Jîneolojî Hevdîtina Jinê Bi Heqîqetê
Jîneolojî Hevdîtina Jinê Bi Heqîqetê
Beşa Yekem
Encama nîqaş û agahdariya di derbareya jîneolojiyê
Rêbertiya me bi parêznameya civaknasiya azadiyê, jîneolojî xiste rojeva me. Di vê mijarê de Rêbertiya me wiha dide diyarkirin: “ bi şûna têgeha femîmîzmê, jîneolojî (zanista jin) dikare hîna bêtir armancê pêşwazî bike. Para rastiyên ku jîneolojî derxîne holê, herhal wê ji rastiyên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedaglojî werhasil pir lojiyên derbara beşên civaknasiyê, ne kêmtir be. Qet nabe mijara nîqaşan jî ku jin hem wek fîzîk hem jî wate beşa herî berfireh ya xwezaya civakî teşkîl dike. Wê demê çima ev beşa xwezaya civakî ku pir girînge, nebe mijara zanistê?
Pêkneanîna jîneolojiyê ji hêla civaknasiyê ku wek pedagojî heya terbiye û perwerdeya zarokan dabeş bûye, nikare ji vegotinbûyîna zilamê desthilatdar wêdetir bi xususekê re bê îzahkirin. Heya xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê hemû xwezaya civakê ronînebûyî bimîne. Ronîbûna berfirawan û rast a xwezaya civakî, encex bi ronîbûna rast û berfirawan a xwezaya jinê re gengaz bibe. Ji dîroka mêtîngerkirina jinê heya mêtîngerkirina aborî, civakî, siyasî û hişmendiya wê eşkerekirina cihê wê di eşkerebûna hemû mijarên din yên dîrokê û her aliyê civaka heyî xwedî têkarî (katkı) be… zanista etîk û estetîkê beşên qutnebûyî ji zanista jinê ne… pêşxistina zanista aboriyê wek beşek ji zanista jinê wê hîna rast be. Aborî di serî de şêwazek xebatên civakiye ku jin tê de rola sereke dilîze … Bizava azadî, wekhevî û demokratîk a jinê li ser bingeha zanista jinê ku femîmîzê jî dihewîne, wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de eşkere rola bingehîn bilîze.”
Wek ji parêznameyan jî fêm dibe Rêbertî, jîneolojiyê wek zanista jinê di perspektîfa zanista civakî ya paradîgmeya nû de datîne rûnişkandin, wê wek şaxeke civaknasiya azadiyê dihizire. Zanist, çalekiyekî (etkînlîk) fikriye ku xwe dispêre ceribandinê, bûyer û diyardeyên di gerdûnê de lêdikole, hest û sawan (varsayım) jî piştçav nake. Di cehwherê xwe de jî beşekî piçûk yê felsefeyê ye ku xwe gihandiye agahiyên teqez (kesîn). Her bûyîng (oluşum) an jî mijara di nav xwe de bitûniya têkîlî û ramanên mentiqî pêkanîbe mijara zanistêye. Zanist, rêbaza ramana pêşketî ya mirov a hêza guhertin û girêdan, bandor-berteka (etkî-tepkî) dualî di nava gerûna zindî de ye. Ev tenê xwe naspêre mêjiyê analîtîk, xwe wek behreya pêşketin û jîna civakî û dîrokî ya pir demdirêj ava kiriye. Di vê wateyê de zanist, berhemekî gihîştina hêza guhertin û werguhertina mêjiyê civakî ye. Dema zanîn werguhertin amûrê desthilatdariyê, ji cewher û bitûnîbûyîna civak-xwezayê hate qutkirin. Bi qutkirina zanîn ji etîkê derbeya herî mezin li wê hate xistin. Zemînê herî zêde ev hate lêhûrandin û xwe bi awayek tazî rave kir jî zanist e. Di vê wateyê de zanist qadeke ku herî zêde li beramberî jinê zayendparêzî lê hatiye barkirin. Zayendparêziya zanistê tenê bi vederkirin, yadîtirkirin an jî ji nedîtîvehatinê îbaret nîne. Di serî de ji xwezaya civakî, ji gerdûn, xweza û dîrokê re şêweyên cuda yên nêrîna zayendparêz tê dîtin. Ne tenê ji bo jinê; ji bo îstîsmarkirina civak, xweza û zilam jî, ji bo qutkirina wan ji dîrok û xwezayê, ji bo bikaranîna bi her awayî derî vekirî hiştiye. Zanistê xwe tam wek xwedayê zilam ava kiriye. Di vê wateyê de zanista civakî ji bo civakê li gor zilamtiya serdest înşa bike, muhendîstiya civakê dike. Zansit xwe wek fermana xwedê xistiye rewşa serdest, mutlaq û bêgengaşî (tartışmasız); xiyaneta ji çavkaniya xwe ya eslî jî temsîl dike. Jîneolojî di wateyekê de zemîneke girîng a bidestxistina wateya rast û çavkaniya cewherî û zansitê ye. Zanist di eslê xwe de berhema mêjiyekî ekolojîk, femînen û heya dawiyê nerm e. Zanista jinê, di serî de di qada zanista hebûnê, bi şeklekî ku hemû hebûnan jî di nav xwe de bigre, berdewamiya (uzantı) xwezayê ye. Têkîliya wê bi xweza, biyolojiya jinê, felsefeya wê ya jiyanê, di çerçoveya dîyalektîka xwezayî de vegotina zanistî ya pêşketin û têkîliya di navbeyna mêjiyê analîtîk bi mêjiyê hestyarî ye. Pêwîste jîneolojî di çerçoveya civaknasiya çandî, civaknasiya avanî, civaknasiya pozîtîf û bi taybet civaknasiya azadî de cihekî (konum) civakî-zanistî pêk bîne. Heke jîneolojî bi awayek bihêz bigihîje vê nêrîna civaknasî wê wiha di nava zanista civakî ya alternatîf de hem dînamîka herî mezin, hem jî wê bibe şaxa herî sereke ya di pîvanên azadiyê de.
Li gor vê;
a- Di çerçoveya demdirêj a civaknasiya wê de; di civaka çandî de wê hebûna jinê wê têkiliya jinê bi tevnên civakî yên sereke wek çand, ziman, huner û olê re, di vê wateyê de wê têkîliya jin-zarok, dualîteya jin-zilam, têkîli û nakokiyan, dîroka pêşketina zayendîtî, pêwendiya zayendîtiyê bi etîk-estetîk û aboriyê re, rola jinê di civakîbûnê de, di qadên civakî wek diyardeya malbatê, aborî, etîk-ekolojî-estetîkê di eksena jinê de pêşketin û bandorên wê di roja îro di nav xwe de bigre. Jîneolojî van û mijarên dişibinê bi nazenînî digre dest û bi daneyên zanistî re wek zanista wateyê pêşxistina wê bingeh digre.
b- Di çerçoveya avaniya civaknasî de; bingeha bidestxistina avanîbûna civakîtiya di eksena jinê, civaka dayîksalar a Neolotîkê di wateya çanda madî û menewî de hem mîtolojîk hem jî sîstematîka hizrî, birêxistinbûyîna saziyên polîtîk û exlaqî, di civakîbûyîna di eksena jinê de têkîliya avahî-karmendî (îşlev), çanda xwedavend dayîkê bi aliyên wê yên dîrokî û arkeolojîk de derxistina holê bi siparteyên zanistî û pênasîna wan digre nava xwe. Jîneolojî di heman demê de wê van hemû aliyên bandor û teyisîna wan li ser roja îro jî bi awayekî kûr derxîne holê.
Di çerçoveya avaniya civaknasiyê de siparteyên avakirinên bingehîn yên avahiya şaristaniya dewletger-zilamsalar ku antîteza civakbûyîna di eksena jinê de ne, di mijarên wek ol, dewlet- desthilatdarî, xanedantî- hilberîn-çîn-parvekirina kar de divê statûya jinê bi berfirehî bê lêkolandin. Pêwîste dîroka mêtîngeriya li ser jinê di mijarên mîna ked- aborî- zayendîtî- malbat- etîk- estetîkê û mekanîzmayên wê li ser bingeha rexneyên ji eniya jinê pêşbikeve werin bidestgirtin. Giraniyê bide mijarên têkiliya jin-desthilatdarî, jin-exlaq, jin-polîtîka, di pergala şaristaniya navendî de formên hebûn-berxwedaniya jinê û dîroka wê. Di vê çerçoveyê de di şaristaniya navendî de ew koletiya kûr ku bi jinê dane sepandin divê bi berfirehî bê lêkolandin û ew “kodên koletiya bi jinê dane dahurandin” jî werin çareserkirin.
c- Di çerçoveya civaknasiya pozîtîf de; di pêvajoyên guhertin û reforma pergalî (sîstemsel) de rolê jinê, bikaranîna jinê di şerên bi mebesta desthilatdariyê, bandora van li ser jinê, forma jin-hilberîn û zayendeparêziya civakî li ser jinê, di her pêvajoyê de mekanîzmayên serdestiya li ser jinê, têkîliya bi pirsgirêkên avaniya pergalê, guhertinên di vê mijarê, modelên jinên desthilatdar yên di her pêvajoyê de û têkîliya wan bi pergalê re, têkîliya guhertinên di demografyayê de bi mêtîngeriya li ser jinê, rola jinê di bûyerên cihê yên civakî-dîrokî, wek van mînakan bûyer û diyardeyên hîna dem kin û dem navîn di nav xwe de hildigre.
d- Di çerçoveya civaknasiya azadiyê de; çerçoveya zanistî û felsefîk-teorîk a azadiya jinê, pêwendiya azadiya jinê bi civakê re, xeta pêşketina dîrokî ya azadî û berxwedaniya jinê, femîmîzm, rexneya di çerçoveya jinê li ser avahiya zanîn û ferasetên zanista civakî ya desthilatdar û feraseta zanista civakî ya alternatîf di eksena azadiya jinê de dinirxîne. Li ser vê bingehê pêşxistina avahiya zanîna li ser esasê sentez û hevgirtina bi mêzîn a hişê hestyar û analîtîk, diyardeya malbata demokratîk û esasên yekgirtina azad, avakirina têkîliya zanist û etîkê, bi vê re jî pêşxistina zanista wate û zansita şîrove ya jinê digre vedera xwe. Li ser bingeha avakariya pozîtîf demokratîkirina polîtîkayê, hevdîtina perspektîfa azadiya jinê bi perspektîfa azadiya civakî, pirsgirêka înşakirina civakîbûna jina azad û erk û têkîliya bi şaristaniya demokratîk re, feraseta îtîfaq û mijarên din û qadên lêkolînê digre navenda xwe.
Wê bidome….