Ji Notên Şehîd Delal Amed Şehîd Sema Yûce

0Shares

Piştî ku Rêber Apo Bîrdoziya Rizgariya Jinê îlan kir û prensîbên wê diyar kir, di nav tekoşîna me de yek ji hevala herî zêde bi kûrahî jê bandor bû û xwest yekbûna xwe bi vê bîrdoziyê re pêk bîne hevala Sema Yuce ye.

Hevala Sema Yuce di sala 1991’an de tevlî partiyê bûye. Berê li Enqerê dixwîne. Zanebûna wê ya Kurdewarî heye û jixwe di malbatê de çanda Kurdewarî serwer e. Dema xwendekare bi partiyê re dikeve nav peywendiyê. Tecrûbeyên xwe yên jiyanî pirin. Gelek caran bi naskirina nakokiyan re rû bi rû dimîne. Di destpêka xebatan de navê wê Leyla bû, paşê jî navê xwe kiribû Serhildan.

Heval Sema ji Leyla Qasim pir bandor bûye. Di sala 1991’an de derbasî saha Rêber Apo dibe, piştre dawiya sala 1992’yan diçe qada Serhedê. Li wir diçe bajarê Agirî û xebatan dimeşîne, piştre derheqê wê de îxbar dikin û dikeve zîndanê.

Heval Sema nameyeke pir kûr nivîsandiye. Çalakiyek xwebexş dike lê yekser şehîd nakeve. Heya 10’ê Hezîranê li nexweşxaneyê li ber xwe dide û li wir jî rojnivîsê digre. Heval Sema dibêje û kesek jî li cem wê dinivîse, derbasî rojnivîsa wê dike.

Ya rastî asta dahûrandinên şehîd Sema pir kûr bûn. Hem di dema xwe ya bihurî de, pêvajoya li zîndanê jiyan kiriye jî têde her alî de dinirxîne. Jineke ku kole be, jineke ku bi zilam ve bê girêdan, di xetê de ne zelal be û hwd. van hemûyan bi awayek berçav datîne holê. Dîsa di şexsê Meral Xidir de jinên ku dibin desthilat, zilamtiyê li ser hemcînsên xwe ferz dike, bi wê re jî fetisandinekê jiyan dike bi berfirehî vedike û rexneyên xwe dike.

Bi rastî dahûrandinên hevala Sema pir kûr in, mirov dikare paşê li rapora hevala Sema jî binêre. Rêber Apo dahûrandineke bi vî awayî kir: “Ya rastî wê pir tengav kirine. Di aliyekî de Can Yuce, di aliyê din de Meral Xidir pir wê êşandine. Raste kûrbûnek pir cidî heye, lê ewqas xistine bin bandorek wisa ku navgîna me rexne kir. Xwestiye bibe jineke azad, lê belê hawirdor jê re musaîd nîne.”

Rêber Apo heman demî ji bo kesayeta heval Sema vê jî got, “Eger firsenda xwe hebûya belkî di dîroka me de cara yekê wê pîvanên jiyana azad û jina azad jiyanî bikira.”

Esas Rêber Apo ev çalakiyên ku bedena xwe didin ber agir qebûl nekir û di her mijarê de rexne kir. Bo wê dibêje ku eger derfeta jiyankirina pîvanên azad hebûya dibe ku ev çalakî jî nekirîba. Ji ber ku ev çalakî wekî xet di nava me de pêş ketiye. Lê ya hevala Sema wekî ji navxweyî re jî bersivek e. Rêber Apo famkirin heye, ketina xeta bîrdoziya azadiya jinê heye. Raste, Rêber Apo jî vê wek xet dinirxîne, lê dem û war girîng e. Li ku derê, bi çi wateyê ev biryar e? Dîsa Rêber Apo ji bo hevala Sema Yuce digot, “Di zîndanê de ye, li derve bûya pêkan bû derketinên xurtir jî bikirîba.” Her wiha ji bo hevala Sema û Zîlan dibêje, “Ez pir mafê xwe nabînim ku ez li ser wan gotinan bêjim, jixwe wana her tişt anîne ser ziman.” Ango armancên çalakiyên xwe anîne ziman.

Hevala Sema xeta Rêber Apo fam kiriye, ketiye xeta tekoşîna bîrdoziya rizgarî û azadiya jinê. Li aliyê din jî di zîndanê de xeta tesfiyekaran heye, Can Yuce û Meral Xidir hene. Ji bo wê hevala Sema dibêje, “di asîman de du roj nabin.” Can Yuce mîsyoneke wekî Rêber Apo jî dide xwe, ji hemû kovar û rojnameyan re li ser jinê nivîsan dinivîse. Xwe kiribû Rêber Apoê xeta azadiya jinê jî. Dixwaze li ser pêkhateya tevgera jin bilîze, têxe bin bandora xwe. Li wê derê Meral Xidir wana jî bi Can Yuce re dibin yek û tasfiyegerî dimeşînin.

Herî dawiyê di van çalakiyan de wext û mekan jî pir girîng in. Di van salên dawî de ev çalakî pir pêş dikevin. Gelek kes dibêjin, qey bedena xwe bide ber agir dibe milîtan. Halbûkî derfet û amûrên me yên berxwedanê pir zêde ne. Berê gelek heval tevlî dibûn, tahlîlên Rêber Apo tunebûn ku bixwînin, tesfiyekaran jî ji vê sûd digirtin. Lê niha tahlîl û berhemên Rêber Apo ne tenê ji bo me hevalên di nav tevgerê de, ji derveyî me li Kurdistanê û derveyî welat ji tevahî civakê re digihêje, her kesî dikare peyda bike û bixwîne. Ev bi xwe re zanebûnekê ava dike. Zanebûn amûrê te yê tekoşînê mezin dike. Tu di ferqa rastiya wê de yî ku rastî û şaşiyan ji hev derdixî. Tu ne bêhêzî ku nikaribe tekoşîn bikî û hele hele tu di zemînê çiyayên azad de bî û di nav rêxistinê de bî, divê helwest hîn cudatir be. Ji bo vê watedayînek rast pêwîst e.

Piştre jî yê ku çalakiya hevala Sema xurtir kir hevalê Fikrî Baygeldî ye. Hevalê Fikrî ji Licê ye û ew jî di zîndanê de ye. Li wir çalakiya hevala Sema dibihîse û ji bo bersiva çalakiya hevala Sema di zîndanê de heman çalakiyê pêk tîne. Sala ‘98’an li zîndanê tesfiyekarên mîna Can Yuce dixwazin xeta xwe bibandor bikin. Hevalê Fikrî Baygeldî di nameya xwe de wiha dibêje: “Hevala Sema fermandara min e, ez jî leşkerê emrê wê me.”

Li vir mirov pêşengiya jina azad dibîne, ev zilam jî bi xwe re diguherîne. Rêber Apo jî ji bo hevalê Fikrî digot, “Fikrî dibe Prometeûs”. Heman demê ev çalakî ji kuştina zilam re bersiv e. Di pêşengiya jinê de em ji zilam re çi bersiv bidin? Hevalê Fikrî cardin dibêje, “Hevala Sema fermandara min e. Jina Kurd ku bûye fermandar, ez bi çalakiya xwe re tenê neferekî emrê wê de me.”

Rêber Apo wan çalakiyan wiha dinirxîne: “Di hevala Zîlan de asteke teorîk û bîrdozî heye, rêgezên wê hene. Ferqa hevala Sema ew e, hîn zêdetir bi pirsgirêkên pratîkî re rû bi rû maye û pê re tekoşîn dike. Ber bi pratîkbûnê ve temamkirin heye, ango perspektîfên pratîkê wê çi bin, dizane, ev di asta lêhûrbûna wê de zelal dibe. Hevalê Fikrî jî, wê çawa zilam bi kesayetek nû şekil bigire, li beramberî wê şiyarbûneke pir mezin û bersiveke pir watedar heye.”

Rêber Apo hevala Sema jî wiha pênase dike: “Dema 88 rojên xwe li nexweşxanê derbas kir, piştî ku bedena xwe dabû ber agir, hin nameyên hevala Sema hebûn. Wê demê bedena wê hemû şewitîbû û şewat bi xwe re êşeke pir mezin tîne. Rûxmê wê jî hevala Sema got ‘Jiyana ku min herî zêde tam jê girt, ew roj bûn.’ Ev jî ji ber ku armanca çalakiya xwe dizane, hedefên xwe dizane û pê re bûye yek. Em hereketek in ku nirxên xwe yên moralê herî bilind e, em jî di nav vê hereketê de jiyan dikin. Ji bo vê jî hevala Sema pirsa ‘Moralê te çawa ye?’ pir bêwate dibîne. Bi hêza jiyana azad re kesayeteke berxwedêr, biwate derdikeve holê. Nexwe ne pêkan e ku mirovek bi ewqas şewatê li ber xwe bide. Ya rastî li vir gihîştina jiyana azad heye. Ez pê bawerim ku ev nêzîkbûn wê zilam jî neçar bike xwe biguhere.”

Rêber Apoatî dixwaze her şehîdekî fam bike û wana bixe pîvanên me yên jiyanê. Eger em gotinên şehîdên xwe ji xwe re nekin rêgez, rêgezê ku divê em li ser bimeşin, em zêde wate nadin. Di Rêber Apo de ev heye; dixwaze li ser her şehîdê çi bêje, behsa moral dike.

Di roja me ya îro de moralê me pir guherbar e. Carina em dibêjin ya, “ez ne rihet im, bila îro kes nêzî min nebe!” Nizanim yek xebera şehadetê bihîstiye moralê xwe xistiye, rexneyek xwariye û her wiha moralê xwe dixe. Moral nirxek e. Em wekî tevger li ser kîjan nirxan dimeşin? Wisa tiştê bêîstikrar, rojekê geş, rojekê bêmoral nabe. Em milîtanên vê tevgerê ne.

Em ne Tevgerek wisa ne, hele hele kesek ku milîtanê vê Tevgerê be, pêwîste tiştê em tê de êş dikişînin, bersivên me ji bo wana cuda bin. Divê bi moral, zindîbûnê hêza vê tekoşînê xurt bike. Rojekê ji bo vê pêwîste tu bizanibe tu li ser çi dimeşî. Her çiqasî em êş bikêşin jî pêwîste hemû bersivên me bi moral û zindî bin, ku bikaribe hêza tekoşînê bilind bike. Hemû tiştên ku hêza tekoşînê zeîf dikin ne yên xeta me ne. Ji bo vê em carina hinek têgînan bi kar tînin, em di ferqa wê de ne gelo? Em hema ji hevalekê re dibêjin, tu çima bêmoralî? Mesela, hevala Sema di nav tekoşînê de ye, ber bi riya azadiyê ve dimeşe, moralê xwe pir û pir bilind e. Wê çima pirsek bi vî awayî bike kî? Ya din jî, em dibêjin “heval şehîd ket”, hevalên kevin dibêjin “şehîd bû”. Esas ev têgîn wisa tê bikaranîn. Em Tevgereke bîrdozî ne, pêwîste her gotineke em bilêv dikin wê bi xwe re çi wateyê derxe, em baş bizanin. Ez jî di dersê de dibêjim “şehîd ket”, ev şaş e; ya rast “şehîd bû”. Meseleya moral jî wisa ye…

Çavkanî; Ji taslaqa dersa dîroka jin ya Şehîd Delal Amed-Hûlya Eroglu hatiye girtin

Attachment