Nasnav: Têkoşîn
Nav Û Paşnav: Fîlîz Erbaş
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1975/ Gundê Çiglik -Wêranşar-Meletî
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1995-Amed
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 1998-Di Operasyona Muratê de
Rêber Apo: Navê te çi bû?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Têkoşîn.
Rêber Apo: Ji ku derê hatî?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Herî dawî ji Zapê hatim.
Rêber Apo: Temam, biaxife.
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Li dibistana me jî, bi xwe sipartina çavdêriyên xwe dixwazim bêjim, li beranberî feraseta evînê ya ku Partî ferz dike, yanî li beranberê feraseta mezinbûnê hê zêdetir ji aliyê zilam yan jî ji aliyê serdest ve nêzîkatiyên lumpen tên bipêşxistin. Dîsa li beranberê vê jî bawerî û berxwedanek heye. Herî zêde jî daxwaza ji bin zemîna vê derketinê bi pêş dikeve. Ji ber ku bawerî her diçe mezin dibe. Mînak jina ku li derdora Rêbertiyê her diçe kom dibe, ne tenê ji bo şoreşa Kurdistanê, ji bo hemû mirovahiya cîhanê dê bibe ronahî, şewqeke mezin. Yanî di vê mijare de baweriya me mezin e.
Rêber Apo: Ma çi ye ev, te got evîn ji bo wê yekê dipirsim ma tiştê tê xwestin bê pêkanîn tê fêmkirin, ma bi kelecan dibî?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Serokê min, tê fêmkirin, li gorî ya berê di asta ferasetê de hinekê zêdetir kûrbûyin heye.
Rêber Apo: Hedefa êrîşan çi ye?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Serokê min, êrîş hinekê dişibin awayê şerê taybet meşandina eniya emperyalîst, yanî timî daxwazeke parçekirinê heye, lê belê her ku jin bihêz dibe, ev…
Rêber Apo: Ma dîn û har dibin?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Belê.
Rêber Apo: Weke ku mal û milkê wan ji dest wan hatiye standin bi hêrs dibin.
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Rast e Serokê min.
Rêber Apo: Kê got ew xwediyên we yên xwezayî ne?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Serokê min, bi rastî her ku di pêvajoyeke dîrokî de jinê hêza xwe wenda kir hinekê pêşketina wî ket rojevê. Lê ji vê hişyarbûnê bi şûnde qebûlkirin ne gengaz e.
Rêber Apo: Rewş dişibe vê. Ji beriya çendek sed sal xwedanê we diyar e. Dema em vê xera dikin nerehetî dest pê dike. Lê belê ji bilî vê ti tiştê ku Xwedayê azadiyê bike tine.

Rêber Apo: Bila biteqin: Tenê şerteke min heye: Heya ku nebin pêkhênerên azadiyeke mezin ne ji bo jinê zilam û ne jî ji bo zilam jin tê hizirîn, şermeke mezin e.
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Rast e Serokê min, ji bilî tiştekî bi vî awayî hizirînê jî vê gavê ti rewşên ku karibe were jiyîn li holê tine. Hewl tê dayin bê pêşxistin, lê belê ez dibêjim di asta fikreke sabît de tê bidestgirtin. Eger pêşî li vê bê girtin, dibe ku bibe çavkaniyeke girêdanê ya mezin, bibe xwestekeke mezin. Dibe ku lezeke mezin jî bide mezinbûnê.
Rêber Apo: Çi?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Feraseta evînê ya ku Partiyê bi pêş xistiye.
Rêber Apo: Vaye di vê nuxteyê de, ji bo xwe bi xwe, dê bila ez nebêjim hêma hema bûn xwedanê hemû jinên şiyar dibin, gelo ez bêjim kesê parveker yan jî tiştekî dişibe vê êdî têgeh ne girîng e, li gorî te wisa li xwe nêrîna min gelo şaş e yan jî rast e?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Vê gavê ya tê xwestin bê afirandin teslîmî destên ecemî kirin, dê dawî li her tiştî bîne.
Rêber Apo: Tu naxwazî radestî destên ecemî bibî?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Na, Serokê min.
Rêber Apo: Ma dibêjî pir xeter dibe?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Belê Serokê min. Baweriya min ew e, hewce ye ne tenê ji aliyê jinê ve ev bê dest girtin. Ji ber bûyerêk ku jiyanek ku di ûtopyaya hemû mirovahiyê de heye pêk bîne ye. Dîsa, ev ji aliyê Rêber Apo ve ferqkirin û li vê derê bi destgirtin, bi taybetî di nav herêm û gelekî ku herî paş de hatiye hiştin di cinsê jinê de bidestgirtin bûyereke mezin e.
Rêber Apo: Pîvana divê ez bibim yê hemû jinan yan jî divê hemû jin karibin bibin ên min dişibe çi? Dikare çawa bê binavkirin?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Dişibe temsîlkirina jiyana herî mezin, Serokê min.
Rêber Apo: Ma bila paşê hin kes min sûcdar nekin?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Yanî di vê nuxteyê de kesên ku berjewendiyên wan hene dê berxwedanên mezin li dar bixin, berxwedanên bê mane û bê kêr. Lê dîsa jî ev nabe asteng.
Rêber Apo: Dibêjî “divê hinekê karibe wisa be”. Karîbûn bûn a Rêbertiyê, bawer im bi awayekî herî rasteqînî karîbûn bûn a xwe bi xwe ye. Karîbûn bûn a xwe bi xwe, eger bi misogerî jiyanek ku bê parvekirin hebe, tê wateya ku ew di çarçoveya pîvanên dikare bê qebûlkirin de be. Formûl dê wisa bi pêş bikeve. Qet derfet tine da ku şaş bi pêş bikeve. Her ku rêbertiyîbûyinê bi xwe re bi pêş bixin, her ku bi Rêbertiyê re yekparetiya xwe çêbikin dê jin bibin yên xwe bi xwe. Her ku bûn yên xwe bi xwe jî dibe ku mafê wan ê parvekirinê hebe. Heya ku ev sînor neyê bidestxistin her destê dirêj dibe qirêj dike. Hewce ye hûn vê zêde zêde fêm bikin.
Bi rastî tevî ku zêde zehmetî dikişînim êdî vê nuxteyê pir baş fêm bikin, hewce bike nîqaş bikin: Divê çima jin rêbertîbûnê bi xwe re bi pêş bixin yan jî her ku jin bi xwe re rêbertiyîbûnê bi pêş dixin, her ku bi Rêbertiyê re dibin çi li wan tê, çi qezenc dikin, çi wenda dikin? Her ku jin bi Rêbertiyê re dibe, dibe ku çi bibe, gelo bi zilam re bibe dibe ku çi bibe, bi civakê re dibe ku çi li wan bê, bi siyasetê re dibe ku çi bibe? Êdî dikare weke pêwîstiyeke saziya Rêbertiyê bê fikirîn. Weke ku her tişt li ser min ferz dike û dibêje “van jinan weke bibin yên xwe bi xwe veguherîne”. Ya rast qet ne amade me. Ez dibêjim ne tenê jinên welatê me, divê hemû jin jî rêbertiyîbûnê bi pêş bixin, bi min re bin. Bawer im ev ji pêwîstiya rizgarbûnê bi pêş dikeve. Li cem gelek lîderan jî rewşên dişibin vê hene, lê li cem min hê zêde li pêş e. Tebî karîkatoreke vê ya pir xerab di van nîqaşan de derket holê; “çendek ji min re, çendek ji te re” mirov dikare ji vê ferasetê re çi bêje?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Serokê min, yanî awayekî nêzîkbûna kojandinê, vala derxistina vê ferasetê ye.
Rêber Apo: Belê, helwesta dizînê. Lê dema ez dibêjim divê rêbertîbûyinê bi xwe re bi pêş bixin, armanca min ne pratîkek ku ew jê fêm dikin jiyîn e. Baweriya min tine, hema wisa bi rehetî razayin bi pêş bikeve. Baweriya min tine ku bi awayê ew jê fêm dikin –gelo ez jê re bêjim dewlemendî, ew bi xwe jê re dibêjin zuwa- tije tije be jî. Yanî tiştê hinekê ez dixwazim îsbat bikim, encax li azmanan dikare hev bê dîtin dikare di fikrên mezin de, di ruhên mezin de hev bê dîtin. Hevdîtineke pir çors a fizîkî hin caran weke qedehek av e. Bêyî ku hestên bisêr û rêgezên pîroz nebin, edebiyata erzan a bi hev re razanê zêde hêvî nade. Parvekirineke bi vî awayî ya li gel jinê weke bêhurmetî dinirxînim. Li gorî min bi taybetî jina ku azad dibe divê qet wisa nebe. Cîhana ku em dixwazin tevî jinê ava bikin ez bi vî awayî îfade dikim; timî dest radibin jor, hest mezin dibin, qebiliyetên hestewarî û hizirî radibin asta herî jor, ber bi azmanan ve hildikişin, li ser vê bingehê her diçe azad dibin û hevdîtineke pê re pêk tê ye. Li ezmanan hevdîtin pir zor û zehmet e, lê yekane terciha ku bê kirin e. Em her diçe divê layiqê vê bimînin. Serketineke herî girîng ku ez ê karibim bi dest bixim li zîrveyan hevdîtin pêk anîn e. Bi vî şerê mezin dema her kes li ser lingên xwe li wan zîrveyan hev dibîne tê wateya ku evînên mezin dest pê kirin e. Nexwe ew nuxteya ku zilamê Kurd heya bi dawiyê xwe qedandiye, ew edebiyata bi hev re razan e… Li odeyeke req û zuwa hevdîtina termên ‘muxtacê nanî’, hizir û ruhên wan qeşa girtî… Ez weke heqareteke mezin li vê dinêrim. Jixwe tirsiyam û reviyam. Min ti car jin ji bîr nekir, lê reviyam. Û di encama hestan de ev hizir her diçe tê mezinkirin û tê hilgirtina jor. Ev, tiştekî bedew e. Me, hûn kişandin hemû nuxteyên zîrveyan. Ji aliyê fizîkî ve jî em we digihînin çiyayan, ji aliyê ruhî ve ji aliyê fikrî ve em we ber bi hizirên mezin ve kaş dikin. Hewce ye mirov li vê derê xwe bigihîne evînê. Ev jî pir pîroz e û Xwedayî ye. Li şûna vê bi erzanî nebêjin “binêre ajoyên min hene”. Bi giştî ajo ji demên beriya ku mirov bibe mirov, yanî ji heywanan mayî ye. Em dixwazin vê seretayîbûnê derbas bikin, bêwate ye ku hûn weke îcadekê ferz bikin, ya din jî ev ne îcadek e jî.
Em nikarin weke vexwarina avê li evînê binêrin. Ev tê wateya wendakirina evînê. Eger hebe şanseke wê ew jî ji holê radibe. Îxaneta li evînê heye, hûn ne di ferqa vê de ne jî. Derbe li evînek ku gengaz e pêk bê tê dayin, hûn dibin şirîkê vê. Ev tê maneya sûcekî mezin. Ez jî bi hêviya evînê hatim van rojan. Mafê her kesî ye ku evînê bi pêş bixe. Lê ev evîn wisa hostetiyekê dixwaze. Niha ez di rewşeke felişî de me, lê hûn ê zû yan jî dereng fêm bikin ku ez şervanê herî mezin ê evînê me. Dibe ku ji zilamtiya min a çors nîşaneke herî biçûk jî nema, lê hê jî bandora bisêr a evînê her kesî dorpêç dike. Ev mirov mezin dike. Yên din dixin, dikujin, eger aliyekî we yê bisêr hebe ji holê radike. Hewce dike hûn ji bîr nekin, pêwîstiya we hemûyan xwediyê bisêr bûnê heye. Her ku diçe sekna we teşhîr dibe. Karê herî girîng ê ku mirovê evînê bike, sekn û madeya xwe ya bisêr ti car ji xwe kêmnekirin e. Yên nikarin di nêzîkî evînê re derbas bin jî, bila zêde ajoyên hêsan nedin axaftin. Em li dijî vê ne. Ji van şehîdên me re sozeke me heye, em ê evînê pêk bînin. Lê çawa? Şer ê wê diyar bike. Eger mayibe, jin ê pêk bîne. Zilam dê mane bidê. Heya ku mane nede, em ê zêde dest dirêjî jina azad nedin kirin. Di heman demê de ev ji bo me sedemeke şer e. Eger kî vê rêgezê jê bixwe û bikojîne -bi taybetî jî jin- em ê wê weke elçax û ketî îlan bikin. Ji ber ku yê xayintiya li evînê, li hestan û li qîmetên me yên pîroz kiriye lenetê lê bînin. Eger kî pîrejintiya xwe li ser me ferz bike, em ê di têkoşîna hestan de wê bihetikînin. Eger kî kirêtiya xwe li ser me ferz bike, ji bo kirêtiya xwe li cem me li cihekî bigere, em ê ti cihî nedin wê û em ê ti eleqe nîşan nedin. Divê bizane ya bisêr, Xwedayî ye, pîroz e û li ser wê bingehê qîmetê bide, xwe biparêze. Ti car nikare xwe pêşkeş bike. Yên ne wisa ne, nikarin li gel me zêde bihewe. Evîn mezinkirin, jin mezinkirin çalakiyeke xweşik e, çalakiyeke cidî ye.
Dema hewl didim xweşikiya jinê derxim holê, dixwazin min ji vê hewldana min dûr bixin. Lê ev çalakî hatiye fêmkirin ku hinekê jinê xweşik dike. Dixwazin vê bidin sekinandin. Eger bê dîqetkirin, armanca derbeyên dixwazin vê dawiyê lê bidin ew e ku ji beriya xweşikî derkeve holê û bi pêş bikeve, berbelav bibe, wê ji holê rakin. Lê belê fêmnekirina we ya vê rastiyê, fêm kirin lê helwest nedanîna we ji bo we cihê şermiyê ye. Diviyabû jin bi vî awayî bi erzanî nehata bidestgirtin. Diviyabû wisa bi hêsanî fersend nehata dayin ku li xeyalan îxanet bibe. Li vê derê ti kes îdîa nake ku perestina li jinê bi pêş bixe. Eşkere bêjim, weke kesekî pir rasteqînî kesayetiya min jî dest nade vê. Lê em nikarin heqê rastiyekê jî nedin. Hêza kesekî/ê, xwe dispêre wê ku heya ku asta bikare hemû wate û girîngiya xwe bi awayekî herî guncaw bi cih bike. Ew wate derxistina holê, bandora wê ya bi sêr dayina hîskirin bûyereke mezin e. Bila ji bo vê biaxifin, bila ji bo vê gav bivêjin…
Vaye nîqaşên evînê yan jî nîqaşên têkiliyê dikare di nav van diyalogên sotîner de wate peyda bikin. Eşkere dibêjim em neçar in vê bi ser bixin. Jixwe bi qasî ku bê xistin hatiye xistin. Pirsgirêk ew e ku em hinekê karibin dil û destên xwe bilind rakin, bigihînin ezmanan. Weke ku em di aşê keran de bin, dibêjin, “xweziya bihîştaya ev dil bigihîştana hev”. Yên ku vê dibêjin gelo naveroka vê hevdîtinê, têkiliya wê, bi armancê re dihizirin? Ji bo ajoyên herî kole dikin azadî dayin, gelo ne yek ji şerên herî xerabker ku şerê taybet şev û roj mijûl dibe bi pêş bixe? Eger min ev kesayetî nas nekirana, min ê bigota temsîlkarên herî xeter ê şerê taybet in. Li dijî mezinbûnek ku şerê taybet tine dike, feraseta ku derbe li mêjiyê wê dide, niyet çi dibe bila bibe pir xeter e. Divê hûn ponijîna di van mijaran de teqez bi hemû aliyên wê derxin zanebûnê. Eger şer çendî mezin bibe, di wê astê de jî bandora şer a li ser jinê zêde dibe. Eger jin çendî bixin nav şer, ewqas jî şerê li ser wê giran û kûr dibe. Bi taybetî li gel me şerê welêt, şerê gel, şerê jinê ye. Yên di jinê de şer bi ser dixin, li welêt jî şer bi ser dixin. Dema ez dibêjim min hinekê şerê jinê bi ser xistiye, her kes dibîne ku kêm be jî bi qezenckirina welêt re eleqadar e. Yên dixwazin hinekê jinê qezenc bikin, divê zanibe, jina azad qezenc bike welêt qezenc bike.
Eger jineke azad dixwaze ew bê qezenckirin, eger derdekî wê yê weke qezenckirinê hebe, divê karibe jê re bêje “gelo te welatê min çiqas qezenc kir”. Dikare ji bo yên rasteqîni, weke ku Xwedayîbûnê dide qezenckirin welêt dide qezenckirin eleqedarî bê nîşandan. Dikare ji bo yên ku şer bi pêş dixin, ji bo qîmeta vê ya mezin eleqe hebe.
Weke ku hûn dibînin em vala nasekinin. Em dixwazin tevî jinê cîhaneke tije bi wate bi pêş bixin. Ma em ji vê cûdatir çawa bînin ziman? Ez bawer im ji bo yên ku zelalî û eşkerebûnê dixwazin, dibêjin “ka çareserî” bersivên hûn bidin her diçe bi pêş dikevin. Çareserî: Çareserî di rastiya azadiya jina ku bi pêş dikeve de ye. Çareserî, di rastiya kesayetiya ku xwe bi serketinê ve kilîd kirî de ye. Ma kî diwêre rêyên erzan ên çareseriyê yên din bîne ziman? Eger bi we zehmet e, îstifa bikin. Eger hûn fêm nakin, bêyî ku îxanetê rêgeza pîroz bikin biçin ser. Bizanin ku bangawaziya ji pir cihên bilind tê heye û xwe bi vî dengî ve girêbidin. Zilamên we tine ne, dengên ji azmanan olan didin heye, şer hene. Heya ku hûn di nav wan de cihê xwe bigrin, karên nivîna li erdê zêde bi kêr nayên û nade qezenckirin. Dîrokên mezin, timî girêdayî bi ferasetên wisa re hatine pêk anîn. Ez ê zora xwe bidim li ser wê, li min biborin. Ev, terzeke nû ye, terza ku ez li ser jinê ferz dikim e. Eger hûn xemgîn bin, êşê dikişînin, li wî cihê ku hûn mayîne bimînin. Ma hinekê têm fêmkirin?
Têkoşîn (Fîlîz Erbaş): Tê fêmkirin Serokê min.

ÇAVKANÎ; Diyalogên Bi Şehîdan Re. Ev diyaloga di navbera Rêber Apo û Şehîd Têkoşîn de di dîroka 08.09.1997’an hatiye qeydkirin.