Şehîd Bînefş Edessa
Rêberê min ê hêja, sala 2011’an bi hasten kûr û hezkirin li we pîroz dikim. Hesreta min a herî mezin ew e ku rojekê hûn li çiyayên Cûdiyê bin û bi we re li van xakên pîroz nefes bidim. Li însaneke wek we azad tê ku li vî diyarî bijîn, li vir bigerin.
Ez wek şervaneke azadiyê û milîtaneke we her pêngava ku radikim her çiyayê ku çavên min lê dikeve, lûtke, av, cihên dîrokî di serî de hûn tên bîra min. Rêberê min ê hêja, hûn ji me nedûr in, her kêliyê li kêleka me, di dil û mêjiyê me, her dem bi me re yî. Di vê wateyê de tişta hêz dide û min ber bi têkoşînê ve dibe ev rastî ye. Paşverûtî û desthilatiya kesên li tenişta me, ku em ji wan re dibêjin rêheval, sînorên tehemulê derbas kiriye. Lê belê ez di ferqa wê de me ku çima û çawa têkoşîna azadiyê didim meşandin. Lê belê ji ber tu fîlî ne li cem meyî, ev dilê min diêşîne, parçe dike. Hesret û bêrîkirina te her roj bêtir kûr dibe. Wek milîtaneke we, ji niha ve ez bi biryarim ku di sala 2011’an de bibim xwedî pratîkeke xurt û serketî, di xeta rêhevala Zîlan de bi ruheke fedayî şer bikim. Ez pê bawerim ku sala 2011 wê bibe sala azadiya we. Ez sala 2011 bi hemû hezkirina xwe li we pîroz dikim. Bi hêviya ku hûn di nav gelê me, li ser bircên Amedê bin!
01.01.2011
Rêberê min
Me her sê cildên parêzname yên ku we di girava Îmraliyê de amade kirine, xwendin. Ji vê me encamên çawa derxistine, wek milîtanên tevgerê em van mijarana nîqaş dikin. Ez îro pir hestyar bûm, di dilê min de bager rabû. Her ku ez pê dihesim di dilê min ev tofan bêtir gur dibe. Heval encamên ku bidestxistine parve dikin. Hin heval birastî cewherî nêzîk dibin. Lê belê hin heval hinekî taktîkî û teorîk nêz dibin. Li beramberî vê rastiya me ya dilşewat jî ez diêşim. Dibe hemû rêhevalên li vir niyetên wan dirûst û pak be. Lê belê di îtîrafkirina rastiyan de çendî zehmetiyê dijîn. Takekes koleyê tabûyên xwe ye. Ev jî bi nenasîna xwe ve pêwendîdar e. Hewce ye lêpirsîna hundirîn semîmî û jidil be. Rêhevalên xort dibêjin ku wê bi dirûstî nêz hevalên jin bibin. Lê belê hîna ji fêmkirina jinê dûr in. Hewldana hin rêhevalan heye. Dixwazin bibin rêhevalê rast ê jinê. Lê belê hinek hîna jî bi pîvanên feodal û ajoyî nêzîk dibin. Dema me parêzname dixwend di mêjiyê min de bager radibû. Ez her di nav serhildanê de bûm. Li beramberî xwe, li beramberî rastiya heyî ya jinê, li beramberî rastiya zilam. Ji bo ez bigihîjim wateya rastiya însanê azad û jiyana watedar ku we daye diyarkirin, îsyanên min kûrtir dibûn. Ji bo gihîştina fezîlet û dilpakiya xwedawendiyê, di rastiya jinê de ji bo ku rabûneke mezin pêk bê, ev encex bi hebûna mezin re dibe. Jiyana ku ne ayîdê te be (eceb dikare jê re jiyan bêgotin?) êdî ji min re pir teng tê. Ji bo afirandina civaka xwe dema ez tevlî ola rêhevala xwedawend Zîlan bibim, wê demê ez ê hebim. Rêberê min, bi we re min hîna baştir rastiya xwe ya jin û însan fêm kir û nas kir. Her ku min nasî rewşa ku jin, civak û gelê me di nav de ye, dagirbûna her bihusta axa me her ku ez li ser difikirim êşeke mezin dide min. Ez hertim bi bawerî û hîskirina we jiyam. Felsefeya we di jiyanê de ji bo min bû hînkera mezin a jiyanê. Roniya jiyana min. Hûn niha, ne di van mekanên xwedawendî de ne, ev jî her min diêşîne. Heta ji bo kêliyekê be jî li çiyayê Cûdî dîtina we, hembêzkirina we, parvekirin bi we re… Lenet be li xwediyên zihniyeta serdest! Ketin navbera we, welat û me. Hesûdiya xweşikiya we ya mirovbûnê kirin. Însanê xweşik wê her xweşik be!
Agirê (azadiyê) ku te di dilê min de vêxistiye wê ticar netefe, ez ji we hez dikim însanê xweşik. Hemû hesreta min ew e ku rojekê we li van çiyayên azad bibînim. Bi hezkirinên bêdawî…
09.02.2010