Rêhevalên min yên evîndarên Azadiyê, bi rastî ez nizanim bi çi awayî ez hest û ramanên xwe li ser we, li ser xeyal û tekoşîna we bilêv bikim, binivîsim. Ji ber ku ez dizanim ku ti pênus û rupelên defteran yê têra tarîfa rastî û heqîqeta we neke. Heger derya hemû jî bibe pênûs û mûrekep, esman hemû bibin rûpelên defteran jî wê têra nivîsandina destana qehremanên PKK’ê nekin.
Rêhevalên min, deryaya eşq û jiyana min, hûn bi gotinan nayên ser ziman û bi pênûsan nayên nivîsandin. Çiqasî vebêjî, çiqasî binivîsî têra nake bi heq, têr û tijî behsa we bê kirin. Hûn dîrokin, dîrok jî ti demî venamire. Dîrok hertim weke ava zelal diherike. Dîrok kaniya jiyana mirovahiyê ye, ew kaniya mirovahiyê di hembêza we de ye.
Rêhevalên min, heya îro jî her ku min pênûs girte destê xwe û min xwest rêhevaltî û qehremantiya we li ser pelên neqişandî û zêrîn binivîsînim, min dît ku hêza min ya we anîna ziman têrê nekiriye.
Ji bo wê jî ez hêja nizanim çawa û li kuderê destana jiyana bi êş bêjim, bilêv bikim, behs bikim.
Belê, carekî din li ser ezmanên Zagrosan ewirên reş û tarî kombûne û ferman dixwînin. Çiyayên Zagrosan bi xemgînî bejin tewandine. Ji ber ku ji deşt û nevalên Geliyê Teyarê xwîn diherike. Belê dayê, weke çeman xwîn diherike.
Li Garzanê li ser serê qehremanên dîroka mirovahiyê kevirên zilmê dibarin dayê. Li ser serê xwedavendên reya rast, reya heqîqetê, reya azadiyê dibarînin dayê. Li ser serê keçên çeleng û wêrek, şoreşgerên gelên bindest agir barandine dayê.
Ma vêcar hun bêjin, ka ez ji kuderê destpêbikim gelo?
Ez ji Geliyê Teyarê, ji Şemzînan, Bêzelê, yan jî ji Botanê, ji Besta, Gabar, Xerzan, Amed, Dersîm, Serhed, Şaho û Dalaho destpêbikim, yan jî ji Şengal, Efrîn û Kobanê? Ji kudera destana berxwedanvanên PKK’ê û qehremanên dîroka veşartî ve dest pêbikim û vebêjim, dayê? Pir bi êşe, min ceriband, ez nikarim bêjim Dayê.
Destên min carekî din pênûsê nagire. Hemû tiliyên destên min direcifin û dilê min weke volkanek ji agir dikele dayê. Ji ber ku carekî din dijminê xwînxwar û rûreş, canên cîwan û qehremanên gelê Kurd dan ber guleyên kîmyasalê.
Nasnekirin ti pîvan û ehlaqê mirovahiyê. Xwestin hêvî û vîna gelê Kurd bişkînin û teslîm bigrin. Lê belê li hemberî vê hovîtiya mezin, şoreşgerên cîwan û şervanên azadiyê, şervanên rûmeta gelan serî netewandin û heta dawiyê li berxwe dan, dayê. Bi xwîna canê xwe ispat kirin ku bi ti awayî wê hêz, raman û vîna gelê Kurd teslîmî dijminê mirovahiyê nekin.
Ew berxwedaniya bêhempa û dîrokî, bi pêşengiya hezaran keç û xortên gelê Kurd û Kurdistaniyan re pêşket. Weke mînakên wan jî fermandarên efsanevî û kedkar, ji fedaiyên xeta Rêber Apo rêheval Reşîd Serdar, Armanc Varto, Rojîn Gewda, Delal Amed, Zekî Şengal, Rûstem Cudî, Simko Serdar, lavê ji qerecdaxê rêhevalê Helmet, rêheval Avesta û Arîn’an derket.
Rêhevalên roja pîroz, yên ku bi hesreta roja azad dijiyan, çawa ku şewqa heyvê sipî ye û şevê ronî dike, wan jî bi ronahiya dilê xwe û kena li ser rûyê xwe jiyan xweşiktir dikirin.
Ronahiya çiruskên agirê azadiyê di çavên wan de dîberiqî û diçirisî.
Ew fermandar û rêhevalên hevalan bûn. Paqijiya dilê wan, egîdî û cesareta wan carekî din dîroka xwedavendiyê ji nûve zindî kirin û herikîna xwe berdan nava dilê ji kêliyên azadiyê re dikele.
Kajîn Zagros