya zilam tu carî ji jinê re azadî nayêne. Bibe bibe dê şibandin û taklîtkirin were jiyankirin. Dê azadî di asta gotinê de bimîne. Di nav jiyanê de zindîbûn sernaxe. Di van ferasetên serdest ku jinê weke di cîhgirê xwe de girtin dibîne, potansiyela afrîner dernaxe holê, astengî ji tevlîbûna bi vîn, însîyatîf û rengê jinê re derdixe, di esasê pevçûn û qewixandinan, di esasê jiyanîkirina peyvên weke bîrdoziya rizgariya jin, nakokiya cins, şerê cins ve hate derbaskirin. Bi vîna kolektîf ya jinê re encamên ku derketine holê pir şewqên hêz û diyar sinyalên destpêkê da nîşandan ku bi alternatîfên cuda rêveberek, şer û terzê rêxistin dikare derkeve holê.
Piştî pêvajoya komployê navnetewî ya 1999’an her çiqasî hewldan rêxistina jinê têxin bin venêranê (denetim) jî bi partîbûna jinê re bersiva bi hêz hate dayîn. Armanc ew bû ku xebatên azadiya jinê bi hêz bikin û bidin berdewamîkirin. Şehadetên di sala 2006’an de ya hevala şehîd Viyan û di sala 2008’an de ya hevala şehîd Nûda kesayetên jin yê ku parastin û spartina xeta Rêbertî ku şênber bûne bûn.
Ji bo mercên zindanê yek kesî yê Îmrali de, Rêbertî ji hemû şehadetên jin re bersiva herî bi wate xebatên xwe yê azadiya jin ku nîvco mabû, bi pêşniyarên ku bi awayeke hamleyan ve xwest pratîk bike bû. Di her pênc paraznameyên dawî de di wateya ferasetê de binesaziyeke pir bi hêz û bingeh amade kir. Her paraznameyek ya din hêztir kir. Zexmtir kir. Paraznameya “Sosyolojiya Azadiyê” ku di sala 2009’an de nivîsiye di asta berhemeke ku alternatîfa çareserkirineke bilind bihêz dideyne holê de bû. Ji bo alternatîfa modernîte jî aliyê stratejîk ya “JINEOLOJΔ an jî zanista jinê danî holê. JINEOLOJÎ li kêleka lêpirsînkirina disîplîn, terzê jiyanê û pratîkbûnên zanista heyî û pêşdidît ku alternatîfa van jî were pêkanîn.
Di esasê de Rêbertî ji bo keda jin û têkoşîna wê sazî bike, bigihîne nasnameyeke rêxistinî û sîstemî û berdewamiya wê ya bîrdozîk pêk bîne pêşxistina partîbûna jinê gaveke di asta şoreşê de bûye. Pêvajoya ku bi YAJK’ê destpêkiriye û bi sala 2004’an re PAJK- weke partîbûna jin weke partiya afirandina sîsema modernîteya demokratîk, avakirina civaka exlakî û polîtîk teşe girtiye. Bi azadiya jinê re derketina rê, xwe bi spartina azadiya jinê re berpirsiyartiya sîstemeke civakî derbaskirina jiyanê weke nasnameya partiyê hate şênberkirin. Ev tê wê wateyê ku têkoşîna herî dijwar ya di hemû aliyan de bername, stratejî, xeta çalakiyê û jiyanekê bi eqil û feraseta jinê re heyî kirine. Di vê wateyê de jineolojî – weke feraseta jinê di nasnameya PAJK’ê de sazî bûye. Piştî wê pêvajoya nû ku bi sala 2013’yan ve destpêdike jî di aliyê jinê de sîstema hevserokatî KJK û KCK ku pêştêdîtin ji saziyên bingehîn e ji bo JINEOLOJÎ derbaskirina jiyanê. Di kêleka di hemû qadên jiyanê wekhev û azad tevlîbûnê de, ji nû ve avakirinê de ji rolên wan yê pêşeng a bi hêz re jî hatibû dûpatkirin (vurgu).
Lewra bi sala 2015’an re di hemû qadan de JINEOLOJÎ ji bo ji nû de avakirina civakê de herî zêde berpirsiyariyên dîrokî yên esasî dikeve ser milê me jinan. Di vê 8’ê Adarê û Newrozê de çawa ku di destpêka însanbûna însan de, di mezopotamya de jin gavên yekemîn di civakîbûnê di aliyê jinan de avêtiye, niha jî di her qadê jiyanê de ji nû ve avakirinê înşa kirin dikeve ser me. Ji nû de avakirinê de JINEOLOJÎ şaxa bingehîn ya zanistê ye. Jin di hemû qadên jiyanê de di siyasetê de, di jiyana sosyal de, di aborî de, di parastina cewherî de, bi bikaranîna hemû hêzên xwe yê afirîner û potansiyela xwe rola xwe ya pêşengîtiyê, di esasê bi hêz fêmkirina şaxa vê zanistê de dikare bibe. Ne weke bûyîna lasayîvanek (taklitçi), şibandinek feraseta serdest yê zilam, di esasê JINEOLOJÎ de bi eqil, ziman, dil û însîyatîfa jinê re bi awayeke hunerî divê bikaribe hemû jiyanê bihûne. Divê tu carî ji xwestina zilam ya jinê girtina bin cîhgira xwe, di nav sînorên xwe de nêzîkatiyên ku bi zorê hiştinê re destûr neyê dayîn, û di meşandina têkoşîna vê de bi aqlê jinê yê hevpar, bi kolektîvîzmê lêhurbûnên bi hêz, bi pratîkirinan ve destkeftin were bidestxistin.
8 şaxên ku di avakirina înşaya nû de hatine diyarkirin, di pratîkirina şaxên siyasî, sosyal, aborî, çandî, hukuk, dîplomasî û parastina cewherî destpêkê jinên ku di van qadan de ne rewşa jinê şênber lêpirsînkirin, di her aliyê de ji nû de avakirina jiyanêpêwîst dike. Alternatîfbûyîn divê di eksena jinê de were pêşxistin.
Weke mînak sala 2015’an şaxa parastina cewherî ya jinê dê bibe saleke ku aktîftir û bandortir pêş dixe. Jinên Kurd di şexsê YJA STAR û YPJ de ya ku herî zêde rol lîstiye û dê berdewam bike ji bo bindestên cîhanê re zêdetir bibin hêvî û cesaret bidin. Ji rastiya jinên ku hatine rewşeke metayê cinsî, heşifî (silik), xwe bi tu awayî naparêze, ji refa xwe ya modernîteya kapîtalîst ditirse, li hemberî DAÎŞ ku temsîlciya herî gaddar, zalim, bêheyf ya sîstemê baviksalarî ye, vîn û berxwedaneke jin ya bêhempa hatiye derxistin.
Di Rojhilata Navîn de dema DAÎŞ komkujiyên jinan eşkere dike, li ser rûyê her parzemînê de li hemberî jinê şîdet, li ser navê namûsê kuştin, cînayetên jinan jî perçeyeke din ya van hemû pêkhateyan e. Çalakiyên teror û şîdet yê li hemberî jinê bi navbenkariya modelê netew dewlet yê ferasetê serdest û terzê jiyana wî ya modernîst re bi awayên tuj rewşeke sîstematîk girtiye. Şaristanî her çiqasî xwe li ser navê weke pêşketî, hemdem hewldaye ji jinê re pêşkêş bike, kesayetên jin yên ferdparêz ku ji civakbûnê hatine qutkirin dixe rewşeke bêhêz û tînin rewşeke nêçîr.
Lê belê şerê parastina cewherî ya YJA STAR û YPJ sekna li vê derê ya jinê şiyan, cesaret, vîn û zanistiya xwe parastinê, hemû jinan aniye rewşeke bi hêz, pêşengeke bingehîn ku ji şîdetê zilam diparêze. Bi vê wateyê re em weke jinên Kurd sekna parastina rewa him di çiya de, him jî di qada civakî de bi berpirsiyariyên bi tarzeke bîrewer de parastina xweser ya jinê pratîkirin re rû bi rû ne. Weke ku tê zanîn mantiqê şerê di sîstema modernîst kapîtalîst ne di bingeha feraseta parastina rewa de, bi awayeke xwe disipêre zorê û li ser destxistina îktîdarê ye. Bi feraset û rêbazên serdestan şîdetê bikaranîn dê me bişibîne serdestan. Em dê bişibin hêzên ku li hember şer dikin.
Di vê wateyê de em jin dema mekanîzmayên parastina cewherî ya jinan û gelan pêş dixin em dikarin hêza pêkanîna bihêztir û afrîner ji bo parastina rewa bidin nîşandan. Feraset û rêbazên vêna bi zanist û vîneke mezin re dikarin deynin holê.
Di şerê gêrîla de li şûna terzê şera ku Rêbertî rexne dike, em dikarin terzeke şerê ya alternatîf pêşbixin. Ev jî di bingeha esasên gêrîlavantiya rast ku bi salane em dinirxînin de tevgerandin, di hemû jiyana xwe de pêkanînê re, bi afrînerî û însîyatîfê re nîşandana me bihêz ya derbaskirina jiyanê ye. Ev jî tarzeke ku amadekariyên berî şerê awayeke bi hêz di hûrguliyan de kirin, bi taktîkên zirav lêxistineke bandore. Ne şerên enî, taktîkên gêrîla esas girtine. Ne tarzeke întîharvarî, dema pir bi hêz li dijmin dixe divê windahiyên herî kêm esas bigire. Jin dikare pêşengîtiya şereke wisa bike. Lê belê di şerê gêrîla de jî di pişt zilam, di qada zilam de na, bi lêhurbûnên taktîkî yê gêrîla, plansaziyên stratejîk, bi keşfên bandor re, bi bawerî dayîna xwe, di esasê kolektîvîzma jin de bi hevpariya rêveberiyên giştî re dikare biser bixe. Di vê esasê de dikare tevlî çalakiyên xweser û giştî bibe. Di tarzê şerê heyî de bi parastina aliyên berxwedêr, lehengtî divê zêdetir were pêşxistin, bi windahiyên kêmtir re destkeftiyên mezin girtin ji misyonên pêşeng yên jinên di nav gêrîla de bihêz xwedîderketinê re dikare gengaz bibe.
Di qadên civakî de jî jinan bi ked, zanist û vîneke kolektîf re dikarin ji taxan destpêbikin, li hemberî terorê dewlet û zilam xwe zanistkirinê bi mekanîzmayên rêxistinî yên bi hêz re parastina xwe ya cewherî bi awayeke bihêztir bikin. Em jibîr nekin ku di dîrokê de di serî de dema neolîtîkê, di demên cuda de aliyeke girîng ya windahiyên jin jî, çavkaniya xwe ji bi bandor neparastina di serî de xwe û nirxên ku bi xwe afirandiye girtiye.
Di vê esasê de 2015 8’ê Adarê cejna jinê û 21’ê Adarê cejna Newrozê re tiştê ku di Kurdan û jinan de têne jiyankirin bi rastî jî cejneke jin û destpêkirina çîçekgirtina tovên rojên nû û jiyana nû ye. Rastiya jin û geleke ku ber bi biharê ve diçin heye. Em êdî ne tenê bi berxwedanê heyî dibin, di heman demê de avakirina jiyana nû, jiyana azad jî bi fêz û şabûneke mezin hest û coşa kirina wê jî jiyan dikin.
Me weke jin bingehên herî esasî ya tarzê jiyaneke dijkapîtalîst di çiyayên xweşik de avêt. Sistema jiyana ku qet nehatiye fikirandin me pêşxist. Bi xwezayê re di wateyên kûr yê xwe naskirinê de, bi rêxistinbûyînê re li hemberî her cure êrîşên fizîkî ku ji derva ve werin jî di nav sekna parastina rewa ya herî bi wate de mayînê re me pêşketinê serxist.
Jiyana kapîtalîst navê bi rêbazên herî zirav lê bi awayeke herî bi hêz jinê navsîstemîkirin û metakirin e. bîrdoziya me ya jin jî jina ku ji jiyana civakî hatiye qutkirin mehkûmî bêeşq mayînê ye. Dema em bi fikra “eşk di civakbûyînê de radize” dinêrin, jinên Kurd pêşengîtiya eşq, civakbûyîn, berxwedan û parastina cewherî dikin.
Bi sala 2015’an ve bi pêşxistina şerên feraseteke mezin re ZANISTA JINEOLOJÎ baştir fêmkirin û qebûlkirinê re, xwe beyî ku bireser (nesne) an jî kirde (ozne) bikin, tenê weke ferdeke wekhev û eslî yê jiyanê heyî kirin weke rêgezeke jiyanê destgirtin em dê meşa xwe ya berxwedan û azadiya mezin bidomînin. Çîroka jiyana jinê hatina rewşeke hemaneke wekhev dersik dayîn e. Bi înadeke mezin ji hemû tiştên ku di jiyanê de hatine jiyankirin her tim bi derxistina dersan re pêşdeçûyîn û berxwedana bêwestandin nirxî dîtinê ye. Ev jî bi dîrokîkirina kareyên jiyanê ve gengaz e. Dîrokîbûyîna tiştên ku rojane têne jiyankirin di jiyana jinan de balkêşe.
Pêşketinên di dîroka me ya jinê bi awayeke dûz, qet bêxeletî, bêkêmasî çênebû. Xwe weke jinekî naskirin, her tim lêgerîna zanebûnê, ji ceribandin û şaşkirinên jiyanê netirsandin, hertim bi nirxên civakî re girêdayî mayîn re, hertim bi hînkirinên Rêbertî esas girtinê re gengaz bûye. Bi qasî ku ji xeletiyan netirsandin, bi arastekên ku xeletiyan daxe asta herî kêm re tevgerandin girîng e. Di vê wateyê re ji dîroka me ya jinê ji hemû demên derbasbûyî ya jiyana jinan tecrûbeyên kûr ku herikîne di çarçoveya ZANISTA JINEOLOJÎ ji nû de bi hêz şîrovekirinê re gihandina hêza wateyê, weke parçeyeke kesayeta me dahurandin û di rewşa sîstemeke jin de ji nû de avakirin, xebatên sîstematîk yên bi hêz pêkanîn divê nêzîkatiya me ya bingehîn be.
Li ser vê esasê cejna jinên kedkar 8’ê Adarê û 21’ê Adarê cejna Newrozê li ser vê bingehê ji Rêbertî re, ji hemû gelan re, ji jinan re û ji însanetiya pêşketî re pîroz be. Bi biharbûyîn û bi coş û kêfxweşiyê destpêkên nû re destkeftiyên mezin bila her bi me re be.