Jineoloji Çiye?

0Shares

Jineoloji Çiye?

Rêberê azad Rêber APO, jin wek rastiyekî civakî girtiye dest, hebûna jinê li gorî rastiya wê careke din penase kiriye. Bi têgîna Jîneolojiyê re nêzîkatiyên zilamsalar yên beşên zanistî rexne kir û ji bo ku jin penaseya xwe bikin, ev mijar xiste nîqaşê. Her wiha Rêber APO mijarên ku çawa jin tiştên xwe bi hemû milên wê ve derxîne holê, mijara dê rizgariya jinê li ser kîjan bingehan pêş bikeve bi parêzname û lêhûrbûnên xwe ve kite kit girte dest û nirxand. Bi helwesteke zanistî nêzîkatî ji azadiyê re, li beramberî zansita zayendeparêz gavekî nû ye.


Me jî ji kadroyeke têkoşîna azadiya jinê Leyla Wan, ev berêxwedana (yonelîm) jinan a li hemberî zanistên pozîtîvîst ku li derveyî desthilatdariya zanistê pêşdikeve, mijara dîsîplîna zanistê pirs kir.

Tanriça Zîlan: Jîneolojî çî ye? Koka peyvê ji ku derê tê, di navbera jin û jîneolojî de çi hevşibî heye?

Leyla Wan: Wek peyv jîneolojî tê wateya zanista jinê. Jin jî bi Kurdî di wateya jinê de ye. Bi Kurdî ji peyva jiyanê derketiye. Di serî de li Rojhilata Navîn di hemû zimanên Hind-Ewrûpî de ev peyv tê wateya zîndîbûn û jiyanê. Her wiha wek zîn an jî zen ango jîn tê pejirandin. Wek hûn dizanin jinê wek za­yend yekem zindiye ku dikeve ferqa hebûna xwe. Jinê hemû rêgezên di mijara jiyanê de pêşxistiye. Ango jiyan bi rêgezên polîtîk û exlaqî li derdora jinê hatiye hunandin. Civakîbûn jî li servê bingehê hatiye pêş­xis­tin. Ya ku civaka xwezayî li ser nirxên po­lî­tîk û exlaqî avakiriye jî jin e.  Ji ber vê dema dibêjin jin yekem jiyan tê bîra me, dema dibêjin jiyan jî jin tê bîra me. Jiyan di wateyeke din de di laşê jinê de cereyan dike. Ducanîbûna (hamîlebûn) jinê û adeta me­ha­ne di heman demê de girêdana wê bi jiyanê re û rola wê di berdewamkirina jiyanê de nî­şan dide. Jin hem bi pêşxistina nirxên jiyanî hem jî ji hêla bedenî ve bi jiyanê re yekbûnê îfade dike.  Ji ber vê jî di navbera jin û ji­ya­nê de girêdanekî ku nayê qutkirin heye. Ji  ber vê jî jin li hember rastiya jiyanê hîna bê­tir vegirtî (kapsayici) ye. Li gorî zayenda zi­lam,  hîna zêdetir berpirsiyar e jî. Bêguman jin di xwezaya civakî de hem wek fîzîkî hem jî di milê wateyê de beşa herî fireh pêk tîne. Yekgirtina jin û jiyan jî ji ber vê ye. Seba vê jî jîneolojî wek zanista jinê di heman demê de zanista jiyanê ye jî. Biqasî pêşxistina gi­rê­dana jin û jiyanê, di jiyanîkirin, azadkirin û xweşikirina jiyanê de bi qasî berpirsyariya dîrokî, di wateya rojane de jî erkên mezin dikeve ser milê jîneolojîyê.

 

Tanriça Zîlan: Peyva jin, di hemû zimanên hînd-Ewrûpî de derbas dibe. Bi taybet di qa­da tibê de tê bikaranîn.  Têkiliya di navbera jin, jiyan û jîneolojiyê çiye?

 

Leyla Wan: Ne tenê peyva jin, gelek koka peyvan di zimanên Hînd-Ewrûpî de derbas dibe. çavkanî jî hîlala zêrîn e. Li ser koka Aryen bi sedan komên zimanên gelan pêş dikeve. Ev jî mezinbûna serdema Neolotîkê û mezinahiya hêza wê nîşan dide. Jin wek peyv di tibê de di jînekolojî de tê bikaranîn. Ev jî piranî wek zanista nexweşiyên jinan re hatiye binavkirin. Wek zanist jînekolojî he­ma hema dîroka wê bi qasî sed û pêncî salî pêşket, ev pêşketina hemû tine hesiband. Di nav zayendîparêziya zanistê de jînekolojî jî wek beşekî zanistiyê ku bi pirsgirêk û ne­xwe­şi­yên jinê di aliyê fîzyolojîkî de mijul dibe, pêş ket. Di çerçoveya zayîna jinê de karî­ge­riya bedena wê û pirsgirêkên girêdayî vê digre nava xwe. Zayîna jinê yek ji karîgeriya xwezayî ya bedena jinê ye, lê evqa bi­dest­gir­ti­na vê bi tibê re bêguman bi mêtingeriya li ser jinê tê pêşxistin têkildar e. Cihnedayîna zanista civakî ji jinê re, dema cih dayînê jî derbasnekirina penaseyên pergala dest­hi­lat­dar, encama mêtingeriya zîhniyeta bavik­sa­lar e ku li ser jinê hatye pêşxistin. Di bin na­vê tendurustiyê kontrolkirina zayinê bi des­tên dewlet û di saziyên wê yên tibî de yek­dest­bûna wê, stewrkirin û bedena jinê wek makîneyeke zayînê dîtîn, ev di heman demê de berhemekî polîtîkayên qirkirinê yên per­ga­la desthilatdar e. Di roja me ya îro de diyardeyên pençeşêra sîng û rehmê hemû nexwaşiyên jinan çavkaniya xwe ji mu­da­xe­le­kirina li ser bedena wê bi destên pergala desthilatdar digre. Ruxmî ku zayîna jinê tenê ne tiştekî tenê fîzîksel û biyolojîk e.

Di heman demê de ji aliyê civakî, aborî, çandî û sosyal de jî wateya wê ya madî û menevî heye. Lê belê avahiya zayendîperest a za­nis­tê jin vêder kiriye. Kiriye ya dîtir û tine he­si­ban­diye. An jî bi rêka  xebatên jî­ne­ko­lo­ji­ya ku li gorî xwe pêş xistiye, hîna zêdetir pirs­gi­rêka jinê bê pênase hiştiye. Xweza û nas­na­meya jinê berovajî kiriye. Ne tenê di mi­ja­ra jinê de di nêrîna xwe ji bo xwezaya ci­va­kî, gerdûn, xweza û dîrokê de jî, em, şê­we­yên cuda yên zayendîparêziyê dibînin. Za­nist xwe tam wek xweda ava kiriye. Hewl di­de civakê jî li gorî zilamê desthilatdar înşa bike. Pêwîste çavkanî û dîroka zanistê ji nêrîna pozîtîvîst were safîkirin û vegere çavkaniya xwe. Jîneolojî di vî milî de ze­mî­ne­ke girîng a ku zanist carek din li cewher û wa­teya xwe ya rast vegere, ye. lewma di za­nis­ta civakî de bi nêrîn û felsefeya jinê re nirxandin û çareserkirina pirsgirêka rêbaz û xeta agahî-îqtîdar pêwîste were ferisandin. Xebata herî mezin a jîneolojiyê ewe ji eniya jinê li kela herî xurt a lîberalîzm û pozîtîvîzmê ango zanista soysal rexneyên pir kûr bike.

Bi vê re girêdayî dubare bidestgirtin û nir­xan­dina dîrok, fikr, hebûn û terzê jiyana jinê hewce dike. Jîneolojî wê di xebatên xwe yên zanistî de herî zêde cih bide zanista hebûna jinê û dîroka wê.

Ji bo zanist bigihîje pênaseyekî rast û civakî avakirina têkiliyên bihêz bi felsefe û etîkê xwedî ciheke dîrokî ye. Di wateyekî de pêwîst dike ku zanistê ji kontrola mêjiyê zilam ê zêde analîtîk û desthilatdar derbixin û li ser eksena jin û civakê bidin rûniş­kan­din. Divê bikin zemînê bingehîn ji bo gi­hîş­ti­na heqîqetê. Di vî milî de jîneolojî wê za­nis­tê ji rewşa ku dibe rê û rêbazê berovajîkirina heqîqetan derxîne û bike zemînê gihîştina heqîqetê.

Tanriça Zîlan: Nîqaşên jîneolojiyê di serî de li ku derê û ji hêla kê/î ve kete rojevê?

Leyla Wan: Destpêkê Rêber APO jîneolojî xis­te rojeva me. Rêber APO bi pa­rez­na­me­yên xwe bi qasî mijarên dîrokî û civakî di mijara jinê de jî analîz û nirxandinên pir kûr, hevgirtî pêşxistiye. Rêbertî pirsgirêka jin di her alî de nirxand û pirsgirêka jinê wek pirsgirêka herî kûr a civakê, ji bo ku were çareserkirin girîngîya jîneolojiyê destnîşan kir. Di serî de li akademiyên jinên azad, bi giştî li hemû dibistanên jinan di perwerdeyên parêznameyan de di derbarê jîneolojiyê de jî ev demeke hîn nîqaşên me pêş dikevin. Di akademiya Zeynep Kinaci dewreya Ş. Şîrîn Elemhûlî de wek dersekê me nîqaşên di mi­ja­ra jîneolojiyê de dane destpêkirin, paşê nîqaş bi awayekî rêkûpêk dom dikin. Piştî vê dewreyê jî bi komek ku hatî avakirin re xebatên jîneolojiyê beriya demeke kurt, hate destpêkirin. Di nîqaşa destpêkê de mijarên “jîneolojî çi ye, çi nîne, çawa were bi­dest­gir­tin û em ê çawa rêxistin bikin” pêşketin. Di encama van nîqaşan de me danezanek we­ şand. Armanc ew bû ku em nîqaşên li ser jîneolojiyê bi hemû hêza jin re parve bikin. Ne tenê hêzên me yên hundir, di heman demê de em xwedî nêzîkatiyekê ne ku hemû tevgerên jinan, rêxistin û derdorên aka­de­mîs­yen jî bigrin nav xwe. Kolektîfkirina van nîqaşan wê wek jin ji pirsgirêka me ya heveş re çareseriyeke hevbeş bîne. Dema em ber­fi­re­hiya xebatê digrin dest, dibînin di aliyê rê­xis­tinbûnê de xwedî derfet û îmkanên hewce nînin. Lê li ser pêşxistina nîqaşên jîneolojiyê em têdikoşin ku van avabikin.

T. Zîlan: Wek PAJK’ê hûn li ser jîneolojiyê nîqaş d­i­me­şî­nin, di sedsala îro de çima dibêjin zanista jî­ne­olojî?

Leyla Wan: Çima em dibêjin Jîneolojî, ango zanista jin û em çima ji vê re pêwîstî dibînin. Di serî de Rêber APO di parêznameyên xwe bi berfirehî danî holê serdema modernîteya demokratîk wê bibe serdema bilindbûna jinê ji her demê bêtir. Di vê wareyê de wê sed­sa­la 21 bibe serdema azadbûn û bihêzbûna ji­nan. Ji eniya jinê bi perspektîfekî xurt û xwe­rêxistinkirina li ser vê bingehê pêwîs­ti­ye­kî jiyanî ye. ji bo avakirina civakîbûna jinê hewcehî bi jîneolojî heye. jîneolojî di ser de femînîzm, hemû mîrateyên dîroka jinê esas werdigire, hemû sedemên pêşnexistina civakîbûna jinê dixîne rojeva xwe, lêpirsîn dike û wiha jî çareseriyan pêş dixîne. Bi vî awayî Jîneolojî wê bibe zemîne safîkirina femînîzmê ji hemû banddora pergala dest­hi­lat­dar û pê re jî bibe zemînê perspektîfê al­ter­natîf a  azadiya jinê. Di vê wateyê de jîne­o­­lojî ji dîroka mêtîngeriya jinê heya hemû mê­tîngehiya aborî, civakî, siyasî û hişmendî rewşa jinê derdixîne holê. Wiha jî wê bibe sedem ku pirsgirêk baştir bêdîtin. Pêşxistina çareseriyê jî aliyek din a jîneolojiyê pêk tîne. Ji bo çareseriyê jî jin di serî de avahiyên zanistî qadên epîstemolojî, psîkolojî, fîz­yo­lo­jî, antropolojî, etîk-estetîk, aborî, demag­raf­ya esas digre, bi demê re li gor pêwîstiyan hemû qadan di nav xwe de digire. Çareseriya pirsgirêka azadiya jinê tenê bi rêxistinên yekgirtî dikare pêk bê.

Tanriça Zîlan: wek bizava jinê ji vir şûn de hûnê xebatekî çawa bimeşînin?

Leyla Wan:  Jîneolojî di cewherê xwe de xwe dis­pêre jinê û ronîbûn, hêz û xebata gu­her­ti­nê ye.  Di serî de têkoşîneke berfireh, qe­zenc­­kirina ramana azad û vînê, û xebatê bûna hêza guhertina civakî din av xwe de digre. Li ser van esasan wê nîqaşên ro­nakbûn û zanebûn di jineolojiyê de kûr bibe û berdewam bike. Beriya niha demeke kin me kongreya 8. a PAJK’ê lidarxist û di wir de me nîqaşên pir kûr di derbarê jîneolojî de pêşxistin. Li wir de biryarên dem dirêj û dem kurt jî hatin girtin. Biryar hate wergirtin di nav du salên pêşiya me de di hundir de li ser jîneolojiyê perwerde bêne dîtin, li derve jî xebatên çaliştay, sempozyûm û hwd bêne meşandin. Her wiha di vê pêvajoyê de jî konferansa jîneolojiyê bê lidarxistin.

Ji bo xe­batên me pêdivî bi pirtûkxaneyekî dew­le­mend heye. ji bo vê jî me kampanya daye destpêkirin. Em ji xwendavanên me jî hê­vî­darin ku beşdarî kampanyayê bibin. Kar û planên ku demdirêj me danîne pêşiya xwe; jîneolojî di serî de li qadên aborî, etîk-es­te­tîk, demografya, zanista dîrokî, zanista si­ya­set û ekolojiyê biryara rêxistinbûnê xwe da­ye. Jîneolojî di wan hemû qadan de wê xwe pir xurt birêxistin bike. Di heman demê de wê akademiyên jin yên alternatîf pêş bixe. Ev Navendên Zanistî yên Jinê, Akademiyên Siyaseta Jinê, Enstîtûyen Estetîka Jinê, Akademiyên Ziman û Edebiyata Jinê, Aka­de­miyên Zanista Sosyal a Jinê, Akademiyên Çand a Jinê, Akademiyên Hunerên Xweşik a Jinê, Akademiyên Dîroka Jinê, Akademiyên Jina Azad, Navendên Tendurustiya Jin û Za­rok, ango Navenda Lêkolîna Şîfaya Xwezayî armanç dike. Jîneolojî xwebatekî nû ye ku me daye destpêkirin. Ji ber vê jî em nêrîn û pêşniyara xwendavanan hem di derbarê na­ve­rok hem jî rêxistnbûna wê dixwazin big­rin. Em çiqa xwebatekî hevpar pêşbixin ew­qa ev xebat wê xurt bibe. Ev xebate hemû ji­nan, a rast hemû civakê elaqedar dike, lew­ma ez di vê baweriyê de me ku wê herkes k udi nav lêgera azadî û civaka azad be wê baldar nêz bibe û xwedî hewldan be. bibe.

Tanriça Zîlan: em spasiya we dikin ku we nêrînên xwe bi me û xwendevanên me yên hêja re parve kir.