Ji tinebûnê rizgarbûna dîroka Kurdistanê û berê xwe dayîna avakirina hebûnê, bi derketina mezin a mirovahiyê ya Rêber APO destpêkir. Ev derketin, bi qasî ku hebûna Kurd û jiyana wê ya azad armanc kir, gihişt pîvana ku şertê bingehîn ê xwe gihandina vê armancê azadiya jinê ye. Rêber APO li ser vê bingehê derxist holê ku şoreşa azadiya jinê şertê sereke yê tevahî şoreşên mirovahiyê ye. Hegemonya kapîtalîst a rojava bi komployê bersiv da vê. Komployên ku li hemberî Rêber APO tên meşandin, îtirafa tirsa ku li hemberî nasnameya gelê azad tê jiyîn e.
Rêber APO di oxira qedera gelekî de dev ji xeyalên xwe yên derketina çiya yê 40 salan berdaye, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk were çareserkirin berê xwe daye rojava, di 9’ê Cotmeha 1998’an ji Şam’ê derketiye. Tê dîtin ku Rêber APO ji bo ev welatê ku bi salan lê maye û xebat daye meşandin zirar nebîne ji Sûrî derketinê qebûl kiriye, li hemberî hîmê dostaniyê rêzekî mezin raber kiriye.
Komploya Navdewletî bi pêşengtiya DYE hat plankirin û gava yekemîn li Yewnanîstanê hat avêtin. Ji aliyê Rusya di oxira berjewendiyên madî ve hat berdewamkirin, piştre li Îtalya hat berdewamkirin û herî dawiyê li Kenya hat bidawîkirin. Di hemu pêvajoyan de sekin û pratîka dostên sexte û hevaltiyên nebes, di temamkirina komployê de rîst liyistin.
Rêber APO ev 23 sal e li îşkencexaneya Îmraliyê de, di derfetên ku Prometheus li zinaran hat mixkirin de li berxwe dide. Li Îmrali yê di nav van şertan de, şerê herî mezin ê serdemê tê meşandin. Pergala Îmraliyê pergalekî bitenêbûn ê teqez e. Pergalekî ku jiyan tê sekinandin e. Cihê ku jiyanên mîna civayê ji mirinê re tê mehkumkirin e. Fêmkirin û hîskirina şerê ku Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, şertê bingehîn ê jiyana azad e.
Komplo Rêbertiya me li zindana giravê girtiye, wî mehkûmê bitenêbûna dîrokî kiriye û wisa armanckiriye ku têkiliyên wî yê bi civak û mirovahiyê re were qûtkirin. Girav, bi avahiya xwe ya xwezayî re cihekî îzolekirî ye. Derfetên tecrîta teqez ê girankirî yê ku Komara Tirk a di xwedî rola gardiyanê pêk tîne, bi giştî ji cîhana derve qûtkirina Rêbertî armanc kiriye.
Rêber Apo di nav van 23 salan de pergala Îmraliyê vala derxistiye, civakbûnê ji kûrahî jiyan kiriye, her cûre rê û rêbazê azadkirina civakê û xwe gihandina civakê dîtiye. Heman demê jê bawer kiriye ku civakbûna ku ew daye avakirin wê wî tenê nehêle û bi navê mirovahiyê li hemberî hegemonya kûrevî li berxwe daye. Rêber APO xeta ‘bimre-bide kûştin’ ê bi komployê hatiye hedefkirin bi fedakartiyek mezin vala derxistiye, pêvajoya Îmraliyê kiriye bingehê zayîna sêyemîn, pergala Netewa Demokratîk a li ser bingehê Modernîteya Demokratîk ava kiriye.
Bi ketina 24’emîn salvegera komployê, em weke Partiya Azadiya Jin A Kurdistanê komployê û komplogeran şermezar dikin. Di şexsê M. Halît Oral û Aynûr Artan ên ku bi Rêber APO rêhevaltiyek dîrokî pêşxistin, komployê herî zûtirîn hîskirin û li hemberî komployê çalakî pêşxistin, di serî de tevahî şehîdên zindanê tevahî şehîdên me yên ku bi şiyara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ çalakî pêkanîn bi rêz, hezkirin û minetdarî bibîr tînin.
Pradîgmaya Rêber APO yekane şêwazê ku em bikaribin jiyana azad pêkbînin e. Ronahiya me ya azadiyê, hebûna me, henaseya me û tevahî watebûna me ye. Hezkirina me ya li hemberî Rêbertiya me, gîredanbûna me û bi rastiya Rêber APO re îdiaya me ya jiyanê pir mezin e. Ev îdia, îdiaya azadiyê ya Partiya Azadiya Jin A Kurdistanê ye. Di dûyemîn sala pêngava me ya ‘Li hemberî qirkirina jinê dema parastina civak û jina azad e’ rexnedayîna ku em li hemberî Rêbertî, gelê xwe û tevahî jinan bidin, wê bibe bi giştî şikandina pergala tecrît û îşkence ya îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
Di serî de li hemberî jinên Kurd, li hemberî tevahî jinan êrişî herî mezin ê pergala kapîtalîzmê, dîlgirtina Rêber APO ye. Hegemonya kapîtalîst û tevahî sepanên wî yên heremî, bi dîlgirtina Rêber APO, bingehê her kêlî êrişkirina jinê, qetilkirina wê, kûrkirina tûndî û ji wateyê derxistina wê ava kiriye. Piştî dîlgirtina Rêber APO êrişên ku li ser heremê hatiye pêkanîn, sepanên faşîst ên li ser jinê, li hemberî kûrkirina koletiya pergalî ya zilam wendakirina mafên jinan ên hatine bidestxistin û ji nû de metakirina jinan, zilaman kişandina asta jiyanek hov, kûrkirina destdirêjiyê û tinekirina civakê armanc dike.
Em weke jin, her yek ji me, li serê çiya, li bajar, li tax, çeper, kolan, çalakiyan, li cihên kar an jî li mal li kû derê dibe bila be heya ku em komploya li ser Rêbertî neşkînin, heya em esareta fîzîkî ya Rêber APO ji holê ranekin, em nikarin bi exlaq û azad bijîn. Heya ku em tecrîdê, komployê neşkînin û faşîzmê têk nebin, em nikarin ji êrişên desthilatdariya zilam ên jinê dikûje, dişewitîne, destdirêjiyê dike û tine dike rizgar bibin.
Komploya Navdewletî, di serî de bi berxwedaniya Rêbertiya me, bi berxwedaniya şehîdên me yên giranbûha, gelê me û partiya me vala hatiye derxistin. Li hemberî vê hêzên modernîteya kapîtalîst him bi nûjenkirina komployê belavî tevahî Kurdistana azad kirinê, him jî bi dorpêça komployê ya li hemberî nûnerên tevgera azadiya Kurdistanê her tim heremê di bin gefan de girtinê, esas girtiye. Hêzên komploger bi heman armancê, li hemberî Şoreşa Rojava ya ku heman demê weke şoreşa azadiya jinê ji cîhanê re bû hêvî, her cûrê êriş pêş xistiye, herî dawiyê jî di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi êrişkirina Serêkanî û Girê Spî van qadan dagir kiriye û xwestiye şoreşê bifetisîne. DYE û hemû hêzên hegemon van êrişên TC yê ku endamê NATO ye pêjirandiye. Bi êriş û dagirkeriyê xwestiye şoreşa Rojava bifetisîne, hêviyên gelan bişkîne, biratiya gelê Kurd-Ereb ê dîrokî ku hatiye avakirin hilweşîne û heremê veguherîne qadekî şer. Li ser vê bingehê di 9’ê Cotmeha 2019’an de hat xwestin ku ev komplo were nûjenkirin. Bi heman awayê bi êrişkirina rêveberiya xweser, Êzdatî û Kurdîtiya azad a ku li Şengalê hatiye afirandin, di dîroka 9’ê Cotmeha 2020’an de bi pêşengtiya Iraq-PDK’ê hevpêymanek hatiye îmzekirin û bi vê awayê hatiye xwestin ku destkeftiyên civaka me ya Êzidî ji çeteyên PDK’ê re were hiştin. Rûyê dijminatiya Kurd ê PDK ku li Kurdistanê nûnerê xeta hevkariyê ye, carekê din derketiye holê. Rûxmê van jî gelên me yên Bakûr û Rojhilatê Sûrî û civaka me ya Êzidî yê li Şengalê bi pêşengtiya jinan di rêveberiya Xweser A Demokratîk de israr kirine, li berxwe dane, bi pêşxistina pergala xwe li hemberî vê komployê bersiv dane.
Kelha berxwedaniyê ya ku ji tevahî berxwedaniyan re dibe çavkanî û pisûla, berxwedana gerîla ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 23 sal e li hemberî komployê li ber xwe dide. Herî dawiyê li hemberî êrişên dagirkeriyê yê di Nîsana 2021’an de hat destpêkirin, bi berxwedana destanî ya Behdînanê jî îdiaya xwe ya azadkirina Rêber APO gihandiye lûtkeyê û ji pengava azadiyê re tevlîbûnek mezin nîşan daye. Di vê berxwedaniyê de pêşengtiya artêşa me ya gerîla ya YJA-Star’ê, hostatiya wê ya taktîk, tûjbûna wê ya tarzê lêdana wê ya dijmin îradeya dijmin şikandiye. Ev berxwedan di serî de ji bo jinên ciwan û dayîkan, ji bo tevahî gelê me dibe ronahî û jê re pêşengtiyê dike. Ev berxwedanî, hilweşandina dijminê ku polîtîqayên tewandinê pêk tîne, aniye. Desthilatdariya faşîst ê AKP-MHP, di berxwedaniya azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengtiya paradîgmaya Rêber APO tê meşandin de dawiya xwe dîtiye û ketiye pêvajoya hilweşînê.
Weke Partiya Azadiya Jin A Kurdistanê pîvanê serkeftina pêngava me, lezkirina pêvajoya hilweşandinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP, hilweşandina faşîzmê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Xeta me ya serkeftinê ev e. Ev serkeftin yekane şertê azadiya jinan e. Ev serkeftin, yekane şertê jiyana azad û pîvanê exlaqî ye.
Li ser vê bingehê em tevahî jinan, ciwanan, gelê Kurd, şoreşger-sosyalîst û demokratan, dostên gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê, tevahî jinên ku dixwazin li ser bingehê konfederalîzma demokratîk a cîhanê bijîn bi rihê serkeftinê silav dikin û bang dikin ku li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO hatiye pêşxistin bibin xwedî helwestek bi exlaqî. Helwestê bi exlaqî, lidarxistina çalakiyê û lêdana her cûre ferzkirinên desthilatdariya zilam û faşîzmê ye. Li ser vê bingehê bi heqîqeta ku yekane şertê jiyana azad a li Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya Rêber APO ye, em bang dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakiyên topyekûn bidin destpêkirin, pêngava me ya ‘Li hemberî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e’ bigihînin serkeftinê, bi bilindkirina çalakiyên azadiyê faşîzmê hilweşînin û bi pêşengtiya jinên Kurdistanê jiyana azad biafirînin.
WÊ PERGALA KU XWE DISPÊRÊ ZORBATÎ Û DEREWAN HILWEŞE!
WÊ PERGALA KU XWE DISPÊRE AZADÎ Û EDALETÊ SERBIKEVE!
WÊ JIN, CÎHANÊ AZAD BIKIN!
Bimre Komploya Navnetewî û Komplogeran!
Bijî Rêber APO!
Koordînasyona PAJK’ê