Bi wesîleya roja 25 mijdarê ku weke rojeke sombole li hemberî komkûjiya jin û şideta ku li ser meşiyaye, em weke tevgera PAJK di destpêkê de jinên Kurd, tevayî jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin silav dikin.
Kordînasyona PAJK
Bi wesîleya roja 25 mijdarê ku weke rojeke sombole li hemberî komkûjiya jin û şideta ku li ser meşiyaye, em weke tevgera PAJK di destpêkê de jinên Kurd, tevayî jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin silav dikin. Pergala baviksalar xwe li ser koletiya jin rewa kiriye. Nasnameya jin ya civaka xwezayî hilweşandin, valakirina nirxên civakî ji cewherê wê ya ku ew berhema eqlê jinê ye û li ser van nirxa rûniştin, rewşeke ku hişmendiya şaristaniya dewletparêz derxistiye holê ye. Di vê wate yê de bi hezarên sala ye ku jibo jinê bi her awayên zextê û şidet rewa hatiye dîtin, komkûjiyên jin jî di heman demê de rewa û mafdar hatiye dîtin. Bi dûrxistina jin ji tevayî qadên civakî, li ser giyana wê, hestên wê, bedena wê, hizrên wê, kedên wê, nirxên wê, afirineriyên wê dest hatiye danîn. Qomploya yekemîn li hember jin hatiye kirin. çanda destavêtinê ya pênc hezar sal vê yekê îfade dike. Bi lîstokên evînê û yê hezkirinên derewîn ji jinê re ji bilî xwaringeha malê tu qadeke jiyanê nehatiye naskirin. Modernîteya kapîtalîzmê dibe pergala herî zêde ya ku li hemberî jinê şidet, zext, dagirkerî pêş dixe. Dibe pergaleke herî li pêş ji pergalên ku zayendparêziya civakî bi kûranî jiyan dike. Tevayî pêkanînên qirêj û bê wijdan di destpêkê de li ser jinê tê meşandin. Pergala qapîtalîzmê herî pergala ku li dijî jin, herî pergala ku komkûjiya jin dide pêkanîn. Lê xwe weke pergaleke yê herî pêşketî, ya herî azadiyane, bi vê maskeyê hewil dide ku bi jinan bide bawer kirin ku ew azadin. Derbeya herî mezin jî ji vir de lê dide. Pergal dizane ku hêza elternatîfbûyînê ya herî mezin jine û jiber vê yekê jî dibêje “destpêkê li jinê bixin”. Jibo ku civakeke ji civakîbûyîna xwe were derxistin riya wê ya herî bi bandor êrîşî jin kirine, ew danîna aliyekî kirine, pergal jî bi vê zanebûnê tevdigere.
Roja me ya îroyîn de, di cîhana me de gelek jin di nava jiyaneke ku bi tacîzan, destavêtinan, lêdanan re rû bi rûne. Di gelek welatên cîhanê de jin li orteya kolanan de tên kuştin, tên destavêtin û civak jî ji vê rewşê re temaşevan dimînin. Jin ji her awayên jiyankirinên di bin îşkenceyan de mecbûr tên hiştin. Jiyana ku ji jinê re rewa tê dîtin eve. Bi hezarên keçên ciwan, ber bi karê fahîşetiyê jinê ve tên xirikandin, bi hezarên keçên ciwan di temeneke biçûk de bi zilamên ku bi temenê xwe ji wan pir mezintirin re tên zewicandin. Bi taybet li Tirkiyê û li Kurdistanjê bi hezaran jin ji cinayetên namûsê re dibin qurban û tu kes jî hesabê vana napirse. Hiqûqa dewletê li hemberî vê rewşê bê denge jiber ku yê vê rewşê jî ava dike hişmendiya dewletê bixwe ye. Li gelek cî yan polîtîkayê zayendî yê dewletê ji van rewşan re zemînan amede dike. Di demên dawiyê de em dibînin ku li Tirkiye cînayetên jinan yê ku tên jiyan kirin, kirdarên wan cinayetan ya sûbayên di nava artêşê dene, yan polîsin, dîsa em dibînin di qereqolên tirka de, di nava dibistanên wanî leylî yê mecanî de yê ku gelek caran destavêtine jinan polîsin an leşgerin. Ev rewş ji hêla dewletê ve pir bi zanebûn tê pêşxistin.
Ev bûyerên bi vî rengî li gelek herêmên Kurdistanê yê cûda bi awayeke sistematîk tê pêşxistin. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ser jinên Kurd polîtîkayên zextê û yê şidetê bi giranî têne pêşxistin. Hişmendiya dewletparêz ji jina Kurd ya zane û rêxistinkirî ditirse. Dixwaze jina Kurd ji tekoşîna azadiyê qut bike. Pergal herî zêde tevgera jinê ji xwe re hedef destnîşan dike, êrîşî milîtanên tevgera jin dike, polîtîkvanên, siyasetmedarên tevgerê dide girtin. Bi dûrxistina jina Kurd ji siyasetê, ji polîtîkayê dixwaze bê rêxistin bihêle. Bi zanebûn dixwaze keçên Kurd yê ciwan bixîne,jibo ku ji xwere weke sîxûr bide bikaranîn . bi taybet li bakûrê Kurdistanê ji hêla AKP’ ê de mehrbirînên komî ya ku tê pêşxistin weke rêbazên şerê taybet tê bi karanîn. Bi vî awayî dixwaze di destpêkê de keçên ciwan, tevayî ciwanên Kurd ji tekoşîna azadiyê qut bike. AKP’ ê bi xwe partiyeke ku hişmendiya nêr temsîl dike û her ku diçe civaka Tirkiye jî dizîvire civakeke ku hişmendiya nêr li ser serwer dibe. yek ji sedemên ku di Tirkiye de pir komkûjiyên jinan tê jiyan kirin ev hişmendiya nêre.
Ruxmî van pêkanînên han tevî, jinan li hemberî şidetê, zextê, destavêtinê, qirkirin û komkûjiyên jina herdem di nava tekoşînê de bûne. Roja 25 mijdarê sembola tekoşîna jinan îfade dike, taybetmendiyeke tekoşeriya jin dide nîşan dan.
Dibe roja berxwedaniya jin li hemberî polîtîkayên pergalê yê qirkirina jinê. Bûyera ku bûye sedemê sembol bûyîna vê rojê, di demê Komara Domînîk de jiber tekoşîneriya xuşkên Mirabal, ji hêla hişmendiya baviksalar ku têne kûştin, tekoşîna wan ji milyonan jinan re bûye mînak. Li pey sazimankariya Rêber APO meşa jina Kurd, dibe mînaka vê ya herî xweşik. Rêber APO, li hember ew pergala ku dibêje di destpêkê de li jinê bixin got “di destpêkê de jinan azad bikin”, bi vê ferasetê li hember zayendparêziya civakî tekoşîna azadiya jin pêşxist. Jina Kurd ji destpêkê heya niha bû pêkanînvana vê riyê. Ew hişmendiya nêr ya qomplocî ku her sî xwişkên Mirabal qetilkiribû, vê carê jî li Parîsê sê jinên şoreşger, sê dilên evîndarê azadiyê qetil kir. Bê gûman komkûjiya Parîsê komkûjiyeke jine, bê tehemûliya li hember asta azadiya jina Kurd e. Lê ruxmî vê bedela giran ev êrîşa ku hatiye kirin hatiye vala derxistin. Îro li her derê cîhanê, ji her irqî bi milyonan rêhevalên Sarayan, Rojbînan, Ronahiyan hene. Bi cî girtina jinên Kurd di pêş de di nava xebatên avakirina Jiyana Azad û Demokratîk de, mîrateya sarayan hîn zêdetir mezin dikin.
Hişmendiya baviksalar çiqase êrîşên xwe li ser jinê bike jî, çiqase di koletiya li ser jinê de îsrar bike jî, nikare xwesteka jin ya tekoşînê û ya azadiyê bide rawestandin. Di kolanên Kurdistanê de jinên Kurd yê ku pêşengtiyê ji serhildanan re dikin îfadeya vê rastiyê ya herî vekirî ye. Jinên ku ciyê xwe di nava şoreşa rojava de cî digrin him di meydanên şer de, him jî di tevayî xebatên avakirina pergala demokratîk de bi fedekariyeke mezin ve tekoşînê dikin. Ev rewş bi ked û bedelên pir mezin ve destkeftiyên ku derketine holê ne.
Ev sal jibo roja 25 mijdarê çalakiyên gelerî têne pêşxistin. Jinên Kurd li tevayî parçeyên Kurdistanê de, li Tirkiye, li kolanên Ewrûpa yê, jibo azadiyê tekoşîn dikin. Em jî weke gerîlayên jin ji vê rewşê hêz û moraleke mezin digrin. Em weke gerîlayên jin rêhevalên jinên ku çi di hest û hizir de be, çi jî di çalakiyê de jibo azadiyê têdikoşin. Di destpêkê de jibo dayikên meyî pîroz yê ku sîngên xwe ji êşên mezin re vekirine, jibo tevayî jinan û jinên ciwan em tekoşîna wan silav dikin, jibo ku jinên Kurd tekoşînên hîn mezintir bidin em wan dawetî ciyê jinan yê azadiyê, çiyayê Kurdistanê dikin.
Bijî Tekoşîna Azadiya Jin
Bijî Avakerê Tekoşîna Azadiya Jina Kurd Rêber APO
Bimre Hişmendiya Baviksalar Ya Komkûj Û Ya Qomploger