Ji bo 15’ê Sibatê tinê çend roj mane. Bi boneya şermezarkirina komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo çalakiyên girseyî berdewam dikin. Çalakiyek bi heybet bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Qamişlo pêkhat. Wekî din îro jî dûh jî gelek meş, semîner jî tê de çalakiyên şermezarkirina komployê hebûn. Em dixwazin çend ji wana re cih bidin û bibîrbixin;
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî bi meş û mîtîngeke girseyî hat şermezarkirin. Meş û mîtîng bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star hat lidarxistin. Meş bi tevlibûna bi hezaran kesan û partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan, saziya malbatên şehîdan, sazî û kesayetên serbixwe li ber çerxeriya Sîrwan a bajêr dest pê kir heya gel Stadyûma Heysem Kiço berdewam kir. Girse bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” bi hezaran wêneyên Rêber Apo re meşiyan. Pankarta bi nivîsa “Azadiya jinan û avakirina neteweya demokratîk bingeha azadiya Rêber Apo ye” hatibû hildan. Meşa girseyî piştre veguherî mitîngekî biheybet. Di mîtîngê de Berdevka Kongra Star a Rojava Rihan Loqo, Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ermen Anahîta Qesebiyan axivîn û bal kişandin ser têkoşîna 26 salan a Rêber Apo dide û wiha hate gotin; “Îro azadiya Rojava, azadiya me ye. Bi îradeya jinên azad em ê azadiya serokê xwe mîsoger bikin.”
ŞEDAD
Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS)’ê jî li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê semînerek lidarxist. Semînera ku bi dehan gaziyên şer beşdar bûn de axaftin hatin kirin, sînevîzyon hate temaşekirin. Di semînerê de behsa şert û zûrûfên komploya navdewletî pêk hatî û îro domandina wê bi êrîşên hovane li ser xak û gelê me hate kirin û wiha hate gotin; “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember gelên azadîxwaz, dîsa li Bakurê Kurdistanê li dijî îradeya gel û li Başûr li hember têkoşerên heqîqetê êriş bênavber didomin. Divê em li hember wan êrişan bi îrade û biryardariyeke mezin bisekinin.” Semîner bi dirûşma, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
MEXMÛR
Li wargeha Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiyek bi taybet bi armanca mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê domandin. Ev çalakî bi koma 113’emîn re bi biryardariyekî mezin berdewam dike. Dûh di sietên êvarê de koma 112’emîn nobetê dewrî koma 113’emîn kir.
Çalakiya nobetê ya li wargehê bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire berdewam dike. Di dewirgirtina çalakiyê de axaftin hatin kirin û ev peyam hate dayîn; “Em hêvî dikin ku çalakiya me bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin bila di vê pêvajoyê de rabin ser piyan û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Serlêdana ji bo hevdîtinê
Di vê navberê de parêzerên Rêber Apo dûh carekî din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Emran Emekçî ve pêkhat. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin bi Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin û hevdîtinê pêkbînin. Lê li vir divê em cardin bîrbînin ku hema hema hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Apo û girtiyên din nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin. Îro jî serî li heman rê û rêbazan didin û hevdîtinê asteng dikin. Di nava 8 salên dawî de cara 15’emîn bû ku ji bo 6 mehan hevdîtina Rêber Apo bi parêzerên xwe re hate qedexekirin.
EWROPA
Qadek ku gelek çalakî pêk tên welatên Ewropa ne. Yêk ji wan çalakiyan Meşên Dirêj yên li Fransa û Elmanya berdewam dikin e.
Dûh meşvanên Meşa Dirêj ji qada Porte Serponeise ya bajarê Metzê heta şaredariyê wê meşiyan. Kurdistanî û dostên xwe beşdarî meşê bûn, belavok belavkirin. Çalakiya Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kiribû û îro kete roja xwe ya 23’emîn. Her roj çalakiyê de belavok têne belav kirin û carna jî serdanên dîplomatîk, carna jî semîner têne dayîn. Ev çalakiya Meşa Dirêj bi biryardarî û coşekî mezin berdewam dike.
Meşa Azadiyê ya li Elmanya jî îro li bajarê Stuttgartê bûn. Meşvanên Meşa Dirêj bi heman dirûşmeya pêngava “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” tê lidarxistin îro gihîşt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê. Meşa Dirêj bi beşdariya gelek ciwanên enternasyonalîst û Kurd ên ji bajarên cuda yên Ewropayê di 10’ê Sibatê de li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê kiribû. Meşvan yê îro jî 21 kîlometre bimeşin û xwe bigihînin bajarokê Boblingenê. Sibê Meşvanên Meşa Dirêj yê berê xwe bidin bajarê Offenbûrgê û meşa xwe bidomînin.
Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê jî bi biryardariyekî mezin berdewam dike. Çalakgerên Nobeta Azadiyê bi koma di hefteya 660’an de berdewam dikin peyama; “Azadkirina Rêbertiya me azadkirina Kurdistanê ye” dan. Nobeta Azadiyê di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji aliyê Însiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin. Nobeta Azadiyê di sala xwe ya 13’emîn de didome. Çalakiya nobetê li noqteyek hevpar a ku saziyên Ewropayê li wir dicivin pêk tê. Her hefte komên cuda ku ji gelê Kurd û dostên wan pêk tê, nobetê dewr digirin. Çalakiya nobetê di hefteya 660’emîn de didome.
Li Parlamentoya Brîtanyayê panel
Bi boneya nêzbûna salvegera komploya navneteweyî li Parlamenta Brîtanyayê panelek bi navê, “Pirsgirêka Kurd, Dînamîkên Rojhilata Navîn û Rewşa wê ya Jeopolîtîk” hate lidarxistin.
Di panela ku li Parlamentoya Brîtanyayê pêkhatî de bal hate kişandin ku di aştiyê de ku bi dewleta Tirk re çêbibe aktorê herî girîng û sereke Rêber Apo ye û Tevgera Kurd jî li pişt wî ye. Panel ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd û Kurdish Progress ve hate lidarxistin. Parêzera bi nav û deng Margaret Owen, ji Partiya Karkeran Loyd Russell Moyel û gelek lêkolînêr-akademîsyen tevlî panelê bûn.
Di panelê de Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş, Dr. Sinem Arslan, Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley û akademîsyen Kamuran Matîn jî weke qiseker axivîn û nirxandin kirin.
Yêk ji qisekaran ku Hîndekarê Zanîngeha Cambridgeyê Thomas Jeffrey Milley bû bandora paradîgmaya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd a li ser Rojhilata Navîn û cihanê nirxand û got; “Abdullah Ocalan di mesaja xwe ya dawî de anîbû ziman, ‘ku şert û mercên wî çêbibin dikarim pêvajoyê ji zemîna tundî bikşînim zemînekî siyasî û hiqûqî.’ Lê belê gelek endamên Tevgera Azadiyê difikire ku dewleta Tirk hewldana aştiyê wek stratejiya perçekirinê dibîne. Abdullah Ocalan hîn jî ji bo aştiyê helwestek raber dike û ji bo Tirkiyeyê û herêmê banga aştî, demokrasî û xwîşk û biratiyê dike.”
Panel bi axaftvanên din re jî berdewam kir û herî dawî bi beşa pirs û bersivandinê hate bidawî kirin.
Çavkanî: ANF û ANHA