Bi nêzbûna salvegera Komploya navdewletî li hemberî Rêber Apo çalakiyên şermezarkirinê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo her roja diçe bilindtir dibe. Li aliyekê hewildana malbat û parêzerên Rêber Apo û girtiyên din yên li Îmraliyê yê bi serlêdanan berdewam dike. Herî dawî îro jî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin serlêdaneke nû kirin. Wek serlêdanên berê ev serlêdan jî yê bê bersiv bê hiştin bê texmîn kirin jî ji bo hilweşandina pergala tecrîdê û têkoşîna bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kar û xebatên berfireh rojane têne meşandin.
Di hûndirê 3 rojên borî de gelek civîn, meş, daxwuyanî hatin dayîn û di hemûyan de daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statûya gelê Kurd hate kirin. Em dixwazin çend ji wan çalakiyan li vir bibîrbixin;
Li Fransa dû meş û civînek gel pêkhat
Li Fransa li gel berdewam kirina çalakiya Meşa Dirêj, meşek bi girse li bajarê Toulon û civînek bo gel li banliyoya Drancy a Parîsê pêkhatin. Çalakiya Meşa Dirêj îro di roja xwe ya 15’an de bi coşek mezin berdewam dike. Meşa Dirêj roja 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent yê Fransayê destpêkir û heya niha ji gelek bajaran derbas bû. Eleqe û piştgiriya çalakvanan her diçe xûrtir dibe.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Gerîla” her roj bilindtir dibe.
Meşvanan dûh serdana Komeleya Çandê ya Sarcelles a Ermenî, hin siyasetmedarên Drancyê û esnafan jî kirin. Şandeya ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokrat a Kudistaniyên li Ewroapyê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut di nav de ye, bi endamê Komeleya Çandê ya Sarcelles a Ermenî Pierre Indgeyan re hevdîtin pêk anî.
Zubeyde Zumrut di hevdîtinê de axivî û got: “Em di pêvajoyeke dijwar û dîrokî de derbas dibin. Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e . Ew pirsgirêkek bûye pirsgirêkek cîhanî. Divê em li hev werin ba hev û têkoşîna hevbeş bimeşînin. Em ê bi têkoşîna hevbeş a gelan bi hev re azad bibin.” Meşvanên Meşa Dirêj piştî hevdîtinan li esnafên navenda Villiers Le Belê geriyan û belavokên derbarê armanca meşê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de belav kirin.
Meşa din ya li Fransa li bajarê Toulon ê Fransayê pêk hat. Ev meş di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Gelê Kurd a Draguignanê de pêkhat. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin. Di meşa girseyî de dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Tişrînê” kolanên bajêr hejandin. Girseyê di meşê de peyama “Kes nikare Roja me tarî bike” dan û teqez azadiya Rêber Apo û naskirina statûya Kurd xwestin.
Civîna gel jî bi heman armancê li banliyoya Drancy a paytext Parîsê pêkhat. Civîna gel ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê ve hate lidarxistin. Di civîna gel de li ser pêvajoya çareseriyê ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe û nîqaşên li derdora wê tê kirin hate destgirtin. Di civîna gel de wiha hate gotin; “Perspektîf û pêşniyarên çareseriyê yên pir cidî yên Birêz Abdullah Ocalan li ser Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê heye. Di hevdîtinên dawî de jî vê yekê careke din nîşan da. Divê pergala Îmraliyê bê tunekirin. Divê Birêz Ocalan di şert û mercên azadiya fîzîkî de xebat bimeşîne. Divê pêşiya siyaseta demokratîk vebibe, pirsgirêka Kurd di zemîna demokratîk de çareser bibe. Ji ber vê jî divê zemîna hiqûqî û siyasî hebe. Bi xwe jî balê kişand ser vê yekê. Divê em jî ji bo çêbûna van şert û mercan têbikoşin. Ev ne dema sekinînê ye, ne dema temaşekirinê ye. Dem hatiye ku têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”
Li Saarbrûcken a Elmanya civîna gel
Li Elmanya jî, li bajarê Saarbrûcken civîna gel pêkhat. Civîn ji aliyê Meclîsa Gel a bajarê Saarbrukenê ve hate orxanîze kirin. Civîn li ser rewşa dawî ya siyasî û wek amadekariyên çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbûrgê pêk bê hate lidarxistin. Di civînê de li ser komployê nirxandin hatin kirin û ev peyam hate dayîn; „Komplo ji hin aliyan ve weke xwe dimeşe, lê ji hin aliyan ve weke berê nameşe, ji ber ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd heta radeyeke girîng komplo pûç û bêtesîr kiriye. Lê tevî vê jî tecrîd didome û komploger naxwazin Rêber Apo bi awayekî azad biaxivin.”
Di beşê dawî yê civînê de endamên Meclîsa Gel a Saarbrukenê jî axivîn û xwestin di van rojên dîrokî de her kes bi erka xwe rabe û bi tevlîbûneke xurt beşdarî çalakiya 15’ê Sibatê ya Strasbûrgê bibin. Civîna gel bi pirs, bersivandin û şiroveyên berfireh berdewam kir.
Li Kobanê komplo bi daxwuyaniyek hate şermezarkirin
Dûh daxwûyaniyek ji aliyê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ve hate dayîn. Daxwuyaniya ku di derbarê 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de hate dayîn de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Zerga Salih Teyar ve li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Kobanê bi amadebûna endamên her du saziyan û hejmareke çalakvanên mafên mirovan hate parvekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em berdewamkirina girtina Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk û tecrîda bi darê zorê ya li ser wî di girtîgeha girava Îmraliyê de bi tundî şermezar dikin û daxwaza xwe ya ji bo tavilê serbestberdana wî û bidawîkirina binpêkirinên li ser wî tên kirin, nû dikin. Her du însiyatîfan bang li hemû gelên azadîxwaz, rêxistinên mafên mirovan, çalakvanên aştiyê û dostên gelê Kurd ên li hemû welatên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin daxwaza ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.”
Çavkanî; ANF