Jinekê Apoger Bû

0Shares

Navê Kod: Roza Spêrtî
Navê Rastî: Zeynep
Navê Dayîk: Porê
Bav: Elî
Dîroka Şehadete: Bi hewanê di 1997’an de li Cudî.

Hevala Roza ji malbatekê koçer û welata parêze bû. Keça malbatê ya  tenê bû. Heval Roza jinekê apoger bû, pir xweşik bû. Bi porê xwe yê reş û kivircik, çav  xwe û bûrên wê yên reş, te digot qey heval Roza pê pênûs hatiye Çêkirinê. Ew qasî xweşik bû. Mejî û fizika wê hev temam dikir. Heval Roza di temenê xwe yê biçûk de beşdarî nav têkoşîna azadiyê dibe. Dema tevlî nav têkoşîna azadiyê dibe şûnde bi fikrê Rêbertî hîn xweşiktir dike. Heval Roza bi coş û morale xwe di nav hevalên xwe de dihat hezkirin. Heval Roza berê xwe dide Cudî. Bi hêz û baweriyek mezin tevlî nav şer dibe. Cihê xwe di nav çend çalakiyên de digire. Li Botanê Cudî dijmin derdikeve arazî û hewanan tavêje.  Parçeyek hewanê tê li hevala Roza dikeve. Hevala Roza bi wê xweşikbûna xwe li ser axa pîroz dirêj dibe û parçe dibe. Keça berxwedêr ya Botan û Cudiyê Miradan. Rêhevala Roza fermandarê şer û jiyanê bû. Lê li çiyayê Cudî parçeyek hewanê tê û li rêhevala Roza dikeve, wê parçe dike. Heval cenazê hevala Roza kom dikin. Rêhevalên wê bi çavên girî rondikan dirijînin ser bejn û bala Roza. Kêliyên xemgîn dest pê dikin. Rêhevalên wê dibêjin em bawer nakin hevala Roza parçe bûye û şehîd ketiye. Dema hevalên wê hevala Roza dispêrin axê pir xemgîn dibin. Heval Rêhevalên te soz didin bi navê te. Roza dilsoza Rêber, gel û rêhevalên xwe bû. Hevala Roza bi wê xweşikbûn û berxwedêriya  xwe dibe helbest û awaza li ser zimanan.

Min wê ji malê ve nas dikir. Hem ji aliyê dayik û hem jî aliyê bav ve em mervê hev bûn. Me dema zozanan hev dîdît û zivistanan her yek ji me diçû cihê xwe. Dîmenên wê yên zaroktiyê li ber çavên min in. Zarokek porek wê yê qij û xelek bû, qelew bû. Di çavên wê de peyam ji bo jiyanê hebû. Heval Roza jiyanek pir bi êş jiyan kiribû. Hîn gelek biçûk bû bavê wê bi penceşêrê dimre. Dayika wê wê xwedî dike. Ji bo karibe wê xwedî bike dayika wê gelek zehmetiyan dide ber çav. Dema hema hinekî mezin bû, ji bo bibe bersiva êşên dayika xwe û jinan, ji bo rêyeke azadiyê veke, tevlî nava refên şoreşê dibe.

Dema min tevlîbûna wê bîhîst ez pir kêfxweşbûm. Lê min hûndirê çend salan de şahadeta wê jî bîhîst. Di dilê rêhevalên xwe û yê gel de cihekî xwe yê nayê jibîrkirin girtiye. Tevayî hevalên  şehîd ketine di şexsê heval Roza da, tevayî şehîdên têkoşînê û şehîdên şoreşê bibîrtinin.

Dilan G Sipêrti

Attachment