25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ye û girîng e. Konjonktura em tê de ne, şert û mercên şer ê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn vê yekê hîn girîngtir dike. Çima? Ji ber ku li her devera cîhanê tundiya li dijî jinê dewam dike. Lê belê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li deverên ku şer lê giran e, berdêl û barê herî giran li ser milê jinan e, herî zêde jin êşê dikişînin.
Di nava herikîna asayî ya jiyanê de tundiya aborî, zexta mêr a ji çanda serweriyê ya mêr, çanda destavêtinê heye. Ji bilî vê yekê li qadên ku şer diqewime tundiyeke gelekî giran li jinan tê kirin. Li Rojava, li cihên ku çete lê ne di nûçeyan de jî tê teyisandin. Ev yek kêm caran tê nîşandan. Ji xwe herêma dagirkirî ye, qada çete lê ne, agahî jê nayê. Mirov nizane bê çi li wir diqewime. Vaye drama jinên Fîlîstînî ya di şerê Fîlîstîn-Îsraîlê de li ber çavan e. Bi rastî jî cîhana bi mejiyê serweriya mêr divê bê hilweşandin. Me bi dirûşma ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê’ dest bi vê pêvajoyê kir.
Em ber bi dawiya çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê ve diçin. Binêrin, hilbijartina Trump a li Emerîkayê yek ji navên sembolîk ên serweriya mêr û zayendîperest e. Gav bi gav cîhan dibe qadeke welê ku jiyan lê zehmet e. Di serî de jin em bang li her kesî dikin ên ku li jiyaneke demokratîk, wekhev û azad digerin ku çanda jinê, cîhana jinê fêhm bikin û li ser vê bingehê berê xwe bidin paradîgmayeke nû. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê ya ku dixwazim bînim ziman bi esasî ev e.
Sîstema heyî, sîstema bi serweriya mêr, sîstema modernîst kapîtalîst, şaristanî, bi giştî çanda bi serweriya mêr mirov dikare bi vî rengî binirxînin. Modernîteya kapîtalîst asta herî bilind a vê yekê ye. Sîstema dewletparêz a beriya 5 hezar salî hate bikaranîn, dema ku gihîşt dema modernîteya kapîtalîst derbasî asta herî bilind bû. Bi rastî jî hem bi karakterê xwe yê hiyarerşîk hem jî bi aliyê xwe yê serweriya mêr ji mirovahiyê re qadeke jiyanê nahêle. Bi rastî jî eger li dijî tundiya li jinê wê têkoşînek bê meşandin, bang li her kesî dikim ku berê xwe bidin cîhaneke cuda, paradîgmayeke nû. Ji bilî vê yekê rêyeke din a rizgariyê nîne.
Bi tedawiya pansûmanê, bi tiştên lokal çareser nabe. Mînak malbata tê zanîn ku weke malbata pîroz jî tê naskirin, bûye qadeke welê ku rojane tundî lê tê afirandin, li jinê tê kirin Lewma divê em berxwedana xwe xurt bikin. Ji aqlê heyî yê mêr, ji aqlê serweriya mêr ji bo cîhanê, ji bo jinan çareseriyek peyda nabe. Lewma ya esasî ew e ku mirov giraniyê bidin ser karekî fikrî. Divê jin hîn bêhtir karibin bixebitin, kûr bibin, lêkolîn bikin. Divê çareyê di kesayetiya xwe de bibîne. Ev hêza jinê heye. Ji xwe mejiyekî din nikare ji van pirsgirêkan re çareseriyê peyda bike.
Ji ber ku li Kurdistanê şer heye, li Tirkiyeyê polîtîkayên ji bo têkbirina civakê bi zanebûn tê meşandin. Di nava civaka kevneşop de ewqasî tundî nîne, şerm e. Şerm e ku mêrek li jinekê bixe. Şerm e ku berê xwe bide tundiya li dijî jinê, ev yek biçûk tê dîtin. Civak vê qebûl nake.
Lê bala xwe bidin ser, roj nîne ku jin lê nehatibe qetilkirin. Roj nîne ku li naverastê li jinê nayê xistin. Roj nîne ku li naverastê destdirêjî û destavêtin li jinê nayê kirin.
Qadên jiyana civakî bi bûyerên berovajî exlaqê civakê tijî bûne. Bi vê wesîleyê bang li jinên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dikim. Bila zarokan neynin vê cîhanê. Heger zarokên ku nikaribin wan mezin bikin e, çima tînin vê cîhanê? Ev rastî veguheriye travmayeke civakî.
Ji sîstema ku jinê bi trajedî, şikestineke bi vî rengî re rû bi rû dihêle, gelo em dikarin çi bibêjin? Di rewşa heyî de bi rastî jî divê jin zarokan neyîne vê cîhanê. Eger zarokan tîne, divê şert û mercên wê jî biafirîne.
Ji bo azadiyê pêwîstiya me bi rêxistiniyê heye
Eger bi wesîleya 25’ê Mijdarê jin wê li hemberî tundiya li hemberî hevzayenda xwe nîşan bide, ev yek divê li ser bingeha xweparastinê be. Ev yek ji bo jinan nebe nabe.
Dirûşma demekê hebû, digotin ‘Tu yê ti carî bi tenê nemeşî’. Divê jin ti carî bi tenê nemeşin. Divê rêxistinî bin, bi hev re bin, bi hev re biryarê bidin, parastina xwe bi hev re bikin. Ev yek mijareke bingehîn e. Ya ku modernîteya kapîtalîst, mêtingeriya qirker dike, cudakirin e, parçekirin e û li ser vê bingehê teslîmgirtina jinê ye, şikandina îradeyê ye, destavêtin e. Vê yekê tinê bi rengekî fizîkî nabêjim. Ew jî heye. Ji xwe di cewhera wê êrîşa fizîkî de teslîmwergirtin heye, daxwaza teslîmwergirtina îradeyê heye. Ji ber vê yekê dest diavêje. Di bingeha destavêtinê de daxwaza xwedîbûyîn, milkbûyîn, kolekirin heye.
Ji bo azadiyê pêwîstiya me bi rêxistiniyê, afirandina qadên xwe yên azad û parastina xwe heye. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinan dikim ku bila li ser vê bingehê rêxistiniya xwe mezin bikin, li dijî her cûre êrîşên desthilatdarî, serweriya mêr, faşîst, nijadperest û zayendîperest têbikoşin.
Têbikoşin, bibin xwedî wate û azad bibin
Cardin cejna 27’ê Mijdarê tê. 46 sal demeke gelekî dirêj e. Hema bibêje nîv sedsal e. PKK’ê mohra xwe li dîroka Tirkiyeyê xist. Ji wir rabû û veguherî tevgerekê ku Rojhilata Navîn ava dike. Di vê demê de bêyî dîtina PKK’ê kes nikare li Rojhilata Navîn siyasetê bike. Bêguman a ku em gihandin vê astê berxwedana bi heybet a şehîdên me yên leheng bû. Bi vê wesîleyê şehîdên mezin ên PKK’ê, hemû şehîdan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Tevgereke ku dema li Kurdistanê pel jî nedihejiya rabû, bi girse, hêz, derfet, hêza xwe ya fikrî, paradîgmaya xwe, bi dostên xwe wê cîhanê biguherîne. Peyama me ya bingehîn bi vî rengî ye. Hêza PKK’ê ji bo vê yekê heye. Biryardariya xwe jî heye, îradeya xwe jî heye.
Dibêjim, sala 47’an wê mîna sala 46’an bibe qada têkoşîneke gelekî bi heybet. Bang li her kesî, welatparêzên me, dostên me, jinan, ciwanan dikim ku bi rengekî çalak tevlî vê têkoşînê bibin, bibin xwedî wate û azad bibin.
Hêlîn Umît (Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê)
Ji nirxandinên ji televîzyona Medya Haberê de kirî hatiye girtin.