Jin Û Rêbertî

0Shares

Piştî demên dirêj rojek hilat li ezmanê rûmetê û rûpelên dîroka heqîqetê ji me re vebûn. Destêk hevaltiyê dirêjî me dibû û gazî me dikir; werin, rêyeke din a jiyan û bi hevrebûnê heye. Ev hevaltî û hezkirina Rêbertî bû. Vê carê ji hezkirina xwişk û bira û ya tevahî evîndaran cudatir bû. Hezkirinek bi paqijiya zarokatiyê û ji bo bilindbûna bêsînor bû. Lewma hevaltiya Rêbertî ji dil û can jî zêdetir bû. Ji bo me jinan êdî mîladek nû hebû; beriya Rêbertî û êdî bi Rêbertî re…

Me jin, ji bo mirovahiyê 15 hezar salan dayiktî kiribû, lê paşê bibûn xulamek bê çare…
Li welatê xwedavendan ji bo mirovahiyê her tişta pêwîst me bi dest û dilê xwe afirandibû, lê zilamtiya fêhlbaz paşê weke paçeke qirêj, em avêtibûn aliyekî…
Me tevahî zanaatên têrkirina mirovahiyê afirandibû, lê paşê em bixwe birçî mabûn.
Ji bo hemu kesî me zanist, hûrmet û teknîk avakiribû, lê paşê em bibûn a herî nezan û neçar.
Me tevahî pîrozî û xweda avakiribûn, paşê bibûn xulama bêçare ya hemûyan.
Yekem bihevrebûna xweda û xwedavendan me avakiribû, lê paşê bûn parsekek ketî.
Me herder kiribû cihê jiyanê, lê paşê welateke em lê bicih bibin jî nemabû.
Em bibûn find û me hemu kes ronî kiribû, paşê em bixwe ji taritiyê rizgar nebûn.
Ji bo hemû kesî em bibûn deng, me stran û helbest afirandibû, lê paşê em bixwe ker û lal mabûn.
“Jina-, dayika -Jînê- ji -Jiyanê” hatibû dûrxistin.

Li welatê me evîn çima dişewîtîne û dike xwelî bersiva vê jî di van nakokiyan de veşartiye… Ji bo nirx û rêzdariya ji me hatiye dizîn em careke din qezenç bikin, bi Rêbertî rê li pêşiya me vebibû. Dema di qefesa de deriyek biçûk jî vebe ma emê xwe lênedin? Ji gorên qral û efendiyan ên tijî zêr û zîv, ên dema ew dimirin ji bo cinneta wan me jî bisaxî dixistinê, dema em dirzekê biçûk jî bibînîn, ma emê xwe li mirinê nedin û dernekevin sûr rûyê jiyanê? Yên xwe xwediyên namusê didîtin û bideste me girtibûn, di roja xîretê de, gava dil û çogên wan lerizîn, ma emê xwe ji deste wan qut nekin û baznedin ber bi nîvîsandina çarenûsa xwe?

Rêya rêzdarî û xîretê diyar bibû. Çavên dil û mêjiyê me vedibûn. Gorên zîndiyan diqelîşîn û deriyê qafesê vedibû. Ev ji bo me zayîneke nû bû û careke din me xwe, bixwe diwelidand. Me destê xwe da destê Rêberê xwe.  Bê-eyb û şerm me Wî hembêz kir… Ji malên gund û bajaran, ji bin konên zozan û dibistanan weke têkoşer ref bi ref em em herîkîn nava ocaxa Wî. Zayîna nû, meşa azadiyê zehmet bû. Lê zoriyan em paşve nekişandin. Me bîryar dabû; jiyanek heba divê azad ba. Lewma kengî em ketin, me zanî em careke din rabin û xurttir bimeşin. Ji ber me êdî carekê tama azadiyê kiribû.

Bi heqîqeta jinê, li ser şopa civakbûna destpêkê em meşiyan… Di vê meşê de em bûn rêxistin û me hêza xwe kir yek (Dîmenên meşên jinan ên bi wêneyê Rêbertî). Em bûn artêş û ji bo azadiyê me şerkir. Bi bîrdoziya rizgariyê em bûn partî û me pergala jin û jiyanê avakir.

Ji bo rêxistina civakê ji Cîzîrê Binevş’an, heta Etrûş Jiyan’an ji me re pêşengî kir, Hevrîn Xelef, Pakîze, fatma û Sêvêyan bê dûdilî da ser şopa wan.
Di artêşê de Berîtan bû sembol, Arîn Mîrqan û Barînan di bin ala wê de tola me ji zilamtiya paşverû rakirin.
Zîlan bû xwedavenda azadiyê, Ruken û Sara jî bihevre bûne yek dil û yek can Û Zîlan zîndî kirin.
Sema di Bîrdoziya Rizgariya Jinê de xwe heland û bi tîna bedena xwe ji me re rêya partîbûnê vekir, Gulanan jî bi nefesa xwe Bîrdozî û Partî parast.
Şîrîn Elemhulî bû Leyla Qasima Rojhilat û li ber benê sêdarê jî serî netewand.
Viyan Soran berhema bîryarê da û Nagîhanan jî weke derwêşek tovên berhemên wê li ser xaka Başûr reşand.
Sara’yan hemêza xwe ji bo hemûyan vekir, yek bi yek ji aniya me hemuyan maçî kir û bi Evîn Guyî’yan  ala azadiya li bedena jinê pêçayî di nava dilê Ewrûpa de çeqand…

Meşa me sînor nasnedikir. Şoreşa jinê sînorên derewîn ên dewletdarên zaliman şikandibû. Jinên cîhanê dighaştin hev. Ji Yunanîstan Elefterya, ji Almanya Sarah Handelman, ji Îngîlîstanê Ana Kambîl, ji Arjantînê Alina Sanchez, ji Îsvîçre Ivana Hoffman û bi sedan jinên enternasyonalîst ber bi şoreşa jinê ve meşiyan.

Ji ber dil û mêjiyê me bi hev re lê dida, em xwedî yek soz bûn: JIN – JIYAN – AZADÎ
Dengê me bilind bû, ol da, belav bû û belav bû… Ji zindanan heta çiya, ji bajarên Kurdistan,  heta Afganîstan, Efrîqa, Arjantîn û tevayî Ewrupa jinan tev bi hev re gotin; JIN – JIYAN – AZADÎ

Di rêya Paradîgmaya Rêbertî de meşa me ya azadiyê berdewam e. Agirê evîna Rêbertî di dil û mêjiyê me de geş e. Hêvî û baweriya me xurt e. Heta roja ku em Rêbertî jî di nav xwe de bibînîn û bi azadî Wî hembêz bikin, emê bê rawestan bimeşin. Ji ber heqîqeta Rêbertî hertim meş û têkoşîn bixwe ye. Azadiya Rêbertî hêvî, bawerî û bîryardarî bixwe ye.

Nujin Leyla

Attachment