Wexta hevala Sara tê gotin her dem gotina jina serbilind di serê min de deng vedide. Jiberku ew bi hemû sekna xwe û bi hemû jiyana xwe jina serbilind bû. Sekna wê ne tewiya bû, ew jina serîbilind a ji dîroka kevnar dihat. Ew weke darekî kevnar a çikyayî bû. Tu bablîsok, tu ba û baran wê ji koka wê neherikandibû. Wê ne hejand û vir de wê de nebire. Ew jina azad bû. Tu kes nikarîbû serê wê bitewêne. Eniya wê li ezmana diket û nêrînên wê bi stêrka hevpêyvînê de bû. Gotin wek tovekî diket nava qelîştokê erdê de. Li ser bedena wê çîya bilind dibû. Bi hemû hebûna xwe serfirazî himbêz dikir. Jinek dilpak bû. Xwedî dilek tenik qed nikaribû gêrikekî jî bipelçikîne. Ewqas dil biheskirin bû. Ew bi vî awayî şax dabû roja me, kok dabû dîrokê.
Seknekî mirov heyranî xwe dikir. Bejn û bala wê weke keçekî ciwan her dem li ser xwe bû. Wê gîyana şoreşgerî û giyana keçikekî ciwan li hev anî bû. Herdû alî bê nakok bi hev re dimeşîya. Awirên çavên wê her dem bal dikşand. Ji ber ku reşika çavên wê her dem digeriya. Wexta sax bû jî, min ji xwe re digot “çavên havala Sara weke Rêbertî her dem digere.” Çavên lêgerînê de her dem di gerekî bêhempa de ye. Ronîkên çavan her dilebitî weke civa diçû û dihat. Û tu kes li ber van çavan winda nedibû. Dîsa kes nikaribû ji van çavan bireve. Zevt dikir bi xwe re dibir û danî. Ma kî dikare weke hevala Sara herdem biserbilindî, bi şahnazî û bibawerî binêre. Dîsa ji ber ku karê xwe sererastî dikir ev jî dihişt ku her serbilindî li vî cîhanê temaşe bike. Ji ber ku tu eybê wê nebû. Ê ku eybê wê nebe rasterast dinêre.
Bê kusur ew di her tiştî de serbilind bû. Ne malbat, ne pergal, ne jî ferasetên vir de û wê de kes nikaribû serê wê bitewîne. Tu kes ev jina azad nikaribû bîne ser rê. Ew li hember hemû zilm, zor û êşên cîhanî her dem li ser piyan dima. Ji ber ku reya wê zûde hatibû xêzkirin. Her wiha bi vî serbilindî dijminê xwe jî danî ser rê. Armancên dijmin li beranberî berxwedaniya wê dibizîya. Miradê wan di qirika wan de dima. Daxwaza wan li ber ev keça serhildêr parî parî tune dibû.
Jîyan ji bo wê qed bêdeng nebû. Her biqêrîn her biawaz her biserhildan bû. Giyan tucar ne tewandî bû. Giyan her bi coş, her bi govendekî bû. Dil diqêrîn de, çav bigerînê de, hestewar bû di seqema welatên xerîbîyê de. Awir bi asoyên dur ve aliqî bibû. Ew bi wê awayî jina serbilind bû.
Ew seknekî serbixwe bû. Li dû tu kesî de nebû. Li pêşiya hemû kesan dibeziya û bi vî awayî şopa xwe li dîrokê nekş kir û li pey xwe bi hezaran şopdaran afirand. Ew hebûna wext bi eşqekî dihunand. Wext li ber wê matmayî dima. Jiber ku ne dikarî wê derbas bike û wê li pey xwe bixirikîne. Ew û wext dinava pêşbirkekî de bûn. An jî ew û wext hevdû hertim têr dikirin. Wê wext dadigirt, wext jî wê dipijand.
Ew nasnameya gerdûnî bû. Bû weke Roza û Clara ew jinên navnetewê. Weke Emma Goldmin bû ku jê re digotin Kizil Emma. Ew jî bipora xweyî sor di nava ev jinên rêzdar cîhê xwe girt. Dîsa gotinên xwe jî wekhev bûn. Roza digot “li ku derê tekoşîn ez li wê derê me”. Heval Sara jî digot “her dem şer bû jîyana min.” Clara digot “ez hebûm, ez heme u ezê hebim.” Heval Sara jî bi hemû hebûna xwe her dem li her der qîr dikir; “va ez heme…”
Ew pêkhatiya xewn û xeyalan bû. Nêrînên wê bû feraseta azadîyê. Bêhna azadiyê jê dihat. Ew hewldanên wê tama azadiyê ji me re dihişte. Tama azadiyê dilê wê têr dikir. Di zîndana sar û tarî de jî hêviya azadiyê bi dilekî germ pêşwazî dikir. Û her dem eşqa azadiyê wê li ser pîya dihişt. İşkencê xedar li wê kirin lê belê kes nikaribû pişta wê bide erdê. Ew kesekî bibandor bû. Hemû kes diherikand biherikîna xwe re.
Ew sûretê wê tê bîra min. Rûyekî bêguneh di nava herdû porên bigulî. Çavên wê tije bivîn bû. Çavên wê de mij koçber dibû. Bar dikir ji vê diyarê. Li bedena wê nikaribû kon vede xem û xembarî. Bi hemû tiştên xwe ew bibû keçika partîyê û keçika welat. Ew seranser bibû Dersîm û ew weke keçekî azad qandî Kurdîstaneke azad hêja bû.
CEJNA MAZÎ