Jin û Hiqûk

0Shares

Dema tê gotin peyva hûqûq bêguman tiştên ku tên bira mirov ev e. Heq, dad, hekhevî, komînalî, azadî, mirovahî, yanî ger ku em bixwazin bi cih bînin li gorî pîvanên exlaqî û civakî, êdî em ê bibînin ku hejmar bê dawiye. Ev ne rewşeke ku wisa bi tenê hevokekê pênasa wê bikin. Ji aliyên wêjeya wî ve jî pir dewlemend e. Lê belê ev rastî ticaran nayê veşartin. Ger ku em bi feraseta civakî nêzî mijarê bibin, taybetmendiyên wê nêzî taybetmendiyên jinê ye. Ev jî heqîqeta jiyana rast e.

Dema em bixwazin taybetmendiyên jinê yên kesayetî, pîsikolojîk, sosyolojîk, em dinêrîn taybetmendiyên hûqûq û jinê nêzîkî hev in. Lê belê ez dixwazim vê rewşa heyî û ferasetên ku xwe afirandiye çi ne? Çima hemû zagonên heyî li ser jinê dimeşin. Dema tê gotin hûqûq, hestên yekemîn pîskolojî, siyasî, ya ku tê fêmkirin û tê bîra me desthilatiya zilam e, bêvînbûna jinê ye. Zagonên hişk û zûha, qalip, dogma, wekheviya mutlak, ji derveyî van tiştek din nayê bîra me. Ji bo vê rastiya ku min balkişandiye ser rastiya wê ya dîrokî, çendin birdozî jî be, ewqasî jî siyasî û dewletparêzî ye.
Rastiya ku 500 hezar sale tê jiyîn û heta niha berdewam dike, di encama vê zihniyeta seqet û ferasetên şaş a pergala zilam, bi deshilatekî pisporane li ser vîna jinê, desthilatiya xwe dimeşîne û dide qebûlkirin. Di encama vê zihniyetê hişt ku cihê wate de bêwatebûn bê jiyîn. Yanî rastiya jin û hûqûqa wê winda bûye. Jixwe feleka mezin a mirovahiyê di vê derê de qewimiye û heta niha tê jiyîn. Têgeha wate û zanebûn di nava bêwatebûnê de tê jiyîn. Her tişt hatiye berovajîkirin. Vaye tê gotin siza(suç) yan jî cerîmet, çawa tê gotin jin, hûqûq, hemû ji aliyê jinê ve wateyên exlaqî û siyasî, civakî û wijdanî ne. Heq û wekheviyê di hindirê xwe de dihewîne. Berovajiya vê zagonên ku girêdayî pergala zilam e. Û mirov ji van zagonan aciz in. Ji ber ku di asta jor de çînayetî û bêmafî di nava civakê de tê jiyîn. Li vir dema ku pîvanên bingehîn hate bêwatekirin, hûqûqa rastiya jinê afirandiye tê veşartin. Êdî hûqûq çiqas ji aliyê peyv ve xwe dewlemend bike jî, ger ku li gorî wekheviyê civakî nemeşiya çi wateya wê nîne. Di wê de çi dimîne? Pîvanên girêdayî zagona desthilatiya zilam dimîn e. Di van pîvanan de çi heye? Çînayetî, bêmafî, zilim, şer, kuştin, her cure tundutîjî heye. Ger ku ji aliyê hûqûqa rast ev neyên dîtin û neyên analîzkirin, negengaze rastiya rewşa îro bê dîtin û bê naskirin. Ji ber ku hûqûqa pozîtîvîzîm tînê rewşa niha heyî dinirxîn e.
Hûqûq tê wateya exlaq, exlaq jî tê wateya pîvanên civakî. Civak li gorî van pîvanên xwe ji xwe re çi guncav dibîne li ser van pîvanan çareser dike. Ji bo rêxistina û rêvebirina xwe bi rengekî rensen çareser dike. Yanî civak bi xwe hûqûqa xwe diyar dike. Ev dibe weke çandeke xwezayî ya civakê. Ji bo vê ger ku ji aliyên xwezayîbûna ve neyê şîrovekirin, negengaze wateya wê rast were zanîn. Dema ku ji aliyên dîrokî û civakî tê şîrove kirin, beriya her tiştî rastiya hûqûqê bi rastiya jinê ve girêdayî ye. Em dikarin bêjin hûqûqa civakî di nav edaleta jinê de veşartiye. Weke taybetmendî û weke karekter jî di nava hevdû de yek rastî ne. Ji ber ku dîroka mirovahiyê bi hûqûqa jinê hatiye destpêkirin. Taybet di dema civaka xwezayî de, civak di bin rêveberî û hûqûqa dayîk û jinê de hîn xwezayî, dihate rêvebirin. Di dema herî zehmet de, hîn mirov nedikirî behsa herdû rêgezan bike û jiyana civakî bike, mirovahî hîn derbasî şehristanî nebibû, hûqûqa jin, ji her aliyê jiyanê ve civak rê ve dibir û hemû pêdiviyên jiyana civaka wê demê, bi şêwazekî dadperwerane tînin cih. Ev hemû pîvanên exlaqî û gerdûnî ne. Ger ku îro behsa hûqûq tê kirin, mîsoger li ser van bingehan hatiye afirandin. Lê belê li dijî jinê, tê bikaranîn û tê berovajîkirin.
Jinê di vê pergala xwe de pîvanên exlaqî û polîtîk afirandiye. Ev pergal di nav jiyana kilanan de bi mîlyonan salan xwe domandiye. Ji ber ku hûqûq, di cewherê civaka xwezayî de bûye yek. Civak xwe bi xwe pîvanên xwe diyar kiriye. Ji jor ve ji derên cuda nehatiye diyar kirin. Ev bi xwe cewherê jinê ye. Ji bo wê em dikarin bibêjîn ew serdem, serdema herî pêşketî ya demokrasiyê ye. Li gorî dadperweriya civakî dimeşiya. Dîsa ev serdem, serdema herî kevin, nirxên mirovahiya pîroz ji bo jiyanê, di wê serdemê de hatiye afirandin. Bi 190 îcadên wê demê ku hatine tesbît kirin, xwedavenda Înanna bi 104 meyên xwe ji hemû aliyê ve jiyana civakê rê ve dibe. Civakê bi şêwazekî rêk û pêkî rêvedibe. Heta niha em li ser nirxên wê demê dijîn. Lê belê dema em rewşa niha temaşe dikin, her tişt dijî jinê hatiye berovajî kirin. Hûqûqa jin, ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Sedema qeyran û aloziyên ku niha mirovahî têre derbas dibe, çavkaniya xwe ji vê digire. Weke ku min destpêkê jî da diyarkirin, jinê bi 104 zagonên xwe bi şêwazekî dadperwerane, bêyî ku çînayetî bê naskirin, bi cewhera civaka exlaqî û polîtîk, bi demekî dirêj jiyan, civaka mirovahî rê ve biriye. Lê belê a niha pergala şahristaniya navendî ya ku xwe dispêre pergala dewletan, peymanên wî û qanûnên wî bêhijmar in, li ser civakê bêmafiya herî mezin dide jiyîn. Aloziyên mezin di nava civakê de daye çêkirin. Pergala desthilatiya zilam, ruxmê ku weke alî van peyman û van qanûnên ku dijî jinê û dijî civakê îmze dike, bi şêwazekî qaşo ez mafperwerim, lê zextekariya herî mezin li dijî civakê û jinê dike. Zagonên qanûnî hemû li dijî jinê daye çêkirin. Di nav wan zagonan de jî jin, ji hemû aliyên dadwerî û mafperweriya jiyanê ve hatiye dûrxistin. Jin ji gelek biryar û mafê jiyanê hatiye dûrxistin. Kuştina jina bûye zagonekî xwezayî û bûye parçeyekî jiyanê. Êdî jiyan ne bi feraseta exlaqî û wijdanî û polîtîk dimeşe, bi berjewendiyên desthilatî dimeşe. Ji xwe naveroka vê jiyana şaş ku girêdayî feraseta desthilatiya zilam e, hûqûq bi şêwazekî rûtînî bi siza û bi tewana dimeşe. Zihniyeta modernîta kaptalîzim bi vî rengî ye. Ji rastiya jiyan xwezayî dûr in.
Ji bo ku jiyan û civak, jin, ji nû ve li gorî rastiya xwe tevbigerê, pêwîst e pîvanên hûqûqî ji nû ve bên dest girtin. Hûqûqa ku bêmeşandin, pêwîst e bi zihniyeta demokratî bêmeşandin. Bi rengê jinê, bi nêrîn û vîna jinê pêwîs e bêmeşandin. Hûqûq bi vî şêwazî gihişte rastiya xwe, aloziyên ku niha bi şer û bi tudutîjî, tê jiyîn, wê bikare bi rêya çareseriya demokratîk van pirsgirêka çareser bike.  Di serî de pêwîst e hûqûq, ji bo xwe pergala civaka ehlaqî û polîtîk ku azadiya jinê, di nav vê pergalê de mercên demokrasiyêye bingeh bigre. Li ser vî bingehî pêwîst e tevlîbûna her du zayenda, di nava civaka ehlaqî û polîtîk de ji bo xwe bike xala sereke. Êdî em ê bikarîn bibêjîn hûqûq li gorî pîvanên civaka ehlaqî dimeş e. wê wextê hûqûqa rast jî wê ev be. Ger ku hûqûq li ser van mercan bimeşe, yê bikare li hiberî van pirsgirêka û aloziyan bigre.
Dema ku em li dema niha dinêrîn, zihniyeta desthilatî ji her alî ve êriş heye. êdî jin hatiye rewşekî ku ji bo zarokê xwe bigre gel xwe, pêwîst e tenezûşa mezin li himberî hevjîna xwe bike. Ev ne rewşeke tirajediye û dûrî hemû şêwazê hûqûq û ehlaqê dayîkê ye. Bi xwe zarok tinê milkiyeta wê li ser zarokê nîne. Di rewşên komkujî û kujeran de, dema rewş dibe jin, wê deme her tişt guneh dibe. Di nav kulanan jin tê kuştin û jinê lîç dikin. Jin bîst û çar saetan dûçara(marûz) tundutîjîya zilam tê. Hûqûq van tişta dibîne û dengê xwe nake. Wê demê em dikarîn bibêjîn hûqûq li gorî pîvanên desthilatiya zilam tevdigerê. Li ortê jî ti tewan jî namîne. Ji ber ku di bingeha zihniyet û hişmendiya zilam de jinê weke şeytan kartine. Jin gunebare kengê bê kurştin rawa ye. Her cure kuştin dîsa jê re rawa ye. Çi di malê, gîrtîgeha û karxanan, dibistanan de be jî dîsa tê kuştin. Ji ber ku hûqûqa heyî ya desthilatiya zilam e. ji bo hûqûq li cewherê xwe vegerê pêwîst e, hemû pîvanên xwe ji nû ve ber çavan re derbas bike. Ew şoreşa ku em dibêjîn: şoreşa vîjdanî ehlaqî, ji bo xwe pîvan bigre. Û ji bo wê bikare pêşengatiyê bike. Pêşengatiya vê jî mîsoger jin bi xwe ye. Di vê derê de merca sereke, parastina jinê ya cewherî, merca yekemîn a hûqûqê ye. Ji ber ku modela civaka nû azadiya jinê ye. Ji bo wê pêwîst e azadî di her qadê jiyanê bi dengê jinê bê parastin. Her wiha têkoşîna jinê ji nû ve makazagona netewa civakê ye. Ji ber ku zagona bingehîn a heyî girêdayî zihniyeta deshilatdariyê ye. Weke em hemû dizanîn teybetmendiyê jinê komînal e. mavê çi kesê nexwariye. Cewherê wê çînayetî nake. Ji bo wê îro modela netewa demokratîk, din ava vê modelê de heta ku jin bi rengê xwe cih negire, negengaze pergalekî wekhev, hûqûqekî dadperwerane bê avakirin.
Ji Pênûsa Gêrîla

Attachment