Ji Serhedê Heya Geverê Dîlana Azadiyê

0Shares

Nasnav: Dilan Zana

Nav û Paşnav: Sacide Kazıkçı

Cih û Diroka Jidayîkbûnê: Merdîn-Mîdyat (Gundê Hermes)

Cîh û Diroka Tevlîbûnê: 1992-Merdin

Cih û Diroka Şehadetê: Gever-Esendere / 1998

 

Hevala min a zarokatiyê,

ne bêje ku min li te pirs nekir,

ne bêje ku ez bi dû te neketim

û min qêrîn û havar nekir …

Ne bêje ku min bêriya leyistokên me yên zarokatiyê nekir.

Ma ne tu bû xewna şevên zarokatiya min?

Ma ne tu bû strana azadiyê,

ya berdabû di nava dilemin?

Ma ne tu bû rêhavala peymana min,

ma ne tu bû desmala dîlana min?

Hevala min ya zarokatiyê û hevala min ya reya azadiyê rêheval Dîlan ji Merdîn’ê, ji herema Torê bû. Di sala 1992 de tevlî nav refên azadiyê bû, di şerê Başur de li Heftenînê ma. Sala 1993’an de derbasî eyaleta Serhed’ê bû. Kesayetiya wê ya qayîm û serhildêr, bi erdnigariya Serhedê ya hişk, qeyîm û bi heybet re bubû yek. Bi bilindbûn û asêbûna çiyayên Serhedê, bilindbûna tekoşîna azadiyê û meşa lêgerînvanên azadiyê ya di wan çiyayan de jî hîn bilindtir dibû, heybeta wê hîn zeximtir dibû. Hevala Dîlan jî di nav çiyayên Serhedê de kesayeta xwe ya bi serhildêr û qeyîm hîn bêhtir xurt kiribû û wekê jinên Kurd ên berxwedêr ku di dîrokê de derketine pêş, ew jî bibû minakek. Di van deman de heya sala 1996’an li Serhedê gerîlatiyekê pir têr û tijî dabû meşandin, onun tim bi rola xwe yê pêşeng radibû û digot; “Heta nêwiyê Apoyî hebin, dê ti kes nikaribe Serhedê ji me bistîne ”. Li eyaleta Serhedê fermandariya takimê dike, derbeyên pir tund li neyarê mirovahiyê dide û li wê derê birîndar dibe.

Di jiyana gerîla de meşa li ser şopa rêhevalên xwe yên pêşeng, leheng û şehîd, rêgezekê jiyanî ya xwezayî ye. Ev jî bingehê xwe ji felsefeya Rêber APO digre. Onun gerîlayek, onun zaman di nav pêşbirk û pêşbaziyekê de ye ku al û nîşaneyên berxwedaniyê yên ku hevalên wan ên pêşeng hiştine pêy xwe hilbigirin û bigihînin armanc û serkeftinê. Hevala Dîlan jî yek ji van hevalan bû. Di sala 1993’an de ew û pismamê xwe, hevalê Şoreş, heman demê derbasî eyaleta Serhedê bibûn. Di sala 1994’an de dewleta Tirk a faşist û dagirker ji bo ku pêkanîna armancên xwe yê kîret şer û operasyonên dijwar da meşandin. Ji ber ku agir û stranên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê bilind dibû û civaka Kurd bersiva agir û stranên gerilayan vedigerand. Govenda azadiyê onun cihekê Kurdistanê dihat gerandin; hêviya azadiyê, rihê serhildêr û berxwedêr yê civaka Kurd careke din geş kiribû û pêl bi pêl bilind dibû. Ji ber vê yekê jî neyarên gelê Kurd hemû ruyê xwe yê hovanê derdixistê holê û onun tedavisi sepandinan pêk dianî. Di encama van êrişên dijmin ên ku di sala 1994 de hevala Ruken Tirk û hevalê Elî Dirêj li eyalata Serhedê şehîd ketîbûn, di heman pevçûnê de pismamê hevala Dîlan, hevalê Şoreş jî bi bir dest dijmin dikeve.

Hevala Dîlan rewşa hevalên şehîd û hevalê Şoreş ku birindarbuyê bihîst. Ev jî dihişt ku li beramberî dijmin hîn betîr bi rihê tolgirtinê ser dijmin de biçe, tola wan rake. Rêheval Dîlan di despêka sala 96’an de li Tendûrekê di pevçûneke de birîndar dibe. Ji bo bi birîndarî nekeve destê dijmin xwe di nav zeviyê gundiyan de vedişêre û bi heyvan birîndar dimîne. Gundî wê dibinin, lê ruxmê ku birînên wê pir giran in ji ber dijmin newêrin wê bibin gund, derman bikin. Ji ber vê yeke gundî di nav zeviyên xwe de wê xwedî û derman dikin. Lê belê birînên wê pir giran in, leşê wê de fîşek û perçe hene. Ji ber vê yekê jî kurm dikevin birînên wê. Piştî demekê gundî edî neçar dimînin û bi dizî hevala Dîlan dibin gund û di nava gova lawirên xwe de wê vedişêrin. Ruxmê ku di govê de ajal û lawir jî hene sê mehan hevala Dîlan li wir tedawî dikin. Ruxmê hemû zehmetiyan jî heval Dîlan timî bi hêvî wan hevalan dijî û dibêje wê onun rojeke ezê hevalên xwe bibînim û wan têr hembêz bikim. Di wê kêliyê de derî vedibe û mamo bi dengeke nerm bandike dibêje; ‘keça min Dîlan, min mizgîniyeke ji te re aniye’. Heval Dîlan bi kelecaneke mezin radibe mamû pêşwazî dike ‘mamo te heval dîtine?’. Mamo dibêje na, televizyona biz vebûye bi navê Med Tv’yê. Heval Dîlan dibêje ‘mamo mizgîniya te ji bo min pir bi nirx e, lê xwezî di vê saetê de ez li ser çiyayekê bilind bam û min dirûşme avetiban, mamo sehet xweş be’. Heval Dîlan bi kelecaneke mezin radibe mamû pêşwazî dike ‘mamo te heval dîtine?’. Mamo dibêje na, televizyona biz vebûye bi navê Med Tv’yê. Heval Dîlan dibêje ‘mamo mizgîniya te ji bo min pir bi nirx e, lê xwezî di vê saetê de ez li ser çiyayekê bilind bam û min dirûşme avetiban, mamo sehet xweş be’. Heval Dîlan bi kelecaneke mezin radibe mamû pêşwazî dike ‘mamo te heval dîtine?’. Mamo dibêje na, televizyona biz vebûye bi navê Med Tv’yê. Heval Dîlan dibêje ‘mamo mizgîniya te ji bo min pir bi nirx e, lê xwezî di vê saetê de ez li ser çiyayekê bilind bam û min dirûşme avetiban, mamo sehet xweş be’.

Dema hevala Dîlan birîndar dibe demsal payîz e. Piştî ew şerê giran, heval dikevin bi cihbûna zivistanê. Ji xwe piştî wî şerê dijwar tu agahî ji hevala Dîlan negirtîne. Çiqas lekolîn dikin û pêy jî dikevin, di derbarê heval Dilan de tu agahiyan nagrin. Ji ber vê yekê jî probleme şehîdbûn ango dîl ketina bi destê dijmin difikirin. Lê belê agahî negirtina ji heval Dilan û wê zivistana ku bê heval Dilan derbas dikin li ser hevalên wê bandoriyekê pir mezin dide çekirin. Ji ber ku heval Dilan di jiyanê de bi coş û keyfxweşiya xwe, bi fedakariya xwe, bi dilnizmî û sekna xwe ya mîlîtanî ve di dilê her hevalekê de cîh girtiye. Ji bejin û bala hevala Dilan a zirav û direj, ji pora hevala Dilan ya bi zerikî, ji kena wê ya ji dil; di wê zivistanê de timî dibe mevanê hevalên wê û onun tim qala wê dikin. Wekî navê xwe hevala Dîlan ji dîlanê pir hez dike, ji ber vê yekê jî hevala Ruken Tirk timî banî dike û dibêjê; “Dilo ka idi, em dîlan bigirin”. Xeyala bi hev re dîlnagirtinê onun tim li bîra wan e.

Lê hevalên wê nizanin ku heval Dilan pir durî wan nîne. Piştî ku dibe bihar û heval derdikevin pratikê, şivanên gund ji dûr ve hevalan dibînin bilez û bez xwe digihînin gel ew mamê ku heval Dilan veşartiye. Ew kesê ku hevala Dîlan veşartiyê mirovekê bi welat û axa xwe ve giredayî ye, agirê azadiyê û ya Kurd û Kurdistanêkê azad di dilê wî de jî geş bûyî yê. Ji ber vê yekê jî ji bo azadiyê berdel dayîn tê çi wateyê baş dizane. Evîna azadiyê ya ku di dilê vê keça Kurd ya pir bi ciwan de dibîne û dizane ku eger ev evîn nebe tu Kurd jî azad nabin. Ji ber vê yekê jî him heval Dilan wekî keça xwe dibîne û diparêze, him jî dixwaze ew jî li gor derfetên xwe alîkarî bide têkoşîna azadiyê. Piştî ku pêdihise ku heval derketine pratikê bi şev û roj diçe li hevalan digere. Di encam de rojekê hevalan di bin çiyayê Tendurekê de dibîne û bi qîr û hewar ber bi hevalan ve dibeze, ji keyfxweşiyê difire diçe û ji hevalan re dibêje ku “emanetekê we li gel min e, werin bibin.”

Ji ber vê gotina wî destpêkê heval matmayî dimînin, gelo emanetê wan çi ye? Ji xwe qet ne difikirîn ku hevala Dîlan hîna sax maye. Ew dem payîz bû û niha buyê bihar. Dibêjin; “dê bêje mamo, emanetê me çi ye?”. Mamo dibêje; “ew hevala Dîlan e, min ew saxkiriye û werin bibin”. Ev wekî mucîzeyekê tê ji wan re. Êdî dîtîna coş û keyfxweşiya hevala Dilan dê ne xeyal be. Bi vê coşê heval xwe amade dikin. Şevekê din diçin gundê kalo û hevala Dîlan tînin gel xwe.  Şeveke reş û tarî ye, baraneke bi nermî xûnavî dibare brûskên biharê lêdixin Kalo jî bi wan re rewitiyeke kin dike, heya ku hevalan ji gûnd derbas dike. Kalo pir bi hestewar dibe her digrî destê xwe li ser milê hevala Dîlan re dibe dibêje ‘ez pir keyifxweş im ku tu gihiştî hevalên xwe, lê ezê ji xeribî û xema te bimrim’. Di dawî de Kalo û heval xatirê xwe ji hev dixwazin û bi dileke xemgîn heval Dîlan hembez dike û xatirê xwe jê dixwaze.

Hevala Dilan piştre ji eyaleta Serhedê derdikeve, li gel komekê hevalên xwe vesaziya wê jî çedibe. Piştî vesaziya wê çedibe vê carê berê xwe dide çiyayên Zagrosê. Ev heskirin û evîna çiyayên Serhedê pêre çebibû her çiqasî di dilê wê de her tim mezintir dibû jî, lê belê dema derbasî Zagrosan dibe heman evînê li hemberî çiyayên Zagrosê û herema Geverê jî jiyan dike. Ji ber ku her cîh bi keddayinê xweşîk dibe û tê heskirin, her cîh di heman demê de parçeyekê ji welatê wê yê ku agirê azadiyê lê hatiye pêxistin e. Bi vê zanebûnê tevdigere. Li çiyayên Zagrosê û herema Gever-Esendere jiyana xwe ya tekoşînê berdewam dike.

Di sala 1998’an de li Esendere di şerêkî de ew û sê hevalên xwe şehîd dikevin. Dema ku dijmin bi tund li ser wan de tê, çeka bîksîyê digire û tevlî sê hevalên xwe dixaze xwe bigihîne gire jora wan ku bikare parastinê bisiklet. Lê berî ku bigehe tepe di encama erişê hewayî de ew û sê heval tevlî karwanên şehîdan dibin.

Rêheval Dîlan a ku bi kêfxweşî, moral, coş û kelecana têkoşînê hêz dida me hemuyan, mîna pepuleya çaremîn gehişt wateya heqîqetê. Ew bi bîranînên xwe yên ku ji me re hiştiye her zaman rêya me ronî dike û dibe çavkaniya bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.

Kürdistan Mêrdîn

Attachment