Payîz li ser welatê me de hat hem jî bi awayek pir bê rihim. Payîz demsala hiznê tê bi navkirin. Payîza me ji bi hemû kirinê xwe ve da piştraskirin ji ber ku di payîzê de pelê dara me jî weşiyan. Gelek caran darên me li benda payîzê namînin, pelan diweşînin. Di wan mehê payîzê de me gelek can kirin rêwiyê axa sar. Ewrê payîzê ji çûyînan bê dem re fêrmisk dibarandin, li ser axa bi tava hevînê hatibû şewitandin.
Hin dem hene ku mirov bi ti awayî nikare wana rave bike. Vegotina hin hasta mirova dixe nava tangaviyeke bê peyv, pir caran jî bûyerên ku tên jiyankirin re peyvek an jî bêjeyek were gorin jî tine ye. Caran ez vê yekê hîs dikim gelo em ji bo va hemû tişta bînin ziman jiyan dikin, nizanim dibe ku hêza me ya we rave bikin nîn e. dibe ku em tenê bi wanan re derdikevin rêyek dûr û bê sînor. Ji bo em we binivîsîn in ji peyvan û hevokê me re sînor pêwîst nîn in, lê belê sînorê di navbera rastiya we û me de hatiye avakirin nahêle em bigihijne we, an jî ew sînorê me daniye nahêle em we binivîsin in. Gelo ji hestê mirovan re sînor an jî bend hene, an jî têne danîn. Mirov bêy ku pê bihese sînoran di neqeba xwe û rastiyan dide avakirin. Me jî di neqeba xwe û we de sînor dane avakirin bê ku em pê bihisin. Ango hûn yên riya dûrin. Ew bûne rêwiyê demê. Gelo ez ê bikaribim van jinên lahengên jînê bînim ziman ên weke hevala Bêrîtan, Sarya, Hêlîn çerkez, Meryem, Zinarin, Zeyneb, Şervîn, Feraşîn, Medya, Ronahiya biçûk û ên ku navên wan nayên zanîn tenê em bi giyana wan dimeşin. Tu baş dizanî ku bi du peyva tu wana nikarî vebêjî her yek ji wan emsalê dîrokî bûn, wana dîrok di kesayata xwede dane avakirin. Her yek ji wan dîrok bû û bi şehadeta xwe jî dîrokeka bêhempa dane avakirin. Wan bi ti awayî ne digot me bikin dîrok, lê sekin û rastiya wan bi xwe dîrok bû. Ew di zeryaya rêjê de bibûn dilopek av.
Li xaknîgariya mezopotamya xweşikbûn li bilindiya hîlala zêrîn tê jiyankirin. Mirovên vî welatî weke kulîlkên nergîzê li bilindahiya zinaran jiyana bi wate didin avakirin. Li vê xaknîgariyê berxwedan, îxanet bi hevre dahat jiyankirin. Mirin û jîn di heman rêçikê de dimeşiya. Berê li vê xaknîgariyê jinê mohra xwe li dîrokê dabûn. Ango yên ku jiyan li van wara afirandibûn jin bûn. Piştî desthilatarî li van xaknîgariyê serwerbû hemû tişt hat guhartin. Jin kete pençikê desthilatdariyê. Mirin ji bo jinê vî welatî ji jiyanê bi watetir bi bû. Ne tenê jinên vî welatî, hemû jinan neçarî heman çarenûsê bibûn. Hindek jinan rêka xilasiya xwe bêçare bûyînê re didîtin. Ango mirin ji bo wan xilasî bû. Lê hin jinan li hember koletiya desthilatdaran, xwe ji bilindahiya çiyan de davêtin xwerê, weke Besê, Zerîfe an jî Xeca evîndar, mirin bi wate dikirin. Li hember jiyana bêqîmet mirinek bi qîmet didan avakirin. Li xweşikbûna jînê digeriyan di asoya ramanê xwe de eşq û evîn a bi hêz diafirandin. Dema min hevala Bêrîtan naskir ez zarok bûm, bi çavê zarokekî ji bo min gelek balkêş bû, ji ber ku di nava hevalê jin ê Xakûrkê de tenê hevala Berîtan çekê BKC rakiribû, ew çeka mezin li milê wê û kenê di rûyê wê de bala mirovan dikêşand. Hemû deman de, bê ku êşê dinê bi mirovên li dora xwe bide hîskirin dikeniya. Weke helbestvanê mezin Nazim Hîkmet digot “ma tu dikarî wêneya kêfxweşiyê xêz bikî Abîdîn” ne pêwîst bû kes vê pirsê ji hevala Bêrîtan bike. Ji ber ku ew bi xwe wêneya kêfxweşiyê bû. Di dinyaya wê de pêdivî bi xêzkirina ti kêfxweşiyan tine bû. Di rastiya hevala Bêrîtan de li bilindahiya çiyan de li azadiyê gerandin hebû. Weke çiyayên welatê xwe bi esmanare di nava dîlanê de bû.
Hevala Bêrîtan afrênera xweşikbûnan bû. Ken gelek li rûwê wê dihat. Ne dizanî bisekiniya. Li her deverê ku coş û kêfxweşî hebûya li wir dihat dîtin. Evîndara jiyanê bû. Di asoya ramanê xwe de evîn û hezkirina azadiya jîndar dikir. Tu kesî ne dikarî giyana wê dîl bigirta. Her dem weke kulîlika nergîz li bilindahî û warê karxezalan lêgera hebûna dabû. Pêre jiyankirin gelek xweş bû, lê ew bi dest xistin ne tiştekî hêsan bû. Bilind firîn eşqa dilê wê bû. Hevala Bêrîtan yek ji wan jinan bû ku nave berxwedan di rûpelê dîrokê de bi giyana azad û tîpên zêrîn dida nîvîsandin. Ew evîndara jiyanê bû, ji bo vê mirinek bi wate digeriya, çawa hebûn bi hemû şêwazên xwezayê xweşiktirîn bike. Ew keça agir û rojê bû. Berê wê li rojê, dilê wê weke pêta agir bû. Eşq û evîna wê helbesta li ser zimanê wê bû. Bi pêta agirê dilê xwe evîn, bê hempa dikir. Bêrîtan di gerîna rêça azadiyê de pêşeng bû. Carekdin hevala Bêrîtan bi berxwedanê îxanet li wan wara rûreşkir. Şervanê azadiyê di dilê hevala Bêrîtan de govenda azadiyê digerandin, bi tîrêjên rojê re dibûn rêheval. Hevala Bêrîtan carekdin berxwedana jinên kurd di bilindahiya zinaran de geş kir. Di pêşengtiya govenda azadiyê de rûken û hêvîdar bû.
Hevala Helîn jinek pir bi hêz bû, wê hêza xwe ji hevalê dora xwe digirt ango bi giyana hevalan dida afrandin. Di hemû demê wê yên bi êş de jî wêje hebû, wê bi wêjeyê xwe dida afirandin. Hin mirov kêfxweşî û êşê xwe bi awayê xwe tînin ziman. Hevala Hêlîn jî yek ji wan mirovan bû ku xwe bi wêjeyê tanî ziman. Pir cara li ber agirê gêrîla heta demê şevê yê dereng rûdiniştin, bi agirê gêrîla re stranê ku jê hezdikir bi xweşikbûna stêrkan re tevlî awazê şevê dibû. Dema berî tarîtî bikeve erdê dar komdikir ji bo pêtên agir çêbikin ku li ber, sohbeta gêrîla kûrbikin. Ew sohbeta ku her şev ji xwe re hevokên cûda dida afirandin. Hevokên ku emsalê we tine û carek din nayê kirin. Bê guman hemû tişt di dem û derfetê xwe de xweş e. Ew jî di demê xwe de gelek xweşbûn, a ku ji me re dikeve tenê em îro li wan rojê kevin bigerin. Ji bo carek din em wan hevalan jiyan bikin. Belê em bi wan hevalan re derdikenvin rêwîtiya demê, ew demê ku me jî têr jê venexwariye. Hevala Hêlîn pir ji CHE Gîvara hez dikir ji ber ku ew jî weke wî xwedî dilekî pir mezin û mirov hezbû. Ji bo azadiya gelê Kurd xwe pir berpirsiyar didit û hemû demê xeyalek wisa dikir dema gelê kurd bigihije azadiya xwe ew ê wî çaxî ji bo gelê Çerkez xebat bike. Lê hemû daman wisa difikir ku rizgariya gelê kurd wê bibe rizgariya hemû kêmnetewan jî. Ji bo armanca yekem azadiya gelê kurd be. Hêlîn li ser vî rihê mirov heziyê kar û xebata xwe dida meşnadin. Hevala Hêlîn demek li qada rêber apo jî dimîn e. Dema ku hîn li Ewropa dima ji bo Rêber APO nameyekê dinivîse. Rêbertî ew li ser vê namê dixweze gel xwe. Ji ber ku wê hemû hestê, raman û hesreta xwe bi nivîsa xwe reva kiribû.
Dema tê welat hevala Hêlîn ji rastiyê gelê kurd gelek dûr û bi hindek milan ve zehmetî dikêşa, lê ew mirovheziya wê hişt ku di demek pir kinde fêrî hemû tişta bibe. Roja digihijin qada Zapê hevala bombe dane wan. Hevala Hêlîn ji bombê pir ditirse. Dibêje qey di tevgerek herî piçûk de wê biteqe. Ji bo neteqe, heta sibê bomba xwe di kefa destê xwe de digir. Sibê bi kêşana rojbaş re heval radibin. Dinê xwe didinê hevala hêlîn di wê rewşê de, ji ber bê tevgeriyê lêşê wê hemû teviziye. Hemû demê digot ev ji bo min ezmûnek pir cuda bû. Ew di jiyana wê de destpêkek bû. Lê demek pir kinde hevala Hêlîn bû gêrîlayek pir baş û mînak. Êdî ew Hêlîna ku ji bombe ya ditirse tinebû. Ew bibû çalakvanek mînak. Di hemû derê zorde mirovan ew didît. Hin kes li gel wan xwe davêjin hembêza îxanetê, lê hevalalên weke hevala Hêlîn, Rûken, Nêrgiz, Şervîn, û hevlanê dîtir, bi lehengî bersifa îxanetê didin û îxanet carek dî li ser vê xaknîgarîyê li binketibû.
Ti bê jî qey li vê xaknîgariyê dîrok xwe dubare dike. ji ber hevala Bêrîtan li hember îxanetê berxwedan li ser van axan dabû vejîn. Bi berxwedana wan hevalên jin îxanet li ser van wara carek dî hetibû rûreşkirin.
Şehîdên cotmehê di dîrokê tevgera azadiya jin de bûne xwe dî nirx û bihagiraniyek bêemsal. Di vê mehê de jinê ku jiyana xwe ji destdane bi taybet hevalê sala 97 şehîd ketin wê demê jin bi giranê tevlî şerdibû û berpirsiyariyê giran radikirin. Minakên weke hevala Meryem, Zeyneb Gurbetelî Ersoz, Feraşîn, Canda Tirk, Zinarîn, Medya, Bêrîvan û hwd. ji bo tevger bûna jin bûne pêşeng. Di ber vî berê giran de ji hemû rastiyê ku pê bawerdikirin, hem di milê jiyanê de hem jî di milê tevlîbûna şer de bi tevlîbûna xwe dihatin nasîn. Wek hevala Meryem û Gurbetelî Ersoz. Dama ku kesê/î xwe nedida ber barê herî giran wan hevala ev bar bi awayek pir bi kêfxweş rakirin û digotin “pêwîst bike em ê di ber vê yekê de hemû tiştan bigirin berçav û em ê van hevalan derbasî cihên ewle bikin”. Belê, van heval hevalên xwe derbasî cihê ewle kirin, lê bixwe bi wan re nehatin wî cihê ewle. Ew di bêdengiya çûyînek bêdem ji me qutbûn û li benda bihara ku bibe bihara jin neman. Lê wan ji jinan re biharên bi kêfxweşî dane afirandin. Hevala Meryem bi çeka xwe, hevala Zeyneb bi pênûsa xwe dibûn zimanê demê. Ji bo tevgerbûna jinê van hevalan gelek cara êş jî kêşan, lê ti demê bes nekirin. Di mehek weke meha cotmehê de em wan hevalan carek din bibîr tînin. Hevalên ku di vê mehê de jiyana xwe ji destdane pelên dara payîza me ya ku herî zû bi ser me de hatibûn.
Zerya Wan