Ji Raya Giştî Ya Demokratîk, Berxwedêr û Çapemeniyê Re,

0Shares

Di 43’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de, em di nav pêvajoyekî ku li ser pelên xeta azadiyê destanên nû yên qehremantiyê tê nivîsandin, derbas dibin. Pêgava ‘Ji Tecrîd, Dagirkerî, Faşîzmê Re Bes E; Dem Dema Azadiyê Yê’ ya ku ji bo azadiya Rêbertiya me hatiye destpêkirin, li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa gelê me xwedî lê derdikeve, bi biryardariyekê mezin berdewam dike. Pêngava azadiyê ya ku KJK-KCK daye destpêkirin ji niha ve piştgiriyekê mezin a civakî dîtiye û rê ji tevlîbûnên mezin ên gelê Kurd û dostên wê vekiriye. Rêhevalên me yên li zindanan ên PKK’ê û PAJK’ê jî bi çalakiya grêva birçîbûnê tevlîbûna xwe ya vê pêngavê nîşan dane. Çalakiyên azadiyê yên ku li derve û hindûr, li çiya û bajaran pêş dikeve, wê azadiya Rêbertiya me, jinan, gelê Kurd pêk bîne û wê bibe ji holê rakirina faşîzmê. Hêzên faşîst, qetlîamker û qirker di nav tarîtiyên xwe de û bi têkoşîna gelê me wê tûne bibin.

Serdema me ji şerekî paradîgmayî re dibe dik. Li aliyekê şerê paradîgmayî de hegemonya baviksalarî, li aliyekê wî yê din jî xeta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê heye. Ev şerê ku pergala kapîtalîzmê yê dixwaze pêşiya têkoşîna jinê ya ku bilind dibe û alternatîfên azadiya gelan bigre, daye destpêkirin, heman demê şerekê mezin a birdoziyê ye. Li hemberî erdnigariya me ya Rojhilata Navîn û welatê me yê ku sedsalan e li hemberî hemu darbeyan, perçiqandinan, koçberkirinan, îmha, pêkûtî û zilmê kapîtalîzm nikaribûye zeft bike, qadê teze yê bi berhem ê azadiyê ye, berpirsiyariyên me ji her demê zêdetir li benda me ye.

Faşîzm û dîktatoriya ku li ser gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye bela ne qedera vê erdnigariyê yê. Îro merheleya ku faşîzm gihiştiye ne tenê gefa li ser gelên Tirkiye û gelê Kurd e. Hikumeta faşîst ê Erdoxan, di serî de ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê, li pêşiya her cûre hewildan û çareseriya demokratîk, aşitîxwaz a Rojhilata Navîn asteng e. Bi vê armancê bi çeteyên DAIŞ’ê, bi hêzên kontra yên jê re dibêjin pêşmergeyên ROJ û bi hêza xwe ya leşkerî qetlîam, şer û hilweşandinê belavî her derê dike. Dîsa di serî de Efrîn, li her cihê ku dagir kirine, bi polîtîqayên êrişên hovane, revandina jinan, destdirêjî, îşkence û qetlîamê ji bo hemu jinan dijmin û xeteriya herî mezin in. Rejîma AKP-MHP û PDK’ê yên ku bi israr hewil didin ku êrişên dîplomatîk, siyasî,leşkerî yên dîktatoriya faşîst ê Erdoxan weke pirsgirêka PKK’ê nîşan bidin, hewil didin ku ser vê faşîzmê bigrin. Hemu gelên Kurdistanê û cîhanê dizanin ku PKK’ê pêşeroja azad, demokratî a tevahî jin û gelan diparêze. Ji ber ku Rêbertiya me vêya temsîl dike pergala tecrîdê ya li Îmralî hatiye kûrkirin. Her kesê ku vê rastiyê dibîne û fêm dike, tevlî pêngava azadiyê ya ku KJK û KCK daye destpêkirin dibe. Ev yek heya dawiyê sekin û helwesta têkoşînek bi nirx û bi rûmet e. Tevlîbûna girêva birçîbûnê ya rêhevalên me yên PKK û PJAK’ê yên li zindanan û dîsa siyasetmedarên Kurdistan û Tirkiyê jî gelek bi wate û bi nirx e. Em rêhevalên xwe yên ku rastiya zindanan vediguherin qadên berxwedaniya mezin, bi rihê vê berxwedanê silav dikin.

Di serî de hêzên me yên gerîla, ji Şengal’ê heyanî Rojava, Başûr, Bakûr, Ewropa li hemu qadan jin û gelê Kurd li hemberî faşîzmê di nav berxwedaniyekê mezin de ne. Li Garê, Heftanînê berxwedaniya ku li hemberî îxanet û faşîzmê hatiye meşandin, berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û pêkanîna azadiyê ye. Ev tenê berxwedaniya xwe parastinê ya gerîla nîne. Hêzên gerîla, têkoşîna azadiya jinê ya ku tevgera me pêşengtiya wê dike, pêşeroja ronak û hevpar a tevahî jinan û gelê me temsîl dike. Di vê wateyê de divê PDK’ê dev ji îxaneta dîrokî ya ku ketiye nav de, dev ji vê helwesta xwe ya ku rejîma faşîst ê Erdoxan bihêz dike û di serî Başûr pêşeroja tevahî Kurdan davêje xeteriyê, ji dagirkeriyê re qadên nû vedike berde. Divê her kes di nav vê pêvajoya dîrokî de bi berpirsiyar tevbigere û ji bo pêşeroja azad a gelê Kurd têkoşînê bilind bike. Di vê pêvajoya krîtîk de em bang li tevahî jin û ciwanên Kurdistanî dikin, bi awayekê ku rê nedin faşîzmê û îxanetê çalakiyên xwe timî bikin, ji pêngavê re pêşengtiyê bikin.

Li ser bingehê xeta azadiya ku şehîdên me yên qehreman ên ji Heftanînê heyanî Serhedê, li tevahî Kurdistanê bê hempa dimeşe û Kurdistanê ji dagirkeran re dike zindan û bi rihê berxwedanê ya ku ew ji me hiştine, em soza xwe dûbare dikin ku emê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Koordînasyona PAJK’ê