Ji Keça Çiyayan A Dikenî Re
Nasnav: Rojevîn Amed
Nav û Paşnav: Gurbet Altun
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1992/Amed
Navê Dayikê: Türkan
Navê Bav: Cevat
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2011/Sason
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Ji bo bîranîna Rêhevala Rojevîn amed (Gurbet Aydin)
Hevala Rojevîn, li Bakur tevlî nava refên gerîla dibe, piştî perwerdeya xwe li wir dibîne û pêde, dibe ji yek rêhevalên ku tevlî serpêhatiya gerîlatiyê dibe. Hevala Rojevîn di vê serpêhatiya pir kin de, cihê xwe di dilên rêhevalên xwe de dayî avakirin, herî zêde jî bi rûkeniya xwe ve û bi wêrekbûyîna xwe ve di hişên hevalan de cih digire.
Hevala Rojevîn ji navçeya Kulpê ya girêdayî Amedê ye û ji eşîreta Xiya ye. Gundê wan li Sasonê ye. Navê gundê wê Bêandê ye. Ji aliyê Sasonê tevlî dibe û tê qada Şêx Cuma. Ango ji qada Bakur tevlî dibe. Di van salên dawî de hevalên ku li wir tevlî dibin û li wir şehîd dikevin hene. Li ser navê wan axaftin kirin, bi rastî jî mirovan dixe nava zoriyê. Di mehên havîna 2011’an de tevlî nava refan dibe. Di meha Adara 2012’an de li Qada Şêx Cuma A Xerzanê, li Çiyayê Sîser bi 14 rêhevalên xwe yên jin re şehîd dikeve.
Em dikarin bibêjin ku hevala Rojevîn, hevalek girêdayîbû. Gundê wan li qontarên çiyayên mîna Mereto û Helkiz ên jêre dibêjin li Geliyê Zorê ye. Zarokatiya wê li wir derbas dibe. Ew li wir mezin dibe û jiyana xwe li wir dide derbaskirin. Ji ber van sedeman di jiyana li çiya û gerîlatiyê pir zêde zorî nabîne. Wê zoriyên çiyayan hîn di temenê xwe yê biçûk de derxistibû zanistiyê.
Hevalên ku li Bakur tevlî gerîla dibin, pir zû dikevin nava zoriyan û rastiya dijmin ji nêz ve dibînin. Ev yek jî hîn zûtirîn dihêle ku bigihîjin kesayetiyên bihêz. Hevala Rojevîn hîn zêditir li qada Şêx Cuma dimîne. Em demekê bi hev re çûn qada Baykanê. Li wêderê Çiyayê Mergelo heye. Kelha Yunus, cihê Eliyê Yunus lê îsyan kirî, li wir e. Ewder jî di wî çiyayî de cih digire. Hevala Rojevîn di yekayê de cih digirit. Hewldaneke wê ya bi fedekarî tevlî xebatan dibû, hebû.
Li qadeke mîna Xerzanê rêhevaleke jin hatina wê ya li nava refên gerîla pir girîng bû. Ji ber rastiya li wir li holê ye. Polîtîkayeke dijmin a bi salan li wir dida meşandin hebû. Weke keçeke ya ji wir, li wir tevlî bû û li wir jî şehîd ket. Ev yek ji bona me rûmeteke pir mezin e. Ez vê yekê pîroz dibînim. Wê maf nekiribû ku pir zû şehîd bikeve. Ger biêş be jî, pîroz e.
Ez ê bîranîneke ya me bibêjim. Me çalakiyek kiribû. Me bi awayeke normal ew nexistibû çalakiyê. Piştî ku çalakî dest pê kir, min destê wê girt û em ber bi cihê çalakiyê ve bezîn, min ji wê re got fîşekan bavêje dijmin. Armanca min ew bû ku fêr bibe. Bi coş pirs kir ku got; “Ez bavêjim kûderê?” Dema ku min jî got; “Tu davêjî kûderê bavêje, tenê çend fîşekan biteqîne” piştî van gotinên wê, li min meyzand û kenî. Bihizirin, em di nava dijmin de bûn, dijmin teknîk bikardianî, heval di rewşa pevçûnê de bûn, lê ew dikeniya. Min li wir şervantiya jina Kurd dît. Ew pir bi xwînsar bû, yek nîşaneya tirsê bide nîşandin li gel wê tine bû. Tişta jêre dibêjin tirs hîs nedikir. Jixwe ew miroveke her tim rûbiken bû. Di şer de jî windanekirina vê rûbikeniya xwe pir girîng bû.”
Di kesayetiya Rêhevala Rojevîn de 15 rêhevalên jin ên di bin fermandariya rêhevala Arjîn de şehîd ketine bibîrtînin, em dibêjin ku em ê bi girêdayî têkoşîna wan ve bimînin û em li ser vî bingehî soza xwe nû dikin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê